Yilmaz Guney

0
13
REKLAM    

Sînemagerê kurd Yilmaz Guney di 9’ê îlona 1984’an de li Parîsê li sirgûniyê jiyana xwe ji dest da lê bi fîlmên xwe ve deriyekî din li sînemageriyê vekir belkî ji ber vê ye ku fîlmên wî yên herî dawî awirên mirov dide ser asoyên çiya

Sînemagerê kurd Yilmaz Guney di 1’ê nîsana 1937’an de li Edeneyê ji dayik bûye. Guney di esasê xwe de bi kok û rehên xwe hem ji Derya Spî ji herêma Çukurovayê ye û hem jî ji zozanên Serhedê ye. Ji ber ku malbata wî ji aliyê Serhedê koçberî herêma Çukurovayê dibe.

Guney dibistana seretayî ango a destpêkê û a navîn li Edeneyê qedand. Ew ji 9 saliya xwe ve ji bo alîkariyê bide debara malbata xwe dest bi xebatê dike. Guney, ji karên pembo bigire heta hesabgiriyê, di gelek karên cihêreng de dixebite. Di wan salan de wêje bala wî dikişîne û dest bi nivîsandina çîrokan dike. Lîseyê li Edeneyê û zanîngehê jî li Enqereyê dixwîne. Di salên lîseyê de ew gelekî bi hunerê re eleqedar dibe û di wan salan de kovareke hunerî ya bi navê ‘Doruk (Lûtke)’ derdixe û çîrokan dinivîsîne.

SIRGÛN Û GIRTÎGEH

Li Enqereyê di beşa hiqûqê de dixwîne lê piştre dev jê berdide û li Zanîngeha Stenbolê di fakulteya îqtîsadê de perwerdeya xwe didomîne.  Derhênerê kurd Yilmaz Guney di sala 1957’ande ji bo xwendina fakulteya îqtîsadê diçe Stenbolê. Lê nikare dewam bike. Ji ber nivîsîna wî ya çîrokekê der barê wî de ji ber ku propagandaya komunîzmê kiriye doz lê tê vekirin. Doza lê hatiye vekirin di 1955’an de bi encam dibe û  di destpêkê de 7 sal û nîv bi cezayê zîndanê û 2 sal û nîv jî bi cezayê sirgûnê tê cezakirin. Paşê dadgeha temyîzê biryarê xera dike û di encama dadgehên nû de cezayê wî dibe salek û nîv girtina li girtîgehê û 6 meh sirgûn.

CÎHANA SÎNEMAYÊ

Dema xwendina xwe ya li zanîngehê  rejîsor Atif Yilmaz nas dike û pê re têkiyê datîne.
Yilmaz Guney bi alîkariya Atif Yilmaz dest bi nivîsîna senaryoyên fîlman dike û di cîhana sînemayê de ji senaryoyê bigire heta lîstikvanî û alîkariya rejîsoriyê gelek karan dike. Lê ji ber ku tê girtîn mecbûr dimîne ku zanîngeha xwe jî nivco bihêle. Bi gotina wî ew neçar e di dibistana jiyanê de û bi riya ku mamoste jiyanê qebûl dike xwe perwerde û hîn bike û ew wisa dike. Di vî warî de Guney wiha dibêje: “Dibistana min pirtûk in, sînema ye, girtîgeh, qanûnên jiyanê yên tund, zextên civakî, xayîntî û mêrxasî ye. Mamosteyê min jî jiyan e.” Guney, di sala 1972’an de bi sedema ku tevli bûyerên siyasî bûye tê girtin û 2 sal li girtîgehê dimîne û paşê serbest tê berdan.

FIRARA YILMAZ GUNEY

Derhênerê kurd Guney dema li Edeneyê fîlmê bi navê ‘Endîşe(Metirsî)’ dikişand, dozgerê Yumurtalikê ji ber heqareteke ku lê hatibû kirin kuşt û bi 18 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin. Guney li ser vê yekê di 1981’an de dema ku li Girtîgeha Îspartayê dihat girtin  firar kir û derket devreyî Tirkiyeyê. Guney, her wiha di 9’ê îlona sala 1984’an de di 47 saliya xwe de li Fransayê çû ser dilovaniya xwe.  Ew di fîlmên xwe de, li ser tengasiya jiyana gelê kurd radiwestiya her wiha, xebatên wî yên li ser çîrok, ceribandin û senaryo nivîseriyê jî hebûn. Ew di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giran bûha li dû xwe dihêle.
Fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê ‘Yol (Rê)’ jî yek ji van berheman e. Rê, di sala 1982’yan de, bi fîlma ‘Winda’ ya rejîsorê yewnanî Kosta Gavras re, Xelata Palmiya Zêrîn a Cannesê wergirtibû.

LI SER RIYA ÇIYAYAN E

Yek ji nivîskarên li çiyayên azad ên Kurdistanê gerîla Nûman Amed di krîtîkeke xwe ya li ser sînemaya Yilmaz Guney de wiha dibêje: “Mijara Yilmaz Guney mijareke girîng e. Şêwaza Yilmaz Guney ji bo hinek pirsgirêkên sînemayê pêwîst e bê rojanekirin. Li gorî me şewaza Yilmaz Guney bi dawî nebûye û berdewam e. Pêwîst e li ser ekola wî bê sekinandin. Sînemaya Yilmaz Guney li ber riya çiya bi dawî dibe. Fîlmên wî yên herî dawî awirên mirov dide ser asoyên çiya. Dema mirov fîlmên Yilmaz baş temaşe dike mirov li pey pirsgikên demî dimeşe û li çareyan digere. Em dixwazin bi çavê civakê temaşe bikin. Wekî rejîsoran em nanirxînin.”

HUNERA YILMAZ GUNEY

Amed diyar dike ku ger wekî bi danedariya hunera ku demekê dihat binavkirin nêzî Yilmaz Guney were kirin dê tu encam bi dest nekevin û krîtîk wiha berdewam dike: “Hunera Yilmaz wekî pirsgirêka kurd e. Lewra vî tiştî nîşan dide û ji bo vê yekê balkêş e. Dîsa wekî xeleka sînemaya Yeşîlçamê bilêvkirin jî xeter e. Di demarê hunera Yilmaz de kurdewarî heye. Pirsgirêkên ku ser wan hatine nixumandin paç ji ser wan radike û aşkera dike. Di bin vî paçî de tişta ku hêvî jê nemaye û mirî tê zanîn derdikeve holê. Bêguman di Başûrê Dilê Min de ev rastî aşkera ye. Di fîlmên Yilmaz ên din de jî ev tişt xwe dide rû. Cil û libas cewherê Yilmaz naguherînin. Ew çi cil û libasan li xwe bike jî ew dîsa jî Yilmazê kurd e.”

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse