Serlêdanên ji bo Festîvala Yilmaz Guney dest pê kirin

Îsal çaremîn Mîhrîcana Fîlmên Kurt ên Yilmaz Guney ku bi hevkariya Şaredariya Êlih û Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn tê lidarxistin dê bi atolyeyên sînemayê dest pê bike

0
10
REKLAM    

Serlêdanên 4’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurt ên Yilmaz Guney dest pê kirin. Serlêdanên mîhrîcana ku dê heta 15’ê îlonê bidome, îsal dê bi xebatên atolyeyê dest pê bike.
Ji Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn ku organîzasyona mîhrîcanê li dar dixe, Merwan Xwedêda, diyar kir ku mîhrîcan dê îsal di navbera 13-17 cotmehê de bê lidarxistin. Xwedêda, der barê mîhrîcanê de agahî da û diyar kir ku wan dest bi xebatên mîhrîcanê kiriye. Xwedêda, da zanîn ku ji bo mîhrîcan bibe platformek sînemagerên kurd ên ciwan, hilberînerên hunerî, serpêhatiyên serbixwe, aqilmendiyên dîtbarî, zimanê sînemayê û îfadeyên vegotina taybet bê vegotin ew dest bi xebatên xwe dikin. Xwedêda, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku bernameyên mîhrîcanê bi hilberînerên ku alîkariyê bidin pêşketina sînemaya kurd, mafê mirovan, demokrasî û aştiyê esas bigirin. Divê êrîşî nirxên têkoşîna civakî nekin û mijarên ku jinê û xwezayê wekî metayê nabînin, bixin bernameya xwe.

Fîlmên kurt

Xwedêda anî ziman ku mijûlbûna kurdan a bi hunera sînemayê hêj nû ye, ji ber vê yekê fîlmên kurt ji bo kurdan pir girîng in û wiha got: “Mîhrîcana Fîlmên Kurt a Yilmaz Guney, ji bo behredara ciwan û nû ya sînemaya kurd derxîne holê, van hilberînan bi gel re parve dike û ji bo qada sînemayek demek dirêj ji endustriyalîzmê serbixwe derxîne holê ye. Mîhrîcan, ji bazara qada ku tenê di salonên sînemayê ya AVM’ê de, di navberê de reklam tê girtin û gilgila teqiyayî tê firotin re wekî alternatîf bibe platformek hevpar a hilberînerên bi rihek amator, ferasetek kolektîf û bi kedkarî karibin meseleyên xwe bibêjin e.”
Xwedêda, diyar kir ku mîhrîcan ji fîlmên kurt pêk tê.

Xelîl Dag

Xwedêda, da zanîn ku mîhrîcana îsal diyarî Xelîl Dag (Halîl Uysal) kirine û wiha pêde çû:

“Bêguman şaxên hemû huneran dîroknasî ye. Ev sekina ku navê wê ‘ji hosta re rêz’ e li ser kîjan bingehî, ji bo sembolîzekirina li ser îcrakirina hunera civakariyê ye. Di erdnîgariya Rojhilata Navîn de hunera sînemayê, bi taybetî sînemaya kurd ne li ser serpêhatiya rastiya xwe li heqîqetê bigere ye. Di sehaya şaristaniya xwe de pêk anîn e. Halîl Dag, li ser vê rastiyê wekî sembola hem hunerî û hem jî têkoşîna civakî ji bo sînemaya kurd wekî kevirê mîhengê ye. Em guhê xwe didin destura gotina ‘Xezîne li cihê winda bûye tê lêgerîn’ di kesayeta Halîl Dag de ku sînemager û şervanê welatê xwe ye; ji bo nasnameya nû ya sînemaya kurd ku bi sînemaya çiya hatiye naskirin û lêgerîna wê hatiye kirin, îsal em vê mîhrîcanê li ser rûmeta Halîl Dag pêk tînin.” 

Beşa pêşbirkê

Mîhrîcan, ji kategoriyên fîlmên kurt û fîlma kurt-serpêhatî, fîlmên dirêj û belgefîlman pêk tê.  Dê ji bo fîlma yekemîn a di kategoriya fîlma kurt de 7 hezar TL, fîlma duyemîn 5 hezar TL, fîlma sêyemîn 3 hezar TL diyarî bê dayîn. Di kategoriya xelata fîlma kurt-serpêhatiyê de fîlma bê hilbijartin jî dê 5 hezar TL piştgiriya çêkirinê bê dayîn.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse