WESTÎYAYÎ

0
121
Director: Ebrahim Saeedi
Cast: Rojan Mahamad , Shahab Fazili , Tima Amiri , Avesta Khalid , Mahmoud Gli
South Kurdistan (Iraq) / 2010 / 90mins / Kurdish (Sorani) and Arabic with English subtitles
Çîroka fîlmê li herêmeke li ser sînora Îran û Iraqê derbas dibe dema ku malbeteke kurd li paş qemyonetekê de rêwîtîyê dikin. Îbrahîm Sa’edî vê rêwîtîyê ji çavê kalikê xwe Şerîf vedibêje, ku kamera wekî çavê vî kalemêrî derdora xwe dibîne û dengê hilma wî ji paş de tê bihîstin. Şerîf pîr e û nesax e lê dîsa jî westîyayîbûn ku hewayê fîlmê dîyar dike xuya ye ku ji rewşa kalemêrekî bêhtir westîyayîbûna gelê kurd a nav mişextî, koçberî û zordestî nîşan dide. Brazîya Şerîf, Şîlan, ku bijîşkeke ciwan e û dema zarok bûye digel malbata xwe koçî Swêde kiriye, hatîye seredana wan da ku Şerîf û malbata wî bi xwe re bibe Swêde ku li wê derê nexweşîya wî tedawî bike. Lê belê rêwîtîya ku ew derdikevin wan naçar dihêle ku ew bernameya xwe biguherînin.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse