Zerê; Fîlmê Yekemîn Derhaqê Êzdiyanda

0
22
REKLAM    

Fîlmê yekemîn derheqa êzdiyanda fîlmekî dramayî bi navê “Zerê” (sala 1926) şanoger, sênarîst û derhênerê sovêtêye bi esil ermenî Ahmo Bêknazarov kişandîye. Wî karê xwe hê li Rûsyayê berî şoreşê destpêkirîye, lê piştra li dema Sovêtê zêde hatiye nas kirin.  Piştî Şoreşa Oktoberê ya sala 1917 û damezirandina desthilata Sovêtiyê li Ermenistanê û Gurcistanê mecalên baş bona her miletekî çêbûn di ware pêşketina çand û hunera miletiyêda, êzdî jî di nav wan miletanda bûn.

Serdema Sovêtê – serdemeke gehîştinên zanyarî û kulturîye mezin bû ji bo miletên Yekîtiya Komarên Sovêtêye Sosyalîstiyê û afirandina wan gelan ciyê xweyî hêja digre di nav çanda cîhanîda. Dawiya salên 20-ê yê sedsala buhurî li her komareke Sovêtêda sînêmaçêkirn hatibû sazkirin, lê belê, her tenê li Ûkrayînê û Gurcistanê (ku Rûsyayê jê derxin) li salên desthilatdariya Stalînda meriv dikare behsa kultura sînêmaye ya miletiyê bike. Bêşike jî, ku film dihatn derxistin bi hesabê atmosfêr û cewê şoreşgeriyê ku li dewletêda hebû.

Derheqa êzdiyan da, û bi giştî derheqa kurdanda di salên cudada çend film hatibûn kişandin, yên ku behsa çand û dîroka milet dikin li Ermenistana Sovêtiyêda.  Ji bilî fîlma “Zerê”, dîsa sê film hene: “Kurd-êzdî” (1933), “Kurdên Ermenistana Sovêtiyê” (sênariyoya H.Koçer û Hecîyê Cindî, 1948) û “Kurdên Ermenistanê” (sênaryoya Erebê Şemo, derhêner C.Jamhariyan, 1959).

Li Yekîtiya Sovêtê êzdî li Komara Gurcistanê û Ermenistanêda diman, para bêtir li vir ji destpêka sedsala 19 cî û war bibûn. Civaka êzdiyan civakeke patrîarxal û tradîsyonal bû rengên miletiyê, erf û edet baş parastîbû. Wan bala derhênerê ermeniyaye eyan Ahmo Bêknazarov kişand, yê ku li Ermenistana Sovêtiyêda sîstemeke janran ya taybet  û cihêreng afirand.

Derheqa derhênerda

Ahmo Bêknazarov bi gelek psêvdonîman anku navan hatiye naskirin wek Ahmo beg, Ambartsûm Bêknazarov, Ahmo Bêk-Nazaryan. Derhêner 31 gulana sala 1892 li Rewanê (Yêrêvanê) ji dayîk bûye. Li Înstîtûta komersyal ya Moskowê hîndibû, lê dema Şerê cîhanîye yekemda bibû danerê eyan yê fîlmên rûsîye bêdeng. Ewî xwe dikşand di fîlmên derhênerên bi nav û deng Ê.Bauer, P.Çardînîn, Î.Pêrêstîanî, V.Gardîn û meremê dilê wî bû fîlmekî xwe çêke. Di salên pêşî yê damezirandina desthilata Sovête ew beşdarî damezirandina kînêmatografa pirmilet ya sovêtiyê bû.

Di sala 1921 ew bibû rêvebirê şewekar yê beşa sînêmayê li Komîsarîata Miletiyêye Ronaydariyê ya Gurcistaê (Wezarete Ronayîdarye, anku perwerdê). Karê xweye derhêneriyê wî destpêkir sala 1923, lê sala 1925 pêşnyaz stand ji Şêwra komîsarên Ermenistanê (Civata wezîran) daku bibe rêvebirê kînêmatografa miletiyê ya komarê.

Piraniya fîlmên Ahmo Bêknazarov bi dereca bilind a şêwekariyê û kultureke şanogeriyê hatine çêkirin. Li mideta sê salên pêşin dema xebata xweye li Ermenistanê wî fîlmê klasîk kişand “Namûs” (sala 1926, li ser esasê romana Alêksandr Şîrvanzadê), drama jiyanî “Zerê” (1926), fîlmê êpîkî-şoreşgerî “Xas-pûş” (1927), fîlmê dîrokî “Mal li ser vûlkanê” (1928); komêdya satiric “Şor û Şorşor” (1926).

Sala 1941 ji bo fîlmê “Zengezûr” ew bi xelatê Stalîn yê dereca duyemîn wergirt.

Di filmed şanogerên herî baş beşdar bibûn, yê wek Marîya Tênazî (Tatêvosyan), ya ku  fîlmê “Zerê” da rola sereke leyîst.

Syûjeta fîlmê

Sênaryoya fîlmê “Zerê” li ser esasê çîroka Akop Kazaryan (1868-1926) hatibû kişandin, yê ku di nav êzdiyanda bi navê Lazo dihate nas kirin. Akop Kazaryan şarezayê jiyan, erf û edetê êzdiyan bû, yên ku wî di çîroka xweda dida xuya kirin. Sala 1921 wî elîfba bona zimanê kurmancî çêkiribû ser esasê elîfbeya ermenî û navê lê kiribû “Şems”.

Ahmo Bêknazarov armancê kişandina fîlmê danîbû ber xwe ser esasê çîroka A.Kazaryan. Bêknazarov sênaryoya nû nivîsî li ser esasê vê çîrokê. Film dikşandin li du gundên êzdiyanda Elegezê û Sarîblaxê, û niştecîyên gunda jî beşdarî fîlmê bibûn. Kişandina fîlmê serketî derbas bû, lê prêmyêra wê (nîşandana yekemîn) li Rewanê 9 çirya paşin sala 1926 derbas bû û li Moskowê 31 kanûna paşin ya sala 1927. Pêşîda film bêdeng bû û tenê tîtr bina hebûn, lê peyra sala 1970 kompozîtorê sovêtêye ermenî Alêksandr Spandyarov, yê ku mûzîka êzdiyan lêkolîn dikir biryara dengkirina fîlmê bi zimanê ermenî stand. Beşdarî dengkirina fîlmê bibûn Casimê Celîl û qîza wî Cemîla Celîl.

Fîlm derheqa serdema rêjîma qeyserê rûse û buyer li terefên başûrê Rûsya qeyserî diqewime. Fîlmêda derheqa eşîreteke êzdiyan tê gotin ku berpala çiyayê Elegezê cî û war bûne û serokê eşîrê Mecît axa ye. Têmûr begê kurê wî merivekî stemkar û bêbext bû, ew difikirî ku wek kurê serokê eşîrê dikare her tiştî bîne sere xelkê,  îzna wî heye çi bixwaze wê jî bike. Dilê wî çû keçikekê bi navê Zerê ku êdî destgirtiya şivanekî belengaz bû. Beg dibêje Seydoyê şivan daku ew terka  Zerê bide, lê wî gotina wî red kir. Seydo û Zerê pir hez hevdu dikin, lê Têmûr beg çend kesên xwe dişîne daku keçikê birevînin û destgirtiyê wê bikujin. Seydo tevî merivên xwe radibin dijî beg û di pevçûnêda Seydo tê birîndar kirin.

Têmûr beg bi zorê dawetê dike, lê Zerê sere xwe pêra danane û sîlekî di nav rûyê beg dixe. Têmûr beg pir aciz dibe û roja dawetê di nav cimetêda dike dengî ku Zerê ne qîze. Li gorî edetên eşîretiyê pore Zerê kur dikin, rûyê wê tenî dikin, paşopê li kerê dikin û di nav gundda digerînin. Gundî nifira li Zerê dikin û tifî rûyê wê dikin. Seydo bawer nake ji buxtankera. Hevalê wî wî xilas dikin û beg dikujin, lê Zerê û Seydo dighîjin hev.

Armanca kişandina fîlmê bû xuyakirina kevneçopiyên civakî, edetên eşîretî, jinên blindest, bindestiya cotyaran, stemkariya axa û began û zengîniya karmendên qeyserê rûsî, çi jî gerekî êdî venegere, û li welatekî nûda wekhevî û adelet gerekî hebe, divêt civakek nû were avakirin.

Di filmed erf û edetên êzdiyan baş hatine nîşandan, zewac, definkirina miryan, şîn û girî, cil û berg, govend û êtnografiya bi giştî.

Film gelekî heweskar bû di nav cimetêda û gelek caran li sînêmayên bajarên Yekîtiya Sovêtê dihate nîşandan, herwisa têlêvîzîona Ermenistanê hercar film raberî bîneran dikir.

Bêguman, fîlmê “Zerê” tevî fîlmê din ciyê xweyî hêja girtîye di rêza kînêmatografa sovêtêye pirmiletîda.

 Jêder:

1. Emerîkê Serdar, Çawa Kînoya Zerê Hatiye Kişandinê? Riya Teze 11/10 1969.
2. G. Balasanyan, Emrê Kurda di nava Kînofîlmêd Ermenîstanê de, Riya Teze 1/11 1980.
3. Egîtê Xudo, Kînofîlmê Zerê Hatiye Tezekirinê, Riya Teze 19/2 1972.
4. Karlanê Çaçanî, Pizmamtiya Cimaeta Ermenîya û Kurda, rûp.189.
5. Rohat Alakom, Ronahîya Dîrokê, Stockhoml, 2008.
6. BOYÎK, Eskerê: Nûra Elegezê – Çend dîdem ji edebyeta Kurdên Ermenistanê, Oldenburg, 2004
7. Многонациональный советский кинематограф, Петр Багров, Яков Бутовский, Евгений Марголит, Новейшая история отечественного кино. 1986-2000. Кино и контекст. Т. V. СПб, Сеанс, 2004
8. С.Вэн, Кавказ в «Зарэ», «Советский экран» № 5, 1927 год, стр. 14
9. Энциклопедия сайта Кино-Театр.РУ
10. Звезды российского немого кино www.nemoekino.ru

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse