Şanogeriya “Pênûs û Jêbir“ li Duhokê Hat Nîşandan

0
98

Rêveberiya perwerdeya Duhok ya beşa Rojhilatê bajêr li gel rêvebertiya Çalakiyên Xwendevanan, şanogeriyeke bi navê “Pênûs û Jêbir“ li ser depa şanoya çalakiyên xwendevanan li Duhokê hate nîşandan.

Rêveberê berhemî Bêwar Tehsîn, bo ajansa Peyamnêr ragihand, şanoger ji nivîsîna Saman Sîweylî ye, şanogerên gênc Dîdar Mistefa û Ehmed Sebrî bi amadekirin û derhênana wê rabûne, bi piştîvaniya rêvbertiya giştiya rewşenbîrî, hûnerî, werziş û lawan li parêzgeha Duhokê hatiye berhevkirin.

Weha jî got kû: şanogerên gênc Diljan Behcet, Omîd Salim, Peyvîn Noiman, Nêçîrvan Ferîq, Hindirîn Omer û Yusiv Noiman weke ekter beşdarî tê de kirine û ronahî ji aliyê Dilşad Ebdula ve hatiye dirûst kirin.

Dawiyê de da xuyakirin kû ev weke berhemê festivala heftê ye ya berwerdeya giştî ya Duhokê ye bo sala 2012 û 2013.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse