Trajedeya Sînema Amûdê û Bêdengiya Miletekî

0
1

44 sal piştî şewata Sînema Amûdê û şehîdketina bêtirî 283 zarokên kurd, tirs û bêdengiya Kurdan berdewam e.

Cara pêşî bû ku ew derbasî sînemayekê dibû. Ji nişkê ve wî dît, ku agir bi sînemaya bajarê wî dikeve; zarok behetî mabûn û bêdengiyê hundir girtibû. Kesekî ne dikir hawar û her yekî bi aliyekî ve bazdida û li pêşiya herdu deriyên sînemê bi ser hev diketin. Ew xwe ji agirê zarokxwar rizgar dike û bêyî ku fêm bike çi dibe, bazdide derve. Hîn bi mezinbûna trajediya ku bi serê bajarê wî ve hatiye, nizane. Nasek wî bi destê wî digire û wî dibe cem malbata wî. Şansê malbata Dr. Sededîn Mele hebû, ku kurê wan sax li wan vegeriya. Lê bêtir ji 283 zarokên kurd ên dibistanên bajêr venegeriyan malên xwe. Ew çûbûn ku alîkariya Şoreşa Cezairê bikin, lê bûn goriyên agirê Sînema Amûdê.

“Dema şewata sînemê tê bîra min, ez bawer nakim ku ez jê filitîm”, Dr. Sededîn Mele roja reş tîne bîra xwe. Di wê rojê de, di demeke kurt de nifşek bi tevaya xwe çû, winda bû; nifşeke xwendevan, nifşeke ku di warên rewşenbîriyê û miletperweryê de pir hêvî li ser dihatin girêdan. Vî nifşî valahiyeke mezin ji pêşketin û guhertinan li bajarê Amûdê hişt. Hin mal hebûn, tenê kurek wan hebû, lê agirê sînemê ew ji wî kurî jî bêpar hiştin. Şokeke mezin bi tevaya bajêr re çêbû; belayeke mezin bi ser wî de hat, ku ta niha jî xelkên wî nikarin xwe ji êşa birînên xwe yên kûr di hundirê xwe de rizgar bikin. Ev 44 sal in ku ew di wê rewşê de ne, lê ne ji aliyê psîkolocî ve, ne jî ji ti aliyên din ve, ti alîkarî ji aliyê dewletê ve ji wan re nehat kirin.

Amûdê wê çaxê “bûka welat” bû. Ew xwedî dîrokeke mezin bû. Kurdewarî û welatparêzî li vî bajarî bi tîpên mezin dihatin û hîn jî têne nivîsandin. Amûdê “stiriyeke beloq bû di çavên dewletê de.” Dr. Sededîn Mele diyar dike, ku berpirsyarên ku dewletê ew dişandin Amûdê, piştî ku karê wan li wir bi dawî dihat û wan “têra xwe bajêr diçewisand û bêrîkên xwe ji xêrên wê tije dikirin”, ji bo “serketina wan” di birêvebiriya bajêr de bi posîsyoneke bilindtir “dihatin xelatkirin.” Carekê yekî ji wan bi navê Remedan Ubeyd el-Nasir ji Amûdiyan re gotibû: “Amûdê dewletek e û ez serokê wê me!”

Roja 13.11.1960î, berpirsê Amûdê (mudîrê nahyê) hemû şagirtên dibistanên serete yên bajêr mecbûrî çûna sînemayê kirin û got, xwedê giravî, pereyên wan dê biçin ji bo alîkariya Şoresa Cezairê. Zengîn û hejar, her şagirtek li gora rewşa malbata xwe gerek baceya xwe bida. Ji ber ku sînema biçûk bû û besî hemûyan nedikir, ew 2-3 caran li ser hev hate bikaranîn. Cara dawî, du carî zêdeyî kapasîteya sînemê zarok xistin hundirê wê. Ne kêmî 400 zarokan, piraniya wan şagirtên salên yekê ta pêncan bûn û cara pêşî bû ku di jiyana xwe de diçûn sînemê. Ji nişkê ve, agir bi motorê sînemê ket û xwe avêt perde, dîwar û deriyên wê. Agir bi canên teze yên zarokan ketin, ew zarokên ku hîn tama şîr ji devê wan dihat.

Ta niha jî ti kes nizane bê çawa agir bi sînemê ket. Dewletê ti lêkolîn li ser wê bobelatê çênekirin û nehişt ku kesek bi wî karî rabe. Ev yek û sedemên jorîn gumana mirovî, ku destê wê di wî agirî de hebû, xurtir û piştrast dike.

Piştî şewata Sînema Amûdê, bajar her ku diçû, bi paş diket. Kar lê nema peyda dibû, xelkên wê bar dikir bajarên din, feqîr pir bûn û bajar wek xwe piçûk ma; piştguhkirin, çewisandineke û dexteke mezin ji aliyê dewletê ve li ser dihatin kirin. Xelkên bajêr çavtirsandî bûn, civata wan ji bingehê de hate hejandin; şikest. Kesê ku dixwest li ber xwe bide, derûdora wî ew dida rawestandin. Siyaseta dewletê ya tirsê bi ser ket. Amûdê ta roja îroj jî di bin embargoya dewletê de dinale, lê li ber xwe dide.

Lê Kurdan çi kir?

“Gunehkariya mezin a Tevgera Kurd e”, Dr. Sededîn Mele, ku li Swêdê dijî û berpirsyariya rêxistina Ewropayê ya Partiya Yekîtî ya Kurd dike, eşkere dike û dibêje ku gerek tevgerê rê pêş xelkê ke û ji xebatên wilo re pêşengiyê bike. Ew gazinan dike ku ta niha lîsteyeke navên zarokên şehîd û agahiyên din ên li ser wan tune ye. Bobelata Sînema Amûdê ji aliyê medya û lêkolînerên kurd ve hatiye piştguhkirin. Ji bilî pirtûka Mele Ehmedê Namî ya bi navê “agirê sînema amûdê”, ti berhem li ser wê trajediya mezin peyda nabin.

Amûdî bi xwe dikarin tişekî ji bo xwe bikin. Pêşniyaza Mele ew e, ku li Amûdê “Komeleya Sînema Amûdê” bête damezirandin û ew her sal festîvaleke mezin ji bo zarokên sînemê yên şehîd çêke û wan bi bîr bîne. Dewlet bi darê zorê rê li ber çalakiyên wilo digire. Lê ceger pêwîst e. Serhildana Qamişloyê piştrast kir, ku gelê kurd bi ceger e, ger ew bixwaze.

Ger şehîdên sînemê îroj di nav me de bana, wan dê ji vê bêdengiyê re çi gotiba?

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse