Serokê Juriyê yê Cannesê diyar bû

0
20
REKLAM    

Serokê Juriyê yê Festîvala Fîlman a Cannesê diyar bû. Derhênerê navdar ê amerîkî Steven Spielberg bû serokê juriyê û endamên juriyê jî ji van kesan pêk hatin: Derhêner Ang Lee (bi fîlmên xwe ‘Firnoteya Cemedê’, ‘Pilin û Ejderha’, ‘Jiyana Pî’), lîstikvana navdar Nicole Kidman, lîstikvanê avusturyayî yê navdar Christoph Waltz (Du caran xelata Oscarê girtiye), derhêner rom Christian Mungiu (Bi fîlmên xwe “4 meh, 3 hefte, 2 roj” xelata Palmiyeya Zêrîn girtibû), sînemagera japonî Naomi Kawase, derhêner û senarîstê skoçî Lynn Ramsey, lîstivana ji Hindistanê Vidya Balan û lîstikvanê fransiz Daniel Auteuil.

66’emîn Festîavala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê îsal di navbera 15-26’ê gulanê de li dar dikeve. Festîval bi nîşandayîna fîlmê Baz Luhrmann ê bi navê “Great Gatsby” dê dest pê bike.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse