Xwe ‘Buyin An Nebuyin’

0
21
REKLAM    

Bila avên qirêj tevlî rûbarên me nebin û wekî hindek rûbaran di germahiya havînê de neçikin. Ne civakê ne jî xwe bixapînin.

Min di rojnama de, weki ku sala 2012’an buye sala bilindkirina asta şanoya Kurd xwend. Bes ez wekî hûnermendekî şanoyê di vê mijarê de cûda meyzedikim. Ezê hewl bidim ku şanoya Kurd di demek çawa de derbas dibe, bi taybet di Kurdistanê de, rêkêntinekirin an jî bilindkirina şanoya Kurd çine bigrim dest.

Şanoya Kurdî bi rastî jî çiqasî Kurdî ye? Çiqas girêdayî nirxên çivaka demoqratîk e, çiqas pirsgirêkên gelê Kurd di nav xwede dihewîne û çiqas zindî ye?

Em şanoya Kurd bişibînin rubarek ê. Çiqas ji zozan û çiyayên Kurdistanê xwe têr dikê girînge. Destpêkê ez dixwazim ji gundan, ji zozanan û ji çiyan bahs bikim. Li Kurdistanê ne tenê îro bi hezaran salin çiya, gund û zozan çavkaniya hûner û çanda Kurd in. Giredayîn buna bi kokên xwe zindîbune û nêzîkbuna nirxên civaka komünal û demokratîk in. Heger em li dîroka Kurdistanê binêrin emê bibînin ku ev erdnîgarî û pêşketinên dîrokî ku li vir hatine jiyîn ji cîhanê re bune ronî. Ev di nirxên me ê hûnerî û çandî de jî hene. Nirxên civaka neolîtîk, çanda gundîtî, çavkaniya hemû bawerî û exlaqên bi wate ev axin. Cara yekemîn nirxên wekî girêdana axê, aşitî, parvekirin, fedakartî, qehremantî, heskirin, cesaret, dostanî û hevaltî li van axan hatine jiyîn.

Dibêjin ku neynika çandê ziman e. Ziman tenê ne zimane. Ziman di heman demê de zimanê jiyanê ye. li hember asimilasyona ku li ser ziman tê jiyîn têkoşîn kirin tenê bi axaftin nabe. Di heman demê de bi Kurdî û bi Kurdîtî jiyîn e. Ha te ziman nasnekir ha jiyan. Çi ferq û çudahî dinavberde tine. An jî ê kû jiyanê nasneke wê çawa bi zimanê wê jiyanê biaxive. Şiklê jiyan û ziman ji hev qut nînin. Di jiyana Kurdan de, ji jiyanê qutbuyîn ji gel qutbuyîn e, an go ji Kurdîntiyê qutbuyîne. Bi çanda gelê Kurd re buyîna yek tenê bi Kurdî axaftin nîne. Bi jiyanê giştî ve girêdayiye.

Erka şano û şanogeran buyîna zimanê jiyanê ye û bi zimanê xwê ê cewherî jiyan bi gel dayîna naskirin û bi jiyanê re anîna gel heve. Wekî şanogeran tiştê ku herî zêde em li ser bisekinin û li ser lêhurbun çêbikin pêwîste nirxên Kurdîstanî ên bingehînbin. Pêwîste ji bo em xwe bigihêjînin van nirxan li rêka bigerin, çawaniya wan lê bikolin.

Vekiriye ku tevlîbuna rast a gerdunî ya mirov, xwe bi şibandina hindekan re nabe. Bi vî şiklî encex buyîna hindek din zêdetir tiştek nabe. Ya rast, tevlîbuyîna ê gerdûnî bi xwê buyînê gengaze. Ango Kurdîntî ji bo me di jiyanê de gerdûnîbuyîn e. Buyîna Kurdê pergala kapitalîst an go buyîna Kurdê AKP qet nîne. Tevlîbuna çanda ji rê derketî û kêfê a modernîta kapîtalîst jî nîne. Ew, dibe halê xirabuyî û beramber qirkirinê mayîna çanda Kurd û Kurdîntîyê. Hê ku cihê wê hatî em bibêjin, jiber Kurdistan û Mezopotamya derguşa mirovatiyê ye, di nava her cure gerduntîyê de Kurdîstanî buyîn heye. Di kolanên Gobeklîtepe de ew dîroka veşartî ya di bin erdê de derketî ser ruyê erdê jî nişan dide ku; gündê yekem ev axin, cihê ibadetxaneya yekemin evderin. Nanê yekemîn li vir hatî sorkirin, cilê yekemin li vir hatî dirûtin, dermanê yekemîn li vir hatî çêkirin, nivîsa destpêk li vir hati ye nivîsandin… Ji xwe tê zanîn ku nivîsa yekem ji aliyê Sumeran ve hatiye bi kar anîn. Hetta tê zanîn destana Gilgamêş ku aidî van demana, ji aliyê hozanê(xwe-zan, an jî xwe nas) Qasîtî Sîn Lekke ve hatî nivîsandin. Ev erdnigarî cihê yekemînan in. Diyarkerî ya yekan gengaze.

Em dikarin van rastiyan rojane derxin holê. Em dikarin va fikra di nava hûnera xwe de bi cî bikin û gelek berheman avabikin. Dibe ku ji bo em van bikin bi tempoyek bilind kar bikin, pêwiste vê rastiyê bi gelê me û civaka demokratîk bidin famkirin.

Niha dixazim werim mijara esas ya vê nivîsê. Sala bihurî ango di 2012’an de li Kurdistan’ê û li gelek ciyên din gelek lîstikên bi Kurdî hatin pêşandan.  Alîgirên BDP’ê jî xwezayî bune temaşevanê van listokan. Wekî tiştek erênî, wekî gelên din pirsgirêka temaşevan dîtin jî nîne. Heger temaşevanên lîstoka we tinebin bizanibin ku hun durî siyaseta gelê welat parezin. Bes temaşevanên we hebin, wê demê jî erka esasi dikeve ser mile listokvan. Başe cihe şanoya ku temaşevanên xwe bixwe di afirîne li ser serê me heye. Sala bihurî saleke ku ‘pir’ lîstok çêbun bû û li hember van lîstokan gelek eleqe çêbu. Rojnameyên me ê welatparêz jî ev lîstok gelek dane pêş. Ez meraq dikim em di van lîstikan de çiqas li nirxên xwe xwedî derketin û me nirxên xwe ê cewherî çiqas di van lîstikan de derxist pêş?

Adorno dibêje ku; ‘jiyana şaş nabe ku rast bê jiyîn’. Pîr Sultan jî dibêje ku; ‘di pergala xirabede çerxê saxlem nabin.’ Ev gotin ji bo wan mirovên ku ji bo şanoya Kurdî ked danere tê vê wateyê; rê şaşbe û pergal xirabebe çendîn lîstok bên leyîstin jî dawiyê cihê ku bigihêjnê we şaşbe û wê ked jî vala biçe. Carekê be jî, wekî hevalên ku ked û nirx didin şanoya Kurdî pêwîste em bifikrin. Ji bo vê pêwîste em bifikrin. Şoreşa Fransî çêbu! Serdest li ser nirxên ku gelê Fransî avakirin runiştin. Şoreşa Sovyet çêbu! Bi milyonan mirov ji bo vê têkoşîne canê xwe da. Di dawiya sedsala 20. de serdest li ser van nirxan jî rûniştin. İiro li Kurdistanê şoreşek tê jiyîn û her roj gelê Kurd bedelan dide. Em dibêjin bila serdest û cîna navîn sibe li ser van nirxan ne rûne. Bila keda me vala nece. Bila avên qirêj tevlî rûbarên me nebin û wekî hindek rûbaran di germahiya havînê de neçikin. Ne civakê ne jî xwe bixapînin.

Emê şanoya Kurdî bi Kurdî bikin û çûdahiya xwe emê di vir de bidin nîşandan. Wê gelên din jî bi zimanê xwe bikin. Bes pirsgirêka me ne tenê bi zimanê xwe kirine, pirsgirêk cuda û diheman demêde buyîna alternatîfe.

Ji bo gelê Kurd, ji bo civakek demokratîk xwe ‘buyin an jî nebuyîn, hemû mesele eve.’

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse