Sînemaya kurdî li festîvala Moskova ye

0
21

Îsal di 37. Festîvala fîlmên Moskova de fîlmên derhênerên kurd ji Tirkiye, Iraq, Îran û Ermenîstanê bi temaşevanên xwe re têne gel hev. Yekem car wê fîlmên kurdî di vê festîvalê de cih bigirin.

37. Festîvala Fîlmên Moskova li payetxt Moskovayê 20 Hezîranê bi merasimekî destpêkir. Ji Tirkiyê îsal Fîlma Nûrî Bîlge, ‘Uzak (Dûr)’ tê nîşan dan. Herwiha fîlma ‘Kelebegin Ruyasi’ (Xeyalên Pepoleyê) ya derhêner Yilmaz Erdogan û fîlmên wek ‘Sîwas’, ‘Stranên Dayika min’, ‘Ez ne ew im’ û ‘Masî’ têne nîşandan. Lê tevlî pêşbirgê nabin.

Ji gelek welatên weke Rûsya, Spanya, Fransa, Îran, Bulgarîstan û Sirbistanê fîlm têne nîşandan. Fîlmên  kurdî yên ji Iraq, Îran û Ermenîstanê bi sernavek cuda hatin gel hev. Fîlmên kurdî bi sernavê ‘Fenomena Sînemaya Kurdî’ ji Tirkiye, Ermenîstan û Îranê bi temaşevanên xwe re hatin gel hev. Fîlma navdar a derhênerê kurd Yilmaz Guney, ‘Yol(Rê) ku sala 1982’an de xelat wergirt jî tê nîşanadan.

‘Fenomena Sînemaya Kurdî’

Derhênerê kurd yê ji Rojhilatê Kurdistanê, Behmen Qubadî jî fîlma xwe ya li Bulgarîstanê derbarê kurdan de kişandiye, di vê festîvalê de nîşan dide. Herwiha fîlmeke Îtalyayî ku derhênerek kurd kişandiye jî tê nîşandan. Gelek fîlmên kurdî bi sernavê Fenomena Sînemaya Kurdî tên nîşandan.

Festîvala fîlman a Moskovayê heta 26 Hezîranê berdewam dike

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse