Sînemaya Sêyemîn..!

0
32
REKLAM    

Li hember Birdoziyên Fermî, Dîroka Derewkar û Sînemaya Xapînok Hişyarbûneke Giyanî; Sînemaya Sêyemîn..!

“Pêwîste em, vê jiyana karîkatorî, sexte û îmîte nepejirînin. Tiştê mirovahî ji me dixwaze û li bendê sekiniye, ji karîkator û zarveyan (teqlîd) zêdetir û wirdatir e!” Frantz Fanon

Peyvek pir kevn heye ku ji berêde tê gotin, “Dîrok ji hêla serdastan ve hatiye nivisandin.” Mixabîn ev peyv çikas me biêşîne û bibecîne jî rast e. Mirov gava berê rûyê xwe dide paşerojê û kûr û dûr dirame ew gav pê derdixe ku dîroka serdestan weke bircên kelehekê bilind bûye û gihîştiye asîmana! Bi xwedê re ketine pêşbirkê û xwe kêmî xwedê nedîtine serdestên zilimkar. Li gor bîr, bawerî, feraset û hişmendiyên xwe dîrokekê nivisandine. Dîrokeka ku tenê qala qral û împeretoran dike nivisandine. Rastî, dilpakî û heqîqetê xeniqandine di rûbarên xwînê de. Dîrokeka çewt, xelet û tije derew û sextekarî neqişandine li ser papîrûsan û heta îro bi me dane xwandin. Lewma gerdûn di destê wan de bû pêlîstok û jiyan li mirovahiyê heram bû…Kuştin, talan, îmha, înkar, bişaftin, mişextî, qirkirin, tunekirin, kirêtî, dirûtî, bêrûmetî..hwd. tu car kêm nebû ji ser rûyê erdê!

Mirov li hember vê dîroka sexte û derewkar bi hêrs dibe û dixwaze dengekî derxe ango qîr bike û qirika xwe biqetîne!

Mirovahî bi derewên wan gêj û sermest bû! Rastiya mirovahiyê bi jahriyeke tahl û tûj hate tunekirin! Ew roj û îro ye mirovahî xwe rizgar nekiriye û rastiya xwe ji nav lepên wan dernexistiye! Her ku mirovahî xwastiye were ser hişê xwe û rastiyê bi dest bixe, derb li ser derbê xwariye û têk çûye. Tarûmar bûye, hilweşiya ye û pelişiye hatiye xwarê! Lê belê, li hemberî ewqas helwestên tund û têkçûyînan, dîsa jî di her demê de mirov serî rakirine û li ber xwe dane. Hê jî didin û wisa dixweye ku wê her tim jî têbikoşin û serî li ber wan xwar nekin. Bedel çi dibe bila bibe…!

Helbestvanê Alman’î Holderlîn wiha dibêje, “Dîrok diyalog e” Lê sed mixabîn kesên desthilatdar vê diyalogê birîne; mirovahî û dîrokê ji hev qetandine û navber ango valahiyek xistine nava wan! Nexwastine ku mirov li dîrokê vegerin û ji paşerojê ders bistînin. Kesên desthilatdar her tim xwastine ku mirov, paşerojê ji bîr bikin û tenê li pêşiya xwe birênin. Ji bo tiştên hatine qewimandin jîbîrbikin, tiştê ji destê wan hatiye kirine û hemû derfetan bikaranîne. Aha! Têkoşîna mirovan her tim paşve hanîna vê diyalogê ye…Lewra, jibîrkirin li mirovahiyê ixaneteka mezin bû! Jiyan bi vê diyalogê pêkan bû wekî din wê her tim tevlîheviyek hebûya.

Ji xwe serdest nedixwastin ku dîrok her tim tevlîhev û şêlû be? Qet û qet neyê fêhmkirin!

Mijara min ya sereke her çikas ne dîrok be jî, tiştên ku ez ê li ser bisekinim bi dîrokê ve rasterast girêdayîne û ji dîrokê nayê qetandin. Lewra li gor min tu formên hunerê û berhemên hunerî ji rewşa civakî, siyasî û aborî azad nîn in û têkiliyên xurt di navbera wan de hene. Her wiha bandor ji hev digrin û hevdu ji nêzde eleqedar dikin. Huner jî li gor şert û mercên civakê têşe digre û wisa gur dibe. Ji ber vê yekê jî hewcedarî pê heye ku, mirov beriya li ser hunerê biaxive, bi hinek hêl û taybetmendiyên jiyana wê demê zanibe û hunerê li gor van rêgezan şîrove ango rexne bike.

Her berhem zaroka dema xwe ye, ji geşedan û tevgera dema xwe şîr vexwariye û pê mezin bûye. Hema bibêje ji bo hunerê ev rewş her tim derbasdare. Ger jiyan bi xwe polîtîk be, ew gav hemû tiştên ku mirov diafirînin bi polîtikayê ve têkildar in! Hebûn, bûyîn, feraset, raman û hişmendiya ku bi mirovan re çêdibe perçeyek çand û dîrokê ye. Lewma jî  beriya em derbasî Sînemaya Sêyemîn bibin pêwîste em rewşa wê demê ya çandî, polîtîk, civakî û aborî baş fêhm bikin û bidin zanîn. Li ser şert û mercên wê demê hûr bibin û lêkolînek xurt bikin. Çewa ku tê zanîn dîrok her tim pêşda naçe, carna disekine di ciyê xwe de û carna jî paşve vedigere. Pêwîste em dîrokê li ser van bingehan binirxînin da ku dîroka me jî nebe weke ya serdestan!

Sînemaya Sêyemîn çi ye? Kêngî derket holê? Çima û bi kîjan armancê derket holê? Bingeha Sînemaya Sêyemîn li ser çi hate avakirin? Kesên ku fikra Sînemaya Sêyemîn pêşda birin û xwastin hin tiştan biguherînin kî bûn? Çima hewcedarî bi pêngaveka wisa didîtin?

Sînemaya Sêyemîn zelalkirina dîrokê ye. Sînemaya Sêyemîn awêneya azadî û rizgariya hunera sînemayê ye ku di destê hin kesan de riziyaye û bûye amûrek kêf, coş û şahiyê! Sînemaya Sêyemîn hişyarbûna mirovên (temaşevan) peltek e ku li ber perdeyên sînemayê di ronahiya fîlm de, di xewra çûne! Sînemaya Sêyemîn çirûskeka zêrîne ku tarîtiya giyana mirov bi baweriyek bilind ronahî dike. Sînemaya Sêyemîn çalekiyeke û mirov ji nûve dide fikirandin. Sînemaya Sêyemîn li hember sînemaya serdest şoreşek giyanî, çandî, birdozî û zanistiye.

Beriya Sînemaya Sêyemîn derkeve holê rewşa sînemayê û rewşa polîtik çewa bû?

Piştî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn li gelek welatan têkoşîn dest pê kir û gel rabûn ser piyan. Zilma dîktatoran her çikas diçû zêde dibû û hemû nîrx dihatin binpê kirin. Wehşeta qepîtalîzmê tu qîmet ji jiyanê re nehiştibû. Tu nirxa mirov û mirovahiyê tunebû li ber çavên wan, her tiştî dişewitandin û talan dikirin. Azadî ketibû xeterê û tu fikrên cûda nedihatin pejirandin. Ew dîktator tenê mirovên yekalî dixwastin. Kesên piralî û cûda difikirîn ji bo wan tehdîtek mezin bû! Kesên weke Hîtler, Stalîn, Franco, Musollînî, Pînhocet û Salazar ji hunermendan aciz bûn û wan tehdît dikirin. An wan dikuştin an jî wan dişandin mişextiyê û ji gel dûr dixistin. Yek ji wan kesan jî W. Benjamîn bû ku ji ber çavsoriya Hîtler reviyabû û li sînorên Îspanya’yê jiyana xwe bi dawî kiribû. Benjamîn li hember hunera faşîst bertek nîşan dida û fikra wan ya ,”Bila huner be, dixwaze bila gerdûn bi helaqê re here!” rexne dikir û di cî da nedidît. Kesên deshilatdar bi hunereka xapînok nêzî gel dibûn. Li gor rastiyan tevnedigeriyan û jiyaneka derewîn derdixistin pêş. Di heman demê de kesên faşîst û dîktator, hemû cureyên hunerê jî xistibûn bin qontrola xwe, li gor dilê xwe û li gor zagonên xwe yên nijadperest hunerê weke propagandayekê bikar dianîtin. Ji bo propagandayê jî hunera herî pak û çalak sînema bû. Ew kes dikaribûn bi fîlman gerdûnê xera bikin û qet ne xema wan bû ji xwe! Dixwastin sînemayê jî bixin destê xwe û li gor birdoziyên fermî fîlman saz bikin û gel bixapînin. Sînema di destê wan de bûbû amûrek propagandayê û bi dek û dolaban gel di xew de dibirin da ku kes li hember wan dernekeve û bertek nîşanî wahşeta wan nede!

sinemaya seyemin copy

J. Paul Sartre, “Ew giyana we ya esîl û resen nijadperest e!”

Xapandina mezin jî derewa hemdemî û nujeniyê bû. Ev têgeh weke rûpûşekî (maske) bikar dihanîtin û gelek tiştên neyênî di bin vî rûpûşê de diveşartin! Di bin her gavên wan de hişmendiya mêtîngehkariyê hebû. Qaşo gelên bindest nizanibûn çewa tevbigerin û li gor mirovahiyê zahf paşde ketibûn! Diviyabû welatên hemdem dest biavêtana van civakên bindest ku riya xwe hunda kirine û nizanin çibikin!? Beriya her tiştî jî dixwastin ku jibîrkirinê bi wan bidin pejirandin. Gava ew paşerojê û qirqirinan jibîr bikirana, aha, ew gav karê walatên hemdem hêsantir dibû û vedana konê mêtîngehiyê rewa dihat xuyanê! Kesên serdest bi awakî civakî, polîtîk û aborî nûjeniyê weke hêzekê didîtin di destê xwe de. Dixwastin civakên bindest dev ji nirxên bav û kalên xwe berdin û qet wan neynin bîra xwe. Êrîşa mêtîngeran li hember bîr’a civakên bindest weke çalekiyekê bû û tunekirinê difîkand! Li gor wan pêşketin tunekirina nîrxan bû. Pêşeroja xwe jî bi xwînê, talanê kuştinê û wêrankirinê ava dikirin. Navenda modernîzmê Ewrûpa bû. J.P Sartre beredayî nedigot, “Ewrûpayî bi afirandina xulam û cenawiran bûn mirov. Ew giyana wan ya esîl û resen nijadperest e!”  Bi rastî jî têra xwe nijadperest bûn û xeynî fikr, raman û çanda xwe tu tiştekî qebûl nedikirin. Dilpakiya wan di hundirê xwe de hovîtiyeka har xwedî dikir, lê ew vî rûyê xwe bi kenên sexte diveşartin. Ewrûpa li ser xwîna mirovên mirî bingeha modernîzma xwe avêt û êdî, “şûr simbêlê wan nedibirî” çi dixwastin dikirin, çi di dilê wan de derbas dibû dixistin meriyetê. Mafê wan hebû! Têkoşiyabûn û bi serkeftî ji şer derketibûn! Êdî ew mirovên serbixwe û azad bûn…ên paşda mayî jî xulam an jî amûrek ji rêzê..! Bi kurtasî modernîzma wan tecawizê ser rûyê edê kiribû û bi vê helwesta kirêt pesnê xwe didan.

Osaman Sembene, ku ew jî sînemagerekî Sînemaya Sêyemîne, xelata Îngilîz’an ya Malbata Qraliyetê paşve vegerand, emperyalîzm û mêtîngehkariya wan wiha rexne kir, “Gava Îngilîz hatin welatê me di destê wan de Încîl û di destê me de jî axa me hebû. Çavên me girtin û me hînî diayan kirin. Gava me çavên xwe vekir, me dît ku di destê me de Încîl û di destê wan de jî axa me heye.” Emperyalîzm bi rengên çandê konê xwe li gelek welatan vedabû û bi fiêlên xerab gelên welatên dûr ji xwe re kiribû bindest. Bi ziman û ola xwe gel xapandin û bi zilmeka çandî li ser wan zordestiyê kirin. Emperyalîzma çandê xistibûn meriyetê û civakên bindest hêdî hêdî ji holê radikirin.

Li hinek welatan ev zilm nehate pejirandin û dest bi şerê çekdarî hate kirin û xwe li hember zilm û zordariya desthilatdaran parastin. Têkoşîna wan têkoşînek Antî-Emperyalîst bû. Wê demê li gelek welatan gel di lêgerînekê de bû û dixwastin hin tiştan biguherînin. Welatên ku têdikoşiyan û li berxe didan li dû azadî û rizgariyê bûn. Armanca wan ji bindestiyê xelasbûn û afirandineka civakeka nû bû. Kesên weke Franz Fanon, Fîdel Kastro, Che Guevera, Salvador Allande û Ho Chi Minh pêşengiyê ji gelê xwe re kirin û şoreşekê afirandin. Fikra sosyalîzmê di nav gel de belav kirin û ji bo jiyaneka bi rûmet dest bi serhildanan kirin. Li welatên weke Vîetnam, Kuba, Arjantîn, Şîlî, Cezayîr bi gel re hişyarbûnek çêbû. Gel ji bo serxwebûnê rabûbû ser piyan. Bi saya van tekoşînan bawerî û vînek xurt derkete holê. Çewa ku Martîn Luther Kîng jî digot, “Xeyaleka min heye” Li van welatan jî mirov ketibûn pey xeyalên xwe û armanca wan pêkanîna xeyalên wan bû…

Sînemaya Sêyemîn jî ji van tekoşînan hêz girt û ew jî ket pey xeyala xwe…Bi taybetî jî fikrên F. Fanon ji bo wan şopa felat û rizgariyê bû. Fanon wiha digot, “Pêwîste bîr û bawerî ji nûve hişyar bibin. Lazime ji girseyan re bê gotin ku her tişt di destê wan da ye. Giyan ji nûve werin afirandin û civak polîtîk bibe. Tûndî û bertekên hişk mirov bi ser hişê xwe de tîne. Pêwîste mirov pêdiviya kuştinê baş fêhm bike. Ji pasîfbûn û masumiyetê re cî tuneye!” Fanon dixwast mirov pê bihesin ku di rewşek xetere da ne. Diviyabû ji bo xelasiyê, mirovên azad û serhildêr derketana holê û qet netirsiyana. Li hember tûndiyê bi tundiyê bersiv dayîn ya herî baş û bi rûmet e! Serî tawandin û bêdeng mayîn pejirandina ketin û mirinê ye…Xeyalên Fanon jî ji bo pêşerojê hebûn û têkoşînekê dest pê kir. Fanon, agir bi kindirê bindestiyê xist û wiha diqîra, “Em ne mecbûrin rûyên xwe yên reşik bi rûpûşan biveşêrin.” Tadeya zaliman ya li ser wan, ji bo ku rengê wan reş bû, wan biçûk didît û nedixist ciyê mirovan! Fanon rûpûşan dadixist xwarê û li dû heqîqetê diçû. Rastî bi rûpûşan nedihatin veşartin. Wê heta kêngî bihatana veşartin? Sînemagerên ku ji van fikrên Fanon feyz girtin, li hember feleka xayîn serî rakirin û xwastin van fikrên wî bi sînemayê vebêjin.

Sermiyandarî (qapîtalîzm) dixwast kesên çalak pasîfîze bike û wan sist bike. Ji bo vê armanca xwe pêk bîne jî sînemayê bikar dianî. Ji berê de amûrên ragihandinê di destê dîktatoran de bûn. Kesên sermiyandar jî bi wan re tevdigeriyan. Amûrên ragihandinê hêzaka mezin bû, bi taybetî jî sînema! Li hember van fikrên sermiyandar weke helwestek li Başûrê Amerîka (Latîn-Amerîka) di sala 1960’an de, kesên bi navê Fernando Solanas, Octavîo Gettîno, Garcia Espînosa, Glauber Rocha û Tomas Guttîarrez Alea tovê sînemayeka nû avêtin û xwstin li ser fikrên sosyalîzmê Sînemaya Sêyemîn bi rêxistin bikin.

Li Welatên Sêyemîn ev fikr û ramanên sînemayê pêş ketin. Li gor birdoziya Marksîzmê dest bi xebatên sînemayê kirin. Wê demê li Başûrê Amerîka gel, ne di hêla çandî, ne di hêla aborî, ne di hêla civakî û ne jî di hêla polîtîk de azad û serbixwe bû. Gel çewisî bû û ji hev dûr ketibû û belavbû bû. Solanas û Gettîno fîlmekî bi navê “Demjimêra Firinên Sorkirî” kişandin û bi saya vî fîlmê vê fikra xwe bi awakî pratîk xwastin niqaş bikin, fikr û ramanên xwe tûjtir bikin. Fîlm bi beşan ji hev qetandibûn û bi pirsan di her beşê de tiştek dipirsîn û niqaşê pêşde dibirin. Ev fîlm bi şêwazeka belgefîlmê hate kişandin û ceribandinên nû bikaranîtin. Di fîlm de wiha dihate gotin, “Pergal bi tûndî nêzî me dibe û naxwaze mirov (kesên bindest) dîrokeka nû binivisînin. Dixwazin ku mirovahî her tim di nav êşê de bigevize û bêdeng bimîne. Pêwîste ber bi mirovên azad gav were avêtin. Ji bo vê jî berxwedan, çalakî û şoreş pêwîste. Bi pergalê ve girêdayîn mirin e! Weke nan û av lizime ku em şoreşa xwe bi serê xwe biafirînin. Li hember tundiya wan em ê jî bi tundî herin ser wan de.” Fîlm mirovan vedixwand qada tekoşîn û rizgariyê…Piştî kişandina vî fîlmê, ji kişandin, niqaşkirin, nîşandan û naveroka fîlm hinek encam derxistin û xwastin van encamên xwe bi niviskî bi raya gel re parve bikin. Herî dawî teoriyek saz kirin û manîfestoyek nivisandin. Navê manîfestoya wan, “Ber Bi Sînemaya Sêyemîn Ve” bû û ev manîfesto ji bo Sînemaya Sêyemîn bû bingehek. Nêrînên ku derketibûn holê balkêş bûn. Êdî ew fîlm weke qada polîtîkayê didîtin û xwe di vê qadê de ji nûve diafirandin. Bi saya fîlm û manîfestoyê cî û wextekî azad ji xwe re damezirandibûn. Wê ev qad bibûya warê hilberîniyên nipînû…Nêrîna wan ya li hemberî sînemayê wisa bû.

thirdreich467

Sînemaya Sêyemîn wê bi, şoreşgerî, polîtîk û milîtanî tevbigeriyaya û nêrînên sînemaya yekemîn (Hollywood, sînemaya yekdestî) rexne bikira û weke alternatîfekê li hember wan bibûya sînemaya rasteqîn! Li hember sînemaya xelet û çewt bibûya qadeka têkoşîn, azadî û rizgariyê. Sînemaya Sêyemîn pêvajoyek bû li gor wan û destpêka pêngaveka nû bû ji bo gelên bindest. Wê li gor rastiya civakê bi şêwazeka belgefîlman dest bi xebatê bikirana û zimanekî estetîk û bedew jî piştgo nekirana…Di heman demê de Sînemaya Sêyemîn wê xwe bi sînor nekiraya û çeperên xwe fireh bigirtaya. Ev sînema wê ji her mijarê re vekirîbûya û xwe di wextekî de asê nekiraya. Helbest, ceribandin, rapor, belavok, name û hwd. ji bo Sînemaya Sêyemîn dikaribûn bibûna mijar û weke fîlm werin kişandin. Solanas û Gettîno wiha digotin, “Tiştê ku Sînemaya Sêyemîn diyar dike, tenê cûre û nêzîkatiyek polîtîk nîn e. Sînemaya Sêyemîn têgîhiştin û fêhmkirina gerdûnê ye. Pêwîste mirov Sînemaya Sêyemîn bi nêzîkbûnek wisa binirxîne.”

Teshome Gabrîel wiha dibêje, “Mirov nikare Sînemaya Sêyemîn bi erdnîgariyê sînor bike. Beriya her tiştî ev sînema bi perspektîfeka sosyalîst tê nasîne û gere wisa were fêhmkirin.” Sînemaya Sêyemîn dibe ku li Welatên Sêyemîn derketibe pêş, lê li her derî dikare pêk were û fîlm bên kişandin. Ev jî nîşan dide ku asoyên Sînemaya Sêyemîn berfireh in û xwe teng nagre.

Her çikas bingeha Sînemaya Sêyemîn li Arjantîn hatibe avêtin jî, ev manîfesto ji zafek Welatên Sêyemîn re jî bûye mînak. Bêguman welatên ku di bin mêtîngehîyê de bûn him di hêla çandî him jî di hêla aboriyê de, di tengasiyê da bûn. Di bin zext û zordariyê de hatibûn çiwisandin. Li Afrîka jî li hember mêtîngehê qirêj deng bilind bûn û nerazîbûn hatin nîşandan. Lewra mêtîngeh li xwîna wan dimijiya û dixwast giyana wan di nav lepên xwe de bifetisîne û wan ji holê rake. Osman Sembene jî di bin fikrên F. Fanon da mabû û haya wî ji manîfestoya Solanas û Gettîno hebû. Sembene mirovekî muhalîf bû û hovîtiya mêtîngeran qebûl nedikir. Li welatê wî Senegal mêtînger pîkoliyê dikirin û civakê ji hemû nirxên gelêrî dûr xistibûn. Bi çand û zimanên xwe yên serdest civakê dipişaftin û di helandin. Rewşa Senegal Sembene zêde diêşand û dixwast ji birîna welatê xwe re bive derman. Pêşî bi helbestan û bi niviskariyê nêrînên xwe hanîbû ziman. Lê sembene lê rênî ku ev têr nake û civak hişyar nabe. Ew jî weke hemdemê xwe bi bandora hunera sînemayê baş dizanibû. Sembene biryar da ku rewşa Senegal bi sînemayê vebêje û gelê xwe hişyar bike. Sînema ji bo Sembene jî qadeka polîtîk bû û weke çalakiyekê li fîlman dirênî; çalekiyeka şoreşgerî û meşrû! Li gor wî sînema amûreka polîtîk bû. Sembene wiha digot, ” Ez di wê baweriyê da me kû ez ê karibim bi fîlmekî rastiya Senegal vebêjim û nîşan bidim.”

Sembene ji çavsoriya serdestan pir bi gazin bû. Wiha digot, “Mirov gava çê dibe bi rûmet tê dinyayê. Pêdiviya tu mirovî bi rûmeta ku qral û keybanû bidin tuneye!” Sembene zimanê serdestan jî red dikir û nedipejirand. Li dengbêjên welatê xwe, li Grîot’an guhdar dikir û di dengê wan de rastiya xwe didîdît. Weke berpirsyareka axlaqî bi zimanê xwe yê herêmî diaxivî û di fîlmê xwe de ev ziman bikar dianî. Fîlmên wî yê bi navê “Qîzika Reş” , “Xala” , ” Ceddo” Emîtaî” hişmendiya mêtîngeran baş radixin ber çavan û mirov didin fikrandin.

56-204460-chad4

Li Îtalya jî derhênerê komînist û ant-faşîst Gillo Pontecorvo dixwast fîlmekî li ser têkoşîna Cezayîr bikşîne. Piştî demekê fîlmê bi navê, “Şerê Cezayîr” kişand û ramanên Fanon bi dîmenan hûnand. Ev fîlm jî ji bo Sînemaya Sêyemîn mînakek balkêş e. Pontecorvo li hemberî zilma faşîzma li Îtalya têkoşiyabû û ne dûrî tokoşînên gel bû. Di wê demê de Fransa jî li ser Cezayîr zilmê dikir û Cezayîr bûbû mêtîngeha wan. Gelên Cezayîr ji azadiyê dûr ketitibûn, çand, ziman û hebûna wan nedihat pejirandin. Lê piştî demekê ev rewş nehate qebulkirin û nerazîbûn hatin nîşandan. Gel bi rêxistin bû û şerê çekdarî pêşda bir. Rêxistina FLN ji gel re pêşengiyê kir. Gerîlla li çiya û gel jî li kolanan ala serhildanê bilind kiribûn. Pontecorvo jî jî nêzda şopandibû van geşedanan. Piştî şoreşê ku Fransa ji Cezayîr vekişiya û wir terikand dest bi kişandina fîlm kir. Fîlmê “Şerê Cezayîr” dîrok û berxwedana gelê Cezayîr baş radixist ber çavan û weke rêzgirtinekê bû li ber têkoşîna wan. Di şexsiyeta Elî (lîstikvanê fîlm) de rastiya gel radixist ber çavan. Wê rê û rêbaz çibin? Wê ji kur were dest pê kirin? Rizgarî çewa pêkan e? Bersiva van pirsan tev di fîlm de hene. Serê pêşî Elî, mirovekî polîtîk nîn e, serseriyekî dera hanê ye!  Lê paşê dikeve hepsê û li wir xwe nas dike ango polîtîk dibe. Gava derdikeve jî tevlî rêxistinê dibe, têdikoşe û heta ku tê kuştinê. Beriya Elî bikeve hepsê di ciyekî de polîs didin ser wî û dixwazin wî zeft bikin. Wextê Elî bazdide li kolanê yek piyê xwe davêje ber û wî dixe erdê. Ev tevger, çelma kesên mêtîngehkar û serdestan e! Elî ji erdê radibe û serîkî li kesê ku piyê xwe avêtibû ber wî dide. Ev tundî û bersiv “tundiya” ku Fanon qala wê dikir bi xwe ye! Fanon wiha digot, “Tundî hêzeka wisaye ku mirov aram dike. Tundî mirov ji bêhîvîtî û bêçalekiyê rizgar dike. Kesê tundiyê bikar bîne bê tirs dibe, qîmetê dide xwe û rêzgirtina wî jê re çêdibe.”

Xeyalên Sînemagerên Sînemaya Sêyemîm pir mezin bûn. Ew baş dizanibûn ku ketine riyeke dijwar û diviyabû ku ew jî dijwar tevbigeriyana. Lê beriya xeyalên xwe pêk bînin lazim bû ew lîstikên sînemaya serdest tev derxin holê û sextekariya wan li rûyê wan bixin! Lewra kesên ku sînemaya serdest di destê xwe de digirtin û bi rêve dibirin li xeyalên wan îxanet kiribûn û sînemayê kiribûn amûreka pûç û riziyayî!

Sînemaya ku di yekdestî de hatibû dîlgiritin çavê gel û temaşevanan kor kiribû. Nedixwastin ku sînema şoreşeka zihnî û ramanî biafirîne. Ew bi fîlmên fêlbaz hiş û raman xeniqandibûn. Felsefe û bîr di tu fîlmî de tunebû, tenê ji bo jiyaneka rojane fîlm dihatin kişandin û dixwastin ku fîmên wan civakê dîl bigrin. Ji şûna rastiyê vebêjin û heqîqetan derxin ser rûyê erdê sînemayê kiribûn amûreka bişaftinê. Herî dawî jî sînemayê ji bo civak ji rastiyên xwe dûr bikeve, ji nirxên xwe re bive biyanî û tiştekî nexe lêpirsîne hate bikaranîn! Gava sînema hêj nû derket hunereka xwerû û saf bû lê mixabîn bi demê re ji wê safîtî û paqijiya xwe dûr ket û hate herimandin bi destên qirêj û gemar!

J.Luc Godard, “Di nav kelehê de em ketin faqê.”

15cp the hour of t 1053463g

“Her fîlm polîtîk e lê ne bi heman şêwazî” Kesên sermayedar jî li gor xwe xwedî polîtîkayekê bûn! Sînemaya yekdestî (Hollywood) li gor hişmendiya qapîtalîzmê tevdigeriya. Dîmen û têgehên sînemayê berevajî dikirin û di çarçoveya xapandinê de bikar dianîtin. Armanca wan ew bû ku rastiyan manîpule bikin û berê temaşevanan bidin aliyekê dinê. Sînema di destê hin şirket û kesên sermayedar de bû bû amûreka kêf û şahiyê. Fîlm, tenê ji bo xerîdariyê (tüketim) dihatin kişandin û di bin xizmeta birdoziya wan da bû. Sînema weke pîşesaziyekê hildidan dest û li gor berjewendiyên aborî dixebitandin. Mirov li ber fîlmên wan qet ne çalakbûn û tenê fîlm temaşe dikirin û di wê demê de hestên xwe dinepixandin û xwe vala dikirin. Bi temaşekirina fîlm mirov jî weke fîlm di destê wan de dibû tiştekî bêwate, bêqîmet û ji rêzê! Her wiha mirov bi dîrokeka çewt dixapandin û tenê mafê temaşekirinê, xwandinê û guhdarkirinê didan temaşevanan. Nidihiştin ku mirov bikevin nav tevgerekê û hin tiştan bixin lêpirsînê. Tenê temaşekirin (razan û pasîfbûn) besî wan bû û ji serê wan zêde bû! Zêdeyî vî tiştek ne rast bû!

Sînemaya Duyemîn weke bertekek li hemberî Sînemaya Yekemîn milê xwe hilda û bi zimanekî nipînû xwast hin tiştan biguherîne û bêtir li ser hunerê hûr bû. Her çikas weke alternatîfek derketibe holê jî bi demê re di nav pergalê de xitimî û di zafek ciyan de kete bin xizmeta pergalê û di sînorên ramanên wan de fîlm kişandin. Ev sînorên pergalê rê li ber wan digirt û nedixwast zêde pêşda herin. Ew jî zafek caran mecbûr diman ku ji rastiyan tawîz bidin. Ev yek jî dawiya wan dihanî û nikaribûn fikrên serdestan zêde rexne û deşîfre bikin. Sînemaya Duyemîn bi taybetî li Amerîka (derhênerên auter) Fransa û Îtalya pêş ket. Lê piştî demekê têra gotina hin rastiyan nekir û serxwebûna xwe bi dest nexistin. Li gor zagonên pîşesaziya sînemayê tevgeriyan û hevsarê xwe xistin destê desthilatdaran. Bêrîkirin û fikrên burjûva di fîlmên xwe de derdixistin pêş û ber bi nîhîlzmê ve diçûn. Ji xwe J.Luc Godard jî vê rewşê wiha hanîbû ziman, “Di nav kelehê de em ketin faqê.” Zafek sînemagerên Sînemaya Duyemîn ketibûn vê faqê mixabîn! Lê hinek jî li ber xwe dan û nexwastin zû bi zû bikevin vê faqê.

Sînemaya Yekemîn; sînemaya yekdestî, pîşesazî, bazirganî..Hollywood

Sînemaya Duyemîn; sînemaya ku li ser kesayetan û fikrên xweser pêşda çû. Derhênerên auter (afirîner)…Pêla Nû..Sînemaya Rasteqînî

Sînemaya Sêyemîn; Sînemagerên azad, serbixwe, wêrek, milîtan û şoreşger. Ev sînema bi awakî hevpar ango kolektîf tê meşandin. Bi çêkirin û temaşekirana van fîlman niqaş û rexne pêşde dikevin. Sînemayeka çalak. Başûrê Amerîka.

Mîke Wayne ku ew jî li ser Sînemaya Sêyemîn û polîtîk xebat meşandiye wiha dibêje, “Sînemaya Sêyemîn, bi awakî polîtîk li hemberî Sînemaya Yekemîn û Sînemaya Duyemîn e. Lê belê Sînemaya Sêyemîn bi armanceka ku wê, bi ziman û şêwazeka nû sînemayê ji nûve biafirîne tevnagere. Li hember vê yekê têkiliya Sînemaya Sêyemîn bi Sînemaya Yekemîn û Duyemîn re diyalektîk e. Ji şûna van sînemaya tenê red bike û pişta xwe bide wan, Sînemaya Yekemîn û Duyemîn vediguherîne.” Bêguman guherandin û veguherandina sînemayên din ji bo Sînemaya Sêyemîn avantajek û dewlemendiyek bû. Sînemaya Yekemîn û Duyemîn nexweş ketibû, diviyabû ji nexweşiyê rizgar bibe. Dermanê wê jî Sînemaya Sêyemîn bû. Bi mabestek wisa wê çêtir sînorên xwe û pîvanên xwe nas bikirana û li wê gorê bimeşiyana sînemagerên Sînemaya Sêyemîn. Armanca wan, afirandina sînema û temaşevanên aktîf û çalak bû. Sînemaya Sêyemîn li gor şert û mercên civakê riyekê ji xwe re ava dikir. Dixwast temaşevan jî bivin perçeyek fîlm û tevlî dîmena bivin; di bin dîmenan de neçewisin û nepelçiqin! Bi awakî pozîtîf û rexnegir î nêzî sînemayê dibû.

Donkîşotên Sînemayê Solanas û Gettîno; “Kamera, amûreka wisaye ku dîmenan weka çekê bikar tîne. Projektör, çek e û di her çirkê de 24 caran gule berdide.”

Solanas û Gettîno, ” Welatên emperyalîst, li welatên di bin mêtîngehiyê de pergalek ava kiribûn û bawer nedikirin ku wê hin kes rabin û li hemberî wan bertek nîşan bidin. Ew, bertek û êrîşeka bi vî rengî Donkîşatwarî didîtin.”

Li welatê wan Arjantîn gel di nav şer da bû û li hember mêtîngehiyê weke Donkîşot  têdikoşiyan û bi xwe bawer bûn. Solanas û Gettîno jî qet li benda encamê nesekinîn û negotin, “Bila şoreş bi dawî bive, paşê em ê dest bi kişandina fîlman bikin.” Ew wisa digotin, “Çima em jî bi kişandina fîlman şoreşekê neafirînin û nabin perçeyekî şoreşê?” Solanas û Gettîno Sînemaya Sêyemîn weke hîpotezekê didîtin û dixwastin her roj li ser niqaşê bikin û pêşde bixin. Ew, li hember bayê felekê dibeziyan û singa xwe weke Donkîşot vekiribûn û diçûn ser dijminên xwe. Kolektîf û demokratîk tevdigeriyan. Xwandekar, karker, hunermend, temaşevan her kes dikaribû di fîlmên wan de cî bigirta û fikrên xwe diyar bikira. Bi piştgiriya van kesan fîlmên xwe dikşandin. Ev komên sînemayê weke gerîlla tevdigeriyan û disîplîna gerîlla ji xwe re weke rêgezekî didîtin. Sînemaya wan ji fîlmên gerîlla re jî pêşengiyê dikir û hêz dida wan. Ji xwe di manîfestoya xwe de jî wiha digotin,”Di vî şerê dirêj de kamera, çeka me ye. Koma me rê û rêbazên gerîlla bikar tîne û ewlehiya xwe jî bi disîplîna gerîlla saz dike. Fîlmê em dikşînin fîlm-gerîlla ne.”

4 copy

Sînemaya Sêyemîn li dû sînemayeka radîkal e û xwedî ûtopyayên mezin e.

Sînemayên din, bi taybetî jî Sînemaya Yekemîn her tim dixwaze gengaşî û tevlîheviyek hebe li holê, ji lewra jî zêde vekirî tevnagere û hin tiştan di nav dîmenan (fîlm) de diveşêre û naxwaze em zû bi zû bivînin ango hîn bivin. Ew her tim li hember hînbûn û hişyarbûna me ye. Lê Sînemaya Sêyemîn mêrga guherîn û veguherînê ye. Hejandin û ricifandineke! Ji bo azadiya mirov rêbertî û pêşengiyê dike. Dixwaze di navbera me û fîlm de têkiliyek diyalektîk hebe. Me vedixwîne nava xwe û carna jî me disekinîne û ji xwe dûr dike. Vê yekê jî bi zanebûn dike û naxwaze em bêtevger bin. Me bi her awî dixe nav liv û lebatekê…

Sînemaya Sêyemîn çêtir naskirina pergal û lîstikên wê ye. Şerê pergal li ser gel dimeşîne, ku dixwaze wan bi modernîzma sermiyandarî jahrî bike, bi saya van fîlman çêtir tê fêhmkirin. Çavên kor vedibin û mêjûyên hatine şûştin ji nûve şîn dibin. Mirov bi temaşekirana van fîlman tê ser hişê xwe û bi cihêbûna xwe dihese. Cihêbûn mirov ber bi rizgariyê de kaş dike…Lewra gava bîr’a netewî geş bive azadî zîl dide li serê asoyan. Ev yek jî wan ditirsîne û pergal tu car naxwaze ku bîr’a netewî geş bive.

Bi temaşekirina fîlmên Sînemaya Sêyemîn, temaşevan ji asta ketî derdikevin û dikevin asteka dinê. Di her dîmenê de diricifin û ew bikin û nekin jî nikarin di xew re herin. Peyvek, hevokek, dîmenek, rastiyek û sekansek li hişê wan diheliqe û dikin û nakin nikarin jibîr bikin. Li ber sînemayê xew li mirov heram dibe, temaşevan jî kirdeye êdî ne tişt û obje ye! Mirov tiştên nû hîn dibin û asta wan ya bîrewarî bilind dibe.

Gava mirov ji sînemayê derdikevin bi vê guherandinê dixwazin derdora xwe jî veguherînin û xwe tevlî jiyanê dikin. Dixwazin bikevin rêyekê û bidin pey şopên baweriyê. Êdî ew di nav civakê de ne kesên ji rêzê ne. Di afirandina dîrokek nû de zindî û xurt in. Bi kurtasî temaşevan ji xeta hestiyariyê derdikevin û dikevin xeta hişmendiyê. Ev guherîn bi xwe jî ji bo temaşevan şoreşek nipînû ye.

501-260

Çewa ku Fanon jî dibêje, “Dîrok li benda me ye. Mirovahî li benda tiştên bi rûmet e!” Di nav dîrokê de rûmeta mirovahiyê hatiye hunda kirin. Mifte rûmetê bi gel re ya û bi têkoşînê tê standin. Bi nerazîbûn û bertekên sincî, polîtîk, wijdanî û çandî pêwîste mirov li hemberî dîroka derewkar ya ku goştê mirovan derxistiye bazarê derkeve û ji jiyaneka bêrûmet re bibêje, “NA!”

Bila kes nebêje wextê fikrên Fanon derbasbûne. Dibe ku Fanon beriya 50 salan van fikrên xwe wiha  hanîbe ziman, lê îro jî heman tişt derbasdar e. Dîrok hê jî tê herimandin û şêlû kirin, gelên bindest hêjî tên xapandin, mirov hê jî tên kuştin û welat hê jî tên wêrankirin! Emperyalîzma çandî û sermiyandariya nûjen bi zagon û metodên nû devên xwe weke gurên har vekirine û êrîşê hemû nîrxên mirovahiyê dikin. Jiyan û rûmet dîsa di xeterê da ye. Dagirker dîsa tecawizê ser rûyê erdê dikin. Çavsorî dîsa di meriyetê da ye. Ramanên pûç û riziyayî dîsa li holê ne. Li gelek ciyan civak ne azad e. Kesayet tune tên hesibandin. Kesên ku dengê xwe bilind dikin an tên kuştinê an jî tên girtinê!

Înca mirov çewa dikare bibêje wextê fikrên Fanon derbas bûne!? Fanon hêjî pêşiya me weke findeka serhildêr ronî dike. Azadî di şewqa vê findê da ye!

Gelo mirov bi ziman, estetîk û sînemayek nû dikare bibe bersiv an na?

Wext derbas dibe diçe…Mirovahî ji me kesayetên azad, hunerek şoreşger û hişyarbûnek giyanî dixwaze. Dîrok rûpelên nû û vala ji paşila xwe derxistiye û dirêjî me kiriye. Bi pênûs, çek ango kameraya xwe em ê karibîn van rûpelan dagirin?

Wisa dixweye ku di vê sedsalê de jî , hewcedarî bi mirovên ku bibêjin “Non Serviam”* ango “Homo însurrectus”** heye!

Ji bo dîrok me têkçûyî nehesibîne; pirsa dawîn, “Em ê çibkin?”

Çavkanî:

Mike Wayne, Fîlm Polîtik-Diyalektîka Sînemaya Sêyemîn, Weşanên Yordam, Stenbol,  2009

Battal Odabaş, Sînemaya Sêyemîn, Waşanên Agora, Stenbol,  2013

Frantz Fanon, Kesên Bi Lanet Yên Ser Rûyê Erdê, Weşanên Versus, Stenbol,  2007

Fernando Solanas û Octavio Gettîno, Ber Bi Sînemaya Sêyemîn Ve, Sînemasal, Hejmar  10

*Ez ê serî netewînim..Ez ê nekevim bin xizmeta te.

**Mirovê ku serî rakiriye û bi ser hişê xwe de hatiye.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse