Xeyalê wî anîmasyona Kawa û Rustemê Zal e

0
30
REKLAM    

Sînema li hemû cîhane roj bi roj pêş dikeve. Beşa anîmasyonê jî di van salên dawîn de gelek pêş ketiye û mirov dikare bêje ku niha di hemû fîlmên nû de teknîka anîmasyonê heye. Fîlmên wek ‘Avatar’, ‘Matrix’ di vî warê de minak in. “Lê di sînemaya Kurd de anîmasyon hê jî nayê bi kar anîn.” Xwediyê vî nêrînê Saît Ferat Okçuoğlu ye. Okçuoğlu xeyalê xwe ya herî mezin wiha tîne ziman: “Ez ê rojekê destana Kawa û Rustemê Zal bi riya anîmasyonê bînim ser perdeya spî.”

Anîmasyon di diroka sînemayê de xwediyê temenekê 100 salî ye. Ango ev sed sal in ku di fîlman de anîmasyon tê bi kar anîn. Di vî beşê de jî gelek fîmên serkeftî hatine çêkirin. Lê di sînemaya Kurd de ev tişt hê nehatiye bi kar anîn. Saît Ferat Okçuoğlu yê 28 salî, bi salane di sînameyê de li ser beşa anîmasyonê kar dike.  Fîlmê wî yê yekemîn jî du sal berê di Festîvala Fîlan a Cannes ê de hat nîşandan. Ew bi xwe hem li Meksîka û hem li Parîsê dijî, niha li ser anîmasyonê kar dike. Okçuoğlu dibêje, “Dîroka anîmasyonê di sînemayê de gelek kevnar e û îro jî xwediyê bazarek girîng e.”

Cara yekem di 1908’an de anîmasyon ket nav sînemayê

Sînemevanê Kurd Saît Ferat Okçuoğlu, pirsa me ya “Animasyon çi ye?” wiha bersivand: “Anîmasyon di serî de li ser kaxizan wek çêkirina şêweyan destpêkir. Ev şêwen li pey hevdu dihatin nîşandin. Lê îro bi teknîkê pêşketî li ser kompûterê tê çêkirin. Cara yekem fîlmê anîmasyon ji aliyê Emile Cohl ve di sala 1908’an de hat çêkirin. Ev kurtefîlm ji 700 şêweyan pêk tê û wek destpêka dîroka anîmasyone tê qebûlkirin. Li gorî min  10 salê din ev beş wê gelek pêş bikeve.”

Okçuoğlu dibêje ku îro di sînemaya Hollywoodê de anîmosyon cîhek girîng digire. Okçuoğlu, axaftina xwe wiha berdewem dike: “Îro li Amarîkayê fîlmek bê anîmasyon mirov nikare bibîne. Di vir de du sebeb hene. Yek: rastî, ya din jî rakirina sînoran a li pêşiya xeyalan e. Mirov çi xeyal bike dikare wê bi riya anîmasyonê derbasî perdeya spî bike. Mirov dikare texmîn bike ka anîmasyon ber bi ku ve diçe.” Okçuoğlu dide zanîn ku fîlmên ku di salên dawîn de derketine teknîka anîmasyonê zêde bikartînin û wiha didome. “Fîlmên wek ‘Benjamîn Button’ û ‘Avatar’ minak in. Lîstikvanên van her du fîlman bi komputerê hatine çêkirin û anîmasyon in. Sîstema Motion Capture aktore rast li ser komputerê çêdike. Ev sîstem jî roj bi roj pêş dikeve.”

“Ji anîmasyona Kurdî re dem lazim e”

Bi baweriya Saît Ferat Okçuoğlu, di sînemaya Kurd de ji xeynî fîlmên wî fîlmên anîmasyon tune ne û wiha dom dike: “Ez heta niha di sînemaya Kurd de rastê fîlmêk anîmasyonê nehatime. Ya ez dizanim tenê fîlmê min ê bi navê ‘The Utopia’ heye. Ji xwe ji bo fîlmên anîmasyonê rewşa sînemaya Kurd a niha ne amade ye. Ne rewşa aborî û ne jî ji aliyê ramanan. Niha ez ji bo televizyonekê hîn projeyan çêdikim. Lê ji bo sînemayê jî hinek projeyên min hene. Di demek nêzik de ez dixwazim van projeyan pêk bînim.” Okçuoğlu, li ser pirsa me ya, “Ji bo çi sinemavanên Kurd destana Kawa û Rustemê Zal wek anîmasyon nakin fîlm?” wiha got: “Xeyala min a herî mezin destana Kawa û Rustemê Zal bikim fîlm. Lê ev gelek zehmet e. Pir pere lazim e. Lê ez ê rojekê çêbikim. Di aliyê din de ez di wî baweriyê de me ku ciwanên Kurd dema pêşiya me wê dest bavêjin vî karî û anîmasyonê têkin nav sînemaya Kurd. Wê gavê wê mîtolojiyên  Kurdan jî bi awayê anîmasyonê bên ser perdeya spî. Tenê hinek

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse