Xelatên Festîvala Fîlman a Cannesê hatin belavkirin

0
12
REKLAM    

Xelatên 70. Festîvala Fîlman a Cannesê, duh bi galayeke mezin hatin belavkirin. Di beşên “Pêşbirk”, “Derveyî pêşbirkê”, “Çarçoveya nêrînekê”, “Kurt”, “Klasîkên Cannes”, “Cînefondatîon” de di nava deh rojan de bi dehan fîlm hatin nîşandan.

Festîvala îsal di navbera 17-28’ê Gulanê de pêk hat. Fîlmên Mîchael Haneke, Sofîa Coppola, Françoîs Ozan û Fatîh Akin jî di nav de bi giştî 19 fîlm ji bo wergirtina xelata “Palmiya Zêrîn” li ber xwe dan.

Bi qasî 4 hezar rojnamevan û rexnegirên sînemayê jî festîval ji nêz ve şopandin.

XWEDIYÊN XELATAN

Di 70. Festîvala Fîlman a Cannesê de, fîlmê “The Sqûare” yê derhêner Rûben Ostlûnd hêjayî xelata “Palmiya Zêrîn” hate dîtin. Lîsteya xwediyê xelatan bi vî rengî ye:

*Fîlmê herî baş – Palmiya Zêrîn: The Sqûare (Rûben Ostlûnd)

*Xelata Jûrî ya mezin – Grand Prîx: 120 battements par mînûte (Robîn Campîllo)

*Xelata Jûrî: Loveless (Andrey Zvyagîntsev)

*Lîstikvana Jin a herî baş: Dîane Krûger (In the Fade)

*Lîstikvanê Mêr ê herî baş: Joaqûqîn Phoenîx (Yoû Were Never Really Here)

*Derhênera/ê herî baş: Sofîa Coppola (The Begûîled)

*Senaryoya herî baş: The Kîllîng of a Sacred Deer û Yoû Were Never Really Here

*Fîlmê destpêkê yê herî baş- Camera d’Or: Jeûne femme (Lêonor Serraîlle)

*Fîlmê kurt ê herî baş: A Gentle Night (Qîû Yang)

*Xelata mansiyonê ya taybet a fîlmê kurt: Katto (Teppo Aîraksînen)

*Xelata taybet a sala 70.: Nîcole Kîdman

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse