Sînema Novo

Nivîskar Mazlum Kardaş

0
63
REKLAM    

XULASE YA CÎNEMA NOVO

Sînemaya Nû di sala 1960î de li Brezîlyayê dest pê kiriye û heta 1972an domiyaye. Vê tevgerê xwestiye ku sînemaya Brezîlyayê ji bin bandora sînemayên derve(hollywood) derxe û rengê çanda xwe ya Brezîlî ya ku  neteweyî bigre. Derhênerên vê tevgerê yên wek Nelson Pereîra Dos Santos, Glaûber Rocha û Carlos Dîegûes xwestine bêdadiya di nav civakê de heyî bi rêya sînemayê, carinan bi rêgeza belgeyî carinan jî bi rêya metaforên çandî yên Brezîlî bigihînin temaşevanên cîhanê. Ev tevger bi vegotina xwe ya nû û bi çêkirina fîlmên xwe yên xweser balê dikişînin. Mijarên wan bi giştî li ser herêmên gundewarî, karker û gundiyên têkoşer in. Derhênerên Cînema Novo di bin bandora Pêla Nû a Fransî û Rasteqîniya Nû a Îtalyanî de mane û îmkan dane ku fîlm bi butçeyên kêm bên kişandin. Di 1960de zagoneke aborî rêya sînemagerên vê tevgerê xweş kir û hişt ku ev sînemager zêdetir fîlman çêkin û fîlmên xwe belav bikin. Piştî demekê ev sînemager bûn xwedî salon û hêza wan zêdetir bû.Lê desthilatdariya sîyasî ev hêz dît û li gorî vê yekê tedbîrên xwegirtin û sansur kirin dewrê.Di dema derba leşkerî ya di sala 1967an de wek her tiştî sînemayê jî derb xwar. Vê ekolê pêşiya ‘Sînemaya Sêyem’ ya ku li Emerîkaya Latîn derketiye holê vekiriye. Derhênerên vê tevgerê ji ber zilma desthilatdariyê ji Brezîlyayê reviyan. Ji ber vê yekê jî bandora vê tevgerê, ya ku li cîhanê hebû, her ku çû kêm bû û piştî demekê tevger belav bû û ji holê rabû. Dîroknasên sînemayê Stam û Johnson tevgera Cînema Novo li ser jiyana polîtîk a Brezîlyayê wek sê werçerxa ji hev veqetandine.

DERHÊNERÊN CÎNEMA NOVO YÊN GIRÎNG

– Glaûber Rocha

– Rûy Gûerra

– Nelson Pereîra dos Santos

– Carlos Dîegûes

DI SALÊN 1960Î DE LI BREZÎLYAYÊ NÊVENGA SIYASÎ Û SÎNEMA

DERKETINA CÎNEMA NOVO

Di sala 1959an de Şoreşa Kubayê, 1967an de mirina Che Gûevara, 1968an de li Meksîkayê komkujiya Tîtelco, 1969an de Serhildana Şagirt û Kerkerên bi navê ‘Cordobazo’, 1965an de êrîşa Emerîkî li ser Komara Domînîkê û derba leşkerî Emerîka ya Latîn hejandiye. Sînema,şano,wêje,muzîk û hwd. ji vê yekê para xwe girtin.Sînemageran jî di vê tevgera çanda emperyalîstîk de, wek alternatif, afirandina zimanê sînemeyên cûda, polîtîkayên wê demê bi rêya hunereke nûjen,şoreşger,dij-dagirkerî û ji bo bandora dij-emperyalîst çêkin bi dildarî tevlî bûne.

Li Brezîlyayê di salên 1950de komediyên muzîkal ku bi navê ‘chanchada’ dihatin binavkirin û sinemeya hollwoodê ku yên bi butçeyên mezin dihatin kişandin serdest bûn.Vê sînemayê pişgiriya xwe ji derhênerên biyanî, çêkerên biyanî, belavker û kesên dewlemend digirt. Sînemagerê Brezîlî Carlos Dîegûes van fîlman wek ‘li ser gelên feqîr yên Brezîlyayê ên ku xwendin û nivîsandinê nizanin wek muşterî dibînin û li ser gelê feqîr bazirganiyê dikin’ derdixe holê. Di sala 1960î de sinemaya Emerîkaya Latîn hêdî hêdî polîtîk dibû. Ev sînema herî pir li ser Brezîlyayê polîtîze bibû.

Hîma tevgera Sînema Novo di sala 1955’an de hatiye avêtin û rastî dema deshilatdariya Kûbîtschek tê. Kûbîtschek di navbera salên 1930-1960î de li ser îktîdarê maye. Kûbîtschek dixwest ku Brezîlyaya li paş maye bi pêş bixe. Ji ber vê jî bi bazirgan,dewlemend,sînemager û şanogerên biyanî re kar dikir. Ev jî hêla çepgirên Brezîlyayê nerehet dikir. Li bakûrê rojhilatê welêt serokê li ser gundiyan Francisco Jûlîao dest bi pêkutiyan kir.Kûbîtschek hizir dikir ku Brezîlyayê ji paşketinê xilas bike. Lê piştî şerê çînî derket ev şadî hilweşiya. Piştî Kûbîtschek li ser kursîyê Joao Goûlart rûnişt. Di salên 1960î de di bin pêkûtiya populîzmê de ma û xwe da hêla çepgiran. Kesên biyanî yên dewlemend ku piştgirî didan Kûbîtschek, piştî hatina serok Joao Goûlart tenê man û ti biryar di destê wan de neman. Piştî van bûyeran di sala 1964an de ji aliye Amerîkayê ve derbeyek hat kirin.

 WERÇERXA YEKEM (1960-1964)

Li gor Stam û Johnson tevgera Sînema Novo di sala 1960î de hatiye destpêkirin. Di sala 1961ê de saziya bi navê ‘Saziya Çanda Populer’ ku girêdayî ‘Şagirtên Netewa Yekîtî’ bi 5 derhênerên cuda,fîlmê ji 5 beşan pêk dihat bi navê ‘Cînco Vezes Favela’(Pênc Car Şevdanî) kêşandine. Ev fîlm di nava mînakên sereke yên tevgera Cînema Novo de ye. Mijara fîlmê: Kesên feqîr yên li derveyî bajarê Rîo de Janeîro ku bi çi zor û zehmetiyê di şevdaniyan (gecekondu) de dijîn tê vegotin. Ev pênc derhêner: Mîgûel Borges, Jûaqûîm Pedro de Andre, Carlos Dîegûes, Marcos Farîas û ji Leon Hîrszman in(1962).

Destpêka werçerxa yekem a Cînema Novo, dema kû serok Joao Goûlart di 1 ê gulana sala 1964an de bi derbeya leşkerî hatiye xistin xilas bûye. Fîlmên metrajdirêj di vê werçerxê de hatine kişandin. Fikrên polîtîk û estetîk wek ‘tevger’ di vê werçerxê de derketine. Kovara ku bi navê ‘Metropolîtano’ ya kû Şagirtên Netewa Yêkîtî çap dikir ji bo derhêner û rexnegirên wê demê bibû qadeke forûmê. Di kovarê de, sinemaya Brazîl a bazirgan, fîlmên Ewropî û dagirkeriya sinemaya Hollwoodê ya li ser sinemaya Brazîl û li hember wê dê bertekeke çewa bê nişandan nirxandine. Ji bo sînemayeke nû 2 modelên nû dane ber xwe: Ekola Pêla Nû ya Fransî û Rasteqîniya Nû ya Îtalî. Ji ber ku di Rasteqîniya nû ya Îtalî de fîlm ne li stûdyoyan, li deverên rastî dihatin kêşandin û bi kesên amator re dixebitîn. Pêla Nû ya Fransî ji aliyê stratejiya çêkerê xwe ve girîng in. Sînema Novo ji aliyekî ve ji ber ne polîtîk bûna Pêla Nû ya Fransî ew rexne dikirin, ji aliyê din ve jî Pêla Nû ya Fransî ji ber ku fîlmên xwe bi butçeyên kêm dikêşandin ew kirin bin bandora xwe. Derhênerên Sînema Novo, sînema wek qadeke polîtîk û  li hember dagirkeriyê wek amûreke têkoşînê didîtin. Derhênerên Cînema Novo li hember teqlîtkirina Sinemaya Yekem (hollywood) û Sînemeya Duyem (Ewrûpa) bertek nişan dane û li dij wan sînemayeke li ser şevdanî, karker, gûndewarî û hwd. çêkirine. Filmên wan ên herî girîng; a di sala 1961ê de hatiye kişandin bi navê Cinco Vezes Favella (pênc car şevdanî), filma Glauber Rocha ya di sala 1962yan de bi navê ‘Baravento’ û a di sala 1964an de hatiye kêşan fîlma bi navê ‘’Deus E O Diabo Terra do Sol’’ (Xwedayê Reş Şeytanê Spî), fîlma Rûy Guerra ya di sala 1963an de hatiye kêşan bi navê Os Fuzis, fîlma Carlos Diegues a di sala 1963an de hatiye kêşan bi navê ‘Ganga Zûmba’ û fîlmê Nelson Pereira dos Santos a di sala 1963an de kêşaye bi navê ‘Vidas Secas (Jîyanên Beredayî) di serî de tên.  Fîlmên Cinema Novo ên Werçerxa yekem proleteryaya gundewarî û bajarî, bi problemên birçîbûn, biyantîya olî, bi dagirkerîya aborî re hevrû dihîşt. (Stam û Johnson :1979)

1.GLAÛBER ROCHA Û ESTETÎKA BIRÇÎBÛNÊ     

Rocha, 14ê adara sala 1939an li bajarê Bahîa ji dayik bûye. Di şazdeh saliya xwe de bi saya komên sînema dest bi sinemayê kiriye. Piştî du salên perwerdehîya hiqûqû şîrketek ava kir û hin kurtefîlm kişandiye. Piştî wê bar kiriye bajarê Rîoyê. Rocha di dawiya salên 1950î de bêhtir ji aliyê sînemaya polîtîk ve hat nasîn. Di nava Ekola Cînema Novo de Pereîra Dos Santos û Carlos Dîegûes hin derhênerên girîng in. Piştî naskirina Dos Santos ew jî tevlî koma wan bû û di sala 1962an de fîlmê xwe yê metrajdirêj û yekem ku bi navê ‘Barravento’ kişandiye. Mijara Barravento: Fîrmîno ji bo perwedehiyê ji Brezîlyayê dûr ketiye. Piştî perwerdehiyê vedigere qesebeyekî masîvanan ku girêdayî bajarê Bahîayê ye. Armanca wî ew e ku şêniyan ji ola mîstîk ku bi navê ‘Candomble’ sar bike. Li gor Fîrmîno mîstîzma olî, encama trajîk a polîtîk e û pêkerekî(faktor) zextî yê civakî ye. Rocha bi saya vê fîlma xwe bû derhênerekî navdar. Rocha sinemaya nû weha pênase dike;”Di serî de fikrek, di dest de kamerayek”.

Rocha Cînema Novoyê wek ‘sinemaya birçîbûnê’ ‘ku mihtacê dada civakî û çandî’ pênase dikir. Rocha uslûba fîlmên xwe, fikren xwe yên li ser sînemayê di gotara xwe ya bi navê ‘Estetîka Birçîbûnê’ de diyar kiriye û cara yekem di sala 1965an de di konferansa li bajarê Cenovayê hatiye lidarxistin, ku bi navê ‘Cîhana Sêyem û Civaka Dinê’ de peşkeş kiriye.

Tevgera Cînema Novo, nêrîna xwe ya polîtîkaya çandî cara yekem di vê gotarê de diyar kiriye. Rocha di vê gotarê de Sinemaya Hollywoodê hem ji alîyê israfkirina çavkaniyan hemjî ji aliyê veşêrdayîna jiyanên xizan ve sûcdar dike. Li gor Rocha Sînema Novo berpirsiyariyeke polîtîk digire ser xwe û kêmbûyîna çavkaniyan werdigerîne nirxeke estetîk. Birçîbûnê tenê ne weke temayekê her wiha rêbazên hilberînê yên xizanî wek ‘birçîbûnê’ dibîne. Rocha, wek di gotara xwe de jî diyar kiriye, fîlmên ku bi vê rêbazê tên kişandin“fîlmên nexweşik, xemgîn û bê hêvî ne”. Armanca tevgera Cînema Novo ew e ku gel ji hejariya wan hişyar bike. Bi vê sayê dixwazin gel tevlî têkoşîna azadiya neteweyî bikin. Rocha, di gotara xwe de çêkirina filmên perwerdehiya wekhevîyê, hunerê û rewşenbîrîyê ji xwe re kiriye armanceke sereke. Sînemayê û her cure hewldanên feransetî wek hejandina pergalê bi kar aniye.

Rocha di ‘Estetîk a Birçîbûnê’ de diyar kiriye ku;‘Tundî, ji bo kesên birçî tevgereke normal e. Dema tundiyê ew dem e ku, wexta dagirker ji cihê ku dagir kiriye haydar dibe ye’ dibêje. Estetîk a Birçîbûnê li hember nirxên sînemeya emperyalist derketiye. Di dema werçerxa yekem a Cînema Novo de di nava fîlmên girîng de fîlmê Rocha ku bi navê ‘Deûs E O Dîabo Na Terra do Sol’ (Xwedayê Reş Şeytanê Spî-1964) tê. Fîlm li ser kujerekî kirêkirî ku bi navê Antonîo û li ser serpêhatiya wî ye. Di çarçoveya jiyana rasteqîn de dawiya rojên wî yên nijdevanî tê vegotin. Fîlm di guwahiya(tanık) Antonîo de, karkerekî gundî Manûel û tevlîbûna wî ya çeteya Şeytanê Çûr Corîsco û Pedra Benîta Mascare û hilweşîna wan tê vegotin. Ev çete dijminê Antonîo ye. Rocha bi bandora Pêla Nû ya Fransî û Rasteqîniya Nû ya Îtalî, bi mitolojiya xwe ya Xirîstyanî û birçîbûnê, sînemayeke polîtîk afirandiye.  Di fîlm de tiştên tên nîşandan li gel mirovan, bergeh, muzîk, ziman, çand û dîrok in. Ji bînerên sînemayê, yên li nava welêt û derveyî welêt re, Brezîlyaya ku heta wê  demê  ‘ne dihat zanîn’ kûrtir  û rasteqîntir pêşkeş kiriye. Di fîlm de lîstikvanî, kêşan, pevbestin û deng jî di nav de, hemû teknîk ji bo dij-rasteqînî (antî-realîsm) hatiye bikaranîn.

Rocha li ser fîlm weha dibêje; ‘Ev ne çîrvanok e, karakter jî ne rasteqîn in; tiştê rasteqîn, helwesta derhêner a ku li hember van karakteran e’ dibêje. Fîlm li axa kûvî ya başûrê rojhilatê Brezîlyayê ewil serokê olî (Xwedavendê Reş), dawiyê jî bi navbeynkariya jinek û mêrek ku bi nijdewanekî (Şeytanê Spî) re dikin, wekî çîrokeke metaforîk tê nîşandan.

2 CARLOS DÎEGÛES

Di tevgera Cînema Novo de derhênerekî girîng e. Ew jî yek ji derhênerên  fîlmê bi navê ‘Cînco Vezes Favela’ (pênc car şevdanî) ye ku di sala 1961ê de ji aliye pênc derhêneran ve hatiye kêşandin. Dîegûes di sala 1962yan de di kovara Yekîtiya Şagirtên Netew de bi navê ‘Momento 2’ yê gotara ‘Cînema Novo’ nivîsiye. Di wir de behsa kelecaniya ciwanîyê ku tevgera Cînema Novo di xwe de dihewîne dike û di heman demê de negihîştina armanca Sînemaya Brezîlî tê kirpandin ku Sînemaya Brezîlî demeke dirêj di bin kontrola kesên biyanî de bû;

‘’Dîrokeke zayînê ya Cînema Novoyê  tune ye. Manîfestoyeke wê ya dîrokî an jî pîrozbahiyeke wê tune ye. Bi taybetî ji alîyê kesekî ve nehatiye afirandin û ne fikreke komekê ye. Teorîsyenên wê yên fermî,  papayê wê, îdeolojiyeke wê nîn e, ne ronahiya honas an jî rêberekî\ê ye. Cînema Novo ji ber ku pêkhênerên wê ciwan in ne ‘Nû’ ye. Li gor vê têgeha ‘nû’, nûjenî û guncavtî ya modayê pêşniyar nake. Cînema Novo tenê, parçeyek ji guherîna mezin a civaka Brezîlî ye’’.

Dîegûes di serè werçerxa Cînema Novo de di 23 saliya xwe de fîlmê bi navê ‘Ganga Zû mba’ kêşaye. Fîlmê Ganga Zûmba li kampeke Brezîlyayê ku  bi navê “Qûîlombo dos Palmares” e derbas dibe. Koleyên qaçax di vê kampê de dihatin veşartin û li ser jiyana rêber û damezrînerê vê qampê Dîegûes bixwe jî kole û dijraber bû. Hemû lîstikvanên fîlmê ji reşikên Brezîlî bûn û her wiha ew kokdarên Efrîkî jî bûn. Mijara fîlm di sedsala 17. de derbas dibe, ancax problemên ku reşikên Brezîliyên ku  kokdarên Efrîkî dijiyan bi rêyeke alegorîk hatiye vegotin. Ganga Zûmba hem li Brezîlyayê hem li Kubayê kurguyeke li ser dîroka koletiyê û destpêka cûreyên fîlma ye.  Bi vê cûreyê, sînemageran, mîrasa kokdarên Efrîkî ku li Brezilyayê dijîn û kokdarên Efrîkî ku li Kubayê dijîn, hem ji alîyê dîrokî ve hem jî ji bo çîrokên nûjen keşf kirine. Bi vê sayê Sînema Novo, bi şêweyekî lez cureyên nû afirandiye û bi rêbazên radîkal yên nû zimanê fîlm keşf kirine. Filmê ‘Ganga Zûmba’ di Sînema Novoyê de ji aliyê cureya dîrokî ve filmê yekem tê hesibandin.

3 NELSON PEREÎRA DOS SANTOS

Nelson jî derhênerekî girîng yê  Sînema Novoyê ye. Di sala 1955an de bi kêşana fîlmê xwe yê bi navê ‘Rîo 40 Graûs (Rîo 40 dereke), sinyalên Sînema Novoyê û sinyalên hişyarbûna li Brezîlyayê daye. Ev fîlm serbixwe ye û li hember avahiyên sosyal  yên Brezîlyaya wê demê sekna wî ya rexneyî ye û ber bi ‘cûreyek sînemayeke nû’ ve nîşana gefekê ye.

Li gor Stam û Johnson (1979) di sînemaya nû de di nav têkariyên pratîk yên Santos de; di sala 1955an de kêşana fîlmê xwe yê bi navè ‘Rîo Zona Norte (herêma bakûrê Rîo), çêkeriya filmê Roberto Santos yê bi navê ‘O Grande Momento’ girt ser xwe her wiha honandina fîlmê Glaûber Rocha yê bi navê ‘barravento'(1962), jî di nava têkariyên Santos de ne.

Di destpêka Cînema Novo de filmê Santos yê herî girîng ‘Vîdas Secas’ e (Jiyanên Beredayî-1964). Vê filmê Santos ev film ji pirtûka Gracîlîano Ramos ku  bi navê ‘Vidas Secas’ e lê aniye. Film, li ser jiyana malbateke li bakûrê rojhilata Brezîlyayê ku bi xizaniyê re tê dikoşin e. Ev malbat ji bo karekî û jiyaneke baş li qadeke baştirîn digerin. Ancax ziwayî û xizanî hêviya wan têk dibe.

 Vîdas Secas sala 1964an de di Festîvala Cannes de xelata OCIC wergirtiye.

4 RÛY GÛERRA

Rûy Gûrra di sala 1931ê de li metîngehîya Portekîzê li Mozambîkê ji dayik bûye. Perwerdehîya xwe ya li Portekîzê di nêvî de hiştiye û dest bi ‘Dibistana Sînemaya Parîsê’ kiriye. Asîstaniya gelek derhênerên Fransî kiriye. Piştre jî derbasî Brezîlyayê bûye û tevlî ekola Sînema Novoyê bûye. Di werçerxa yekem a Cinema Novo de filme xwe yê bi navê ‘ Os Cavajestes’ û ‘Os Fuzîs'(çek) kêşaye.

Fîlmê ‘Os Fûzîs’ di nava Ekola Cînema Novoyê de filmek ji filmên herî tê nasîn e. Di fîlm de lihevrabûna gundî û leşkeran vedibêje ku li bakûrê rojhilata Brezîlyayê li herêma  Sertaoyê dijiyan ku ew herêm xizan û ziwa bûn(dramaya birçîbûnê). Li vê herêma gelekî xizan komek leşker, peşiya mirovên xizan digrin da kû depoya adan talan nekin. Ev film, di sala 1964an de ji festîvala Filman a Berlînê xelata ‘Hirça Zîv-Asayî’ wergirtiye.

WERÇERXA DUYEM (1964-1968)

Di sala 1964an de serokê Brezîl João Goûlart bi derbeya leşkerî ji rêveberiyê hat xistin. Piştî Joáo serokê nû yê diktator Pascûal Ranîerrî Mazîllî bû desthilatdar. Derbeya leşkerî saziyên demokrat û populîzma polîtîk binpê kir û bobelateke dîrokî pêk anî. Di navbera salên 1964-1968an de cûntaya leşkerî hemû endamên radîkal qewirandin û hemû partiyên siyasî girtin. Di şûna wan de du partiyên nû vekirin. Gelê Brezilyayê ji mafê wan ê polîtîk mehrûm kirin. Hemû tiştên ku bi dest ketibûn bi cûntayê bi dawî bûn. Li şûna formên demokratîk, zagonên leşkerî yên otorîter hatin. Şîrketên biyanî dîsa bi ser ketin. Piştî ku ev tişt pêk hatin, gelê Brezîlyayê li hember Cînema Novoyê baweriya xwe wenda kirin. Ji ber ku Cînema Novoyê ji bo mafê gel biparêze soz dabû lê demokrasî nedomandibû. Yek ji derhênerên Sînema Novoyê Jaqûîn Pedro de Andre, derhênerên din yên  Sînema Novoyê bi vê yekê sûcdar dikir: ‘li hember rexnegiran balkêş in, lê bi gelên Brezîlyayê re têkilî qut kirinê’. Jaqûîn Pedro de Andre digot ku: ‘Fîlmekî di wateya rasteqîn de ji bo polîtîk be pêwîste di serî de bi gelê xwe re bikeve tekiliyê’.( Stam û Johnson:1972)

Di werçerxa duyem de piştî ku João Goûlart bi derbeya leşkerî hat xistin li Brezîlyayê filmên matmayîn û xemgînîya gel hatin kêşandin. Stam û Johnson (1982), van filman wek populîzm, pêşketin û her wiha wek analîzeke binketina çepgirên rewşenbîr dinirxîne.Filmên girîng yên di vê Werçerxê de hatine kêşandin: Filmê Glaûber Rocha bi navê ‘Terra em Transe'(1967), filmê Nelson Pereîra dos Santos bi navê ‘Fome de Amor-1968’, û filmê Gûstava Dahl bi navê ‘O Bravo Gûerreîro'(şerkerê wêrek)’ ku di sala 1968an de hatiye kêşan cih digirin.

Filmê ku Rocha di vê demê de kêşaye ‘Terra Em Transe’ ye. Film li welatekî xeyalî yê Brezîlyayê li Eldorado derbas dibe. Li welatê Eldorado hin kesên kû dixwazin hêza polîtîk ya rojeva welêt bi dest bixin hene.

Di nava van tevlîheviyan de ‘Paûlo Martînsê’ ku rojnamegerekî westiyayî ye, li hember du kesên ku ketine nava vê qirêjiyê namzet datîne. Paûlo di navbera qismekî bijare(elît) û qismên ku teslîmbûnê pejirandine de tengijiye. Ancax, di vê rastiya tropîkal a tevlîhev de, ti tişt ne wekî ku tê dîtin e. Filmê Rocha yê ‘Terra Em Transe’, di derheqê polîtîkayên Brêzîlyayê de di tarza baroqî(barok) de wek alegoriyekê ye. Ev film, wek ku Rocha di gotara xwe ya Estetîk ya Birçîbûnê de pênase kiriye mînakeke ji sînemaya bi butçeya kêm  tê kişandin re. Di vî fimî de armanca Rocha ew e ku temaşevan bi awayekî rexneyî li pêvajoya dîrokî binêrin. Li gor Betes (2003):“Rocha di vî filmî de ji rasteqîniya rexneyî û ji vegotineke klasîk dûr ketiye û cûreyeke ‘qiyameta estetikê’ afirandiye.

WERÇERXA SÊYEM (1968-1972) 

Di werçerxa duyem de, sînemageran ferq kirin ku filmên wan ji aliyê ‘bînerên girse’ ve ne popüler in.  Helbet li cihekî ku şîrketên Amerîkî deshilatdar bin, nîşandana filmên ku bi butçeyên kêm hatine kêşan û nîşandana filmên serbixwe ne garantî bû. Girse mijara film bû lê ne bînerê film bû. Derhênerên Cînema Novo ji bo çêkirina filmên populer ‘di sînemê de ji bo tevgereke polîtîk şertekî pewîst e’  digotin. Derhênerên Sînema Novo hewildanên xwe yên gihîştina gel, bi 2 rêbazan sepandin.  Yekem; bi çêker Lûîs Carlos Baretto ve koperatîfa belavker ya bi navê ‘Dî Film’ damezrandin. Duyem: filmên populer yên balkêş bêtir kêşandin.

Di vê stratejiyê de filmê yekem di sala 1967an ji aliyê Leon Hîrszman ve, filmê ‘Garota De Îpanema (Keça ji Îpanema) hat kêşan.  Ev film cara yekem di Cînema Novo de bi ‘reng’ hatibû kêşan. Di sala 1968an de derhêner Joaqûîm Pedro de Andre filmê xwe yê ‘Macûnaîma’ kêşand. Ev film, di Cînema Novo de ji aliyê çandî ve filmê populer ê yekem e.

Stam û Johnson (1979),  werçerxa sêyem  a Sînema Novoyê wek ‘yemyamî (cannibal) an jî ‘tropîkalîst’ pênase dikin. Stam û Johnson ‘yemyamiyê’ hem di wateya rast de û hem jî wek metaforîk qest dikin.Yek ji derhênerên Sînema Novo Nelson Pereîra dos Santos sala 1971ê de filmê xwe yê”Como Era Gostoso O Meû Frances” kêşand. Film  her dû wateya ‘yemyamî'(cannibal) di xwe de dihewîne. Pêşniyaza film: Kesên xwecih, ji bo ku ji aliyê dijminên biyanî ve neyên dagirkirin, wek metaforîk pêwîst e wan bixwin’. Li gor Rocha, canîbalîzm pediviya tundiya li ser jiyana civakê ye. Bi vê nîşaneya li ser perdeya sipî dê guherîna civakê dest pê bike.

Tiştê ji Sînema Novoyê bê fêmkirin ev e: Estetîka tûndîyê ji hovîtîyê zêdetir, şoreşek e. Ev der bi xwe herêma destpêkê ye; Dema tundiyê ew dem e ku, wexta dagirker ji cihê ku dagir kiriye haydar dibe ye’. Tenê divê dagirker bi vê tûndiyê re rû bi rû bimîne. Tirsa ku bikeve dile dagirker û berxwedana hêza çanda ku dagir kiriye bibîne û pihêta wan fêm bike

Di van filman de  nexşên dewlemendiya çanda Brezîlî,  ji derveyî metaforên polîtîk, ji bo ku bikaribe estetîka xwe bikirpîne bêtir wêde çûye.

Di vê demê de di nava filmên girîng de filmê Glaûber Rocha yê bi navê ‘O Drago da Maldade Contra O Santo Gûerreîro’ ku di sala 1968an de kêşaye, filmê Rûy Gûerra yê bi navê ‘Os Deûses E Os Mortos'(1970), filmê Carlos Dîegûes yê bi navê ‘Os Herdeîros-1970’ û filmê Nelson Pereîra dos Santos yê bi navê ‘Como Era Gostoso O Meû Frances’, cih digire.

Filmê Nelson Peraîra dos Santos yê bi navê ‘Como Era Gostoso O Meû Frances’, di vê werçerxa ku binavê ‘Tropîkalîs-Cannîbalîst’ dihat bi nav kirin de kêşandiye. Film, di sala 1954an de di navbera xwecihên Brezîlî de derbas dibe. Navbera Xwecihên Tûpînambas û Fransiyan baş bû û dijminê wan jî di eynî wextê de xwecihên binavê Tîpînîqúîns bûn û navbera wan û Portekîzîyan baş bû. Ardûîno Collasantî kesekî Fransî ye û ji aliyê Portekîziyan ve hatiye dîlgirtin. Di êrîşekê  de ji aliyê xwecihên xwe ango Tûpînambasan ve tê girtin. Xwecihên Tûpînambas dibêjin qey Portekîzî ye. Ardûîno çiqas Fransî biaxife jî dike nake nikare xwecihên xwe îqna bike ku ne Potekîzî ye. Ardûîno heta kû bê ber sêdarê ango heta ku bê ‘Xwarin’, destûr didinê ku li gund serbest bigere. Heta bi jineke Tûpînambasan re tê zewicandin jî. Hemû dîyalogên film bi zimanê ‘Tûpî’ne. Lîstikvanê ku rola xwecihên Tûpînambasa dilîzin, bi şêwazeke dîrokî di pirî dîmenên film de tazî tên xuyakirin. (Santos:1971). Li gor Stam û Johnson filmê Santos yê bi navê Como Era Gostoso O Meû Frances, di heman wextê de ji sedsala 17. re wek şandeyek ji komkujiyên xwecihan re ye. Polîtîkayên komkujiyê ku dewlet li ser xwecihan  dide meşandin, wek rexneyek û sêwireke antropolojîk e.

Fimê ku Glaûber Rocha di vê werçerxê de kêşandiye bi navê ‘O Drago da Maldade O Santo Gûerreîro’ (Antonîo das Mortes) wek berdewamiya filmê Glaûber Rocha ku di werçerxa yekem de kêşaye, bi navê ‘Deûs E O Dîabo Na Terra do Sol (1964) e.(Rocha:1969). Di serî de di filmê ‘Deûs E O Dîabo Na Terra do Sol’ de karakterê bi navê Antonîo ji alîyê Rocha ve wek enstrûmanekî bi zext û azadiyê hatiye pênasekirin. Ew di filmê Deûs E O Dîabo Na Terra do Sol de dêr û dewlet, di filmê Antonîo das Mortes de jî qehwe û samana axê ya olîgarşîk wek çekeke kirêkirî hatiye bikaranîn.

Di eynî wextê de di dawiya  dema ‘Tropîkalîs’ de Cînema Novo, ketiye krîzeke afirandinê û ev rewş di navbera salên 1971-1972’an de gihîştiye lûtkê. Piştî kû sansûr û zext zêde bûn Glaûber Rocha, Rûy Gûerra û Carlos Dîegûes Brezîlya terk kirin û çûn Ewropayê. Li wir piştgiriya aborî zor bû, gelek derhêneran ya li Fransayê û Îtalya yê dest bi çêkerên hevpar kirin an jî hemû filmên xwe bi samana biyanî kêşandin. (Stam û Johnson:1979)

ENCAM

Tevgera Cînema Novoyê, di pêvajoyeke dîrokî de derketiye holê û pirsgirêkên diyar, di dema xwe de wek ekolekê ji hin tiştan re bûye bersiv. Vê tevgerê ji aliyê îdeolojîk ve xwe nêzîkî çepgirên polîtîk didît. Vê tevgerê nêrîneke neteweperest, dij-emperyalîst û dij-kapîtalîst pejirandiye. Vê  tevgerê, sinema ne weke kêf û şahî lê bele ji bo civaka Brezîlî wek amûreke hişyarbûnê bi kar anîye.Wek ku Glaûber Rocha di gotara xwe ya ‘ Estetîk ya Birçîbûnê’ de gotiye; bi van filmên ‘xemgîn,nexweşik û bêhêvî’ derhênerên Cînema Novo, ji bo ku gel ji hejarî û xizaniya wan hişyar bikin û ji bo piştgirî bidin hewildanên gel yên rizgariyê, sinema ji xwe re kirine armanc. Bi vê sayê derhênerên ekola Cînema Novoyê, bi taybetî Amerîka bi giştî jî bi tûndî li hember şêweyên  vegotina ekola sereke ya sînemayê derketiye. Bi vê hawê ekola Rasteqîni ya Nû ya Îtalî, bi butçeyên piçûk fîlm kêşandin,bikaranîna lîstikvanên ne navdar û şêweyên teoriya ‘aûteûr’ ku rêya ekola Pêla Nû ya Fransî vekiriye, zimanê wî yê sînema û têgihîna estetîk pejirandiye. Derhênerên Sînema Novo, bi taybet di serî de berê kamerayên xwe dan bakûrê rojhilatê Brezîlyayê ku cihekî xizan û bê av bû (ev herêm bi ”Sertao” tê bi nav kirin) ku cihê bi navê ‘favella’ dihat bi navkirin (Ew jî cihekî şevdanî û xizan bû).

Di werçerxa yekem de di nava filmên herî girîng de filmê Glaûber Rocha bi navê ‘Deûs E O Dîabo Na Terra Do Sol (Xwedayê Reş Şeytanê Spî), filmê Rûy Gûerra bi navê ‘Os Fûzîs’ (Çek) û filmê Nelson Pereîra dos Santos bi navê ‘Vîdas Secas’ (Jiyanên Beredayî) li herêma ‘sertao û favella’, xizaniyeke mezin û têkoşîna jiyana wan vedibêje.

Tevgera Sînema Novoyê, li hember kêf û şahî   û vegotina klasîk derketiye û sînema li hember dagirkeriyê wek amûrekê bi kar anîye. Li Amerîkaya Latîn ji bo derketina ‘Sînemaya Sêyemîn’ rêyek mezin vekirîye. Derveyî Glaûber Rocha ku di ciwaniya xwe de jiyana xwe ji dest daye, Carlos Dîegûes, Rûy Gûerra û Nelson Peraîra dos Santos, îro hên jî di nava sînemê de aktîf dixebitin.

BI GIŞTÎ FILMÊN CÎNEMA NOVO

Filmê herî girîng: Cînco Vezes Favella (1961)

Derhêner: Mîkyel Borges, Jaqûîm Pedro de Andre,Carlos Dîegûes,Marcos Farîas û Leon Hîrszman

Filmên Glaûber Rocha

– Barravento (1962)

– Terra em Transe (1967)

– Deûs E O Dîabo Na Terra do Sol (1964)

– O Drago Maldade Contra O Santo Gûerreîro (1968)

– Antonîo das Mortes (1969)

 Filmên Rûy Gûerra

– Os Cafajestes (1962)

– Os Fûzîs (1963)

– Os Deû E Os Mortos (1970)

Filmên Nelson Pereîra dos Santos

– Rîo 40 Graûs (1955)

– Rîo Zona Norte (1957)

– O Grande Momento (1957)

– Vîdas Secas (1963)

– Fome de Amor (1968)

– Como Era Gostoso O Meû Frances (1971)

 Filmên Carlos Dîegûes

– Ganga Zûmba (1963)

– Os Her Deîros (1970)

Filmê Leon Hîrszman

– Garota de Îpanema (1967)

 Filmê Jaqûîm Pedro de Andre

– Maccûnaîma (1968)

Filmê Gûstavo Dahl

– O Bravo Gûerreîro (1968)

ÇAVKANÎ

  • The Journal of Social Science, Sal: 5, Hejmar: 19, Çile 2018, rûpel. 355-366
  • Battal Odabaş: Sînemaya Sêyem (2013) – rûpel. 153-154, 210-213
  • Ferat Kevir: Ekolên Sînema (2016) – rûpel. 71

 

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse