Sînemaya Rastîn Sînemaya Li Çiyayan e

0
13
REKLAM    

Şehîd Xelîl Dag (Xelîl Uysal) ji bo huner û hunermendiyê sekn û kesayetiyeke bi mînak e.

Şopandina cihê piyê wî yê ku dildarê çanda kurd, erdnîgarî, gel û gerîlayên wî ye di hunermendên kurd de rê û rêzanek e. Xwedîderketina li mîrateya wî di heman demê de xwedîderketina li huner û hunermendiyê ye. Riya me bi Huseyînê ku di fîlma derhenêr Xelîl Dag ‘Berîtan’ de dilîst bi hev re li ser şiveriyeke gihîşt hev. Rasthatina Huseyîn bi min re kelecaneke mezin çêkir. Li ser piyan piştî sohbeteke kurt, got ku ji bo ew ji yekîneya xwe dûr nekeve divê bikeve rê. Min jî da pey wî. Dema gihîşt yekîneya xwe wekî ku ji çemê Lolanê derketibe xwêdan ji ser canê wî kişiya û di destpêkê de li ser sifreyê rûnişt. Bêyî ku haya wî hebe min lê mêze kir. Tu dibêjî qey di çavên wî de sûretên Bêrîtanê û Xelîl hebûn. Mirov dibêje qey dê niha ji aliyek ve Xelîl were û ji aliyek ve jî Bêrîtan bi rûyê xwe yê biken were û jê re bibêje: “Xalo dîsa pîlê kamerayê qediya?” Bi bîranîna wan re xemgîniyeke giran li ser sifrê çêbû.

STUDYOYA XELÎL DAG

‘Huseyînê ku di fîlmê Bêrîtan de min ew nas dikir gerîla Mehmet Emîn Harûn bi kelecaneke mezin ji nişkava ji ser sifreyê rabû ser piyan û got: “Serê sibehê gelek xebat heye. Ez diçim ku rakevim.” Min nizanibû ka xebat çi ye û min dixwest ku ez bipirsim. Bi têrêjên serê sibehê re, bi kelecana gerîla Mehmet Emîn Harûn ez şiyar bûm. Dema ku min ew dît kevirên giran datanî ser piştê xwe. Bi derbên çakuçê keviran dûz dikir û wan datanî ser hev. Min bi awirên xwe pirsî ‘Tu çi dikî heval?’ Wî jî diyar ku ew Studyoya Sînemaya Xelîl Dag ava dike û bi kelecaneke mezin jî anî ziman ku ew ê di nava du hefteyan de kurdeleya studyoyê jêbikin.
Di vê studyoyê de dê fîlm bên sererastkirin, zêdekirin, bidengkirin, muzîk û montajên wan dê bên kirin. Dê bingeha hemû fîlman li vê derê bên amadekirin. Ji bo wan sînema, mijara berxwedêriyê ye. Ne tenê bi naverokê û pêvajoya hilberînê… Mirovên ku her dem di bin tehdîda bombeyan de dijîn, ji bo ku amûrên xwe yên kişandina sînemayê biparêzin kedeke pir mezin didin. Di nava studyoyê de ji bo parastina amûrên teknîkî tunelek ku dikeve bin çiya hatiye kolandin. Gerîla Emîn dema tunelê nîşan dide dikene û wiha dibêje: “Çiqas bombeyên giran biavêjin jî dê bi amûrên me yên sînemayê tu tiştek nebe.” Bifikirin, derhenêrekî ji ber bombebaranê kameraya xwe diparêze û sînemayê çêdike… Hema ji bo demekê mirovên ku li çiya di bin tehdîda bombeyan de bi coş û baweriyeke mezin tiştan hildiberînin û kesên ku di nava bajaran de her derfetê wan heye û tişteke hilnaberînin bînin cem hev.

SÎNEMAYA LI ÇIYA

Em bi gerîla Emîn re der barê sînemaya gerîla û hunera li çiya de dikevin sohbetê. Mehmet Emîn Harûn di sala 1992’yan tevli refên gerîlayan dibe. Piştî demeke dirêj ku li qada Botanê şer dike di sala 2000’î de li çiya bi xebataên çand û hunerê re mijûl dibe. Di wê demê de di sala 2002’yan de di fîlmê derhenêr Xelîl Dag ‘Bêrîtan’ de rola Huseyîn dilîze. Ji wê demê heta niha sînema dev ji Emîn bernade. Gerîla Emîn li ber destên Xelîl Dag fêrî kiteyên teknîkê dibe. Dîsa di fîlmê ‘Tîrêj’ ê ku derhenêriya wî Xelîl Dag kiribû de jî rola sereke dilîze. Emîn diyar kir ku di destê wan de senaryoyên gelek fîlman hene û ji bo ew bikin fîlm jî amadekariyên wan didomin. Mirovên ku wateya herî bi wate ya azadiyê dijîn di hunerê de jî azadiyê derdixin holê. Gerîla Emîn bi coşeke mezin ev yek wiha dibêje: “Taybetiya herî mezin a fîlmên ku gerîla dinivîsîn, derhenêriya wê dikin û tê de rol dilîzin ew e ku wekî sînemayên din tu gumaneke ji xwe re çênakin. Bazara, gîşe, reklam û populîzm… Van yekan ji çiyayan dûr in. Li pişt me tabela tune ne, cîhana reklamê tune ye; lê tişteke din jî ya ku ji bo fîlman herî sereke butçeyeke tê veqetandin, pirsgirêkeke wiha jî tune ye. Ji ber ku her kes bi dildarî tevdigere. (Bi keneke) Jixwe pirsgirêkeke korsanî ya me qet û qet tune ye. Tişta herî girîng jî ew e ku em bi awayeke azad difikirin, dilîzin û diafirînin. Bi rasterast di nava çanda gel de ne û vê çandê jî dîsa rasterast bi wan re parve dikin. Heta niha sînemaya çiya kesên ku ji çiya dûr bûn çêdikirin; em vê yekê bi xwe li çiya dijîn û çêdikin. Ev tişteke yekemîn e. Çiya tişta herî tazî ya rastiya kurd e û em jî di nava vê rastiyê de ne.
Gerîla Emîn bandora modernîteya kapîtalîst a li ser huner û hunermendiyê jî rexne dike û diyar dike ku divê mirov çand û hunera gel derbixe holê û wiha dibêje: “Ji bilî qîmeta bazarê divê veguherandina zîhnî ya nirxên gel bê afirandin, lê belê afirandin û jiyandina vê yekê jî gelek zehmet e.”
Me bi gerîla Emîn re der barê kesên ku hunerê, bi tarzeke takekesî û populîstiyê bi kar tînin jî axivîn û der barê vê yekê de gerîla Emîn ev tişt gotin: “Divê hunermend her tim di parastina hunera kurd a ku di bin tehdîda qirkirinê de ye be. Hunera kurd tenê bi kurdî strangotin nîn e. Wekî mînak şano dibe. Bi taybetî jî li Ewropayê zêde xebatên şanoyê nayên kirin. Wekî ku ez dizanim gelek derfet li Ewropayê ji bo vê yekê hene. Çima sînerjiyeke nayê afirandin? Tenê li ser hunera kurd li pey rantê ne.”

‘JI ÇANDA KURD DÛR IN’

Gerîla Emîn hin fîlmên ku di kategaroya sînemaya kurd de tên nirxandin jî rexne dike û ev yek dibêje: “Gelek beşên van fîlman ji çand û hunera kurd dûr in. Hêj sînemaya kurd di pêvajoya çapilûkê de ye. Ger huner û henermendî di rê û rêzanekê de li cem hev nîn bin, dê ev qad veguhere qade mêtingehiyê. Ev jî ji bo çand û hunera kurd dê bibe windahiyek. Em li hemberî hunera ku pergala kapîtalîst difarîne ne. Ger gerîla alî be û hunera wî jî alî be ji bo vê yekê bersiva me ev e; erê em alî ne. Ji bo nirx û çanda kurd a ku di bin qirkirinê de ye parastina wî û pêşxistina wî alî ne.”
Herî dawî dîsa em sohbeta xwe tînin ser Xelîl Dag. Dema em di aliyê sînemaya kurd de diaxivin bîranînên wî tên bîra me. Gerîla Emîn diyar kir ku xebatmeşandina bi Xelîl Dag re ji bo wî rûmeteke mezin e. Gerîla Emîn da zanîn ku Xelîl Dag ji bo wê tenê ne derhenêrek e ji bilî derhenêreke rêhevalekî rast û baş e. Gerîla Emîn der barê girêdayîna Xelîl Dag a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgerê re jî axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxwaza herî sereke ya Xelîl Dag ew bû ku sînemaya kurd bi awayeke rast, objektîf, şoreşger û kolektîf bê pêşxistin. Wisa dijiya û wisa jî hîn kir. Niha jî bi navê wî ji bo avakirina studyoya sînemayê em dixebitin. Dema ez keviran dişkînim tu dibêjî qey dê niha Xelîl Dag were û ji min re bêje; “Emîn hêdî lêxe, keviran neêşîne.” Sohbeta me ya bi gerîla Emîn re bi banga nobedarekî gerîla ya ji bo xwarinê qut bû. Gerîla Emîn piştê wî bangê ji min re got; “Heval tu biçe noşîcan be ji te re.” Emîn bi kêfxweşyek mezin dîsa dest bi xebata avakirina studyoyê kir. Dema ez li ser sifreyê rûniştim min ji hevalekî gerîla pirsî ka çima Emîn nayê xwarin naxwe, ew heval ev bersiv da: “Îro ji bo te du saetên xwe veqetand ji bo wan du saetan telafî bike bênavber dixebite. Piştî vê bersivê ez fam dikim ku ji nîşandana rêzdariya ji bo keda gerîla Emîn pê ve tiştek  nayê ji destên me.”

 

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse