Were Dengê Min

0
16
REKLAM    

Fîlma bi navê “Were Dengê Min” ji hêla çêkirina xwe ve bi awayekî hevpar û kolektîf hatiye çêkirin. Di encamê de derdikeve hemberî temaşevanan. Di serî de pêşkêşî mîhrîcan û stûqalindan(stûqalind:juriyên hilbijartina fîlman) bû û eleqeyeke baş dît. Ev rewş hinekî zora mirovan dibe, çima cara yekem mafê temaşekirina fîlman dibe yê stûqalindan?  Ev bi serê xwe mijareke rexnekirinê ye.

Husêyn Karabey derhênerekî kurd e û li Stenbolê ji dayîk bûye. Beriya vê fîlmê gelek dirêje, belge û kurtefîlm kêşandine, her wiha bi van xebatan gelek xelatên navneteweyî hilgirtine. Heta niha çar fîlmên bi metraja dirêj (Çûyîn-2008, Min Ji Bîr Neke Stenbol-2011,Tîpa F-2012, Were Dengê Min-2014) kêşandine û fîlma bi navê “Çûyîn-2008” hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin.

 

Fîlma bi navê “Were Dengê Min” ji hêla çêkirina xwe ve bi awayekî hevpar û kolektîf hatiye çêkirin. Di encamê de derdikeve hemberî temaşevanan. Di serî de pêşkêşî mîhrîcan û stûqalindan(stûqalind:juriyên hilbijartina fîlman) bû û eleqeyeke baş dît. Ev rewş hinekî zora mirovan dibe, çima cara yekem mafê temaşekirina fîlman dibe yê stûqalindan?  Ev bi serê xwe mijareke rexnekirinê ye.

 

Fîlm li Wan a Bakurê Kurdistanê tê kêşandin û li ser çîroka jiyana jineke kurd radiweste. Bi taybetî sê xalên giring(Xwezaya Bakurê Kurdistanê, dengbêjiya kurd û jiyana salên 90î) di vê fîlmê de tên vegotin.

 

Xwezaya Bakurê Kurdistanê bi taybetî hêla Behdînanê ya bajarê Wanê tê vegotin. Çiyayên asê û azad bi sekansên fireh û carinan jî bi sekansên teng tên vegotin. Dîmenên ji çiyayên Kurdistanê, berfa li serê çiyayan û asêbûna wan kêfxweşiyeke mezin derdixe holê. Di nava van çiyayan de devoka Kurmanciyê ya Behdînanê giyaneke dilgeş wek kirasekî li dîmenan dike. Devoka xweşik ya Behdînanê û xwezaya Bakur barê vê fîlmê siviktir dike.

 

Mijara duyem ya dengbêjiya kurd jî derdikeve hemberî temaşevanan. Wek tê zanîn ku jiyana kurdan zêdetir li ser amûrên wêjeyî yên devkî tên vegotin. Bi salan e çand û dîroka kurdan bi stran,çîrok û dengbêj û çîrokbêjan bi tevî veguherînan hatiye parastin û gihiştiye roja îro. Di vê bingehê de rola dengbêjan giring e. Di vê fîlmê de dengbêj û çîrokbêj bi sê kesên ku çavên wan kor hatine vegotin! her wiha dayîka Berfê jî gelek caran bi vegotina çîroka Rovî rola çîrokbêjên jinên kurd hildigire. Derhêner ev xal baş bikar neaniye. Di vê fîlmê de tiştê ku cara yekem temaşevan hêvî dikin bihîstina dengê muzîkê ye. Lê di vê fîlmê de muzîk baş nehatiye bikaranîn. Ku destê mîrov de dengbêj hebin û mîrov deng û awazên dengbêjan bi awayekî balkêş bikar neyne dê kêmasî çê bibin. Her wiha kêmasiyeke mezin hatiye kirin û fîlm bê muzîk hatiye hîştin. Ew xweza û dîmenên xweş divê bi muzîkê bihata xemilandin lê çê nebûye.

 were denge min

Mijara sêyem, jiyana kurdan ya salên 90î ye. Ku li dîroka Bakurê Kurdistanê bê nihêrtin gelek komkujî hatine kirin û di encama van komkujiyan de trajediyên gelek mezin hatine jiyin. Salên 90î jî ji van komkujî û trajediyan yek e. Derhêner ji vê mijarê dûr ketiye û xwestiye ku di bin siya vê mijarê de tevbigere, lê dîsa jî xwe ji mijarê xelas nake, diçe û tê û her tîm dikeve navê. Ev rewş bi mijara cerdewanî, îxanet û zext û zordariya dewleta Tirkiyayê bi dîmenên kin derdikeve hemberî temaşevanan. Di vir de kesên ku haya wan ji van bûyeran nîn be dê tenê pêşandana van dîmenan nirxandinan bike. Bi dîmenên bilêvkirina cerdewaniyê, qîjîn û kifiriyên fermandarê artêşa tirk û bêdengbûyîn û di heman demê de teslîmbûyîna gel, ev rastî baş dernakeve holê û di encamê de jî baş nayê nirxandin. Derhêner van mijaran di cî de dihêle û fîlmê ber bi naveroka çîrokê ve berdide.

 

huseyin karabey

 

Derhêner birêz Karabey, fîlmê hinekî difetisînê. Fîlm piştî destpêkê ji ber bê tevgerbûyîn, zindîbûyîn û sekantiyê mirovan aciz dike. Ji hêla demê ve zêde dibore ev jî zora temaşevanan dibe û bêhna wan teng dibe, ji ber vê yekê derhêner dikaribû hinekî kurt bikira. Li jor jî hatibû ravekirin ku di fîlmê de gelek amûrên hêja hene ku bi van amûran mîrov dikare bala temaşevanan ji serî heta dawî bikşîne lê ev pêk nehatiye.  Wek tê zanîn ku ji hêla dîmenan ve fîlma bi navê “Înto The Wîld-2006” û ev fîlm dişibin hev lê her dû fîlm heman hestê nadin mirovan. Di fîlma Sean Penn de pêşkêşiya xwezayê ya bi bikaranîna muzîkê dilê mirovan geş dike, lê heman tişt di vê fîlmê de çê nabe. 

 

Li gorî fîlmên derhênerên kurd yên din, ev fîlm ji hêlekî ve cuda hatiye kêşandin. Wek tê zanîn ku gelek derhêner dixwazin komkujiyên li dijî kurdan hatine kirin rave bikin lê mixabin hemûyan bi hev re didin û mijaran tevlîhev dikin û di encamê de tiştekê ravekar û zelal dernakeve pêş. Lê di vê fîlmê de tenê li ser mijarekî hatiye rawestandin, ev rewş li gorî fîlmên din baştir e. Li jor jî hatibû parvekirin ku mijar di bin siya zext û zordariyên dewleta tirk de hatiye vegotin. Di vê derê de derhênerê navdar ê Yûnanî Theo Angelepoulos vê yekê di fîlmên xwe de pir baş dinirxîne ango hostetiya xwe bikar tîne. Tişta ku birêz Karabey nekiriye ev e ku: li ser şêweya vegotinê baş ranewestiye.

 

Ferîdun Birgul/Amed

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse