Sînemardîn dest pê kir

0
7
REKLAM    

8’emîn Festîvala Fîlman Sînemamardîn îsal heta 7’ê mehê li dar e. Di festîvalê de bi ser 50’î re fîlm têne nîşandayîn.

Festîvala Mêrdînê “Sînemardîn” îsal 8’emîn car deriyên xwe vekir. êvara 31’ê mehê li Maridin Otelê bi merasimekê festîvalê dest pê kir. Piştî merasimê li Bexçeyê Muzeya Mêrdînê bi nîşandayîna fîlmê Yilmaz Erdogan “Kelebegin Ruyasi” (Xewna Pirpirokê) festîval dest pê kir. Di nav bernameya festîvalê fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm hene.

Mijara bingehîn a îsal a festîvalê “Penaberbûn” e. Niha li aliyê rojhilat-rojava û li nava Mêrdînê li dor 20 hezar penaber hene û festîvalê jî li ser vê yekê mijara xwe saz kiriye.

Di nav fîlmên ku têne nîşandayîn de belgefîlmê Umit Kivanç ê bi navê “Aglama Anne Guzel Yerdeyim” (Dayê megrî ez li cihek xweş im” ku li ser Roboskî hatiye kişandi; fîlmê “Amour” ê Michael Heneke; “Jîn” ê Reha Erdem; “Sen Aydinlatirsin Geceyi” ê Onur Unlu heye.

Di festîvalê de xebatên atolyeyê û gotûbêj jî hene. Fîlm li cihên wekî Muzeya Mêrdînê, Sînemaya Sînemardin, Maridin Otel û li Qoserê têne nîşandayîn.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse