Sînemaya kurdî bi zimanê xwe pêş dikeve

0
20
REKLAM    

Civaka Lêkolînê ya Sînemeya Kurd a di bin banê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de kar û xebatên xwe didomîne li ser pêşketina sînemaya kurdî zend û bendên xwe badane. Ev civak di cotmeha 2012’an de li Stenbolê hat avakirin. Civaka ku ji 10 kesan pêk dihat di meha sibatê de bi awayekî rêk û pêk di bin navê ÎBV de xwepêşendanan nîşan dan. Xwepêşendan tenê bi armanca temaşekirinê nîşan dan.
Derhêner Mizgîn Mujde Arslan û Muhammed Gozutok li ser proje, pêşeroj û temaşekirina sînemaya kurd axivîn. Mizgîn Mujde Arslan got ku piştî fîlmê ‘Dema Hespên Serxweş’ ê derhênerê kurd Behman Qubadî ku Xelata Cannesê wergirt û şûnde sînemaya kurd bilind bû û wiha got: “Sînemeya kurd ji ber êşên mezin ji sînemayên din cuda ye. Kurd ji bo çand û zimanê xwe sînemayê çêdikin. Şox û şeng di sînemaya kurdî de li pişt dimîne. Ji ber vê jî her tim zext û zordariyên li ser kurdan tên vegotin.”
Arslan li ser civaka ku ava kirine jî got ku armanca wan ew e li ser sînemaya kurdî xebatên akademîk jî pêk bînin û axaftina xwe wiha domand: “Ez û Muhammed xwendekarên doktorayê ne. Dixwazim teza xwe li ser sînemaya kurd binivîsim. Muhammed di qada felsefeyê de xebatan de dike. Lê em hema hema ji heman pirsan re li bersivê digerin. Hevalên me yên din jî hene. Me destpêkê xwest xebatên meydanî bimeşînin û piştre jî platformekê ava bikin. Me her bi nîşandana fîlman dest pê kir. Welatiyan hefteyê du rojan li fîlmên kurdî temaşe dikirin. Ev fîlm jixwe ji bilî mîhrîcanan nedihat nîşandan. Armanca me ew e ku em gel bi sînemaya kurdî bidin nasîn. Em tenê bi nîşandana fîlman sînordar namînin. Di heman demê de em der barê fîlm de jî bi kurdî danasînê dikin.”
Mizgîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di azadiya gelê kurd de jin rola sereke dilîzin û got ku ew dixwazin di fîlman de jî zêdetir jinan û qeheremaniya wan vebêjin. Mîzgin got; “Di her qada civakê de serdestiya mêr heye û di sînemayê de jî heye. Lê derhênerên me yên jin ên wekê Bêrîvan Binevş, Beri Shalmashi, Nuray Şahîn, Ayşe Polat û Ozay Şahîn hene.
 
PÊŞANDANA FÎLMAN
Muhammed Gozutok jî diyar kir ku piştî nîşandana fîlman şûnde nirxandinên temaşevanan erênî ne û bi perspektîf in û wiha got: “Ji ber vê jî nîşandana fîlman hem di aliyê temaşekirinê de û hem jî di aliyê endamên civakê de erênî derbas bû. Piştgiriya bo civaka sînemaya kurdî me kêfxweş dike. Divê li dijî sînemayê empatî hebe. Di vî alî de dê kurd bi berxwedana kurdan û mafên hatine standin roleke girîng bilîzin. Di salên 90’î de muzîka kurdî di pêşveçûna têkoşîna siyasî de rolek girîng lîst. Niha jî em dinêrin ku sînemayê roleke girîng daye ser milê xwe.
 
TAKWÎMA XEBATÊN BO SÎNEMAYÊ
Derhênerê kurd Muhammed Gozutok destnîşan kir ku wan wekî civakê di du periyodên 15 hefteyê de biryara nîşandana fîlman girtiye û wiha got: “Me ji 8’ê sibatê heta 24’ê gulanê di 16 hefteyan de 20 fîlm kişandin, 7 belgefîlm û 4 fîlmên metraj dirêj bi giştî 31 fîlm nîşan dan. Me bi 9 dernêherên van fîlman, du lîstikvan û fîlmçêkêrekî re gotûbêj çêkir. Gotûbêj di Radyoya Yaşamê de hat weşandin. Em plan dikin ku xebatên atolyeyê bimeşînin. Hevalên me yên di civaka me de perwerdeya rojnamegeriyê dibînin, ji niha ve ji bo kovara sînemaya kurdî dixebitin. Em ê di dawiya vê salê de yan jî serê salê kovarê derxin.” STENBOL – ANF
Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse