Vî zemanî her kesek mîmarê sînemaya xwe ye!

0
36
REKLAM    

“Ger hun li çîroka xwe xwedî dernekevin, wê hin kes derkevin û dest bi gotina çîroka we bikin.” Murathan Mungan

Peyvek têr û sertêra xwe bi wate. Raste, gava mirov li çîroka xwe xwedî dernekeve wê hin kes derkevin û çîroka me ji me re bibêjin. Wê bibêjin û şîrove bikin, lê wê çewa bibêjin? Elbet wê çewt bibêjin. Wê bi derewan çîroka me bixemilînin. Wê çîroka me ya rast, bi fikr û ramanên xwe yê genî biherimînin.  Wê li gorî xwe rastiyekê ava bikin. Wê derewan weke rastiyan nîşan bidin. Wê çanda me hov nîşan bidin. Wê netewa me bindest bikin. Wê zimanê me kêm û şêlû bihesibînin. Wê dîroka me berovajî bikin. Wê nasname me û hebûna me bin ax bikin! Wê bikin, bikin û hey bikin…Lewma dibê mirov li hemberî mabest û armanca wan ya şaş û çavsor hişyar be! Her dem zindî be û ranezê. Bi şev û roj bixwîne, bijî, hûr bibe, xwe nû bike, biafirîne, biafirîne û biafirîne. Bersiva herî mezin wê ev be ji bo hêzên dagirker û mêtîngehkar!

Pêwîste em çîroka xwe vebêjin û lê xwedî derkevin. Kesekî ku çîrokekê bihîstibe û guhdar kiribe nabe weke kesê ku wê çîrokê jiyabe! Ancax ew kesê ku çîrokê jiya be, dikare çîrokê rast bîne ser ziman û bi zimanê heqîqetê vebêje.  Çewa ku ew kesê zana jî digot, “Pêwîste tiştê te hunda kiriye, li ciyê ku te lê hunda kiriye bigerî.” Ger me xwe û çîroka xwe li Kurdîstanê hunda kiribe, lazime em li wir, li xwe û çîroka xwe bigerin.  Ne li derekî din û ne li kesekî din! Tenê li xwe û çîroka xwe… Çîroka gelê Kurd xwedî nîrx e. Welat, dîrok, çand, destan û serpêhatiyên me ne tiştên ji rêzê ne. Lewma jî ji bo ev nîrxên me neyên herimandin pêdivî heye ku em bi xwe çîroka xwe binivisînin û vebêjin. Çîroka rastiyê…çîroka heqîqatê..

Ji bo em çîroka xwe rast vebêjin fîlozofê me A. Xanî li hemberî me weke neynikekê disekine. Xanî ji bo me “rê” ye “rêgehe”… Diviyatî heye ku em di wê rêyê de derbas bivin û bivin mêvanê wî. Di dîwana wî de çarmêrkî rûnên û guhê xwe vekin û lê baş guhdar bikin. Ew ji bo me şewq û ronahiye. Ew ji bo hunera Kurdî stêrka gelawêj e… Heyva çardeşevî ye…

A. Xanî bi berhema xwe ya Mem û Zîn ji serdestên xwe re diqîre û gazî dike! Bersiva wî ya herî mezin Mem û Zîn a wî ye. Mem û Zîn ji xwe re kiriye bahane û bi vê hincetê kula dilê xwe bi der daye. Derd û kulê netewa xwe ya ker û lal haniye ziman û gelê xwe axivandiye. Bang li gelê Kurd dike û dixwaze hişyar bibin. Wisa dibêje;

Zînê û Mem î bikim bahene

Nexmê we ji perdeyê derînim

Zînê û Mem ê ji nû vejînim

Derman bikim ez ewan dewa kim

Wan mededan ji nû ve rakim

Zîn û Mem’ên Kurdîstanê di xew da ne. Zafekî wan birîndar in.  Bê mecal in û ji halê xwe ketine. Bi gotineke din dewx li wan ketiye. Ker, gêj û lal bûne. Xanî dixwaze wan hişyar bike û ji nû ve vejîne. Ji bo derdê me derman bike ango birîna me bikewîne bi zimanekî tije peyam û estetîk berhemek diafirîne. Rênas Jiyan, derheqê Mem û Zîn de wiha dibêje di nivîseka xwe de; ” Xanî, ‘Mem û Zîn’ bi armanca ku li hemberî zimanê serdestan (Erebî, Farisî, Tirkî) hebûna Kurmancî bipeytîne nivîsiye. Teleolojiya Xanî têgeheke netewperwer e, ji bo ku ew vê teleolojiyê vebêje alavek jê re lazim e û ji evîna Mem û Zîna mîtosa Kurd çêtir tu alav nîn e; ji ber vê sedemê, Xanî ‘Mem û Zîn’ nivîsiye. Armanca Xanî ‘ontolojî’ ye; ‘Mem û Zîn’ projeyeka ontîk e, referansa wê ya kûr ‘hebûn’ e, peyitandina hebûna qewmê Kurd e. Xanî bi ‘Mem û Zîn’ê ji serdestên Kurdan re vê dibêje, ‘Em hene û em di etîk û estetîkê de ne kêmî we ne. Ger hûn li delîlan dipirsin, kerem bikin va ye Mem û Zîn!”

Kerem bikin va ye Mem û Zîn..Hun estetîk bixwazin estetîk; etîk bixwazin etîk û huner bixwazin huner! Xanî, fîlozofekî zêde jîr e, ew xetereya gelê Kurd baş tespît dike û li çîroka gelê xwe xwedî derdikeve. Ji ber ew Kurd e, çîrokê bi xwe jiyaye li çîroka xwe îxanet nake û rast dinivisîne. Li ber netewên din hebûna gelê xwe îspat dike. Dibê em jî hene hun nikarin me tune bihesibînin. Doza mafê jiyanê dike li cîhanê. Li ser axa Kurdîstanê sînoran qebul nake… Agirê hunerê geş dike û naxwaze ji berfa Zagrosan bêpar bimîne!

Gelên serdest her tim xwastine ku Kurd bê dîrok, statû û komar bimînin. Çand, huner û zimanê wan pêşda nekeve. Niviskar, rexnegir û rewşenbîrên wan çênebin! Xwastine ku bindestbûn, hundabûn û tunebûn tim û tim çarenûsa wan be. Ji bo bigihîjîn armanca xwe jî, tiştên ji destê wan hatiye texsîr nekirine û zû bi zû nehiştine ku Kurd bivin mîmarê dîwarê xwe!

Di Mem û Zîn de wiha dibêje Xanî, “Lew vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye.” Belê raste her kesek mîmarê dîwarê xwe ye. Xanî jî, lê rêniye ku kes ji bo wî û gelê wî dîwarek lê nake, wî nake xwedî xanî; ew ji diqehire û dixweze bive mîmarê dîwarê (gel) xwe. Kes lawê bavê kesî nîn e, lazime tu xwe bi xwe derxînî ser rûyê erdê! Ger mirov nebe mîmarê dîwarê (ziman, çand, huner û hwd) xwe, wê hebûna mirov weke pûşê ser kendalan bi bayê re li ba bive, tune bive ango bifûre here…Ji ber vê yekê pêwîste Kurd jî bivin mîmarê dîwarê xwe û bingeha xwe li ser erdeka bi qewet saz bikin. Xerca sînemaya xwe jî ji axa xwe çêbikin û wisa bêtir dîwarê sînemaya xwe qewî bikin, da ku li hemberî demê berxwe bide û zû bi zû wêran nebe, nepelişe û neyê xware…

 Gelo çima ne yekî din, lê A. Xanî?

Xanî, bi gazince lê di bin gazincan de xwe naxitimîne! Xwe di derd û kulên gelê xwe de nexweş naxîne. Dikeve pey hilberînekê. Pirsgirêk çikas wî diêşîne jî jê nareve, çavên xwe zîq dike û diçe ser pirsgirêkê. Serî radike û Mem û zîna xwe weke pêngavekê derdixe pêş. Çirûskek pêdixe û bertek nîşan dide. Sekneka sincî û edebî hildibijêre. Xwe li hember zilm û zordariyê berpirsyar hîs dike. Bindestiyê napejirîne. Pênûsa xwe weke şûr bikar tîne. Peyvên xwe tûj dike û diçe ser bayê wê demê! Weke têkoşerekî, bi peyvên xwe şerekî dijwar destpê dike.

Înca gava mirov tê sînemayê, dîtberiyê ango hunera dîmenan jî dîsa A. Xanî, ji mirov re dibe şivare û qilawiz. Ger Xanî niha sax bûya wê ji dil û can bigota, “Vî zemanî her kesek mîmarê sînemaya xwe ye.” û wê Kurdan li sînemayê germ bikira, berê wan bidaya sînemayê da ku gelê Kurd carek din, berhemên bi rengê Mem û Zîn binivisandana û bikşandana…

 Sînema ji bo Kurdan amûreka “xwe îfadekirinê” û “danasînê” ye. Rêya azadî û rizgariyê ye.

Rol û mîsyona ku îro hunera sînemayê hilgirtiye ser milê xwe bêguman ne tiştekî hindike. Êdî wisa bûye ku her gel, bi sînema û sinemagerên xwe welatê xwe derdixe pêş û bi wî awayî di qada navneteweyî de çanda xwe dide nasîne. Hêza sînemayê hemû sînoran qelaştiyê û xwe gihandiye her derê. Di sedsala 21’an de dîtberî bûye her tişt. Teknolojî û sînema bi hevre dimeşin. Her ku teknolojî pêşda diçe sînema jî pêra xwe nû dike û bandora xwe ya li ser mirovan zêdetir dike. Bi dîmenan şoreş tên afirandin. Lazime Kurd jî ji van geşedanan paşde nemînin, sînemaya xwe pêş bixin û dewlemendtir bikin. Bi dîmanan şoreşên nû biafirînin. Bibin mîmarê çîrok û sînemaya xwe. Welat û netewa xwe bi  çavên xwe, bi nirxandin û şîrovên xwe bikşînin û xwe bi zimanekî estetîk, bi zimanekî Kurdewar bidin nîşandan.

Derhênerê Kurd yê navdar Bahman Ghobadî sînema û Kurdan nêzî hev dibîne û wiha dibêje, “Diroka Kurdan, dîroka mişextî û koçkirnê ye. Dîroka mirovên ku her tim di nav tevgerekêda ne. Ji lewra jî bi hunera tevgerê ya sînemayê re taybetmendiyênwan yên hevpar hene.”   Gelê Kurd bi rastî jî, ji tevgerê hez dike. Di xweza wan de zindîbûn he ye. Bingeha sînemayê jî li ser tevgerê hatiye avêtin. Yanî Kurd û sînema nasê hev in. Taybetmendiyên wan yên hevpar hene. Ev jî tê vê watê ku wê sînema jî, Kurdan bikşîne hembêza xwe û wan xwedî bike.

Tiştê herî giring hêj zimanê sînemayê nehatiye afirandin û rûniştandin. Di hêla wergerî û termînolojiyê de kêmasî û tevlîhevî heye. Gelek sînemager û sînemahez, sînemayê bi zimanê xwe naxwînin, bi zimanên biyaniyan dixwînin. Sedema vê rewşê jî, ji ber tunebûna çavkaniyane! Rexnegir zêde tune ne û sînemaya Kurdî bi zimanê Kurdî nayê niqaşkirin! Çavkaniyên bi kurdî hema bibêje qet tune ne. Ev jî sînemaya Kurdî xav dihêle, nahêle ku bipije. Astengî û kêmasî hene elbet, lê nayê wê watê ku sînemager bêdeng bimînin û tiştek neafirînin. Lewma em dibêjin, dibistan û perwerdehiya sînemayê ya bi Kurdî weke nan û av ji me re pêwîste.  Ji bo ku sînemaya Kurdan ji bin bandora sînemeya netewên biyanî derkeve pêwîste platform werin avakirin û nîqaşên dirêj li ser sînemaya Kurdî bên kirin da ku zimanekê sînemayê yê Kurd were rûniştandin.

Kêngî Kurd bi xwe fîlmên xwe bikşînin, ew gav mirov dikare qala sînemaya Kurdî bike. Heta ku netewên din(tirk, ereb, ecem, ewrupî hwd.) fîlmên Kurdan bikşînin wê sînemaya Kurdî li paş bimîne. Elbet em fîlmên ku heta niha ji hêla hinek derhêneran ve hatine kişandin piştgo nakin ev helwesta wan ya li hemberî gelê Kurd ji bo me bi nîrx e. Lê ev têr nake! Tiştê em dixwazin bila sînemaya Kurdan ji serî heta binî bi zimanê Kurdî be. Derhêner, senaryo, ziman, tevger, rabûn û rûniştin…heyanî peyva “kamera” bi xwe pêwîste bi Kurdî were gotin û wisa dest bi kişandina fîlm bê kirin. Pêş û pişta sahne tev bi awakî kurdewar bi rêk û pêk bibe. Êdî şert û merc çêbûne. Mirov dikare li ser van bisekine û sînemaya xwe ava bike. Pêşeroj ne tarî ye, ronohî ye ji bo sînemaya Kurdan.

Em dizanin ku sînema, bi hêza xwe dikare şoreşeka zîhnî û ramanî pêk bîne. Hiş û ramanên hatine xeniqandin ji nû ve zindî bike. Kurd dikarin bi saya sînemayê, qirêjiya desthilatdariya sedsalan ji ser xwe bavêjin. Gere Kurd, rastî û heqîqeta xwe bi zimanekî xwerû û felsefîk, di sînemayê de nîşanê cîhanê bidin. Kêngî Kurd bûn hoste û mîmarê sînemaya xwe ew gav azad û bextewar in. Ji bo sînema pêşda here û gel rastiyan hîn bibe, divê her kes li gorî hêza xwe di avakairina dîwarê xwe de cî bigre û dîwarê sînemaya xwe bilind bike. Kî bû mîmarê dîwarê (sînema) xwe, ew xwedî gotinên nû ye û ji her kesekî re bersiveka wî heye.

Ku em dîsa vegerin Xanî; ew zimanekî nû ava dike û ji zimanê xwe şerm nake! Lazime îro sînemager jî weke Xanî, despêkekê bixin meriyetê û ji sînemaya ku Kurdan û çîroka wan xelet nîşan dide re bive bersiv. Û çîroka xwe ji nav lepên wan derxîne. Bi reng, dil, mêjû, feraset, ziman, erdnîgarî û bi hebûna xwe, sînemaya Kurd ji bin bandora kesên çewt û derewkar rizgar bike. Bibêjin Kurd hene û xwedî sînema, etîk, estetîk û felsefe ne. . Çewa ku X. Dag jî digot, “Kurd’ê baş, Kurd’ê serfiraz” nîşan bide.

Dîwarê ku hatiye pelişandin ji nûva rake û ev car qalind dayne wî dîwarê; gere mîsyona sînemagerên Kurd ev yek be. Nexwe wekî din em ê di bin dîwarekî pelişokî de ji hev gazinan bikin û hevdu bixapînin! Ger em nebin mîmarê sînemaya xwe wê sînemaya me her tim nîvco bimîne û her wiha, wê çîroka me jî birîndar û bêkes bimîne.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse