`Şoreşek li Xerîbiyê“ beşdarî dû festîvalên Ewropa bû

0
96

Filmê dekomentarî “ Şoreşek li Xerîbiyê“ ji derhênana Heval Hemed, li dû festîvalên filmên Ewropa tên pêşandan.

Weha biryare, ev filme îro li 23 vê heyvê de, li festîvala Marîyanhemînen li welatê Fînlenda û di 27 vê heyvê de, li festîvala Lîndbîrg li welatê Almaniya werin pêşandan.

Filmê “Şoreşek li Xerîbiyê“ berhema sala 2011 ye, behsa jiyan û serpêhatiye wan jinên sovyetî dike kû di sala 1958 dike kû mil bi milê mêran vegeriyan Kurdistanê, weha li gel azarî û xweşiyên Kurdan de jiyan kirine, tevî hemû cûdabûnên ziman, çand, jiyanî û tore li gel gelê Kurd jiyan kirine.

Ev dekomentar, heta weke niha li çendîn festîvalên cûda de beşdar bûye û xelat jî wergirtiye, ji wan festîvala Kîrc li Okraniya, festîvala Talîn li Îstoniya, Fesîvala Varna li Bulgariya û li Tunis û Rûsiya herweha li çend festîvalên din de jî beşdar bûye.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse