Destpêk ŞERTÊN QANÛNÎ

ŞERTÊN QANÛNÎ

DAXWAZKIRIN

DERBARÊ PÊZANÎNAN

Mercên Qanûnî yên Sînemaya Kurdî

Sînemaya Kurdî pêzanînên taybet li ser mêvanên malperê kom nakit. Mêvanin malperê serbest in li berdest kirina pêzanînê bo Sînemaya Kurdî.

Komkirina Pêzanînê

Dema mêvan seredana malpera Sînemaya Kurdî dikin, pêzanîn derbarê seredan kirina rûpelên malper û dagirtina babetên malperê bi awakê otomatîk dihêt kom kirin. Pêzanînên kom kirî, pêzanînên taybetî nîne li ser mêvanên malperê. Em van pêzanînan kom dikin:

    • Domêna Internetê
    • Cûrê browser yan sîstema bikar hatî dema mêvan seredana malpera Sînemaya Kurdî dikin.
    • Jimara rûpelên mêvan serdan dikin.
    • Roj û demê seredanên malperê.
    • Eger malpera Sînemaya Kurdî bi malperka din bihêt link kirin, address a malpera din.

Sînemaya Kurdî bi rêka Kûkî (cookie) pêzanînan kom dike, ku fayleke biçûk e li demê seredanî kirina piraniya malperan dihêt nav komputera te. Kûkî dihêt bikar anîn da ku bizanîn ka mêvanên malperê pitir giringî bi çi babetekê didin.

Eger mêvan bi xwe pêzanînê bidin Sînemaya Kurdî

Dema mêvan bi xwe pêzanînê bi rêka e-mail yan her cûrekê din didin Sînemaya Kurdî, ew pêzanîn dihêt bikar anîn ji bo bersiv dana peyama mêvanê. Sînemaya Kurdî pêzanînên taybet ji bo çi armancan kom nakit û pêzanînên mêvanan nadet çi rêkxistî û aliyekê din. Em e-mail address a mêvanan didin ajanseka dî ya hikûmeta fedral eger peyama eliktironî ya mêvanê derbarê wê ajansê be yan jî li alîyê qanûnî ve daxaz bihêt kirin ku address a mêvanê berdest bikîn.

Agehdarî

Reng e Sînemaya Kurdî malpera xwe bi malperên din yan raportên nûçeyan girê bide. Eve bi wê manayê nahêt ku Sînemaya Kurdî piştevanîya bîr û raya wan malperan dike yan ji ew bîr û ra rast in.

Rastkirin

Eger xeletî bi tinê di nivîsînê de be bêy ku kartêkirin hebe li ser rastî û manaya dirûsta raportê, Sînemaya Kurdî vî bi xeletiyeka biçûk hîsab dike û xeletî dihêt rast kirin bêy ku bihêt ragehandin.

Eger xeletî mezin be, xeletî dihêt rast kirin û asterisk (*) bi rex raportê dihêt danan û li bin rûpelê mêvanan agehdar dikîn ku xeletî hatibû kirin û hat rast kirin.

Têbînî û postên mêvanan

Pêdaçûn bi hemî têbînî û postên mêvanan dihêt kirin berî ew post li ser malperê belav bibin. Sînemaya Kurdî bizav dike ku di demê 24 demjimêran de yan kêmtir, pêdaçûnê bi postên mêvana bike. Sînemaya Kurdî têbînî û postên li ser îdeolojî yan bîr û raya siyasî sansor nake. Sînemaya Kurdî destkarîyê têbînî û postên mêvanan nakit, yan wan belav dike yan jî wan belav nake. Pêdivî ye her hemî têbînî û post:

    • Derbarê babetê bin.
    • Bêrêz kirin, axaftinên kirêt, zimanê rik û kerb yan her cûre reftarekê ne hejî, rêk pê nahête dan.
    • Hêriş kirina zarekî bo ser her kesekî, yan jî daxaza encamdana tond û alozî rêk pê nahêt dan.
    • Bi tinê rêk bi nivîsînê dihêt dan, ne html û kodên din.

Mafên Qanûnî

1- Mêvan dikar in her raporteka li malpera Sînemaya Kurdî belav dibe dubare belav bikin. Pêdivî nîye mêvan destûrî wergirin ji bo belav kirina babetên Sînemaya Kurdî, belê pêdivî ye ku bihêt nivîsîn ku ew babet/raport li Sînemaya Kurdî hatîye wergirtin. Ji bo pêzanînên pitir, peywendî bi [email protected] bike.

2- Herî nivîsîn, deng û vîdyo ya Sînemaya Kurdî mûlkê giştî ye. Belê hindek wênên Sînemaya Kurdî ji ajansa IMDB, AP, dihên wergirtin ku mêvan nikarin wan wêneyan belav bikin yan bikar bîn in bêy wergirtina destûrê li AP bi nivîsîn. Çênabe her nivîsîn, wêne, deng û/yan vîdyo ya AP dîsa bihêt belav kirin û/yan bihêt dabeş kirin.

3- ‘Sînemaya Kurdî’ trêdmarkên taybet in ku çênabe ji bo meremên bazirganî bihên bikar anîn bêy destûrê Sînemaya Kurdî. Belê mêvan dikarin logo ya Sînemaya Kurdî yan bikar bînin eger bivêt malperên xwe bi malpera Sînemaya Kurdî ve girê bikin.

YÊN DAWÎ

Ben û Sen | M. Salih Çelik

SİNOPSİS Yıllar sonra köyüne dönmek isteyen şizofren bir adam Diyarbakır tren garında genç bir kızı takip ederek Ben u Sen mahallesine ulaşır. Ve burada okula...
- Advertisement -

Piştgirî

Kesên ku dixwazin piştgirî bidin xebatên me yên sînemayê bi rêka PayPalê dikarin ji me re pere bişînin.

Derbar

Perê ku tu dixwazî bişînî: €10.00