Zarokên Mezin

0
18
REKLAM    

Derhênerê Kurd Garîp Çelîk piştî dokûmantera “Di xweşiyê de bimîne birayê min”, xwe amade dike bi kurt fîlmekî bi navê “Zarokên Mezin” derkeve pêşberî temaşevanan. Çelîk beriya nîşandana fîlm ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew fîlmê “Zarokê Mezin” di serî de Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkol û Berkîn Elvan diyarî hemû zarokên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin dike.

-Projeya vî fîlmî çawa destpê kir?

Demeke dirêj bû ku di hişê min de projeya fîlmekî li ser çîroka zarokên neçarî jiyaneke di bin siya şer de hatine hiştin, hebû. Bi taybetî li welatên ji demokrasiyê bêpar ên weke Tirkiye û Rojhilata Navîn, mexdûrê destpêkê yê şer timî zarok, jin û xweza ne. Em bûn şahid ku terora dewletê li navnîşanê nepirsî ye, çawa ku li Kurdistanê Ûgûr Kaymazan, Ceylan Onkolan qetil dike li rojavayê Tirkiyeyê jî Berkîn Elvanan hedef digire. Hêzên hegemonîk, mîna ji mînakên Filistîn û Kurdistanê tê fêmkirin, herî zêde jî ji zarokan ditirsin.

DEMA EW MIRIN BIÇÛK BÛN, LÊ JIYANA WAN MEZIN BÛ

-Gelo sedemeke vê ya taybet heye?

Bêguman heye. Zarok pêşeroja neteweyekê, civakekê ne. Zarok entegreyî sîstemê nîn in. Cîhaneke wan a cuda heye. Her tişt lîstikeke. Ew ji mirovê mezin bêtir aktîf in û bêyî bikeve nava fikara ‘çiyê bê serê min’ bi bêtirs li dijî neheqiyê derdikevin. Ji ber ku împaratoriya tirsê ya jiyana kar û perwerdeya sîstemê, bandorê li zarokan nake. Mînaka vê ya herî berçav di nava zarokên li Rojhilata Navîn de mezin dibin, tê dîtin. Ew bêtirs derdikevin pêşberî artêşê. Lê mixabin di her şerî de ew destpêkê dibin hedef. Ev yek, rêbazeke hêzên serdest e ku ji bo bêdengkirina berxwedêran bikar tîne ye. Ev rewş li Kurdistanê û herî dawî di dema berxwedana li parka Gezî de hat jiyîn.

-Çima Zarokên Mezin?

Ji ber ku li herêmên şer, zarok berî zarokatiya xwe bijîn bi lez mezin dibin. Li pêşberî hovîtiyên ku di temenê biçûk de dibîne, neçar dimîne zû mezin bibe. Mejiyê ku berê tivingê dide wan, hesap nake ku ew zarok in. Dema ew mirin biçûk bûn, lê belê jiyana wan mezin bû. Ji ber vê yekê min navê Zarokên Mezin li fîlm kir.

CIHÊ GOTIN LÊ QEDIYAYE!

-Çima di fîlm de we diyalog bikar neanîne?

Cîhaneke lê zarok bê kuştin, cihê gotin lê qediya ye. Ji bo kurteberkirina draman carna mîmîkek bi tenê jî têrê dike. Ji bo vê yekê pêwîstî bi nivîsandina romanekê nîne. Vê yekê weke wêneyekî bibînin. Bêdengî carna gelek tiştan vedibêje.

-Di heman demê de di fîlm de nuqteyeke ku herî zêde balê dikşîne ew e ku zarok bi bombeyên xarik û kapsulên bombeyên gazê dilîzin. We ev yek bi zanebûn hilbijartin?

Li welatên lê terora dewletê heye, zarok ne bi gok yan jî bebekan dilîzin. Neçar tên hiştin ku bi mayinan, bi bombeyan, kapsulên gazê, kevir û çekan bilîzin. Ji rewşa xwe ya xwezayî dûr dikevin. Derdora wan bi tiştekî ku otorîteya dewletê nîşan dide, dagirtiye. Carna ev tişt dibe têlên rêsandî, carna xendek, carna qeleqol, carna zeviyên mayînan, carna TOMA, carna dorpêçiya hêzên polîsan. Zarokên di rewşeke bi vî rengî de mezin bûne, ji sedî sed wê sîstemê lêpirsîn bike û bi dijwariyê bersivê bide dijwariyê.

-Çareseriya vê heye?

Ji bo cîhan û pêşerojeke baştir a zarokên xwe divê em têbikoş in. Şert e ku em mejiyê tundiyê ji rêzê dibîne, red bikin. Pêwîste em serî netewînin û faşîzmê li her cihê lê ye teşhîr bikin. Divê em zarokên xwe ji xefikên kapîtalîzma hov rizgar bikin û qadên ew karibin lê bi awayekî azad bijîn, biafirînin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse