Sirta La Gal Ba

0
13
REKLAM    

Shahram Alîdî, li Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.  Di biçûktiya xwe de têkiliyên xwe bi hunerê re daniye. Di demên pêş de ji aliyê wênexêziyê ve karên serkeftî kiriye, di salên dawî de piştî xwendina beşa sînemayê zêdetir bi sînemayê re eleqedar bûye. Derhênerê Kurd Shahram Alîdî, heta niha dozdeh kurtefîlmên serkeftî kêşandiye. Piştî kurtefîlman, fîlma bi navê “Sirta La Gal Ba(2009)” kêşandiye û ev dirêjefîlma wî ya yekemîn e.

Fîlma bi navê Sirta La Gal Ba, di gelek mîhrîcanên navneteweyî de hatiye pêşandan û di encama pêşandanan de, xelatên cur bi cur hatine wergirtin.

 

Ev fîlm li Başûrê Kurdistanê bi zaravayê Soranî yê Kurdî hatiye kêşandin. Navê wê bi zaravayê Kurmancî “Pistepista Bi Bayê Re” ye. Komkujiya bi navê Enfalê a ji aliyê dîktator Saddam Huseyîn ve li ser Kurdan hatiye kirin, di encamê de 180.000 Kurd hatine qetilkirin dibe mijara vê fîlmê. Ji aliyê vegotina mijarê ve fîlmeke dîrokî, metaforîk û nirxandineke civakî ye. Ev fîlm her çiqas di vegotina mijara komkujiya Enfalê de be, dîsa jî êş û jana Kurdan zû bi zû nayê vegotin, fîlm dê kêm bimînin, lorî dê kêm bimînin, şîn dê kêm bimînin, huner dê kêm bimîne. Beriya nirxandina fîlmê divê di derbarê komkujiya Enfalê de em çend hevokan rêz bikin, da ku fîlm baştir bê fêmkirin, nirxandin û şîrovekirin.

Sirta La Gal Ba

Di sala 1983’an de li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê komkujiyê dest pê kiriye. Ji aliyê dewleta Îraqê ve devê bendava bi navê Dokanê hatiye vekirin û bi hezaran Kurd di bin avê de mane û jiyana xwe ji dest dane. Dûre mêrên Barzaniyan hatin qetilkirin, bi hezaran gund, mizgeft, dêr û dibistan hatin xerabkirin û di encamê de 180.000 Kurd hatin qetilkirin. Jinên Barzaniyan bî man, ji komkujiyê vir ve şînê dikin û her tim kincên reş li xwe dikin. Niha jî di vê herêmê de dewat-dîlan nayên kirin, ajal nayên kuştin, her wiha nêçîra ajalan qedexe ye. Di salên dawî de ji aliyê  dewleta Başûrê Kurdistanê ve bi sedan cinyaz  hatin dîtin û lê negihîştin bi hezaran cinyazên din. Agahiyên goran wek sir ê dewletê hate dîtin û nehatin aşkerekirin, jinên Kurd her roja çarşemê diçin ser goran û bi rasthatî her yek li ser gorekê dilorîne.  

 

Fîlm bi rexneyeke civakî dest pê dike. Nameber di xeweke giran de ye û dûre çay tê dagirtin. Dîmena ketina xewê cend carên din jî dê derkeve li hemberî me. Ev xew an jî xilmaşbûyîn, bêdengiya gelê Kurd ya li hemberî êrîşên komkujî ku li serê wan tê kirin e. Rexneyeke rast di vir de hatiye kirin, ji ber ku gelê Kurd, di xew de ye û bê deng dimîne. Her çiqas ji aliyê ji xewê şiyarbûnê de hewldanên mezin hebin jî, rastî ew e ku xewarî hê jî didome. Divê ev mijar ji aliyê hemû Kurdan ve baş bê nirxandin. Divê em ji bo hişyarî û hişmendiyê li benda kuştin û tunekirina xwe nesekinin!

WhisperWiththeWind03

Li Başûrê Kurdistanê nameberek heye, bi teyîba xwe dengê gel qeyd dike wek peyam digerîne û dide xwediyê wan. Nameber di rê de rastî jinekê tê. Di destê wan de kêlikên goran heye. Her çiqas jin di serî de bi nameber ve nexwaze biaxive jî çend gotinên bi sekn û xwebawer tîne ziman. Dewleta Îraqê ji ber sedema di binê goran de petrol heye, hemû gor xerab kirine. Ev şêwazeke dij mirovahiyê ye. Tu di welatê xwe de tê kuştin û cihê gora te bile tuneye!  

 

Yek ji taybetiyên vê fîlmê bikaranîna muzîkê ye. Di sinemayê de rola deng bê guman nayê niqaşkirin. Derhênerê kurd Shahram Alîdî ev yeka baş bikar aniye. Mijara fîlmê her çiqas li herêmekî qewimîbe jî, ji aliyê dîmen û metaforan ve fîlmeke neteweyî ye. Muzîkên ku hatine bikaranîn, ji çar parçeyên Kurdistanê hatine wergirtin. 

Sirta La Gal Ba

 

Di hin dîmenan de pûrta kevokan  hatiye bikaranîn. Pûrteke kevokan li ser çiqên daran derdikeve li hemberî me temaşevanan. Kevok di bingeha xwe de nişaneya aştiyê ye. Lê li Kurdistanê şerekî dijwar heye, rastiya mirovahiyê, rastiya civakê hatiye binpêkirin û bêwatekirin. Her wiha wateya aştiyê jî nemaye, wek pûrta kevokan li derdoran belavbûye û ew jî hatiye binpêkirin.

 

Di vê fîlmê de li gorî demê jî mijar hatine nirxandin. Wek di dîmenekê de nameber diçe cem zarokan, zarok bi goga lingan dileyîzin û fikr, rêman û xeyalên xwe didin qeydkirin. Nameber dîsa diçe heman cihê lê vê carê bayekê ziwa, dest û piyên zarokan ên di bin erdê de û goga teqiyayî dibîne.  Di vir de em wek temaşevan du jiyana dibînin yek jiyana li ser erdê, yek jî di bin erdê û pistepista bayekê hişk.

 

Di dîmena ku jin bi cil û bergên reş tên goristanê dîmeneke hêja ye. Sekna jinan sekneke dîrokî ye, giriyên wan nayên, tîk û bi bawer, êş û jana xwe di dilê xwe de dijîn. Jinan bi rasthatî kevir dane ser hev û keloşk çêkirine, her yek qala windayên xwe dike û li ber keloşkekî radiweste. 

WhisperWiththeWind01

Dîmenek li êvarê li ber ronahiya heyvê ba tê, Fatma Îsa ya nemir dilorîne, keloşk ji ber bayê yek û yek xerab dibin. Ev dîmeneke balkêş e, di vir de rastiya “bêxwedîbûyîn, xerabûyîn û tunebûyîn e” derdikeve pêş. Her wiha fîlma Angelopoulos ya bi navê “Mêrga Digirî” de tayê kazaxekî hêdî hêdî vedireşe û winda dibe.  Di vir de jî heman mijar hatiye vegotin û rexnekirin, wek tunebûyîna hestên mirovahiyê.  

 

Di fîlmê de piştî bûyerên xerab jineke(dayîka Mam Baldar ê nameber) por spî bi çavên xwe yên bi hêsir û nêrîna xwe ya kûr derdikeve li hemberî me temaşevanan. Di vê dîmenê de rastiyeke civaka Kurd derketiye pêş, wek êş û janan zêdetir jin û dayîkên Kurd dijîn.

 

Di dîmena ku jinek ku li pişt çadirê çîroka gilgamêş vedibêje de çanda kurdan ya çîrokvegotinê derdikeve li hemberî me. Jin, mêr, keç, xort, zarok, kal û pîr hemû çîrokê gûhdar dikin. Belavkirina îskanên çay, bi peyvên çîrokê rîtîmeke xwezayî derdixe pêş. Ji aliyê dîmengeriyê ve şêwazeke hêja,mijar ji giştî ber bi hûrgiliyan ve û ji hûrgiliyan ber bi giştiyê ve li ber çavên me re derbas dibe.

 

Dîmena ji darekê ve bidarvekirina radyoyan metaforeke bi hêz e. Gel bi saya radyoyan ji hev hayîdar dibe û her wiha zêdetir radyoya pêşmergeyan tê guhdarkirin. Di wê demê de agahiya di nabera gel û pêşmergeyan bi radyoyan pêk dihat. Ev darvekirina radyoyan, wek bidarvekirin, qutkirin û kerkirina dengê gelê kurd e. Her wiha derhênerê navdar Angelopoulos jî bi vê şêwazê wek metafor,  pezan bikar aniye. Di herdu dîmenan de jî peyam û rexneyên civakî hene. 

WhisperWiththeWind07 1

Dîmena ku bi dengên zarokan em sîrûda welat dibihêzin, peyama netewbûyînê derdixe pêş. Ev jî xuya dike ku her çiqas dê û bav, xwîşk û bira bên kuştin jî, zarokên kurd dê li xwe xwedî derkevin, bi kurdawerî tevbigerin û têkoşînê zêdetir pêş bixin. 

 

 

Di dîmena dawî de bikaranîna dengê bebika nû ji dayîkbûyî, baweriyekê dide gelê kurd. Ev jî wek mizginiyek e ku jiyaneke bê êş û kul bê jiyîn, an jî wek nûbûyînek e ku gelê kurd ji xewa xwe ya giran rabe û li hemberî desthilatdar û kujeran têbikoşe.

WhisperWiththeWind08

 

Wek me di destpêkê de jî gotibû, derhêner kurd Shahram Alîdî, ji bi dehan komkujiyên li serê kurdan hatine kirin, yekê vebêje. Her çiqas di vê fîlmê de amûr û teknîkên dewlemend nehatibin bikaranîn jî, ji aliyê dîmengeriyê, vegotina mijaran, bikaranîna dengan,  dîyalogan  û nîşandana îxanetê ve fîlmeke serkeftî ye. Xebatên çandî û hunerî û yên bi nirx, zêdetir ji Rojhilata Kurdistanê derdikevin. Qedr û keda wan li ser serê me û li ser çavên me ye. Em hêvî dikin ku her sê parçeyên din jî bî vî rengî tevgerin û biafirînin.

Temaşe Bike

sirta la gal ba afiş

 

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse