Tehma gilyazan an na tehma Mirinê.!?

0
23
REKLAM    

“RIhê mIn, lI dû jIyana abadîn neçe, tu yê çewa qada derfetan bIxerItînî lI wê bInêre.”

Pîndaros

Albert Camus di serê pirtûka xwe ya bi navê “Efsaneya Sîsîfos” de wiha dibêje, “Bi rastî tenê pirsgirikek girîng yê felsefeyê heye, intîxar. Jiyan hêjaye ku mirov ew bijî? Di vê mijarê de mirov têbigihîje û xwe bigihîne biryarekê, mirov ji pirsa felsefeyê ya herî sereke re jî di heman demê de dibe bersiv.”

Heger jiyan ne hêjabe mirov ew bijî tenê çare întixar e gelo?

Çima mirov dixwazin mirinê bitahmijin? Çima mirov dixwazin beriya mirin wan bitahmije, ew pêşiya mirinê li tahma mirinê dinêhirin? Tahma mirinê, tahma întixarê tiştek çewa ye? Tê çi wateyê? Întixar, têkbirina mirinêye gelo? Mirin bi întixarê têk diçe? Întixar, li hember erk, hebûn, jiyan, xwedê û xwezayê bersivek e gelo? Ango pirseke mezin e?

Him pirs e û him jî bersiv e.

K.Marx dibêje ku, “Întixar, peyva herî dawî ya li ser hebûna mirov e.”

Lacan jî wiha dibêje, “Di dawiya dawîn de çalekiya herî bi wate û jidil întixar e.”

Wek van camêrên li jor, gellek felsefevanê din jî li ser vê mijarê ramanên cur bi cur anîne ziman û tiştên balkêş gotine. Ji zayîna mirov û heta îro întixar bûye mijara felsefeyê, lê hê jî pirs û bersiv dirêj dibin û hey dirêj dibin. Wisa dixweye ku wê ev niqaş hêj dûr û dirêj bidome.

Tê zanîn ku gellek mirovên hêja bi destê xwe dawî li jiyana xwe anî ne. Hebûna xwe bi çalakiya întixarê bi wate kirine. Gelo ev mirov kêmaqil bûn? Nezan an jî dîn bûn? Hişê wan ji serê wan çû bû? Na! Em tev dizanin ku ew kes ji me hemûyan jîrtir û şarezatir bûn…Lê wext tê, kêlî tê mirov dixitime…dem bi zor û bela diherike! Mirin weke paqijiyê tê dîtin. Ku herikîn sekinî, coş û kelecan qediya jiyan nameşe. Ew gav mirov dixwaze biherike bêdawîtiyê…Herkes wek Sîsîfos ne xwedî sebrek mezin e mixabin. Sîsîfos bi sebr û berxwedana xwe bû bû kesayetek dilpak. Lê hin kes (ew kesên ku întixar dikin) ji dûbarekirinê hez nakin û naxwazin dûbare dûbare tiştan bijîn. Lewma jî xwe întixar dikin. Peyva wan ya dawîn ev e, “Wek kevokek per şikestî, mirin xweştir e ji vî halî. Dil û ceger dikovêje oy, erd û asîman her der reş e hey..!”

Ku erd û asîman reş bû li ber çavên mirov, dil û ceger tev disojin! Perên mirov dişkên…Ew kesên ku întixarê hilbijartine di demeke teng de perên wan şikestiye, erd û asîman li ber çavên wan reş bû ye…ji lewra jî mirinê ji halê xwe xweştir û bedewtir dîtine. Mirinê ji jiyanê bi rûmettir dîtine.

Gava mirov nikaribe hebûna xwe bi wate bike û ne bextewar be mirov ji jiyanê dikeve şik û gumanan. Ev şik û guman berê mirov didin întixarê. Wê gavê întixar, dibe vîna mirovî ya herî dilpak. Dîsa ev şik û guman mirov dixin gola pirsan û di wir de difetisînin. Mirov pirsan dipirse ji xwe û ji jiyanê…lê zahfek pirsên mirov bê bersiv dimînin. Jiyan nikare wan pirsan bibersivîne. Bêbersiv mayîn hebûna mirov pûç dike û tu wateyek jê re nahêlê. Ji lewre jî întixar, li hember zîndî mayînê dibe bersiv û pirsek mezin. Bersiv çikas zelal be, pirs jî ewqas şêlû ye! Şêlûbûna vê pirsê her tim bûye mijara felsefeyê û felsefe serê xwe êşandiye her tim li ser vê pirsê. Çima întixar?

Gelo jidil jî jiyan hêjaye ku mirov wê li ser pişta xwe bike bar û di bin wî barî de her roj hinek din bieciqe, biçewise, biçûk û cûce bimîne! Xwekûştin azadî û xelasiye? Ku mirov koç kir çû her tişt dikeve rê gelo? Domandina bi jiyanê re mirov qels û bê hêz dike gelo? Jiyan çima li ser pişta mirov dibe bar û mirov çima piştxûz dibe di bin vî jan-barê jiyanê de? Ango mirov çima dixwaze întîxar bike? Ji ber çi? Îtixar çare ye an neçarî ye?

Întixar, encama westiyabûna ji jiyanê ye?

Bêgûman felsefe ji gellek pirsan û her wiha ji êşên mirovî re ketiye dû bersivan. Di her heyamê de bi gurzên pirsan ketiye ser dilê bersivan û xwestiye wan bersivan derxe pêşberî mirovan. Êş û gumana mirovan hinek aş bike û bihêle ku mirov aram û henûn bibin…Lê dîsa jî têr nekiriye û gellek tiştan ne bersivandiye felsefe! Her ku çû ye pirsan zêdetir kiriye, her ku pirs zêde bûne êşên mirovan jî zêde bûne…Pirs bûne pirsgirêk, pirsgirêk bûne xirboq! Jiyan bûne întixar, întixar bûne azadî…întixar bûne heyf! Heyfa jiyanê ya ku ji mirinê hatiye sitnadin e întixar.!?

Mirov herî dawî hatiye li xwekuştinê ango întixarê heliqiye û bersiva herî mezin bi vî awayî daye jiyanê! Çarenûsê wisa têk birine û kenên xwe bi mirinê kirine ew mirovên ku xwe întixar kirine û dawiya xwe bi destê xwe anîne. Hêza wan di ser mirinê de bû ye her tim. Serdestiya mirinê vala derxistine bi berteka întixarê.

Her dem sîsîfosek hebû ye. Xezebên xwedawendan ji ser serê Sîsîfos’an kêm nebû ye. Lê xezeba Bediî tiştek din e…ew êdî xitimiye û asê bûye di newalên jiyanê de. Dike nake dem naherike û ew difetise. Ew jî wek Sîsîfos kevirek ango barek giran li ser pişta xwe hîs dike û dixwaze ji vî barî rizgar bibe. Kevirê ser kezzeba xwe rake û xwe azad bike ji xezebên har! Bediî jî ji wan kesên bêsebir e! Ew jî ji ehlê kevokên perşikestî ye…

Homeros ji bo Sîsîfos wiha dibêje, “Ew mirinê zincîr kir û zendên mirinê xiste qeydê.”

Bediî jî dixwaze bi întixarê jiyanê zincîr bike û bi qeydeke zengarî ew ceza bike!

Sebra Bediî nemaye dixwaze dawî li jiyana xwe bîne…çare tune wê întixar bike..!

Abbas Kiyarûstemî bi fîlmê xwe yê “Tehma Gilyazê” mijara întixarê hildide dest û dixwaze li ser întixar û jiyanê hîn tiştinan bi me re parve bike. Rastiya întixar û jiyanê bi nêrînek xurt nîşanî me dide. Ev rastî ne ew rastiya ku me di serê xwe de sêwirandiye. Estetîk û vegotinek nû ye fîlmê Kiyarûstemî. Di nav fîlman de cerribandineke taybet e û tehma vî fîlmî weke tehma gilyaz û tû’yê xweş û şîrîn e. Rastiyê ji nûve dinirxîne. Bi gotinek din ew çermê rastiyê digurîne û me dixe hundirê rastiyê. Kiyarûstemî, me kûr dibe, di ser rû de derbas nake. Ew berê me dide navenda rastiyê. Dixwaze em dengê qelbê rastiyê bibihîzin. Serê me datîne ser singa rastiyê…Rastiya di serê me de dirûxîne, hildiweşîne tîne xwarê! Rastiyek nû diafirîne bi fîlm, ziman û çîroka xwe ya resen…Aha Tehma Gilyazê jî yek ji wan fîlmên resen yê Kiyarûstemî ye.

Adorno wiha dibêje, “Heger berhemên hunerî bersivên pirsên xwe bin, wê gavê ew bi xwe vediguherin pirsan û dibin pirs.” Mirov dikare vê gotina Adorno ji bo sînemaya Kiyarûstemî wek mînak û referans nîşan bide. Gava mirov li ser sînemaya Kiyarûstemî hûr dibe, dibîne ku ew di fîlmên xwe de ji pirsên xwe re bûye bersiv û her wiha di dawiyê de bûye pirs. Gava em li fîlmên Kiyarûstemî temaşe dikin em bersivan jî dibînin lê di dawiya fîlmên wî de em bi komek pirs vediqetin. Em li ser mijarên ku ew vegotiye carek din difikirin û ew rasitya ku me berê dizanibû didarizînin û di kevin nav lêgerînek din…Kiyarûstemî bi şêwazek hêsan û zimanek zelal bedewiya fîlmên xwe dihûnîne û dixwaze çêj û tehma di hûrgiliyan de bi me bide naskirin. Kiyarûstemî hûrgilîvanekî bi ser xwe re ye! Çavdêriyên wî jiyana rasteqîn kite bi kite radixe ber çavên me. Gava vî karî dike ne bi pozbilindî berovajî wê bi dilpakî û dilsozî tevdigere. Ji xwe tehma fîlmên wî yên xweş ku di tahma gilyaz û tû’yan de ne, ji dilsozî û dilnizmiya wî tên.

Derd û kulên Kiyarûstemî ne ewe ku tiştên tên zanîn carek din derxe pêşberî me. Kiyarûstemî me dike biyaniyê tiştên ku tên zanîn. Ew jiyan û gerdûnê carek din bi wate dike. Wateya di serê me de ya ji rêzê serobino dike û wateyên nû nîşanî me dide. Gerdûn û rastiya fîlmên wî me dihejîne û bi vê hejandinê em jî dikevin dû wateyên nû. Li rastiyên nû digerin em, ji ber ku rastiyên heta niha bi me hatine pejirandin ne rastiyên ewqas ku mirov bawer bike ne! Pêvajoya fîlmên Kiyarûstemî her tim wisa ye: vajîkirina rastiyê! Mirov dikare felsefeya di fîlmê Kiyarûstemî de bi felsefeya Deleûze ve jî girê bide. Deleuze wiha dibêje, “Divê mirov ji dûbarekirin û ji qalibên jiyanê û ji hînbûn û elimandinên her gav rizgar bibe. Em di hundirên qaliban de dijîn. Bi giştî jiyana me jiyaneke dûbare ye. Mirov bi vî awayî nikare tehm ji jiyanê bistîne.” Kiyarûstemî jî heman tişt dike. Felsefeya Deleuze di fîlmên xwe de dihûndirîne. Dixwaze me ji qalibên wan rastiyên her gav rizgar bike û derb li dûbareya ku em tê de diponijin bixe! Kiyarûstemî bi fîlmên xwe perdeya li ber çavên me yên kedî û bindest bûyî radike. Çavek nû, nêrîn û têgihîştinek nû bi me re çêdike û dixwaze em bi wan têgîn û nêrînên nû li jiyanê binêrin da ku em karibin tehm ji jiyanê bistînin û baştir û resentir bijîn. Di zahfek fîlmên Kiyarûstemî de em matmayî dimînin û ev gotin ji devê me dirije, “Ev tiştek din e û nû ye. Tiştê ku me dizanibû ne wiha bû!”

Heta ku ji Kiyarûstemî tê, serê temaşevanan -ku ji xwe re dibêjin em rastiyê dizanin- tevlîhev dike. Wan gêj dike, dixwaze mirovan hinek bilerizîne û biricifîne. Wan diêşîne û zor dide wan ku xwe bişemitînin rastî û dîtinek din…Di fîlmên wî de kirde û bireser herdû jî bi pirsgirêk in. Dixwaze em wisa li mijarên ku ew vegotiye binêrin. Naveroka van herdû têgehan ji nûve dixe lêpirsînê, kirdeyên nûtir derdixe holê di dawiya pêvajoya lêpirsîna xwe de. Kirde dikeve qonaxek din di fîlmên wî de. Rastiya kirdeyên wî jî diguherin û bi cerribînên nû em jî dikevin qonaxa rastiyek din. Rastiyek ku heta niha me qet nedîtiye bi me dide naskirin. Kiyarûstemî, afirîneriya xwe bi zimanekî sade nîşanî me dide. Tu car zimanekî nefambar bikarnaîne. Dixwaze bi rastiya ku ji nûve ew diafirîne em jî xwe û jiyana xwe ji nûve biafirînin.

Kiyarûstemî yek ji wan derhêneran e ku me ji qalibên hundirê jiyanê rizgar dike! Doz û armanca wî ev e.

Kiyarûstemî dibêje ku piştî ew E.M.Cioran xwendiye gihiştiye biryarek wisa û li ser mijara întixarê carek din ramiyaye û xwestiye fîlmê Tahma Gilyazê bikişîne. Cioran di aforîzmayek xwe de wiha dibêje, “Kêngî kêfa min bixwaze ez xwe bikujim ez dikarim, ev yek di destên min de ye. Tenê ji bo vî dijîm; heger îhtimala întixarê tunebûya niha min zûde xwe kuştibû!” Aforîzmaya Cioran li ser Kiyarûstemî bandorek çêdike. Piştî vê bandorê Kiyarûstemî bi întixarê re eleqedar dibe û li ser vê mijarê disekine ango hûr dibe. Aforîzmaya Cioran Kiyarûstemî dixe nav ramînên kûr û di dawiyê de Tahma Gilyazê derdikeve holê.

Bediî dixwaze xwe bikuje, ji bo vê jî ji mirovan alîkarî dixwaze. Ew ji xwe re li bin darekê mezelê xwe kola ye û dixwaze rojek berî rojekê jiyana xwe bi dawî bike û bikeve gora ku ew kola ye. Wê Bediî kulmek hebên xewê bixwe û here bikeve mezelê xwe. Lê pirsgirêkek wî heye. Dixwaze ku gava ew xwe kuşt, kesek were ser mezelê wî û çend bêr xwelî biavêje ser wî û ew di gorê de biveşêre. Ne belaş…Ji wan kesan re dibêje, “Heger hûn ev tiştê ku dixwazim pêk bînin ez ê 200-300 toman pere bidim we. Heqê we çibe hûnê bistînin.” Lê na…kes bi pereyan jî tiştek wisa napejirîne û naxwazin vî karî pêk bînin. Bediî alîkarî dixwaze, hêvî dike ku yek derkeve pêşiya wî û daxwaza wî pêk bîne…Lê ev daxwaza Bediî ne daxwazek asayî ye! Nikare zû bi zû kesekî qanî bike, ji lewre kes naxwaze bikeve bin gunehekî wisa! Belê guneh…Guneh çi bû?

Mirovek û lêgerînek…Bediî gava hêj nû dedikeve pêşberî me, em nikarin tiştek bibêjin di derheqê vî kesî de. Em wî nas nakin…Kiyarûstemî bi zanebûn me ji Bediî dûr dixe û naxwaze ku em zû bi zû wî nas bikin. Heta jê tê Bediî ji me direvîne û naxwaze em di bin bandora daxwaz û biryara Bediî de bimînin. Ew tiştek din dixwaze ji me…Dixwaze em li ser întixar û jiyanê bifikirin, tenê bifikirin û hin pirsan ji xwe bipirsin. Mabesta Kiyarûstemî ev tişt e.

Em di derheqê Bediî de tiştek nizanin.

Bediî çi kes e? Çi dixwaze? Çima ev tişt dixwaze? Çima biryara xwekuştinê da ye? Sedem çi ye?

Bediî siwarê erebeya xwe ye û li dora xwe dirêne, çavê xwe li derva digere û dixwaze kesekî bibîne. Fîlm diherike, erebaya Bediî diherike…cara yekem leşkerekî Kurd siwarê erebeya wî dibe. Bediî pir li dora wî digere ku ew qanî bike ji bo vî karî lê leşker daxwaza wî napejirîne û naxwaze alîkariyek bi vî rengî bike. Piştî ku ev leşkerê ciwan daxwaza wî red dike, Bediî dikeve rê dîsa û li hin kesên din digere…

Bediî di erebeya xwe de neçar neçar li derve, li jiyana derve ya zindî dirêne. Ew di nav vê jiyanê de li mirina xwe digere. Lêgerîna wî mirin e, lê derve jî jiyanek heye û her tişt di xwezaya xwe de diherike û jiyan didome bi her awî…Em dibînin ku her kes bi karekî re mijûl e. Çavê Bediî li derve ne, li tevgerên mirovan e…Li wan kesan dinêre, li jiyana wan dinêre. Xwezaya fîlm jî nêzî derûniya Bediî ye…Cihwar û fezaya fîlmê Tahma Gilyasê hêjaye ku mirov li ser biaxive. Kiyarûstemî cihwarekî wisa hilbijartiye ku mirov di nav axê de difetise. Her der ax e. Rê û derdor tev ax e. Ev tercîha wî ya  estetîk bi mijara fîlm re rasterast girêdayî ye. Bediî dixwaze mirovek alîkariya wî bike û çend bêr ax biavêje ser gora wî. Bediî di nav axê de ye lê ji çend bêr ax mehrûm e! Kesek çend bêr ax navêje ser gora wî…

Ax, ax û ax…Ax’a dilê Bediî tiştek din e; ax’a wî ew westandiye û kiriye tîyê mirinê! Kul, keser û zarîna dilê Bediî ancax bi axê bi dawî bibe. Ax’a Bediî tenê bi axê bi dawî dibe…Bediî axê dixwaze. Di ciyekî fîlm de peyvek wisa derbas dibe, “Hemû tiştên xweşik ji axê tên, wê hemû tiştên xweşik herin axê û bibin ax.” Bediî jî xweşikek e, dixwaze here axê û bibe ax.

Piştî demekê ev car Bediî diçe li kargeha qûmê leqayî kesekî Afgan dibe. Bediî ji erebeya xwe peya dibe û dadikeve qada ku lê qûmê berhev kirine. Dengê makîneyên qûmê guhê mirov kerr dikin. Çewa mirov daketibe dojehê! Derûniyek wisa bi mirov re çêdibe. Kiyarûstemî li vir bi sî’ya Bediî dîmenên bêhempa derdixe holê û çewa ku Bediî di çalekê de ma be, qamyon qûma xwe vala dikin ser Bediî. Bediî bi saxîtî dikeve mezel li vir û mirinê bêhn dike. Bediî di nav toz û dûmanê de winda dibe, difetise û bêhn lê diçike. Piştî ku qederek di wê bêhnçikandinê de dimîne, radibe bi ew kesê Afgan re dikeve rê da ku ev car daxwaza xwe bi vî kesî bide pejirandin. Ber bi mezelê xwe de bi rê dikeve…

Ev kesê Afgan yekî oldar e ango îlahiyatnas e. Bediî, ji vî kesî re qala biryara xwe dike lê sedemên vê biryarê nabêje jê re. Bediî qet dirêj nake mijarê bi zimanekî rast vedike jê re. Bediî dibêje, “Ez westiya me û dixwazim xwe ji vê jiyanê rizgar bikim.” Li ser vê peyvê niqaş vedibe û di van kêliyên fîlm de hinek tişt zelaltir dibin. Naveroka fîlm hêdî hêdî dibişkive di vir de. Li ser dîn, felsefe, bextewarî, nebextewarî, guneh û întixarê niqaş dirêj dibe diçe…Ji xwe ev fîlm li ser van mijaran niqaşek e. Gûftûgoyek e. Derdê fîlm ewe ku van mijaran hinek veçirîne û hin tiştên nû bibêje li ser van mijaran.

Di navbera Bediî û Afgan de niqaş didome. Axavtin dirêj dibe diçe…Her ku niqaş didome di serê me de jî komek pirs çêdibin. Afgan li gor baweriya xwe tevdigere û dibêje, “Bedena me emanet e ji me re û divê em xwe nekujin. Di îslamê de întixar qedexeye, guneh û heram e!” Bediî jî li hember vê nêrînê wiha pêde diçe, “Ez dizanim biryara min ne li gor baweriya te ye. Lê belê carna hinek kêlî çêdibin mirov pê derdixe ku wê nikaribe jiyana xwe bidomîne. Bê hêz ketiye, teng bûye û qediyaye…Ji bo tevbigere nikare xwe li benda xwedê bihêle. Ji lew re jî dixwaze û biryar dide ku  beriya xwedê ew tevbigere. Aha mirov navê ‘întixar’ê li wê kêliyê dike. Ew kêlî bi întixarê tê bi wate kirin…” Afgan lê divegerîne, “Temam ez te fêhm dikim lê întixar ne tiştek rast e û guneh e.” Bediî wiha bersiv dide kesê Afgan, “Ez dizanim ku întixar gunehê herî mezin e. Lê heger mirov ne bextewar be, ew jî gunehekî mezin e. Gava mirov ne bextewar be bi xwe re hin kesên din jî diêşîne. Ev jî ne gunehekî mezin e? Mirov malbat, heval û xwe diêşîne…ev jî ne gunehekî mezin e?”

Gelo ev tiştên ku qal dikin heman tişt in? Guneh û întixar çikas nêz û çikas dûrî hev in? Di navbera wan de têkilyek bi çi rengî heye? Gava ku mirov ne bextewar be mirov hin kesên din jî bi xwe re diêşîne û wan kesan jî aciz dike. Ev yek rast e. Di vir de wateya “guneh” ê dikeve asteke din. Guneh tenê ne ewe ku mirov xwe bikuje ango yekî bikuje. Guneh di nêrîn û hişmendiya mirov de ye. Heger hebûna mirov serobino bibe û hebûn tevlîhev bibe û bibe tunebûn, ew gav di hundirê mirov de li hember jiyan û pêşerojê reşbînî peyda dibin. Lê tenê ji ber mirov ne bextewar e hewceye ku mirov xwe bikuje? Tenê ji bo em bextewar bin em li ser rûyê dinyayê dijîn? Em ji bo çi hene? Hebûna me ya vê dinyayê bi çi watedar dibe? Wate çi ye? Ji bo em hebûna xwe watedartir bikin divê em li çi bigerin..? Pirs dirêj dibin diçin dîsa di serê me de…Mirin, hebûn, tunebûn, xwekuştin…Ewqas pirs bê bersiv dimînin wek sêwîyên ber dîwaran! Sêwîhiştina van pirsan jî ne guneh e gelo?

Bediî bi vî kesê oldar yê Afgan re jî li hev nake mixabin. Ev kes jî ji êşa wî fêhm nake. Bediî ji ber ku nikaribû wî qanî bike hêrs dibe û dizivire ew kesê Afgan dibe şûna ew wî ji wir hilanîbû. Bediî neçar e. Nizane wê çi bike…Dev ji lêgerîna xwe bernade û rêwîtiya xwe didomîne.

Ev car kesekî bi navê Bakarî derdikeve pêşiya wî. Bakarî, kesekî Tirk e û li muzeyeke dîrokî wek karkerek dixebite. Ji ber ku zarokekî Bakarî nexweş e û ew dixwaze wî baş bike teklîfa Bediî dipejirîne û dibêje ez ê daxwaza te pêk bînim. Di dawiyê de Bediî gihiştiye armanca xwe û ew kesek dîtiye ji bo ku çend bêr xwelî biavêje ser gora wî…Gava ku Bakarî û Bediî bi erebeyê diçin, erebe dikeve rêyeka bi dar û ber. Rengê xwezeya rût û bi toz û dûman vediguhere hêşînahiyê. Dîsa ax heye lê ev car ax bi heybet e û rengê biharê difûre li derve…Hêşînayî û xwezeya li ber çavê me hêviyek bi mirov re çêdike. Ji nav daran dengên çûkan tê, pelên daran li ba dibin û zindîbûn mirinê ji mirov dûr dixîne. Mirov difikire û dibêje ji xwe re, “Mirov çewa vê xwezayê dikare biterikîne?”

Li ser vê xwezayê peyvên Bakarî dirijin…axavtina Bakarî dike ku mirov carek din aşiqê jiyan û xwezayê bibe.

Bakarî, mirovek zana û bi tecrûbe tê xuyanê. Di heman demê de kesekî xwînşîrin e û kêfa mirov jê û xebardanê wî re tê. Mirov ji xwe re dibêje hema bila Bakarî biaxive û em jî guhdar bikin. Ewqas ku bi tîn û tije diaxive…Her tim ew diaxive û Bediî jî lê guhdar dike. Bakarî rewşa Bediî baş fêhm dike lê dixwaze beriya ew daxwaza wî pêk bîne, jê re qala çend bûyeran bike. Axavtinên Bakarî, felsefîk in û tijene hurgilî. Diyalog hêsan in, lê têr bi tîn in û xwedî wateyên pîroz in. Bakarî bi axavtinên xwe hişê Bediî hinek tevlîhev dike û piştî ku li gotinên Bakarî guhdar dike, ji biryara ku daye dikeve gumanan.

Tenê tû’yek dikare mirov ji tarîtiyê derxe ronahiyê! Lê divê mirov bi qedrê wê tû’yê dizanibe…

Bakarî, qala malbat, jin, zarok û paşeroja xwe dike. Em hîn dibin ku ji ber hin pirsgirêkan di wextê de ew jî xwestiye xwe bikuje lê bi ferqkirina çend tiştan ew fikra xwekuştinê terikandiye û li jiyanê vegeriyaye carek din. Bakarî wiha dibêje, “Rojekê min kendîrekî hilanî û ez çûm xwe bikujim lê tû’yek jiyana min guherand. Ez ji bo mirinê çûbûm lê bi kulmek tû vegeriyam malê. Tû’yek jiyana min xelas kiribû, tenê tû’yek!” Gava Bediî li vê çîroka Bakarî guhdar dike matmayî dimîne û dikene. Di ber xwe de dibêje ku tiştek wisa çewa çê dibe, “Mirov tû’yek bixwe û hemû pirsgirêkên mirov biqedin.” Lê Bakarî bala wî dikişîne ser gotinên xwe carek din, “Êdî ez guherî bûm. Min xwe baştir hîs dikir. Nêrîn û ramanên min guherî bûm.” Bakarî di vir de qala hûrgilî û kitekitên jiyanê dike. Tiştê ku ew dixwaze bikirpîne ew e ku em ji van hûrgilayan haydar bin û wan ferq bikin. Ji lewma hêza jiyanê di wê ferqkirina me ango dîtina me de veşartî ye. Divê em karibin nêrîna xwe biguherînin û bi çavekî din li hin mijaran binêrin.

Bakarî di ciyekî de jî wiha dibêje, “Hûn dixwazin dev ji tehma giliyazan berdin?

Bediî’yê ku dixwest xwe bikuje di bin bandora gotinên Bakarî de dimîne û bi tahma tû’yê ya ku Bakarî ji tengasî û tarîtiyê xeles kiriye derbeyek dixwe û diheje. Lê Bakarî nasekine ew dîsa dest bi axavtinê dike û methelokek din ji Bediî re dibêje. Bakarî wiha dirêj dike, “Rojekê camêrekî Tirk diçe cem bijîşkekî ji bijîşk re dibêje ez destê xwe didim kura xwe ew der diêşe. Ez destê xwe didim piyên xwe piyên min. Ez destê xwe didim singa xwe singa min diêşe. Bijîşk jî wiha jê re gotiye, Tu tiştekî te tune ye. Tiliya te şikestiye. Ramanên te nexweş ketine. Nêrîna xwe biguherîne.”

Mijar dîsa tê li nêrîn û ramanê diheliqe! Nexweşiya me tiştek din e. Nexweşiya me, ew ciyên me yên şikestî ne! Mêjû û dil e. Raman û hişmendiye nexweşiya me. Em van hêmayan pûç dikin û dikevin dû tiştên ji rêzê. Ji bo ku tiliya me şikestiye em hemû bedena xwe sûcdar dikin û dixwazin bedena xwe û her wiha hebûna xwe tune bikin. Nêrînên me herimîne, çewt in û xeniqîne lê em dîsa jî di van nêrînên xwe de ısrar dikin û naxwazin xwe biguherînin ango bi çavek din, bi dil û mêjûyek din li jiyan, xweza û hebûna xwe binêrin. Em hebûnê qurbana tiliyekê dikin… Heger tiliya mirov şikestî be divê mirov wê tiliyê sax bike, ne ku mirov here hemû bedena xwe biêşîne. Gava mirov bedena xwe ji holê rake û xwe bikuje êş bi dawî nabe! Êşa herî mezin nêrîna mirov  e. Mirov tenê dikare bi nêrînên xwe êşên xwe bikewîne û xwe ji nexweşiyan rizgar bike. Tenê çare ev yek e, ne tiştekî din e…

Piştî metheloka Bakarî, Bediî carek din ji mirinê sar dibe û ji bo jiyanê çirûskek diteqe di hundirê wî de. Bêhizuriyek xwe berdide dilê wî…dikeve nav pirsên nû Bediî. Êdî em baş fêhm dikin û têdigihîjin ku Bediî naxwaze xwe bikuje. Ji bo ew xwe ji vê biryarê vegerîne ji xwe re li hincet û sedeman digere. Ji lewma jî, ji Bakarî re dibêje, gava ku tu hatî ser mezelê min du heb kevir bi xwe re bîne û wan keviran biavêje min dibe ku ez hêjî dijîm û razayîbim. Bakarî jî dibêje, du kevir têr nakin ez ê sê kevir bivêjim te. Bediî carek din li Bakarî vedigere û dibêje, “Milê min jî bihejîne dibe ku ez nemiribim. Te soz da min ji kerema xwe re hûn jibîr nekin û xeyalên min neşikênin.” Tirsa mirinê nava dilê Bediî qetandiye. Piştî axavtinên Bakarî ew jî fêhm dike ku nêrîna wî nexweş ketiye û divê ew yekcar ji van nêrînên çewt vegere û tehm ji jiyanê bistîne. Rê û rêbazên tehm sitandinê ji nûve biafirîne û nêrîneke xurt bi xwe re çê bike. Hin tiştan ferq bike û bi vê ferqkirinê jiyaneke baştir û resentir bijî. Bakarî vê riyê li ber Bediî vedike û berê wî dide hin ramanên nû. Bi saya Bakarî, Bediî jî ji tengezariya ku tê de ye rizgar dibe û dikeve nav ronahiyekê. Ronahiyeke ku tehma jiyanê carek din pê dide nasîne…

Dawiya fîlm…

Bediî vedigere malê û amedekariya xwe dike da ku biçe bikeve mezel. Piştî ku li mal karê wî diqede, di nav şevê de berê xwe dide ciyê ku ew mezel lê kolaye. Tê li ser mezel cixareyeke dikişîne û xwe di mezel de dirêj dike. Li derva şerqîna brûskê ye. Ewr xwe li dora heyvê pêçane. Dengê ba û bahozê tê…mij û moran…dimenên bêqidoş…atmosfereke dojehîn heye li derve. Bediî bi çavên xwe yên tije tirs û bêhizûr li heyvê temaşe dike. Di nav vê atmosferê de perde him bi him tarî dibe û fîlm wisa bi dawî dibe.

Em li benda tiştekî din disekinin û di dilê xwe de dibêjin gelo wê kes xweliyê biavêje ser Bediî ango wê kes bi destê wî bigire û ji mezel derxe? Lê hebek ji wan jî nabe û fîlm di tarîtiyê de diqede.

Bediî mir an nemir? Gelo çibû bi Bediî?

Kiyarûstemî vê bersivê ji me re dihêle. Dixwaze encama fîlm em binirxînin. Em biryar bidin bê Bediî miriye an nemiriye. Ji xwe di tevahiya fîlm de jî, ji bersivan zahftir pirs hene. Kiyarûstemî dixwaze li ser lêgerîna Bediî tiştinan bibêje. Li ser ol û felsefê pirs û bersivan zêde bike. Bi çavekî din. Bi dilekî din. Bi nêrîn û ramanek din.

Her kesek li gor xwe dikare dawiya vî fîlmê binirxîne û gotinan lê zêde bike. Her kesek wê li gor nêrîna xwe vî fîlmê şîrove bike. Tiştê ku Kiyarûstemî jî armanc dike ev bi xwe ye. Ew dixwaze wek Bediî em jî bikevin nav lêgerînekê û li pirs û bersivan bigerin.

Em ê tiliya xwe sax bikin an bedena xwe tune bikin?

Em ê xwe bin ax bikin an na bijîn?

Em ê di nêrînên xwe yên çewt de ısrar bikin an na?

Em ê çibikin?

Ez wisa hîs dikim ku Bediî dixwaze li tehma gilyazan jî binêre carek din lê ev car bi nêrînek cûda…Helwest û tevgerên wî yên dawî ev tişt nîşanî me didan.

Bediî dixwaze carek din gava şeveqan rabe li asîman binêre.

Bediî dixwaze carek din li hilavêtina rojê temaşe bike.

Bediî dixwaze carek din êvaran di bin rengê sor û zer de li roja ku diçe ava temaşe bike.

Bediî dixwaze carek din heyvê û stêrkan bibîne. Li heyvronê temaşe bike.

Bediî naxwaze çavên xwe bigire.

Bediî dixwaze carek din je kaniyên cemidî avê vexwe.

Bediî dixwaze carek din dest û rûyê xwe bişo bi ava kaniyan.

Ew naxwaze dev ji van tiştan berde û tehma gilyazan di serê wî de ma ye..

Kiyarûstemî ji jiyanê hez dike wek Cioran reşbîn tevnagere. Întixar her çikas bala wî bikişîne jî, berê wî li jiyanê ye. Lê întixarê jî, tiştek ji rêzê nabîne û wateyek dide xwekuştinê. Kiyarûstemî ji hêlekê ve me daf dide ber bi jiyanê, lê ji hêlekê ve jî dibêje, întixar jî ne belesebep in! Sedemên întixarê ne tiştên wisa ne ku mirov wan piştgo bike. Tenê ew li hêla jiyanê ye û jiyanparêziyê dike. Ew, wan kesên ku xwe întixar jî dikin fêhm dike elbet û hincetên wan yên ji bo întixarê derbasdar dibîne. Lê dîsa jî li gel hemû nebaşî û tiştên neyênî ew dixwaze em jiyanê hembêz bikin û bi jiyanê re bidomînin….

Cioran, jiyanê tewş û pûç dibîne. Tu wateyek nade jiyanê û mirov ji jiyanê ditirsîne. Lê Kiyarûstemî berovajî Cioran, jiyanê bi me dide hez kirin û ew weke tiştekî pîroz dibîne. Pesnê jiyanê dide û naxwaze em ji jiyanê bitirsin. Ew dixwaze ku em ji jiyanê hez bikin û netirsin. Heger mirov zanibe bi nêrinên cûda li jiyanê binêre, jiyan geştir û xweştir dibe. Kiyarûstemî hêviyan geştir dike û ji bo pêşerojê baweriyê xurt dike. Bedewiyê nîşanî me dide û dil dike ku vê bedewiyê em jî bijîn û bidin jiyandinê. Kiyarûstemî hebûna mirov bi wate dike û qedir dide hebûnê.

Li gel hemû astengî, rûreşî, dirûtî, xedarî, çikûsî, îxanet, xemgînî, bêrûmetî, qirêjî, çavsorî, kirêtî, zexelî, û sînoran;

Jiyan an na mirin?

Bersiv ya we ye.

Bersiva min;

Helbestvanê nemir Sohrab Sepehrî di helbesteke xwe de wiha dibêje;

“JIyan sêveke, dIvê em wê tevî qaçIl de gez bIkIn.!”

De haydê em darên sêvan tevî guliyên wan de bixeritînin û bijîn bijîn bijîn…

Û em xwe ji tehma gilyazan jî bêpar nehêlin.

Çavkanî:

Hamîd Dabaşî.."Sînemaya Îranê"  weşanên agora..stenbol 2008  

Albert Camûs.."Efsaneya Sîsîfos"  weşanên can..stenbol 1997

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse