Were Denge Min

0
19
REKLAM    

Bi Kurtahî Çîroka Projeyên me 

Li gundekî çiyê ku bi berf e û li rojhilatê Tirkiyê ye jina pîr bi navê Berfê û neviya wê Jiyan xwe di nava pirsgirêkên mezin de dibînin. Kurê pîrê Temo ku di heman demê de bavê keçikê û di nava malê de zilamê tekane  ye jî, bi îdaya ku çek veşartine bi zilamên din ên gund re ji aliyê cendirmeyan ve hatine girtin. Heta ku malbatên wan ew çekên ku hatine veşartin radest nekin kesên girtî wê neyên berdan. Lê ne di destê Berfê û Jiyanê de çek hene, ne jî dikarin ji cihekî peyda bikin. Lewma jî her du jinên reben aciziyeke mezin dijîn. Ligel hemû neçariyan her du jinên bêtalih çekekê dibînin û ji bo ku karibin Temoyê ku jê hez dikin xelas bikin derdikevin rê. Bes li van axên ku bi pevçûnên neqediyayî betiliye, her du jinên ku ji bo bigihêjin mebesta xwe bi safitî û bêgunehî derketine rê dê çawa karibin pergala qirêj têk bibin?

Pêdiviya Me Bi Çi Heye & Em Dikarin Çi Bidin?

Piştî xebat û hewildana çar salan em gelek nêzîkî xewna xwe ya temamkirina fîlmê bûne. Me bi derfetên xwe û bi alîkariya hevpar a çêkerên Elman û Fransî kêşana fîlm qedand. Vê gavê hindik maye em pevbestîna fîlm bi dawî bikin. Lê belê ji ber ku em nikarin xwe bigihînin çavkaniyên darayî yên pêvajoya post-produksiyona fîlmê pêdiviya me bi piştgiriyeke dawî heye. Ji ber vê sedemê jî me biryar da ku em werin cem we.

Li hember piştgiriya we ya fîlmê em jî dixwazin hin jest û diyariyên sembolîk ji we re bikin. Ev diyarî ji vexwendina galayê heta navê we di jenerîkê de were weşandin diguhere.  Hûn dikarin kitekitên vê di malpera me de bibînin.

Dê Bandora Piştgiriya We Çi Be?

Bi piştgiriya we dê projeya me bi dawî bibe. Di pêvajoya çar salan a pêşxistina projeyê de ji bo beşên projeyan ên gelek mihrîcanan em hatin vexwendin û me xelat wergirtin. Ji van ên herî girîng Cinelinka ku li Saraybosnayê, Paris Project û Mihrîcana Fîlman a Cannesê bûn. Ji vê merheleyê şûn ve ji bo ku em karibin fîlmê xwe di van mihrîcanan de nîşan bidin divê em temam bikin. Hûn jî dikarin alîkariya me bikin û bibin parçeyekî vê serboriyê. Dê piştgiriya we vê yekê gengaz bike.

Wekî Din Hûn Çawa Dikarin Alîkariyê Bikin? 

Ji bilî van awayan ger hûn karibin alîkariyên wekî din bikin jî ji kerema xwe bi me re têkevin peywendiyê: [email protected]

Ger ji aliyê madî ve alîkariya we çênebe ev jî nayê wê wateyê ku hûn nikarin wekî din alîkar bin. Hûn dikarin vê kampanyayê li heval û hogirên xwe parve bikin û vê agahiyê belav bikin. Ji bo vê jî hûn dikarin navgînên parvekirinê yên indiegogo bikar bînin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse