Stanley Kubrîck û Full Metal Jacket

0
20
REKLAM    

Yên ku Stanley Kubrîck nizanibin dê bêjin, ev fîlm jî, fîlmeke ji rêzê ye ku li ser buyerên şerê Vîetnamê hatiyê kêşandin. Ya din jî yên ku di li derdoran dibêjin “ax bila şerek derkeve û em biçinê” dê evê fîlmê wek fîlmeke rambo bihesibînin û biçin temaşe bikin. Lê rastî ne ev e.

Stanley Kubrîck, li Newyorkê ji dayîk bûye. di zaroktiya xwe de dest bi wênekêşiyê kiriye û di warê wênekêşiyê de xwe pêşve biriye. Di ciwaniya xwe de ketiye nava xebatên sînemayê û projeyên cur bi cur daye ber xwe. Ji aliyê dîmengeriyê ve wek hoste tê dîtin, ji aliyê derhênerî û wênekêşiyê ve hunermendekî di asteke jor de ye û hêja ye. Mirov di derbarê wî de çi bibêje an yê kêm bimîne an jî yê baş neyê fêmkirin. Kubrîck, xwe ji aliyê derûnî û wêjeyî ve xwe gelek pêşxistiye, her wiha di fîlmên xwe de li ser derûniya mirovan bi baldarî disekine. Divê ji bo naskirin û fêmkirina Stanley Kubrîck, mirov fîlmên wî bi baldarî temaşe bike, dê mirovê ew çax bibîne ku teknîkên sînemayê çawa hatine afirandin û bikararîn û ji aliyê hişmendî û bîrdoziyê ve tiştên çawa derdixe li hemberî me dê baştir were fêmkirin.

Kubrîck, wek rexnegirekî civakê tê hesibandin û li gorî vê armancê fîlmên xwe dikêşîne. Di nava derhênerên Hollywoodê de mirovên mîna vî kêm in, lê ji aliyê aşkerekirina rastiyê wek tarza Dzîga Vertovê Rûsî bi kar tîne. Ew jî mîna Vertov dibêje, divê mirov qemeraya xwe hilde û bikeve kolan û kuçeyan, rastiyên di jiyana civakî de, ji aliyê derûniyê ve bi teknîk û dîmenên xweser û tiştên ku civakê re rast nehatine gotin û nehatine parvekirin, bi tarza xwe derxe li hemberî temaşevanan. Di peyamên xwe yên di fîlmên xwe de, ji civakê re dibêje ku, bi rastî tiştên ku hûn dizanin ne wisa nin! Wisa dike ku mirov bi fîlmên wî dikeve nava fikr û ramanên kûr yên rexneyî.

Fîlmên Kubrîck, ji aliyê dewletên cîhanê ve nayên pejirandin, ji ber ku tiştên ku Kubrîck tîne ziman ne li gorî xwesteka wan e, an jî rastiyên wan derdixe holê û ew jî ji rastiyên xwe ditirsin û fîlmên Kubrîck tên qedexekirin û tên astengkirin, her wiha Tirkiyayê jî ev astengî ji Kubrîck re derxistiyê.
Dîroka fîlmografiya Kubrîck mezin e, li gorî vê dîrokê belkî mirov bibêje fîlmên Kubrîck hindik in lê rastî ne bi wisa ye, ji ber ku Kubrîck dibêje bila baş bin û bila hindik bin. Gelek fîlmên wî hene, lê emê li ser hinekan bisekinin. Kubrîck, bi fîlmê bi navê “A Space Odyssey (1968)” derî li fîlmên pevxistinên bi zanistî re vedike. Piştî vê fîlmê bi fîlmê bi navê “Porteqala Xweger (A Clockwork Orange-1971)” derdikeve hemberî temaşevanan. Di vê fîlmê de Kubrîck, bi tarza xwe dîsa dibêje ku binirxînin, bifikirin û jiyanê rexne bikin. Di vê fîlmê de, li bajarekê Îngilistanê piştî pîşesaziyê (endustri), civakeke ku nirxên wê yên ehlaqî tevlîhev bûne, baş û nebaş ji hev nayên derxistin de zilm û zordariya ku ji aliyê çeteyeke ku ji ciwanan ve çêdibe, li serê mirovan tê kirin dibe mijar. Kubrîck di vir de, ji bilî populerîzmê guherbariya cihanê û bandora wê ya li ser însanan bi awayekî hostayî dinirxîne û derdixe pêş.

Piştî heft salan Kubrîck ji bo nirxandineke li ser derûniya mirovan zendên xwe badan û hewl da ku fîlmê bi navê “Full Metal Jacket(1987)” bikêşîne. Ev fîlm bi taybetî ji aliyê derûniyê ve û di dema xwe de dengekê mezin derxist, dewletên ji rastiyên civakê ditirsin (Tirkiya ji li tev e) destûr nedan ku ev fîlm were pêşandan. Ev fîlm li ser şerê Vîetnamê hatiye kêşandin. Yên ku Stanley Kubrîck nizanibin dê bêjin, ev fîlm jî, fîlmeke ji rêzê ye ku li ser buyerên şerê Vîetnamê hatiyê kêşandin. Ya din jî yên ku di li derdoran dibêjin “ax bila şerek derkeve û em biçinê” dê evê fîlmê wek fîlmeke rambo bihesibînin û biçin temaşe bikin. Lê rastî ne ev e.

Gelek fîlm li ser şerê Vîetnamê hatine kêşandin û di gelek fîlman de jî pesnên dagirkerî û zordariya Amêrîkayê hatine dayîn. Lê Kubrîck, darê xwe yê nexnegiriyê daye destê xwe û li hember vana rawestiye, wisa kiriye ku rastiyên cîhanê derkevin holê û hemû derewên dewletên dagirker werin perçiqandin.
Full Metal Jacket, mirov dikare bêje ji du beşan pêk tê. Beşa yekem amadehiya leşkeriyê, a duyem jî şerê Vietnamê ye. Di her du beşan de Kubrîck, di bin bandora leşkerî şer de li ser travmaya derûnî disekine. Ji şêr zêdetir li ser bandora şêr ya derûnî disekine. Her wiha Steven Speîlberg jî di fîlmê xwe ya bi navê “Hespê Şêr (War Horse)” de bandora şêr, bêwatebûyîna şêr û derûnîya wê ya li ser mirovan derdixe pêş. Di vî warî de Xelîl Dag jî di fîlmê bi navê “Bêrîtan(2006)” de li ser bandora şêr ya li ser derûniyê bi xwezayî disekine. Fîlmê Bêrîtan û Full Metal Jacket ji aliyê hin dîmen û buyeran ve dişibin hev.

Di Full Metal Jacketê de, beşa yekem de amadehiya leşkeriyê tê nîşankirin. Di zêdetir dewletên cîhanê de leşkerî wek “peywira mecbûrî” tê qebûlkirin, yanê ciwanan bi zorê dibin leşkeriyê. Hin kes jî leşkeriyê wek “peywira welatî” dibînin û bi coş diçin. Wek fîlmê de jî hatiyê pêşkêşkirin ku leşkerî ne tiştekî mirovî ye. Ji ber ku amadehiya şer tê kirin, ji ber ku tu nirx di tê de tune ye, ji ber ku hemû perwerdehî li dijî mirovahiyê ye. Di vê fîlmê de ev hemû tên pêşandan, di heman demê de leşker an xwe dikujin an jî hinekan dikujin û an jî ji aliyê hinekan ve tên kuştin, di dawiyê de derûnîya wan xerab dibe. Kubrîck bi taybetî evê mijarê derdixe pêş. Kubrîck dîsa tarza xwe derdixe pêş û di nava fîlmê de kesê ku rola yekem tê hesibandin ji holê radibe, lê rolê yeke ne ew e û fîlm didome. Ev jî tarzeke Kubrîck e ku xuya dike û ji gelek sînemageran re dibe mînak.

Di beşa duyem de, leşker diçin nava şêr, di vir de wek rolê yekem bi rojnamevanê leşker didome. Şerê Vîetnamê didome, leşkerên Amerîkayî kî dikeve pêşiya wan dikujin. Di vê beşê de zêdetir hêst û ramanên leşkeran derdikeve pêş û her wiha kuştin û mirin zêdetir derdikeve li hemberî temaşevanan. Leşkerê bi navê Joker, wek rojnemavanê artêşê, hem şer dike û hem jî rojnamevaniyê dike. Di dîmena ku li ser goreke komî ya gundiyên Vîetnamî de di navbera Joker û fermandarekî de hevpeyvîn çêdibe. Di singê Joker de nîşaneya aştiyê heye û li ser kumê di serê wî de jî nivîsa “ez ji bo kuştinê ji dayîk bûme (Born To Kill)” heye.
Hevpeyvîn wiha dest pê dike:

Fermandar: Ew nîşane çi ye?
Joker: Nîşaneya aştiyê ye, ezbenî.
Fermandar: Te ji ku derê anî?
Joker: Nizanim ezbenî.
Fermandar: Li ser kumê te çi dinivîse?
Joker: “Ez ji bo kuştinê ji dayîk bûme” ezbenî.
Fermandar: Li ser singê te “nîşaneya aştiyê” heye û li ser kumê te “Ez ji bo kuştinê ji dayîk bûme” heye. Tu bi min re henekan dikî gelo?
Joker: Nizanim ezbenî. (fermandar dîsa dipirse ji bo bersivdayînê, joker vê carê vedibêje)
Joker: Min xwest ku ji dubendiya giyana mirovan re ez şandiyekê bi rê bikim, ezbenî. Dubendiya di giyana mirovan de, ramanê Jûng.

Û bi vî awayî didome. Di vir de behsa ramanên Carl Gustav Jung tê kirin. Li gorî Jung, tiştên ji nirxan dûrtir, di bin sîya hin tiştên din de dikare were veşartin. Kubrîck jî ev rêbaza derûnasiyê baş û di cî de bikar anîye, wisa xuya dike ku ji aliyê derûnasiyê ve xwe pêşve biriye. Ev dîmena û bi taybetî ev peyama bandora şêr ya li ser derûniya mirovan baştir derketiye holê.

Di hin dîmenan de Joker wek rojnemavan tevdigere û bi leşkeran ve hevpeyvînan dike. Di van hevpeyvînan de, hin leşker nizanin ji bo çi şer dikin, hin leşker jî ramanên xwe bi tundî tînin ziman, hinek jî nijadperestî dipeyîvin. Kubrîck dîsa ev rastiya baştir daye xuyakirin û ji para temaşevanan jî re nêrîna rexnegiriyê dikeve.

Di dîmeneke şerê leşkerên di navbera Amerîkayî û Vîetnamî de, leşkereke jin wek gerîla bi tena serê xwe di nav avahiyên xerabûyî de bi leşkerên Amerîkayî re şerekê dijwar dike. Di dawî de birîndar dibe û gotina xwe ya dawî dibêje: “min bikujin!” Heman dîmen di fîlma Xelîl Dag ya bi navê “Bêrîtan” de jî heye. Bêrîtan jî di dawî de bi tena serê xwe şer dike û xwe nade destê dijmin û xwe dikuje. Her du derhêner dawiya fîlmên xwe, bi mirinê bikar tînin, para me temaşevanan re jî rexnekirin û xwerexnekirin dihêlin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse