Stranên Welatê Dayîka Min

0
22

Behman Ghobadî ji Rojhilatê Kurdistanê ye, beriya fîlma bi navê “Dema Hespên Serxweş” gelek kurtefîlmên serkeftî kêşandine. Her wiha bi fîlma bi navê “Dema Hespên Serxweş (2000)” yekemîn dirêjefîlma Rojhilatê Kurdistanê ya kurdî derdikeve hemberî sînemageran. Piştî vê fîlmê, “Stranên Welatê Dayîka Min (2002)”, “ Kusî jî Difirin (2004)”, “Nîveheyv (2006)”,  “Haya Kesî Ji Pisîkên Îranê Nîn e (2009)”, “Demsala Kerkedan (2012)” van fîlman dikêşîne.

Ev fîlm ji aliyê derhênerê Kurd Behman Ghobadî ve tê kêşandin û di sala 2002’yan de dikeve vîzyonê. Fîlm bi mijara şerê Sadam yê ku li hemberî kurdên Başurê Kurdistanê û rewşa kurdên li ser xeta Başur û Rojhilat a civakî derdikeve hemberî temaşevanan. Mîrze hunermendekî navdar e ku ji hêla gel ve bi eleqeyeke germ tê şopandin. Piştî 23 salan agahiya hevsera wî ya bi navê Hinarê tê gel Mîrze, di vê encamê de rêwitiyek ber bi sînorê Başurê Kurdistanê dest pê dike. Mîrze li gel lawên xwe yên bi navê Barad û Ûdêh dikeve rê da ku xwe bigihîne hewara Hinarê yê. Li gorî gotinên derhênerê fîlmê, ji hêla aborî ve tu alîkarî nehatine girtin. Derhêner Behman Ghobadî bi derfetên xwe û bi alîkariya malbata xwe ev fîlm kêşandiye. Fîlma bi navê   “Stranên Welatê Dayîka Min (2002)” beşdarî çil û du mîhrîcanên navneteweyî bûye û di vê encamê de heft xelat bi dest xistiye.

Teybatmendiya vê fîlmê lîstikvanên ku tê de dileyzin ne lîstikvanên profesyonel in, di vê encamê de bi gelek aliyan ve fîlmeke xwezayî derdikeve hemberî temaşevanan.  Fîlm bi dengê hunermendê kurd Hesen Zîrek dest pê dike û xwezayîbûyîna xwe ji vir ve nîşanî dike. Ji destpêk û heya dayiya fîlmê dengê balafirên şer tev li dengê muzîk, qêrîn, hawar û jana jinan dibe û her tim xwe dide nişandan. Wek her şerekî cîhanê ev şera jî ji hin kesan re dibe ku baş bê nirxandin-di dîmena axaftina Barad û dixtor de ev xuya dike- lê ev jî rastiyeke şer e ku: her kes di şer de bin dikeve! Her wiha dixtor di dîmenên pêş de vê rastiyê ve rû bi rû dimîne-hin diz dixtor dişêlînin û hemû destkeftiyên wî yên aborî jê distînin- û neletê ji şêr û Seddam tîne.

Di vê fîlmê de dîmenên giring yên ji aliyê hunerî û zanistî ve xwepêşvebirinê derdikevin hemberî temaşevanan. Wek tê zanîn ku him ji aliyê hunerî û him jî ji aliyê zanistî ve kurdên Rojhilatê Kurdistanê pêşketî ne, di vê bingehê de piştraskirina vê rastiyê bi dîmena perwerdekirina zarokan derdikeve pêş. Şert û merc çiqas ne guncaw bibin jî perwerde her tim didome. Di dîmena ku Mîrze zarokên gund di kaseya erebeyeke xerabûyî de fêrî muzîkê dike û her wiha amûrên zarokan yên li gorî derfetan hatine çêkirin û xwezayîbûyîna perwerde û ya nêrîn û kelecana zarokan hêjayî nirxandinê ye. Her wiha di dîmena ku mamosteyekî dildar zarokên penaber li serê çiyayekî perwerde dike de du xalên giring derdikevin holê. Yek ji wan zarok ji hêla perwerdeyê ve tiştên di pirtûkan de hatine nivîsîn bi çavên xwe dibînin û hîs dikin û baştir hîn dibin. Ya din jî rasterast di nava şerekî dijwar de nin û haya wan jê nîn e! Di dawiya perwerdeyê de firandina bafirokên ji kaxizan yên zarokan dîmeneke xurt e û ji hişê temaşevanan zû bi zû naçe.

Taybetmendiyeke fîlmên derhênerê kurd Behman Ghobadî rexneya nêrîna li ser jinê ye. Di dîmenên Barad û Ûdêh de ku bi jinan re diaxivin de ev rexne derdikeve pêş. Nêrîna mêrtiyî ya ku jin’ê wek amûrekî an jî mer xwe xwedî-jin dibînin di van dîmenan de derdikevin holê. Di dawiya van axaftinan de nerazîbûyîna jinan jî giring e û li gorî taybetmendiya berxwedan û xwejinûveafirandina jina kurd di cî de ye. Di hin dîmenên din de jin di nava xebateke giran de tên pêşandan û ev jî rastiyeke civakî û di heman demê de rexneyeke civakî ye.

Dîmena fermandarekî dewletê yê ku ji hêla dizan ve hatiye şêlandin rastiyeke din derdixe holê. Piştî ku hemû tiştên fermandar hatine dizîn û ji hêla gundiyan ve nenaskirina fermendar peyameke giring e. Fermandar an jî leşkerên dewletê temsîliyeta dagireriyê dikin û dest û piyên dagirkeran in. Nêrîn û berxwedana gelê kurd ya li hemberî dagirkeriyê di vê derê de derdikeve pêş ku, her çiqas fermandarî an jî hebûna hêzên leşkerî aşkere bibin jî, ji hêla gelê kurd ve li ser axa Kurdistanê tu wateya hêzdarbûyîna wan nîn e!

Di gelek dîmenan de bi strana bi navê “Hinar Hinarê” yê dîmenên xweş derdikevin holê. Di vê bingehê de bikaranîna muzîkê zêdetir ji hêla lîstikvanan ve pêk tê. Ev jî xwezayîbûyîna fîlmê ji serî heya dawî geştir dike.

Di dîmenên ku şopa bombebaranê lê heye an jî yên ku hê jî têm bombekirin, dide xuyakirin ku şerê ku li ser kurdan diqewime ne şerekî hêsan e. Ev rastiya di roja îroyîn de jî xwe nîşan dide. Di van bingehan de rexneyên ku li ser vê fîlmê tên kirin wek “fîlmeke propogandayî ye” ne di cî de ye. Ji ber ku rastî tu car nabe propaganda.

Xaleke giring di vê fîlmê de heye ew jî “Hinarê” ye. Wek tê zanîn ku di mijara fîlmê de jî diyar e Mîrze di tevahiya fîlmê de li ser şopa Hinarêyê digere, lê tu carî xwe nagihînê û wê nabîne. Di vê rêwitiyê de rastî gelek zordariyan tê, gelek caran tê astengkirin, lê Mîrze bi baweriyeke mezin li ber xwe dide û xwe digihîne cihê cih. Li gorî gotinên derhênerê fîlmê Behman Ghobadî, “Hinarê” nîşaneya Kurdistanê ye! Hinarê ji hêla hemû kesî/ê ve tê naskirin û zanîn, hemû kes cihê wê zane lê dîtina wê zor e, an jî berxwedan pêwist e. Berxwedaneke bi baweriya Mîrze! Hinarê xwe nîşanî Mîrze nake lê keçeke biçûk ji Mîrze re dihêle, divê Mîrzê wê keçê hilbigire û lê xwedî derkeve. Nîşaneya Hinarê yê ya Kurdistanê di bingehê de ku bê nirxandin, Hinarê zindî ye hemû tiştî zane lê xwe nîşanî nade, lê dewsa xwe keçeke biçûk dihêle. Ew keça biçûk wek mizginiyekê dê mezin bibe û di bingeha jinbûyînê de dê berxwe bide û bijî. Kurdistan jî wisa ye, dê bi berxwedana jinê bi ser bikeve û xwe nîşanî dost û dijminan bike û xwe ji nû ve biafirîne.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse