Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurd ya Londonê dest pêkir.

0
13
REKLAM    

Di nav festîvalên fîlmên Kurd de ya herî bi nav û deng ya Londonê jibo festîvala heştemîn dest bi sitandina serlêdanan kir.

Festîvala Fîlmên Kurd ya Londonê ji sala 2001´an vir ve li paytexta Brîtanya Londonê, weke festîvala fîlmên Kurd ya herî berfireh cihê xwe diparêze. Heta niha heft festîval hatine lidarxistin û îsal dê ya heştemîn bi avayekî berfireh li London Hackney Picture Housê di navbera 15-22´yê Sermawezê were li dar xistin. Jibo festîvala heştemîn serlêdanan dest pê kirine û dê heta 31ê Tîrmehê berdewam bike.

Ji hêla komîteya amadekar ya Festîvalê hate ragihandin ku Piştî heft festîvalên mezin û serkeftî, pir kêfxweşin ku bangwaziya 8´emîn dikin. Komîteya amedekar ya festîvalê di berdewamiya daxûyaniya xwe de wisa ragihand, “Em bi kêfxweşî radigîhin ku 8’emîn Festîvala Filmên Kurd ya Londonê dê li Londonê di 2013,di navbera 15-22’yê Sermawez’ê de li Hackney Picturehousê were li dar xistin.Em wek lijneya amadekar a festîvalê, hemû derhênerên Kurd û ne-Kurd ku sebaret bi Kurdan û arîşeyên Kurdan fîlm çêkirine vedixwînin da ku berhemên xwe ji bo bernameya îsal a festîvalê radest bikin. FFKL fîlmên metraj dirêj, belge fîlm û kurtefîlmên bi binenivîsa Îngîlîzî ji bo pêvajoya hilbijartinê dipejirîne. Em dikarin fîlman di gelek formatan de nîşan bidin (35mm, HD, Mini DV, DVD di nav de)”

Jibo derhenerên ku dixwazin fîlmên xwe bişînin festîvalê li her çar parçeyên Kurdistanê nûnertî hatine diyar kirin. Bi rêya van Nûnera, an jî rasterast dikarin fîlmên xwe bigihînîn festîvalê. Jibo bêhtir agahî û formen serlêdanê hûn dikarin malpera festîvalê ziyaret bikin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse