Sînemagerên navdar dersên sînemayê didin

0
30
REKLAM    

Di çarçoveya 32’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de gotûbêj, xebatêr atolye û dersên sînemayê dest pê dikin. Lîstikvan û derhênerên navdar ên wekî Costa-Gavras, Mike Figgis, Stephen Dorff, Mustafa Nadarevic, Pip Chodorov, Marco Bechis û Andrzej Jakimowski dê beşdarî van xebatan bibin û bi sînemahezaran re bên ba hev.
Vane mijar, hin dersên ku dê bên dayîn û kesên dê dersê bidin:

Costa-Gavras dersê dide

Derhênerê navdar Costa-Gavras heta niha bi fîlmên xwe her li dijî faşîzmê gotina xwe got. Îsal fîlmê wî yê bi navê “Capital” (Kapîtal) li festîvalê tê nîşandayîn (7 avrêl,saet 13.30, Sînemaya Atlas). Gasras, berî nîşandayîna fîlm dê ji festîvalê “Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de” bigire.
Derhêner heman rojê saet 16.00’an de dê li Akbank Sanatê derseke sînemayê bide ku moderatoriya dersê dê Alin Taşçiyan bike. Di dersê de Gavras dê li ser fikra xwe ya sînemayê û fîlmên xwe gotûbêj bike, qala di dinyaya ku diguhere de sînema vediguhere çi rewşî bike. Yên bixwazin beşdar bibin divê ji serê sibê saet 10’an û pêve kûponên cih ji Akbank Sanatê bigirin. Bilêt (kûpon) bê pere ne. Her wiha fîlmê Gavras roja 6’ê avrêlê saet 21.30 de li Nişandaşi Citylife City’s jî bê nîşandayîn.

Dersa Carlos Reygadas

Derhêner Carlos Reygadas par li Festîvala Cannesê bi fîlmê xwe “Post Tenebras Lux” (Ji tarînî ber bi ronahî ve) Xelata Derhênerê Herî Serketî girt. Ji salên 2000’î ve fîlmên wî her têne nîqaşkirin û bi van fîlmên xwe ew di nav yek ji derhênerên girîng de cih digire. Carlos Reygadas dibêje: “Bi ya min ji bo derhênerekî dema sînemayê çêdike tiştê herî girîng dinyaya xwe ava bike û ji bo vê yekê di her warî de wêrek be.” Ew niha dê li Stenbolê derseke sînemayê bide û li ser fikra xwe ya sînemayê agahiyan bi sînemahezan re parve bike.
Dersa Reygadas roja 9’ê mehê saet 16.00’an de li Salona ÎKSV li dar dikeve.

Peter Weir zanîna xwe parve dike

Yek ji dersên din ên sînemayê jî dersa Peter Weir e. Weir îsal Serokê Pêşbaziya Juriya Laleya Zêrîn e. Wî bi fîlmên wekî “Picnic et Hanging Rock” (Li Hanging Rockê Seyran), “Dead Poets Society” (Li Tirkiyeyê wekî ‘Komeleya Hozanên Mirî’ hatibû wergerandin), “The Truman Show”, “Gallipolu” (Gelîbolû) di nav sînemaya cîhanê de cih girt. Ew di vê dersa sînemayê de dê li ser fikra xwe ya sînemayê, sazkirina rewşê, ji nû ve vejîna sînemaya Avustralyayê û rewşa wî ya li Hollywoodê bisekine û zanîna xwe parve bike.
Dersa Weir roja 12’yê mehê, saet 16.00’an de li Zanîngeha Bogazîçî li Navenda Fîlman a Mîthat Alam li dar dikeve.

Gotûbêjek li ser belgefîlman

Yek ji dersên sînemayê jî gotûbêja li ser belgefîlman e. Gaye Gunay, Devrim Akkaya, Can Candan û Ayşe Çetinbaş dê li ser sazkirina butçeya alternatîf a ji bo belgefîlman û tiştên bi belgefîlman re eleqedar gotûbêjeki bikin.
Ev çalakî jî 6’ê mehê saet 16’an de li Akbank Sanatê li dar dikeve.

Her wiha hin çalakiyên din jî hene ku li nav festîvalê li dar dikevin. Ji bo agahiyên berfirehtir:

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse