Sînemageran mîhrîcana FîlmAmedê nirxand

0
17
REKLAM    

Derhêner, sînemavan û hunermendên kurd di FîlmAmedê de hatin cem hev. Sîmemavan Semîr Aslanyurek, Rodî Yuzbaşi, Pîran Baydemîr û Julîde Kural, çavdêrî û nerînên xwe yên der barê FîlmAmedê de anîn ziman

3’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî a Amedê; ku bi hevkariya Navenda Çanda Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn hat amadekirin bi pêşandana belgefilm û panelan berdewam dike.

Mîhrîcana ku îsal bi şîara “Bi Têkoşîna Azadiya Jinê Ber bi Sînemaya Azad ve” dest pe kir û diyarî 3 jinên kurd ên siyasetmedar ku di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirn pêşenga PKK’ê Sakine Cansiz, endama KNK’ê Fidan Dogan û endama Meclisa Ciwanan Leyla Şaylemez hat kirin, bi tevlibûn û eleqeyek mezin didome. Di mîhrîcana ku di 18’ê gulanê de dest pê kir û heta 25’ê gulanê bidome.

Di çarçoveya FîlmAmedê de derhêner û sînemavênên bi navê Semîr Aslanyurek, Rodî Yuzbaşi, Pîran Baydemîr û lîstikvan Julîde Kural li ser belgefîlm û sînemayê nerîn û çavdêriyên xwe parve kirin. Semîr Aslanyurek, ku wekî endamê juriyê tevli FîlmAmedê bûye diyar kir ku mirov nikare bi çend deqîqeyan girîngiya sînemayê vebêje û wiha got: “Heta niha min tenê fîlmên belgeyî amade kirine. Ez cesaret nakim ku belgefîlman çêkim. Hem zahmet e û hem jî sebrê dixwaze. Ger ku xebata hunerê ji bo bazirganiyê û rantê be, wateya xwe winda dike. Girîngiya belgefîlmên sînemayê ya herî girîng zelalî ye.”

RISTA DUZIMANIYÊ

Aslanyurek, diyar kir ku yekem car tê tevli mîhrîcanê dibe û dema hat ket nava kelecanek mezin û wiha got: “Ez tev li gelek mîhrîcanan bûm. Piştî ku ji bo FîlmAmedê teklîf ji min re hat, min bi kêfxweşî erê kir. Ez fikirim ku ez ê li wir çi bikim. Di FîlmAmedê de kurdî û tirkî bi hevre tên bikaranîn. Ev hurmeta li hemberî ziman e. Li gorî min ev mîhrîcan gelek girîng e û hurmet nîşanî ziman daye. Li gorî min li Kurdistanê tevgera ku bibe rêberê gelê bindest ên Tirkiyeyê heye.”

FÎLMÊN WATEDAR

Aslanyurek, anî ziman ku li herêmê nêzî 100-150 salonên fîlman hene û ev hêzek mezin e. Aslanyurek, da zanîn ku êdî şîrketên fîlman belav dikin hemû fîlman belav nakin û êdî bi çavê bazirganiyê li fîlman dinerin. Fîlmên ku mijarek û pirsgirekekê tînin ziman nayên belavkirin. Divê fîlmên watedar bên belavkirin.

DIKARE BIBE PIR

Derhêner Rodî Yuzbaşi jî anî ziman ku fîlm û sînema hem di navbera gelan de û hem jî di nava hundirê cievakê de dikare bibe pira diyalog û famkirinê û wiha got: “Em li ser axek wisa dijîn êdî em hev nasnakin. Em cîran û çanda derdora xwe nas nakin. Ji ber ku em hev nas nakin em hev dixapînin û çalê li pêş hev dikolin. Ji ber vê yekê belgefîlm dibe sedema ku em karibin hev nas bikin. Dikare bibe pira nasîn û famkirinê.”

NÎQAŞÊN TÊN KIRIN

Yuzbaşi, anî ziman ku ev mîhrîcan ji bo rewşa sînemaya herêmê li ber çavan raxe û nebesiyên sînemayê bê dîtin girîng e û wiha got: “Mîhrîcanên bi vî rengî ji bo niqaşkirna rewşa simenayê girîn e. Her niqaş dê bêtir rê li pêş pêşketina sînemayê veke. Ez 2 salin tev li mîhrîcanê dibim. Li gorî min pêşbirga fîlman ne rast e. Mirov dikare bi rê û rêbazên cuda keda mirovan û hunera wan binirxîne.” Yuzbaşi anî ziman ku mirov dikare keda wan bi rengê cuda bi rûmet bike û axaftian xwe wiha domand: “Çanda pêşbirgê ne pir rast e. Divê beşên cuda û kesen cuda jî tevli vê mîhrîcanê bibin. Divê bêtir rê li pêşiya mirovên cuda tevli bibin bê vekirin.”

BELGEFÎLM Û DÎROK

Listikvan Julîde Kural jî anî ziman ku belgefîlm belgekirina dîrokê ye û wiha got: “Şopa jiyanê û qîrîna mirovan a li ser ruyê erdê ye. Hemû rastiyên têkildarî mirovan ji bo şopê li ser dîrokê bilê divê bên belgekirin. Rêbaza herî baş a şophiştina dîrokê ye.”

Kural anî ziman ku mîhrîcanê re hewayek erênî li Amedê pêş ket û axaftina xwe wiha domand: “Rewşek gelek erîni li vir heye. Ez bi salan in têm Amedê û her sala ku ez têm Amedê ez guhertinek erênî dibînim. Ez berê ji bo greva birçîbûnê Roboskî binçavkirin û windayan hatibûm. Lê niha ez ji bo mîhrîcanê li vir im.”

NASNAME Û ÇANDÊN WINDA

Derhêner Pîran Baydemîr ku bi belgefîlma “Fecîra” tevli mîhrîcanê bû diyar kir ku dema belgefîlm tê gotin ziman, nasname, gel, çnadên winda tên hiş û aqilan. Bi batyetî ji bo gelê ku çand û zimanê wan li sînorê tune bûnê ye pir girîng e.

Baydemîr, anî ziman ku zêdeyî 60 fîlman tên pêşandan û ji van fîlman nêzî 40’ê wan bi kurdî ye û ev di qada sînemageriya kurdî de gelek girîng û watedar e.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse