“Vagona Reş” dikeve vîzyonê

0
35
REKLAM    

WElatperwer / Fîlm – Galaya fîlmê “Vagona Reş” (kara Vagon) ku derhêneriya wê Ozgur Findik dike û serpêhatiya komkujiya Dêrsimê vedibêje li Zaningeha Bîlgî hat pêşandan.

Galaya belgefîlma “Vagona reş û Sirgûnên Dêrsimê yên 38an” ku ji hevdîtinên bi leşkerên şahidê wê demê re hatiye kirin û ji aliyê derhêner Ozgur Findik ve hatiye amadekirin, hat pêşandan. Derhêner Ozgur Findir, bi şahidê bûyaa salên 1937-1938an ku piştî bûyerê koçî Tekîrdag, Edîrne, Kirklareli, Balikesîr, Manîsa, Îzmîr Isparta, Bursa, Eskîşehîr, Bolu Mengen, Qeyserî û Amasya kirin re hevdîtin pêk anî û ev hevdîtin kirin belgefîlm.

Findik, bi vê belgefîlmê xwest dîsan bûyerên wê demê û serpêhatiya wê demê ji nûve zindi bike û bîne rojevê. Galaya Fîlm li kampusa Dolapdere ya Zanîngeha Bîlgî hat pêşandan. Di galayê de namzetê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê ya Stenbolê Sabahat Tuncel, lîstikvan Halîl Ergun, mamostayê Zanîngeha Mimar Sinanê Şukru Arslan û Serokê berê yê Yekîtiya Tabîbên Tirk Gencay Gursoy amade bûn.

Ji ber ku gala bi germî hat pêşwazîkirin cih di salonê de nema. Derhêner Findik da zanîn ku ji bo ew xwe bighînin belgeyan gelek zahmetî kişandine û sebrek mezin nîşan dane. Findik, diyar kir ku şahidên wê demê niha 90 salî ne û got: “Me xwest em bi vê belgefîlmê bi devê şahidan rojên borî, kuştin, îşkence û hovîtiya wê demê bi temaşevanên re parve bikin.”
.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse