Xelatên Guney gihîştin xwediyê xwe

0
15

Xelatên di Mîhrîcana Kurtefilmên Kurdan a Yilmaz Guney ku di kesayetiya Halîl Dag de bi sînemaya çiya re gihîştandin hev a ji hêla Komeleya Akademiyên Sînemaya Rojhilata Navîn û Şaredariya Êlihê ve îsal ya 4’emîn hatibû lidarxistin, dan xwediyên wan.

Mîhrîcana ku ji bîranîna Halîl Dag û sînemaya wî hate çêkirin, 5 rojan dom kir. Di mîhrîcanê de nîşandana filmên cuda, 10 fîlmên kurt û 15 serpêhatiyên fîlmên kurt ketin pêşbirkê. Di mîhrîcana îsal de di xelata filma kurt a herî baş yekemîn filma Derhênerê kurd Sakaot Mohammadî a ji Herêma Federal a Kurdistanê hatî ‘A Frîend For My Frîend’, duyemîn filma Gunduz Sevdî ya bi navê ‘Ziman’ û sêyemîn jî filma Mazlûm Demîr a ‘Bê re-Deng’ girtin. Xelata serpêhatiya filma kurt a herî baş jî îsal bi serpêhatiya ‘Bîr’ a Zekeriya Aydogan û ‘Gere Gûr Bimre’ ya Atîlla Demîr di nava hev de parve kirin. Xelata taybet a jurî jî, li ser navê filma serpêhatî ya Komên Çîrokên Veşartî Beyza Karataş a 10 salî layiq hate dîtin. Zekeriya Aydogan xelata xwe bo bi bîranîna zarokên di komkûjiya Sînemaya Amûdê de jiyana xwe ji dest dane, Atîlla Demîr jî xelata xwe bo di Şoreşa Rojava de bidestxistina Til Koçerê girt.

Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de Cigirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, axivî û wiha got:

“Têkoşîneke lIngê wê ya hunerê kêm be dê lIngeke herî gIrîng kêm bImîne.”

Endustriya sînêmayê

Xebatkarê Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn Veysel Erel, got ku ew bi serbilindiyeke mezin vê mîhrîcanê îsal di kesayetiya Halîl Dag de bi sînemaya çiya re gihîştande hev dijîn û wiha got: “Em bi ruhê amatoriyê li hemberê sînemaya endustriyaliyê ya bazirganiyê ye em li gorî baweriya xwe sînemayê çêdikin. Em bi riya sînemayê, girîngiya zimanê zikmakî, teşhîra komkûjiyan, kûjerên wan nediyar û li hemberê zilmê sekina xwe ya esasî nîşan didin. Em di kesayetiya Halîl Dag re spasî ji her kesê keda wan derbas bûye re dikin.” 

Endamê Juriyê Orhan Alkaya axivî û bang li derhênerên kurd kir û wiha got: “Ricaya min ji hemû derhêneran re heye ku hemû filmên xwe bi kurdî çêkin. Ez bang li kekê xwe Yilmaz dikim. Kekê min Yilmaz nemirandin, jiyandina di dilê gelên bindest de ye. T u yê b heta ebediyê bijî. Sînemaya kurd di pêşengiya te de pêş dikeve.”

Mîhrîcan bi konsera ku ji aliyê Orkestarya Heskîfê ve hat dayîn bi dawî bû.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse