Sînema çiraya gelan e

0
16
REKLAM    

Dema behsa sînema tê kirin, yekser sînema bajarê min tê bîra min. Sînema Amûdê ku berî 52 salan dergehên xwe girtin û nema vekirin. Di 13.11.1960î de dora 200 zarokên bajêr si sînemê de şewitîn. Ew hingî bûn goriyên şoreşa li Cezairê, ku ji bo alîkariya wê şoreşê berpirsên dewletê şagirtên dibistanan mecbûr kiribûn ku li filmekî tirsê temaşe bikin. Ta îroj sedema şewata sînemê nehatiye lêkolîn kirin.

Ji hingî ve perdeya spî li Amûdê reş maye. Ji nifşên nû tê xwestin ku vê perdeyê dîsa spî bikin û filman nîşan bidin. Li sînemê mirov ne tenê li filman temaşe dike. Mirov li bajarokekî biçûk wek Amûdê dikare bi nirxê bilêtekê, bê pasport û vîza, li dinyayê bigere, çanda gelan nas bike û ji wan sûd bigire. Ev e rola sînema: veguhestina çandan li seranserî cîhanê. Film balyozên gelan in. Di rêya filmên derhênerên mîna Behmen Qobadî, Huner Selîm û Mano Xelîl re cîhanê êş û azera gelê kurd bi çavên xwe dît. Berî hingî wan Kurd tenê di romana Karl May de yan jî wek “Turkên çiya” nas dikir. Îroj bi xêra filmên derhênerên kurd êdî dinya nêzîkî rastiya Kurdan dibe.

Mixabin ku li beşê azad ê welatê me, li Herêma Kurdistanê, hema bê sînema peyda nabin. Ev kêmasiyeke mezin e. Gelê bê film û sînemayan nikare di pêşbirka gelan de ji xwe re ciyekî peyda bike. Film û sînema pir in, eger ew nebin, ne emê bikaribin cîhanê nas bikin, û ne jî cîhan dê bikaribe wêneyê Kurdan ê rast nas bike, ew wêneyê ku dagîrkerên Kurdistanê têra xwe hewil daye ku reş bikin.

Festîvala Çira nimûneyeke serketî ye ji bo siyaseta çandê ya serketî. Hêvî ew e ku çirûskên vê festîvalê ji Silêmaniyê li seranserî Kurdistanê belav bibe, heta bigihê Amûdê.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse