Yek ji hîmê ‘Sînemaya Çiya’ Xelîl Dag

0
16
REKLAM    

Beriya vê bi 5 salan, ango 1’ê nîsana 2008’an gerîlayê derhêner Halîl Uysal ê jiyana xwe ji dest dabû, wiha gotibû: “Doza min ew e ku ez behsa gerîlayan bikim.”

Xelîl Dag gerîla, derhêner û wênekêş bû. Berî demekê gelê kurd Xelîlê xwe yê ku evîndarê kurd û Kurdistanê bû di qeydên wî yên vîdyoyê de bi wê kena wî ya geş di ser ekranên Stêrk TV’ê de di bernameyna taybet a ‘Lênûska Botan’ de dîtin. Xelîlê çiya di wê bernameya taybet de ku xuya dike di meşa xwe ya ji Botanê ber Agiriyê ve kişandiye kameraya xwe de bi çavên tijî bawerî û wêrek li çiyayan bi komeke gerîlayan re dimeşe.

Xelîl Dag di sala 1973’yan de li Almanyayê ji dayik bû. Piştî ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd nas kir bi demeke kurt, bû Xelîl Dag, bi gotineke din Xelîl Çiya û jiyana wî bi temamî hat guhertin. Ji ber ku bavê wî ji Îzmîuysalrê û dayika wî jî ji Agiriyê ne, vê yekê hişt ku Xelîl ji cudabûnê hez bike. Eger wî kurd nas nekirana dê aliyekî Halîl kêm mabûya. Di sala 1995’an de di damzerandina yekemîn televîzyona kurdî li Ewropayê Med Tv de, cihê xwe girt. Dema ku hîs kir ew ê bi vî awayî tam nikaribe Tevgera Azadiya Gelê Kurd fêm bike, berê xwe da Rojhilata Navîn ango çiyayan.

YEKEMÎN HEVDÎTIN

Di sala 1995’an ji bo hevdîtinekê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêbike, çû Şamê. Piştî vê hevdîtinê, mîna ku ew jî dibêje, Xelîl ji rojên vejîna gelekî re şahidî kir. Di nivîseke xwe de, Xelîl wiha behsa tiştên ji çiyayên Kurdistanê fêr bûye dike: “Min, tenê bedena xwe anî çiyê. Lê min gelek tişt ji çiyayan wergirtin. Ez li çiyê mezin bûm. Ne wekî temaşevanekî. Min bi her awayî di nava jiyana çiyê de cihê xwe girt.”

PÊŞÎ WÊNE KIŞANDIN

Ji bo Xelîl kişandina wêneyên gerîlayekî devliken, serketinek bû. Jixwe wî jî wiha gotibû: “Ez bawer im ku li van çiyayan gelek tiştên balkêş hene.” Ji bo van dîmen û bûyerên balkêş ragihîne, kişandina wêneyan ji bo wî xeyalek bû. Xelîl bi vê xebata xwe baş dizanibû, ku ji jiyana wan kesên ciwan, tenê dê ew wêne bimînin. Xelîl tenê bi kişandina wêneyan bi sînor nema, dixwest vê yekê bi riya sînemayê jî, bi mirovahiyê bide naskirin. Bi vê xwestekê re xeyalên xwe jî pratîze kirin û bi kameraya xwe li çiyayên Kurdistanê dest bi çêkirina fîlmên rasteqîn kir.

FÎLMÊN ‘TÎRÊJ’ Û ‘BÊRÎTAN’

Pêşxistina xebatên sînemayê li çiya, dibe ku ji bo gelek kesan xeyal be, lê Xelîl ev yek hem dijiya û hem jî, pêk dianî. Fîlmên ku bi milyonan Dolarî tên amadekirin, Xelîl bi xwêdana keda eniya xwe temam kirin, ne tenê yek, tam derhêneriya 6 fîlman kir. Tîrêj, Neynika Bejnê, Nepeniya Rûyên me, Demên Jin ji wan hez dike, Hêstirên Zapê û herî dawî jî, Bêrîtan. Xelîl bi fîlmê Bêrîtan, berxwedana jinên kurd nîşanî tevahiya mirovahiyê da. Klîbên gerîlayan ku îro ji aliyê milyonan kesî ve tê temaşekirin jî, berhemên Xelîl in. Xelîl rê li ber Delîla vekir ku wî dengê xwe yê xweş bigihîne hemû kurdan. Xelîl her tim di jiyana xwe de, hewl dide kêmasiyekê temam bike. Xelîl ji bo xebata belgefîlmekî ku behsa ‘Meşa ber bi Çiyayê Agiriyê ve’ bide destpêkirin, berê xwe da bakurê Kurdistanê. Dema belgefîlma ‘Meşa Ber Bi Agiriyê Ve’ amade dikir jiyana xwe ji dest da.

Xelîl wiha behsa heyecana wê rêwîtiya xwe dikir: “Dema ku ez difikirim ez ê belgefîlma bi navê ‘Meşa Ber Bi Çiyayê Agiriyê ve’ temam bikim, gelekî bi heyecan dibim. Li vê herêmê şerên dijwar diqewimin, gelo ez ê karibim xebata xwe bi serkeftî temam bikim, ez vê yekê nizanim. Lê qet nebe, ez ê jî wekî wan moriyên ber bi Kabeyê ve dimeşin, di wê riyê de bimirim.”

MEŞA XELÎL DIDOME

Li rawestgeha yekemîn a Xelîl, li herêma Botanê, 1’ê nîsanê tevî 3 hevalên xwe, di encama êrîşa artêşa tirk de, jiyana xwe ji dest da. Xelîlê çiyayan digot; “Li şûna ku ez li kêlekê bisekinim, pêwîst e ez li navenda şer bim.”

Xelîl dê tu carî ji aliyê gerîlayên Kurdistanê ve neyê jibîrkirin. Dibe ku Xelîl jiyana xwe ji dest dabe, lê wî bi dehan klîp, gotar, gelek wêne û 6 fîlm li pey xwe hiştin.
Nivîsên Xelîl ên mayî jî, piştî jiyana xwe ji dest da, hatin berhevkirin û wekî pirtûk hatin weşandin. Hevalên Xelîl jî, xwedî li mîrateya wî derketin û xebatên wî di bin navê ‘Sînemaya Çiya’ de didomînin.

Pêşengên Sînemaya Çiya hatin bibîranîn

Li Herêmên Parastina Medyayê bi boneya roja şanoya cîhanê, di bin baneya TEV-ÇAND’ê de şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de Xelîl Dag û Yekta Hêvî ku di salên borî de jiyana xwe ji dest dabûn û di sînema û şanoyên çiya de keda wan a mezin heye hatin bibîranîn.

Bi boneya Roja Şanoyên Cihanê TEV-ÇAND’ê ji bo kesên di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre belgeyekî ku ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser hunerê hatibû derxistin hat xwendin. Piştre gerîlayên ku gerîla Xelîl Dag (Xelîl Uysal) ê di sala 2008’an de li Botanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û Yekta Herekol (Erdogan Kahraman) ku wî jî di sala 2004’an de li Rojava bedena xwe dabû ber agir û jiyana xwe ji dest dabû axaftinên kurt kirin. Piştî axaftinan helbest li ser gerîlayên jiyana xwe ji dest dane hatin xwendin. Şanoya bi navê ‘Hêvî Yek Da’ jî hat lîstin. Bîranîn piştî stranên Koma Awazên Çiya û pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

 

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse