Sînemaya Rastî; Jiyana Rastî

0
15
REKLAM    

We Di Semta Xwe De Behsa Zarokên Semta Din Nekirin

Bi navbeynkariya televîzyonê filmên ku mirov bi hesanî dikare bigihêjiyê, derveyî dîroka rastî, rewşa mirovahî ya rastî ku tê jiyan kirin derveyî qehremanê xwe ê rastî pêşkêşî siframe tên kirin.

Pergal ji bo xwe bi gel re bidin qebûlkirin, zanist û dîrokê ji bo xwe bikarbînin, helandina çand û ziman li ser gelan pêk bînin çand û hûner, bi taybet di nava çand û huner de jî sînema bikartînin. Ma gelo ji ber sînema?

Di roja me de ku em bifikirin hemû kar û xebat li ser sînema tê kirin wê ev armanca pergalê jî were fêhm kirin. Bê gûman encama herî rêya kin ku pergal bikaribe xwe bigihîne armanca xwe rêya dîtbarî di nava dîtbarî de jî sînemaye.  Dîtbarî di bingeha zanebûna însan de tê bicihkirin. Ev rastî ji aliyê psîkologan ve hatiye piştraskirin. Beramberî vê ger em li ser rastiya rojhilata navîn bi ponijin, mînakek wusan wê me gelek ronahî bike.

Însanekî westayî yê ji karê rojane hatiye mala xwe, ji bo vehese bi taybet ji bo hêrsa xwe ya rojane vala bike wê bixwaze tiştekî temaşe bike. Ji ber di wê kêliyê de xwendin an jî mijûlbûneke din nikare bifikire. Ji ber vê wê bixwaze an filmekî an jî hema çi hebe temaşe bike. Ev mînakek herî hêsan bû. Lê gelo ma tenê ev mînak heye?

Bi navbeynkariya televîzyonê filmên ku mirov bi hesanî dikare bigihêjiyê, derveyî dîroka rastî, rewşa mirovahî ya rastî ku tê jiyan kirin derveyî qehremanê xwe ê rastî pêşkêşî siframe tên kirin.  Di wan filman de cewhera çîrokê tê wendakirin, helwest û armancên pêrgalê tên pêşkêş kirin.  Em jî, ji wê sifra ku ji me re tê pêşkêş kirin biqasî asta fêhmkirina xwe para xwe, nesîbê xwe jê digirin.  Dibe ku di vê derbarê de em gotina Franz Fanon ji bo xwe ya ku gotiye “ey bedena min, min bike însanekî ku hertim xwe lêdipirsîne” dikarin bikin weke duayekî û bikarbînin.  Lê belê ka em li hin aliyan mêze bikin.  Kesayetekî ku neketiya ferqa xwe, her tim fêrbûya tiştên pêşiya xwe bigire, bi xwe bêbawere, wê demê ev însanê ku di roja îrode bi mîlyonan hene wê çawa vê lêpirsînê bikin. Ev jî dibe pirsgirêkek mestî mezin û li pêşiya me tê sekinandin. Ev jî dibe xebata sînemagerên ku tevlî wê polîtîqaya qirêj ya pergalê nebûne, bi wîjdan û keda xwe bi rastiya gel re girêdayî meşandina xebata wan bixwe.  Bi ya min be divê xebata sînemager wusan be. Ji bo ez zêde ne bêrehm bim ez ê bibim piraniya sînemagerên rojavayî ji rola pêşengiya civakê zêdetir, madiyatê dixin naveroka xebata xwe û tevdigerin. Lê belê di rojhilata navînde ku evder bixwe çavkaniya manewîyatê ye divê ev bûyer cudatir were bidest girtin.  Di nava gelê rojhilata navîn de gelê xwedî hêviya pêşerojê azad hene. Bi vê baweriya xwe ya azadiyê karê xwe yên sînemagerî didomînin. Ev gel hunerê xwe bi xwediafirînin. HUNERA KURD…SÎNEMA KURD….

Hindek niqaş û nirxandin hene di nava sînemager û derhênerên cîhanê de ji bo Kurdan ku dibêjin; “sînema netewê bêdewlet, cihê polîtîqayê di sînema de, di sînema Kurdan de”. Bi vî rengî gelek nîqaş tên ber¬de¬wam kirin.  Hin lêgerên şêweyên sînema yên din jî hene. Weke sînema “tecîmî” di nava lê¬gera pazarên nû de ye. Bi taybet lêgera gelê bindest, çandên cuda, însanên nû heye.  Ev dibe baldariya nû ji bo pêşkêş kirina civakê. Lê ev jî divê werin zanîn ev bûyerên me rêz kirin hemû li gor nêrîn û feraseta deshilatan tên amadekirin û pêşkêş kirin.  Ev xal pir pir girînge. Bi taybet niha li ser rewşa gelê Kurd tê sekinandin. Ew gelê bi salan hatiye koçberkirin, perçekirin, helandin, kuştin, qetilkirin, bêdîrok kirin, bê zanebûn kirin, bê dê û bav kirin.  Lê di aliyekî de jî li ser berxwedana vî gelî jî tê sekinandin. Ji xwe ev dibe aliyê xapandinê yê din. Jiber sedema êrîşa van pergalan ev berxwedanî hatiye kirin.

Ger zilm û zordarî nebe pêdiviya ber¬xwedaniya jî namîne. Her kes wê bibe qehremanê dema xwe jiyana xwe, afirandina xwe. Lê di avakirina dîrokê heya niha de bi awayeke bêhejmar qehreman derketine. Dêmekî ji wê demê heta niha dexta vê pergalê heye. Pergal cardin di nava hewildana van qehremaniya xebitandinê de ye. Divê ev rastiya pergalê jî were zanîn.  Navê Behman Gobadî bi filmên xwe weke wan mayinên di filmên xwe de bikartanîn di rojeva cîhanê bandora teqandineke mezin kir. Di her deverê de weke derhênerê Kurd yê yekem hat binavkirin û hat pêşkêş kirin. Ji aliyê Hollywood ve hat nepixandin. Li gor wan Kurdekî derhênerê çanda Kurdînî (!) pêşkêş dikir derketibû. Ji ber mijara me ne dîroka sînemageriyê ye, ez li ser sînema destpêkê ya Kurda û ji aliyê kîjan derhênerî ve derketiye venakim. Tenê ji bo vê îdayê ez bikarim bibersivînim bawerîm ev mînak wê di cihde be. Ez destnîşandikim ku di sala 1926 de di Ermenîstana îro de bi navê ZARÊ ku Kurdan rol têde lîstiye derhênerî wî fîlmî HAMO BEKNAZARYAN eşkere bikim dibêjim wê besbe. Ger tenê di aliyê qewmî de were temaşekirin ku derhênerek Kurdbe, di erdnîgariya Kurdîstanê de çêbûbe û bi zimanê Kurdî di axife weke çand û hunera bingeh digire were fikirandinê wê kêm bimîne. Divê ne temaşevan û ne jî rex¬ne¬ge¬rên sînema wusan nêzî vê mijarê nebin. Rastiya ku em behsa wê dikin eve: kîjan fîlm û derhênerê wî fîlmî rastiya gel bi xwe, çand û hunera wî gelî, zimanê wî bîzzat vîna wî gelî dide nîşandan divê di serî de li ser van mijaran were sekinandin. Divê rastiya gel bîzat di vîzora derhêner de eşkere derkeve holê. Divê Sekneke wê derhênerê ya polîtîk jî hebe. Em divir de ji roportajeke Behman Gobadî ku bi Rahûl Hamîd re çêkiriye bigrin û hindek vebibêjin:

Rahûl Hamîd: Di derbarê pêşeroja Kurdîstanê de hûn dikarin çi bibêjin, nêrînên we çine?
Behman Gobadî: Di vê derbarê de hê nêrîneke min ya zelal tineye. Tenê ez hêvî dikim ku ji pêşerojê hîn zêde hêvîdar bim, jiyaneke bê dext û dagirkerî jiyan bikim. Ez kesekî ku zêde ji mijarên polîtîk û hes¬nakim di van mijaran de bi axifim. Ji bo min ev mijar bi zêdetir dikevin xala polîtîqa”.

Belê. Bi çend gotina dibêje ez naxwazim bikevim mijarên polîtîk lê bi gotinên bi dizîka vê dibêje. Ev derhênerê Kurd ku pergal wî di pejirîne û derdixe ser dika rojeva çanda Kurdînî. Belê ma gelo polîtîqa çiye? Em ji têkiliyên jiyanê bigrin, heta fêhmkirina cîhanê û jiyanê, di her hebûna de ma polîtîqa tineye gelo? Em dikarin behsa di cûreyên polîtîqayê bikin.  Aliyek ew a ku rêheval Eser Altinok behs dike dibêje polîtîqa qirêj ya pergalê. Ya din jî ya ku her însanek bi vîna xwe jiyan û hebûna xwe diafirîne xwe bi berhemên xwe didomîne. Kî ev bi wate dayîna jiyanê ve girêdayiye. Ev polîtîqaya exlaqiye.  Tê hem dibin bom¬beyan de bî, hem di nava mayinan de bî wana di sînema xwe de pêşkêş bikî, henase henase bi mirinê re bijî, tê di erdnîgariya ku jiyankirin weke mûcîze ye jiyan bikî lê tê bibêjî  di derbarê pêşeroja Kurdan de nêrînên min tine ne, ev dibe mijarên polîtîk, ez ji van mijaran hez nakim!!! Tê bibêjî ez hu¬ner¬men¬di¬ya hunerê dikim. Wê demê ma ji te napirsin: “de paşe derhênerê Kurd, madem kî ti ji van mijaran hez nakî ti çima çand û hunera Kurdan di fîlmên xwe de bi kartînî û di raya giştî ya cîhanê de xwe weke derhênerê Kurd ê yek tenê pêşkêş dikî?”

Di filmê kosî jî difirin de Gobadî keça Kurd Agirîn ya ku rastî tecawuzê hatiye û zarokek jê re çêbûye xistiye orjîna fîlmê xwe. Yên fîlm temaşe kirine bibîrtînin ku Agirîn di dawiya fîlm de hem ji zarokê dixwaze xwe xelas bike û hem jî di encam de xwe di kendalekî de dawêje xwe dikuje. Ev derhênerê ku dibêje ez bi polîtîqayê re mijûl nabim, vê îda dike. Di roportajeke xwe de ev gotiye ku Agirîna di vî fîlmî de ji bo wî Kurdîstan bi xwe ye. Piştre didomîne Gobadî:

“Agirîn Kurdîstana min e. Ew jineke biçûke. Bi rasthatina wê ya tecawuzê peyama min xwest ez bidim, Kurdîstan jî ji aliyê hêzên derve yên desthilatdar ve hatiye tecawuz kirin. Di film de bi qerek¬tera Agirîn min xwest rastiya Kurdîstanê bidim eşkere kirin. Min ev vegot”.

Ger em jî weke Gobadî bi dest bigrin her wiha em Agirîn û Kurdîstanê di asta wek¬hevde bi dest bigrin wê demê ji bo vê sem¬bolê em cardin hindek dîmenên filmê kosî jî difirin bibîrbînin. Gelo di film de dawiya Agirîn çawa bû? An jî ya Kurdîstanê? Xwe ji kendalekî dawêje û xwe dikuje. Agirîn dimire, her wiha Kurdîstan dimire.

Niha em herin ser çend dîmenên derhênerekî din ku weke Gobadî hin mijar bi dest girtine. Ji bo em bikaribin xebata wan bi mafdarî binirxînin û xebata wan çawa tê fêhmkirin em bikaribin hindekî vekin em li ser çend mînaka jî bisekinin wê di cihde be. Çawa di sînema Gobadî de temsîleke Kurdîstanê Agirîn hebû di filmên derhêner Xelîl Uysal de jî mînaka ku sîmgeya xwe weke ya Kurdîstanê dide destnîşan kirin heye. Nîşaneya Berîtan di vir de heye. Xelîl Uysal jî cihê sereke dide jinekê, lê belê jinek çawa?

. Heta henasa xwe ya dawî di nava bersivdana îxaneta li ser Kurdan de ye. Jineke bi şeref, bi erdeme. Keça Kurda ya esîle. Hem jî bi vê erdemê bi jintiya xwe bersiva wê îxanet û kole-kirina pergalên desthilatdar ya ku li ser Kurdan daye ferzkirin bi hemû jiyan û qeh¬remaniya xwe di bersivîne. Ew Bêrîtana ku xwe ji çiyayan avêtiye. Bi dirûşma AN JİYANA AZAD, AN MİRİN li hemberî helwest û xwestekên radestiya dijmin ya ku bersiva xwe bi vê dirûşmê daye. Ev dibe bersiva Bêrîtan, bersiva gelê Kurd, bersiva sînema derhênerê Kurd Xelîl Uysal.

Du derhêner Gobadî û Uysal. Di çavên wan de du jinên ku Kurdîstanê îfade dikin. Bêrîtan û Agirîn. Di herdûyan de jî heman dawî, xwe di kendalan de avêtin. Li hember van yekbûn û şibandina hemûyan yek xala ku ji hevdû cuda dibin heye. Kurd û Kurdîstan ji bo çi û çawa jiyan kir. Ji ber çi çû berbi kendalan ve? Di herdû encaman de ji bo gel pêşerokeje çawa hate pêşkêş kirin? Bi taybet ji bo gelên cîhanê Kurdîstan çawa hat danasîn? Di yek portreyê de jineke ku êdî ji xwe û jiyana xwe hêrs bûye, jina hatiye xistin, hatiye qirêj kirin ku êdî hêviyên wê yê jiyanê nemaye û çareseriya xwe di mirinê de dîtiye. Di portreya din de jina ku li hember van qirêjî û ketibûna hemûyan bi jiyana xwe, bi xwestek û azweriya xwe ya azadiyê, bi çeka xwe li serê çiyayên azadiyê, bêyî ku bi qasî misqalekê ji azadiya xwe tawîz bide, xwe fedayî azadiya gelê xwe dike. Agirîn dibe jina ku di kendalan de tê jibîrkirin, Bêrîtan dibe jina ku ji wan kendalan weke zindiya azadiyê di her deverên Kurdîstanê de heta niha bi awayeke azad difire. Bi şerefa xwe, bi erdemên xwe yê jiyanê, bi girêdana armanca xwe heta niha bêrîtan li ber serê hemû kendalan banga berxwedana dijî îxanet û ketibûnê dike. Di navbera van herdû encam û dîmenan de ev ferq heye.  Gobadî ji ber Kurdê radest bûye, bin ketiye pêşkêş dike dibe derhênerê Kurd ji aliyê pergala serwer ve. Lê Xelîl Uysalê ku nûvejîn û qehremaniya Kurda di filmê xwe de pêşkêş dike, di dilê temaşevanên xwe de bi vê qehremanî û berxwedanî cih digre dibe dijberê pergalê û di dîroka der¬hêneriya sînemagerî de cih nagre.

Di van mînakên ku hatine dayîn jî diyar dibe ku divê derhêner di kîjan çerçovê de li jiyan û çîroka jiyanê mêze bike. Ji bo sînemagerekî empatiya bi temaşevan re dana rûnişkandin û eve dana pêhesandin pir girînge.

Îro di dîtbariya Tirkan de gelê Kurd der¬bas¬kirina dîtbariyê bi rexbeteke mezin tê dîtin. Di van demên dawiyê de bi rêzefilman ev mijar zêdetirîn tê bikaranîn di weşana Tirkiyê de. Bi taybet fîlmê Aydin Bûlût bi navê “zarokên semta din” dikare wek mînak ji vê mijarê re were eşkere kirin. Bûlût bi xwe ne dûrî wê semta ku bi giranî Kurdên elewî têde cih girtine û bi qetliyam, dardakirin, koçber¬kirin, kiryarên faîlên ne diyar hatine wendakirinê ye. Wê semta mehela GAZÎ…  Ji ber vê yekê di ama¬de¬ka¬ri¬ya senaryoya xwe de, ev mehela mijara gotinê bi dest girtin mirov matmayî nahêle bêgûman. Di Tirkiyê de dibe ku cara yekem bi kamera wî Kurdên elewî derbasî dîtbariyê bûn, di perda sipî de cih girtin. Lê belê bi kîjan nêrînê û dijberî kê ev hat bikaranîn? Ya rastî dema min roportaja Aydin Bûlût di derbarê vî filmî de xwend ez gelek xemgîn bûm. Fêhmkirina vî kesî ku ev belgesela girîng amadekiriye, di şert û mercên zorde ev avakiriye, di vê mijarê de xwedî danazîneke girînge bi vî awahî însan û gelê herêmê biçûk dana xwuyakirin ji bo min gelek zor hat.

Ew Kurdên elewî ku ji 7 salî heta 70 salî bi mirovperestiya xwe tên naskirin, ewqas bi dijûna dana îfadekirin, bi zêdetirîn derveyî rastiya wan dana xwuya kirin bi rastî jî di kîjan wîjdanî de heye? Ji her sê gotina yekê bi dijûnên ku nayên ser ziman hatibûn dagirtin. Aliyê vê mijarê ya ku xemgînî dide mirov jî ew Kurdên elewî ku bi berxwedanî û helwestên hevpariya însana tên naskirin ew di vî fîlmî de weke dijminên suniyan dana eşkere kirin bû. Di asta dîtbarî de her çiqas hin dîmen di bîra mirovan de cih bigrin jî ev rastî wusan çewt kirin û ji temaşevanan re weke bûyereke rastiye dana xwuyakirin ji xwe xapandinê wêdetir çi watê nade. Aydin Bûlût her çiqas bi hêza dîtbatiyê bawer jî be, divê vê rastiyê bizanibe ku ev fîlm û îmaja ku daye îfadekirin tenê îmaja heşmendî
û mêzandina wî bi xwe ye. Ger derveyî vê rastiyê û encamê bifikire wê han¬dîkapeke mezin jiyan bike.

Qerekterê di zilamên ji mehela gaziyê (Simo û Weysel). Kar û barê wî revandina jinan, reva derveyî welat an jî xelayên bodyguradiyê ye. Elewiye, lê bi çanda xwe û doza xwe negirêdayî ye(Semîh). Ev dibe înkara xwîna birê xwe. Di film de birayê wî tê kuştin di konteynira gemarê de tê dîtin. Lê ew di film de ew bersiva birayê xwe wusan dide.  Kesayetekî di pey îxanetê de di beze, bi yek destî înkara gelê xwe dike.  Kî ev gel ew gelê ku dibêje “ez ti carî li xwe û dîroka xwe îxanet nakim”. Ev înkareke cîdiye. Kirasê Aydin Bûlût ku ji bo Kurda dide dirûtin ev kirasê îxanetê ye. Vê layikî Kurdê berxwedêner dibîne. Ew Kurdên ku bi wan re mezin bûye, rabûye û rûniştiye, bi wan re mezin bûye, xwariye-vexwariye. Di vê senaryoyê de hema parazvanekî ku derdikeve ser dika sînema û xwe înkar dike heye. Ma bi rastî jî ev dibe rastiya wan Kurd û ciwanên ku di pey xeyalên xwe ê azadiyê de dimeşin?

Yilmaz Guney dibêje: “Tirkiyê ji bo însana bi taybet ji bo we ciwanan ciheke û nav¬gîneke pir başe ji bo amadekariya we. Ger ev navgîn û rewş neyê amadekirin ma hûn dizanin bi vê dînamîzma xwe hûnê çawa bibin? Hûnê bibin gangister! Hûnê bi ne¬xweşiya bêgeyî (kabadayi) bikevin, hûnê bikevin girtîgehan. 20 salî… 30 salî… Wê hindek ji we bimirin, hûndek ji we bi gûleyên dijmin wenda bibin. Hindek ji we wê bi nexweşiya heskirina jina bikevin. Li ber deriyê kerxana, li ber bareke vexwarinê hûnê werin lêdan. Wê hindek ji we bibe revokerê esrarê, hindek ji we bibe revokên cîxarê qedexe. Li ser peyaran (kaldirim) werin kuştin. Na! Tenê yek rêya rizgariya we heye, ŞOREŞ”.

Lê belê Aydin Bûlût di roportajeke xwe de dibêje ji bo xerabûna çand u huner nebe min ev film amadekiriye. Dema Yilmaz Guney tehlûkên li pêşberî ciwanan bi rêzdike alternatîfa çareseriyê jî datîne pêşberî wan. ŞOREŞ.

Wê demê Aydin Bûlût bi destnîşankirina vî fîlmî ku gelek xirab û bi awayeke bûyerên ne rast pêşkêş dike alternatîfa xwe çawa datîne pêşberî me. Alternatîfa Aydin Bûlût çiye? Di vî filmê ku min di caran temaşe kir û bi hevalên xwe re jî da temaşekirin, nêrînên wan jî girt de di alternatîf derketin holê. Ya yekem ew tîp¬kirina Weysel ku hertim ji pirsgirêkan direve û berê xwe dide çareseriyên derve her wiha çareseriya ber deriyê Ewrûpa. Di vî qerekterî de bi dijûn û nerehetiyên xwe ji mehela xwe rev, çareserî li derve gerandin bû. Di virde derhêner vî qerekterî wêde dike (otekî),  rizgariya kesayet bi çareseriyên desthilatiya derve ve dide girêdan. Rêya din jî ev mehela ku her tim di nava berxwedaniyan de maye, di surgûnan re derbas bûye weke meheleyeke kumarxaneyê pêşkêş dike. Di vê mînakê de jî qerektera Kerem di pêş de ye. Beram¬berî lêgera çareseriya Weysel ya derveyî welat çareseriya ku di fîlm de ji bo wî tê gotin eve: “Were di welatê xwe de bibe parazvanê kesayetekî”.

Derhêner an jî senarîst; pêşeroja welatê xwe, xeyalê welatê xwe çawa difikire ez nizanim. Lê belê ya eşkere eve ku, ev derhêner û senarîst di derbarê welatê xwe de bi zêdetirîn şikandina xeyalan jiyan kiriye û binketina xwe weke binketina welatê xwe hesibandiye. Ev xeyalên hatine şikandin weke xeyalên welatê azad jî bi dest girtine. Şikandina xeyalên ciwantiyê hesibandine. Di encam de ew cihên berxwedaniyê, dilê ciwanan weke cihê şikandinê dane raberkirin.  Di encama fîlm de bi mixabinî alternatîfa jiyana ciwanan bi qerektera Semîh-Weysel hatiye wenda¬kirin, qerektera Simo-Kerîm jî bi awayeke ruhî hatiye kuştin.

Di encam de bi gotina Adorno yê ku beşekî cîhana karmendiyê ye:”Sînema bi ber¬hem¬geriya xwe ya ne rast hatiye warê ve¬gûhar¬tin¬eke birdozî”. Çand û hunera bi endustrî re yek bûye, ji aliyê pergalê ve bedena serbest dihêle êrîşî rihên mirova dike. Şûna gotina Horkheimer ku dibêje “an weke min bifikire, an jî tine bibe û here” pergal vê gotinê dibêje “ tu di fikir-andina xwe de azadî, dikarî azad bi fikirî û bi¬berhemînî, dikarî hunera xwe jî biparêzî. Lê ji wir şûnde di nava me de tu bi¬yanîyekî”. Ji bo wan însanê kolê ku ji bo xwe dane xebitandinê, bi gotina pergalê wan însanê modern(!) vê alternatîfê datîne. Her wuha sînemager di van aliyan de ti carî bê alternatîfa xwe namînin.

Ji van rexneyan hedefa me eve ku, ev xeta û lewazî werin derbas kirine. Heta em bi vê re xwe bi sînor nakin bi çaveke hunerî vê mijarê bi dest digrin. Bi taybet ew sînema tecîmî ya ku di destê fînansa kapîtalde tê bikaranîn red bikin û alternatîfa wê avabikin. Bê gûman sînemager li kûderî û di nava çi şert û mercan de mezin bûbe ew şert û merc li ser bandor dikin. Li ser nêrîna hunermend û sînemager ya jiyanê bandoreke mezin çêdike.

Di nava vê hunera sînemagerî ku di hembêza pergalê de bi berhem bûye ji bo gel û berjewendiyên gel sînema çêkirin gelek û gelek zore. Em di ferq û zanebûna vê dene. Lê ji bo wan sînemagerên ku dildarî vî karî ne û jiyana xwe li ser kirine ev bikaranîn ne zêde zore. Di encam de em temaşe dikin Xelîl Uysalê di Elmanyayê de bi vî karî rabûye bi hemû manewiyata xwe, dil û mejiyê xwe ev kar û xebat kiriye çavkaniya civaka xwe, armanca xwe, hebûne. Bi taybet bi nêrîn û pers¬pektîfên însanê azad, azadiya vîna xwe di sînema xwe de pêşkêş kiriye. Ew jî bûye weke qehremanê filmên xwe. Ew bûye mînaka sînemagerên ciwan yên Kurdîstanê. Di dîroka ku endûstriya çanda sînemagerî tê nivîsandin de ji Uysal re tê gotin ku navê wî weke derhênerê Kurd di vê dîrokê de derbas nabe. Bersiva Xelîl Uysal wusan e: “Bila derbas nebe, ji ber çanda civakekê bi rastiya wê di hunerde eşkere kirin karê wêrekiyeke mezin ê”.

Vaye tam di vê kêliyê de hunera sînema Kurd li bendî vê wêrekiya derhênerê xwe ye. Ev huner wê ne Kurdê kole û newêrek, Kurdê ji bo azadiya xwe derketiyê rê, Kurdê serbilind vebibêje. Di vê demê de pêwîstiya wan sînemagerên ku rêberiya civaka xwe dikin heye. Bêgûman ev nayê wata ku ev sînemager di vê demê de tinene. Bi hejmareke zêde gelek sînema¬gerên rêzdar cihê xwe di dîrokê de girtine. Cardin em vê jî dizanin ku gelek sînema¬-gerên ciwan li bendî xebateke wusan sekinîne. Li gor vê di nava têkoşînekê de ne. Bi taybet ji bo van sînemagerên pêşerojê ev rexnê û nêrînên ku me raber kirin wê bibin encamê serkeftina wan endamên pêşerojê jî. Lê me gotinek got ku di vê demê de bi zêdetirîn pêwîstiya sînemagerên demê heye. Ev gotin nayê wata ku bila herkes kar û barê xwe rake were çiya sînema çêbike. Lê divê ev rastî her tim di holê de be, di heş¬mendiya hunermend, senarîst, lîstokvan de be ku: rûyê mirov her tim li aliyê ronahiyê ye. Niha aliyê ronahiyê sînema¬geriya çiyayê.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse