Sînemaya kurdî li reng û dengê xwe digere

0
28
REKLAM    

Sînemaya kurdî herçiqas çend sal piştî destpêka dîroka sînemaya cîhanê gavên xwe yên yekem avêtibe jî, ji ber pirsgirêkên netewî bi qasê ku tê xwestin bi pêş neket. Wek zarokeke nexweş û elemdar bi awayeke tendûrist seyreke erênî neşopand. Vê rewşê demeke dirêj hebûna xwe parast. Lê di nav 20 salên dawîn de, di sînemaya kurdî de pêşketineke berbiçav derkete holê. Helbet ne bi pêşketineke ku meriv pê şanaz be. Ji ber kû sînemaya kurdî hîn di nav teşqele û zehmetîyan de li rêya xwe digere…

Hunera sînemayê di sala 1895ê de li Parîs a paytexta Fransayê dest pê kir. Du birayên fransîyên bi navên Auguste û Louis Lumiere, di 28ê kanûna 1895ê de li kafeyeke Parîsê, rêzewêne li ser hev û bi lez wek fîlm dan nîşandan. Di vî fîlmî de behsa îstasyoneke trênê dihate kirin. Di fîlm de gelek kes diketin îstasyona trênê û jê derdiketin. Fîlm, di nava temaşevanên kafeyê de tesîr û heyecaneke wusa çêkir ku, hin ji wan jê we bû ku dê trên wê kêlîyê bikeve salona kafeyê û heta hin ji wan ji salonê revîyan. Ev hewldana herdu birayên Lumiere, li hemû cîhanê wek destpêka sînemayê tê pejirandin.

Kurdan jî 31 sal piştî vê bûyera dîrokî sînema nas kirin. Derhêner û sazkarê sînemaya ermenî Hamo Beknazaryan di sala 1926ê de li deşta Elegezê çîroka keçeke kurd a bi navê ‘Zerê’ anî ser perdeya spî. Wê demê li Ewropa û Amerîkayê sînema gav bi gav pêş diket. Lê di heman demê de hîn gelek welat ji hebûna sînemayê ne agahdar bûn.

Bi kişandina fîlma “Zerê” kurdên Ermenistanê kamera û teknîka sînemayê naskiribûn û di fîlmêkê de cîh girtibûn. Fîlm, herçiqas jî ji alîyê derhênerekî ermenî û hinek listîkvanên bîyanî ve jî hatibe kişandin, ji alîyê mijarê ve fîlmeke kurdî bû. Gelek kurdan jî di fîlmê de cîh girtibûn. Fîlma bêdeng ya reş û sipî behsa evîna keça kurd “Zerê” dike… Ev fîlm wek yekem fîlmê kurdî û destpêka sînemaya kurdî tê pejirandin. Navê fîlmê duwem ê kurdî jî “Zînê”ye. Ev fîlm jî di sala 1933yê de tê kişandin. “Zînê” jî ji hêla naverokê ve wek “Zerê” qala çîroka jineke kurd dike. Di vê fîlmê de jî cîh û war dîsa deşta Elegezê ye. Piştî van herdu fîlman, di sala 1948ê de belgefîlma bi navê “Kurdên Ermenistana Sovyetê” tê kişandin. 11 sal bi şûn de, di 1959ê de fîlmek din bi navê “Kurdên Ermenistanê” tê çêkirin.

Sedemê ku li Sovyeta kevin ev fîlm hatine kişandin, pêşketina sînemayê ya li vî welatî bû. Lê piştî van fîlman, ne li vê derê û ne jî li devereke din a Kurdistanê demeke dirêj tu fîlm nehatin kişandin. Ev yek jî ji bêsazîbûna kurdan û bêdewletbûna wan tê. Lewra ji bo çêkirina fîlman û sazkirina sînemayê hewcedarî bi alîkarîya dewletan û hêzên xurt hene. Kurdan ji bo afirandinê derfetên bi vî rengî bi dest nexistine. Ev yek jî ji bo pêşketina sînema û çanda kurdî dezavantajeke mezin e. Dewletên dagirker li peşîya ziman û çanda kurdî, herdem astengîyên mezin derxistin. Di nav van şert û mercan de hevîya pêşketina sînema û çanda kurdî jî ji xwe wek xewn û xeyalekê bû. Heta derhênerê mezin Yilmaz Guney, bi derfetên xwe yên şexsî derket holê. Piştî “Zerê” û”Rê”, di 20 salên dawîn de fîlmên wek “Dema Hespên Serxweş”,”Kusî jî dikarin bifirin”,” Kîlometre zero” Dol”,”Ax” “Bahoz”,”Bawke”,”Davîd û Leyla”,”Nêrgîz bişkivîn”,” Bêrîtan”,” Min Dît”,”Kevoka Spî” ‘’Roja duyemîn”,”Sirte le gel ba” û “Meş” nêzikî hezar fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlmê kurdî hatine kişandin. Gelek ji van fîlman di qadên navnetewî de xelatên girîng wergirtin û ketin nav sînemaya cîhanê.

Her derhênerek li gorî felsefeya jiyana xwe nêzikî sînemayê dibe. Karekterên fîlmên wan herçiqas ji hev cudabin jî di nuxteyekê de digihîjin hev; êş û jana kurdan. Behman Qobadî jîyana kurdan a li welatê xwe ya li ser sînor nîşanî cîhanê da. Hiner Saleem, bi terzeke cuda ket nav sînemayê. Wî di fîlmên xwe de tenê ne êş û jana kurdan nîşan da. Herweha li hemberî dagirkerên kurdan jî şerek da dest pê kirin. Kazım Öz, bi sînemaya xwe hevî mezintir kir. Di fîlmê xwe yê ‘’Bahoz’’ de berê keç û xortên kurdan da çîyê.… Halil Uysal jî sînema xwe wek, “Sînemaya çîyê” da naskirin. Miraz Bêzar ê ciwan jî, tola zarokên kurd ji jîtem û sîstema Tirkîyeyê girt. Yüksel Yavuz û Hişam Zaman jî, jîyana kurdên dîyasporayê bi awayekî dramatîk anî ser perdeya sipî.

Di sînemaya kurdî de rola Yilmaz Guney…

Yilmaz Güney, di salên 1960ê de li dijî jonên “Yeşilçam”ê wek “Şahê kirêt-Çirkin Kral” derket meydanê. Lê di salên dawîyê de jî ji bo sînemaya kurdî gavên mezin avêtin. Li vê derê ji bo me mijar herçiqas zelal be jî, ger hêzên desthilatdar û ger hin kurd jî dibêjin: “Yilmaz Guney sînemavenekî tirk e.” Vê nêrînê jî bi destpêka sînemaya Yilmaz Guney ve girê didin. Lê em dizanin ku derhêner, di jiyana xwe ya sînemayê de gelek caran rewşa kurdan û xizanan anîye ser perdeya spî . Ji ber vê helwestê piranîya jîyana xwe di zindanan de derbas kiriye. Ji alîyekî din ve, fîlmên wî yên wek “Rê”, “Kerî”, “Hêvî” û gelekên din di vî warî de mînak in. Helwesta Yilmaz Guney a li ser van nîqaşên ku “gelo ew sînemevanekî tirk e yan kurd?’’ di dema kişandina fîlmê “Dîwar’’ de li Parîsê ji nivîskar Mahmut Baksî re bi awayekî vekirî dibêje ku; “Ez derhenêrekî kurd im.” (1) Axaftinek din a wî ya herî girîng jî weha ye: “Ez ê di demeke nezîk de bi Qasimlo re li çîyayên Kurdistanê fîlmekî bi zîmanê kurdî bikişînim.” (2) Ev gotinên wî wek notên girîng li dîrokê tên nivîsandin û dawî li nîqaşên derbarê wî de jî pûç dikin. Hostayê mezin, demeke ne li bendê çû ser dilovanîyê. Temenê wî jî ji bo van xeyalan têrê nekir.

Keda 20 salan hêdî hêdî derdikeve holê…

Tekoşîna li Bakurê Kurdistanê wek gelek tiştên din rêya sînemayê jî vekir. Ji wan salan sînemaya kurdî jî hêdî hêdî dest pê kir û bi pêş ket. Di salên 90î de li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li ser sînemayê hin xebat hatin destpêkirin. Komek ciwanên kurd, di salên 90î de di bin sîya vê sazîyê de Yekîtîya Sînemavanên Mezopotomyayê avakirin û dest bi perwerdeya sînemayê kirin. Li vir gelek ciwanên kurd fêrî sînemayê bûn. Di gelek fîlman de cîh girtin. Di sala 1996ê de di bin derhênerîya Kazim Öz de cara yekem fîlmê xwe kişandin. Fîlmê bi navê “Ax” 30 deqîqe ye û behsa valakirina gundên kurdan dike. Fîlm di gelek festîvalan de hat nişandan û eleqeyeke mezin dît.

Piştî fîlmê “Ax”, “Fotograf” û gelek belgefîlm ji alî vî komê de hat kişandin. Bi van helwestan li bakur bingeha sînema kurdî hat avêtin. Gelek ciwan bi van fîlman nêzikî vî beşê hunerê bûn û ji bo kişandina fîlman ketin nav hewldanan. Di salên 2000ê de sînema hêdî hêdî li vî parçeyê welat rûniştibû. Dema îro bi dehan derhêner li bakurê Kurdistanê fîlman dikişînin. Bêguman fîlmên li vir derketin pêş di serî de “Bahoz”, “Min Dît”, “Meş” û gelek belge û kurte fîlmên din bûn. Dîsa derhênerê ciwan yê wek Özkan Kuçuk, Arîn Înan Aslan, Erol Menteş, derketin pêş. Nêrîna van kesan ya sînemayê û ji fîlmên wan tê kifşkirin ku di siberojê de ew ê gelek berhemên baş derxin holê. Dîsa ew bingehên ku wan salan hatin avêtin îro berê xwe digire. Di serî da li Amed û Êlihê gelek çalakîyên sînemayê tên li dar xistin. Li NÇMya Stenbolê, Navenda Çanda Aram Tîgran û Cîgerxwîn ya li Amedê beşên taybetî yên sînemayê hene û ders tên dayîn. Her çiqas ev kar kêm bin jî, ji bo sînemaya me gavên gelek girîng in. Ez di wê bawerîyê de me salên pêşîyê me ev hewldan dê zêdetir bin. Rewş wisa dide nîşandan. Ji ber ku, bi sedan ciwan ji nêzik ve bi sînemayê eleqedar in, ev bi awayekî ber bi çav tê dîtin.

Sînema kurdî ji Rojhilat belav bû

Îro her çiqas dilê sînemaya kurdî li bakur bavêje jî, berhemên girîng li Rojhilatê Kurdistanê derket. Behmen Qobadî di 2000ê de bi çêkirina fîlm, ne tenê sînemaya kurdî, pirsgirêk û jana gelê xwe jî nîşanî cîhanê da. Ji Çînê bigire heyanî Awusturalyayê temaşevan piştî Yilmaz Guney kurd û pirsgirêka kurdî bi Behmen Qobadî nas kir. Bi rastî Qobadî bi têrbarî, nêrin û estetîka sînemayê, bala alemê kişand. Qobadî, tenê sînemaya xwe nîşan neda, bi vê yekê re wî hem sînemaya kurdî da nasandin û hem jî jibo ciwanên nû, bû hêvîyek. Fîlmên wek “Dema Hespên Serxweş”,”Kusî Jî Dikarin Bifirin” û “Nîw Mang” di serî de li Venedîk, Cannes, Berlinale û San Sebastianê hat nişandan û xelatên giranbuha wergirtin. Gelek ciwan bi rêberîya Behmen Qobadî, ketin nava tevgara sînemayê. Dîsa li rojhilatê Kurdistanê, derhênerê wek Şirîn Cîhanî, Rahîm Zebahî, Jiyar Gol, Ferîboz,Taha Kerîmî û Babek Amînî derketin û fîlman çêdikin û fîlmên wan di festîvalên navneteweyî de tên nîşandan.

Li gorî derfetan pêşketin kêm e

Li başûr rewş ne wek bakur û rojhilatê ye. Sînema li vir piştî ketina rejîma Baas bi pêş ket. Wekî maf û qedera kurdan ji sala 2003ê şûn de li başûrê Kurdistanê gelek tişt ji nû ve ava bû. Keç û xortên hezkiriyê sînemayê jî ji bo sînemayê ketin nav hewldanan û dest bi kişandina fîlman kirin. Dîsa di bin sîya Wezareta Çand û Hunerê de beşa sînemayê hat avakirin. Li gelek bajaran dezgehên sînemayê hatin sazkirin. Ji bo kişandina fîlman ji alî hukumetê fon hat veqetandin û alîkarîya derhenêran tê kirin. Li zanîngehên Hewler û Silêmanîyê beşên sînemayê hatin vekirin û perwerde tê dayîn. Derhênerên wek Hiner Saleem, Şewket Emîn Korkî, Hisên Hesen, Mesûd Arif, Viyan Mayî, Shahram Alî fîlmên “Nêrgiz Bişkivin, Dol, Kîlometre Zero, Kick Off Kerkuk” çêkirin. Ev fîlm li gelek festîvalên cîhanê hatin nişandan. Dîsa van salên dawî bi amadekirina festîvalên fîlman, başurê Kurdistanê hêdî hêdi dibe navenda sînemaya kurdî. Lê li gorî derfet û îmkanên aborî gelek jî kêmasî hene. Ev 10 sal in ji çend fîlmên xwuyakirî sînema zêdetir bi pêş neket. Wek mînak li vî perçeyî çanda belgefîlm û kurtefîlman tuneye û çênebûye. Ev jî pirsgirêka herî mezin e. Eger di sînemaya gelekî de kurtefilm û belgefîlm tunebin mirov nikare li wir behsa sînemayê bike. Li başûr jî niha rewşeke wisa heye. Ez di wê hêvîyê de me, di demeke nêzik de rêveberên sînemayê dê dest biavêjin vê mijarê.

Ji Amûdê bêhna laşên zarokan tê…

Dema li vir sînema tê gotin, Agirê Sînemaya Amûdê tê bîra mirovan. Sînema li vir ewqas bi êş û keder e. Di 1960ê de li sînemaya Amudê bi dehan zarokên kurdan ji ber derketina agir jiyana xwe ji dest dan. Li gorî gelek kesan rejimê ev yek kirîye, li gorî hinekan jî agir bi xwe derketîye. Lê çi dibe bila bibe, di dawîyê de bi dehan laşên zarokên kurd yên şewitî ji salona sînemayê hatin derxistin. Ev bûyerek wek bûyereke reş ket dîroka kurdan. Lê sînema û çanda kurdî li vir ji ber zilm û zordarîya dewletê tu carî çênebû. Heyanî îro jî qedexe ye. Tu derfetek tune ku fîlmên kurdî werin kişandin. Ew kesên bi sînemayê re eleqedar in jî, ji ber zilm û zordarîyê direvin derve û li diyasporayê fîlman çêdikin. Mano Xelîl, Ekrem Eydo û Ekrem Kiro, li Avrupayê dijîn û fîlmên xwe liv ir çêdikin.

Di sînemaya kurdî de derfetên diyasporayê…

Diyaspora di dîroka gelek gelan de roleke girîng lîstîye. Gelek hunermendên Amerîka Latînî dema ji ber rejîmên diktator revîyan hatin Europayê li vir karê xwe berdewam kirin û gelek bi pêş xistin. Sînema jî yek ji van beşên hunerê ye. Ji ber wê yekê li gel dezavantajên dîyasporayê, her weha di hin waran de avantajên wê jî hene. Ev yek ji bo kurdan jî derbas dibe. Ji ber ku mirov dikare bibêje ku sînemaya kurdî jî li diyasporayê dest pê kirîye. Fîlmê Zerê li Ermenistanê hat kişandin. Yilmaz Guney cara yekem li Fransayê got ez; “Derhenêrekî kurd im”, di sala 1991ê Nîzamettîn Ariç, fîlmê “Klamek ji bo Beko” li derveyî Kurdistanê kişand. Dû re Yuksel Yavuz, Hisham Zaman, Binevşa Berîvan derketin holê, jîyan û trejedîya kurdên diyasporayê anîn ser perdeya sipî. Bê guman van 10 salên dawîn gavên ku hatine avêtin, ji bo bingeha sînemaya kurdî gelekî girîng û pîroz in. Di vir de çalakîyên sînemayê yên di bin navê Festîvala Fîlmên Kurdî de li Berlîn, London, Viyana, Parîs, Roma û gelek cîhên din hatine çêkirin, roleke mezin lîst. Derhênerên kurd, cara yekem li van platforman bi temaşevanên kurd re û hem jî bi derhênerên din re hatin ba hev. Berhemên xwe li vir nîşanî temeşevanên kurdan dan. Ev çalakî ji bo Festîvalên Fîlm ên li Kurdistanê jî bûn nimûne. Ji ber wê yekê rola diyasporayê di sînemaya kurdî de gelekî girîng e.

Pirsgirêka sînemaya kurdî

Li gel ewqas pêşketinan, dîsa jî kevirên sînemaya kurdî hê jî tam di cîhê xwê de rûneniştine. Sînemaya kurdî di bin tesîra sînor û parçebunê de li reng û deng û nasnemaya xwe digere.

Her çiqas hewldanên şexsî hebin jî mirov nikare sedî sed behsa sektor û bazara sînemaya kurdî bike. Salonên sînemayê tunene, fîlm ji bo temaşevanên kurd nayên çêkirin. Şirketên belavkirinê hê jî çênebûne. Weqf û sazî hê jî nehatine avakirin. Ne li başurê Kurdistanê û ne jî li bakurê Kurdistanê endustrîyeke sînemayê hê jî pêk nehatîye. Lê li gorî derfetan gerek ev sazî û sîstem ji mêj ve hatibana avakirin. Lê ez bawer im salên pêşîya me ev kêmasî dê peyder pey werin telafîkirin û ji bo sînemaya kurdî dê gavên baş werin avêtin…

(1) Mahmut Baksi; Kürt Gözüyle Yılmaz Güney (Bi Çavê Kurdan Yilmaz Guney)

(2) Mahmut Baksi; Kürt Gözüyle Yılmaz Güney (Bi Çavê Kurdan Yilmaz Guney)

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse