Zimanê Sînemayê

0
26

Di van demên dawî de, li ser sînemaya Kurd gelek nivîs hatin weşandin. Piranî ya van nivîsan jî, li ser hebûn an jî tunebûna sînemaya Kurd in. Ne tenê van rojên dawî jî, ji roja ewilî ku min bixwe dest bi xebata sînemayê kir vir ve, kêngî qala sînema û civakê Kurdistan vebe, ev nîqaş wek nîqaşeke sereke  didome.

“Gelo sînema ya Kurd heye an tune?” Ev pirs jî coşek dide niqâşvanan û di panelekî de be, rûniştinek, sohbetên malbetiyê be tu ferq nîn e, hemû nîqaşvan, wek însanên hemî lîteratûr û wêjeyên ku li ser sînema hatine nivîsîn hemiyan xwendine, ne xwendin jî wek av vexwerine, bi wî rengî diaxivin.  Ez bixwe rastî kî hatime ku tev li nîqasa sînemayê buye, temamê wan li ser zimanê sînema pispor in. Xwedî hêz, têgihîştin û xwedî quweteke hûrnêrîn a li ser sînemayê ne. Li ser civak û civaknasiya Kurd jî hemî têgihîstî ne.

Lê heke em dev ji dilwasî û bedgumanî berdin, werin ser xwe, li rastiya xwe binêrin, wê demê xuya ye ku ev nîqaş, ji destpêk heta dawiyê bi pirsgirêkan ve têr û tijî ye. Ji her tiştî wêdetir, gava ku mijar bû ziman, birastî jî em nizanin cêka “ziman” çiye. Hin kesên me, zimanê axaftin û hunerê, ango axaftina însan û axaftina berhemên hunerî tev li hev dikin. Ji ber wê, wek mînak em bêjin, hin kes wer dizane ku berhemên sînema ya Kurd, bi zimanê Kurdî ve digihîje rastiya xwe. Ango berhemek bi zimanê Kurdî, di heman demê de hunereke Kurdî ye. Em mînaka xwe bişopînin, gava ku însan bu zimanê Kurdî ve berhemek, berhemeke sînemayî çêkir, ango lîstikvanên wê berhemê li ser dikê bi Kurdî axivîn, ew berhek yek berhemek Kurdî ye, ew filîm jî filîmeke tev li sînema ya Kurd e.

Lê şaşitî ji destpêkê dest pê dike. Zimanê Kurdistaniyan zimanê axaftinê ye, ango wek însan ji bo hevgihîştina Kurdistaniyan e, lê zimanê sînema jî di nav de zimanê hunerê, zimanê dîmenan, zimanê dengê, aso, mehwa, atmosfer, zimanê çîrokbêjî ya hunermendan, zimanê bilêvkirina xweşikahiyê ye. Şêwaza hunermendan, wek derhêner, wek sînerîst, wek wênekêş, zimanê resneger, di her qada sînemayê de şêwaza huner bixwe ye zimanê sînema. Encam, bi axaftina lîstikvanan ve sînema nabe sînemayeke netewî. Lê bi vegotina derhêner, sînarîst, wênekêş, pisporên deng û awazkaran ve sînema dibe sînemayeke netewî. Ji ber wê jî, em nikarin bi zimanê axaftinê ve berheman tasnîf bikin û bêjin ev berhem berhemek ji daxilî sînemaya Kurd e, ev jî dervayî sînemaya Kurd dimîne. Ev yek…

***
Lê, em bi lez jî nikarin dev ji zimanê axaftinê berdin. Zimanê axaftinê gelekî girîng e. Ji bo hunerê jî taybet girîngiya zimanê axaftinê heye. Zimanê axaftinê jî bi ser xwe di qada hunere de xwedî giraniyek, xwedî taybetmendiyek e mezin e. Ji ber wê jî, em nikarin bêjin lîstikvan bi çi zimanî diaxivin bila biaxivin, tenê bi şêwaza hunermendan wateya netewbûnê pêk tê, an jî netewbûna wê berhemê temam digihîje rastiya xwe. Na, em nikarin vê yekê îdîa bikin. Ev jî bi ser xwe nêrîneke şaş, hûrkariyeke beredayî ye.

Heke tu di berhemê xwe de dûrî jiyana civakê xwe bî, şêwaza hunerê te bi çi quwetê dibe bila be, ew berhem tu carî nikare bigihîje asteke “hunerî”. Ji bo hunerbûna hunerê, tekiliya însanan, pêkhatina tekiliya însanan û heman wate tekiliya pêkhatina însanetiyê mêzînek e, û ew mêzîn pîvanga hunerê bixwe ye.

Ango ji bo sînemagerên Kurdistaniyan, azmûna herî mezin, herî giran xurtkirina şêwaza huner û civak bi hevre ye. Ku ji bo vê yekê tenê zanîn jî nabe. Pêdivî ji dîroknasî ya Kurd û Kurdistaniyan heye, naskirina civak û civaknasiyê jî heye. Lê belê gava ku xala me sînema û tevahiya huner be, pêdiviya herî mezin, herî girîng dil bixwe ye. Ji ber ku bê dil, ziman naşixale, zanîn jî ne tiştek e.

Lê zanyarî û kulekî ji dilî tevgerîn çêbe, ziman bi xwe rê ya xwe dibîne. Ziman bi xwe xwe digihîne, wê demê jî çi axaftin çi şêwaz, çi huner, ziman temam “ziman” dibe. Li gorî min zimanê sînema jî zimaneke bi vî rengî ye.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse