Şano; xweza, jin û temaşevan

0
25
REKLAM    

Şano bi ew şêwazê ku afirandiye ve, temaşevanên xwe di afirîne û digre nava xwe. Ango şano û temaşevan bi hev hene. Şano bi temaşevanên xwere nirxdaraziyên civakî dixwazin bikin malê jiyanê. Îdeayên xwe yên ji dema borî heta niha û paşerojê nîqaş dikin, nû dibe û çêdibe.

Hûnera şanoyê wexta ku mirov di her aliyekî de dinirxîne, derdikeve holê ku hemû aliyên jiyanê dinava xwede dihewîne. Şano bi temaşevanên xwere bûyeran dest digre, rexne dike. Her wiha hûnereke her timî xwe nû dike û pêktîne ye.
Gava şano bi temaşevanên xwere bû yek, jiyanî dibe. Ango dibe yek ji hêmaneke hûnerê ya herî zindî.

Wexta ku xweza dinava xwe de dilive, şano jî wexta bi dik û temaşevanên xwere bû yek, dilive.

Ji ber şano di hindirê xwede rastiyeke hertimî bûnê ferz dike ango dixwaze ye, yekbûneke herî berbiçav a madî û manewî ya di têkiliyên mirov û xwezayê de pêktîne. Di yekbûna şano û xwezayê de têkiliya mirov û xwezayê bi zimaneke herî vekirî vedibêje.

Şano felsefeya hunereke her timî mirov, dide hizirandin, her timî hestiyar dike, dide giriyandin, dide kenandin û bi awayeke herî balkêş jî bi nokakiyan rû be rû tîne ye. Ango şano, bi felsefeya xwe ya nêrandina ji jiyanê re serkeftineke hunerî dijî.
Gelo çima em dema li şanoyekî temaşe dikin dixwazin bikenin û bigrîn. Ji ber ku em dixwazin kêfxweşî û xemgîniyên di hindirê xwede bibînin, bidin nîşandan, bijîn û bidin jiyîne. Ji ber em dixwazin yên hemberê me, me mafdar bibînin û me fêm bikine. Lê şano ne tenê aliyê me yê mafdar, ji bo aliyên me yên ne mafdar jî sererast bikeye.
Tiştên ayîdê xwe anîna zimên di heman demê de dibe rêbazeke xwe ya parastinê jî. Ji loma em xwe hîn bihêztir hîs dikin. Di vê wateyê de şano, hest û ramanên bihezaran mirovan bihevre dide parvekirin û bi wê re mane, digihije vegotineke xwe ya exlaqî. Ev tev, weke rêzikên şanoyê ya heta niha hatiye û wê pêşbikeveye dide nîşandan.
Armanca herî mezin a şanoyê, daxwaziya hertimî kirina cewherê mirov, serkeftina mirovane afirandine.

Şanoya ku tevkariyeke evqase mezin ji pêşketina mirov re kiriye, kariye bibe zimanê keda mirov jî. Ji ber vê sedemê şano heye.

Şano û Xweza

Şanoya ku bi cewhera xwe ya mirovane û pêşketina xwe ya bi xwezayê re çêdike, bi herikîna xwe dîrokî re kariye ji gelek aliyên xwezayê sûd wergire. Mirov, şerê xwe yê bixwazayê re, tiştên ku bixwezayê re jiyan kiriye, pêdiviyên xwe yên jiyanê, pêwîstiyên mirovên sereta, hem xwe, hem yên hemberê xwe û xwezayê bi çalakiyeke rîtûelî re aniye ziman. Bûye sedem ku tevgera bedenî, deng û gelek aliyên mirov pêşbikevin. Bi vî awayî şano jî di zimanê bedenî de pêşketin daye çêkirin. Ango pêşketina mirov, xweza û şano bi anîna zimên re esasek bidest xistiye.Weke pêwîstî û encama mirov xwe anîna zimên, dayîna fêm kirin û têgihiştinê hûnera şanoyê gihiştiye çalaktiyekê. Di vê rasterêyê de şano di pêşxistina xwe ya xwezayê de pergala xwe bi vî awayî avakiriye û pêşxistiye. Livîna xwezayê ya hindir û derve, di şanoyê de weke diyardeyek, hem weke şêwe û hem jî weke naverok hatiye bikaranîn.

Ji ber xweza timî xwedî zagoneke zayînere, şano jî ji vêya sûd wergirtiye û xwe her timî nû kiriye û aniye asteyeke zayîner. Ango di şanoyê de, mijar her timî nûbûne û tiştên nû ji hev derxistiye.

Tişta şano dike şano, pêwîstiyên wê, cî, lîstikvan û temaşevanên wê ye. Di şanoyê de bi şêweyeke herikîn û lêgerînê bûyer û diyarde têne jiyan kirin. Di dikê de jî- ji lîstikvan heya temeşevan, ji temaşevan heya lîstikvanan hev bandorkirinek û karebadarbûnek (elektriklenme) tê jiyankirin. Di esas de tiştê ku ez dixwazim bînim zimên ewe ku pêwîstiya mirov bi mirov- bi xwezayê û şanoyê, pêwîstiya xwezayê jî bi mirov û şanoyê, pêwîstiya şanoyê bi mirov û xwezayê heye û weke xelekeke gerdûnî bihevve girêdayî ye.

Pêşketina her mirovekî/ê pêşektineke peresaniye. Mirov bixwezayê xwedî dibe. Ji loma dibe parçeyeke destjênebir a mirov e û mirov jî parçeyeke xwezayê ye û şano jî afirînerê van yê hûneriye. Ji loma her timî şano heye.

Şano û Jin

Me taybetmendiya şanoyê û ya xwezayê ya zayoke qismî jî be dest girtibû. Her wiha ji ber jin jî xwedî taybetmendiyeke wiha ya zayoke di vê mijarê de xwedî girîngiyeke mezin e. Ji loma her timî hewla nû kirina jiyanê dide, hez dike û her timî xweşîk dike.
Qolincên jinê yên zayînê dirûbê qolincên jiyanê ne. Di xwezayê de jî her tişt bi qolincan nû dibe û dipije. Wexta ku jin qolincên xwe di çarçoveya hest û ramanekî de dijî, ev qolinc jinê tengavê afirandina tiştên nû dike. Ev hewldana jinê hewldaneke tiştên rast û xweşîk di mirov de dayîna afirandine. Va di vê xalê de jin yekparebûnekî bi şanoyê re dide çêkirin. Ev rastî vêya bi me dide gotin, xweza, şano û jin, afirînerên civakanin jî. Her timî xwedî hêzeke civakan tengavê hest, raman û dîtinên nû dikinin.

Şano û jin, bi pirsgirêkên xwe yên hevpar re jiyanê, bi cewherê mirov re ji nûve diafirîne. Pirsgirêken girêdayî mirovan, ramanên wan, hestên wan dîsa nakokî, çareserî, mijar, diyarde û bûyeran wan bi muxatebên wan re tîne rû be rûyê hevdu. Ji ber ku her mirovek dibe muxatebê pirsgirêkên civakê. Ji ber şano û jin xwedî taybetmendiyên xwe yên zayokin, rêbazên wan ên pirsgirêkan hil didin dest jî nêzîkê hev in. Weke mînak jin, di jiyanê de rastî û xirabî ji hev derdixe. Bêyku qut bike û bavêje, red kirina xwe çêdibe, diguhere û vediguhere. Ji loma mirov dikare bêje ku ev taybetmendiyên bingehîn ên jinêne.

Ev taybetmendiyên di jinê de di heman demê de dibe taybetmendiya herî diyarîker û encamgir a şanoyê jî. Qolincên ku şano û jin dijîn, dibe sedem ku ew, li hemberî pirsgirêkan hîn vekirîtir û dirûsttir tevbigerin. Bi hewldana xwe ya dayîna parvekirin û bi hev dayîna hesandinê şano-jiyan, jin-şano pêşketina xwe didin çêkirin. Bi vê aliyên xwe yên balkêş re jî herî aliyên xwe yên nêzê hev, hêjayê hev in.
Bi rêzdarî nêzîkê vana nebûn herhal wê nebe nêzîkatiyeke exlaqî. Ji loma, bêyî jinê, em nikarin şanoyê bihizirin.

Ev pêdivî hîn di dema Shekspear de jî bi awayeke pir eşkere xwe daye hîs kirin û jiyankirin.

Divê em vê tiştê deynin holê.

Felsefeya hûner û şanoyê bi felsefe, hest û ramanên jinê ya çêkirina xwezayê û mirovan ve pêwendîr e. Û ev jî nêrîneke pir balkêş e. Ji loma her timî şano hebûye.

Şano û Temaşevan

Şano bi temaşevanên xwe, heye. Şano temaşevanên xwe esas digre, bi vî awayî tevgera xwe çêdike.

Jiyanî bûna şanoyê bi temaşevanên wê ve, ji pêwîstiya parvekirina mirov bi mirov re jêdera xwe digre. Zehmetî, tengavî, şaşitî û rastiyên mirovan ên jiyanê û pêwendiya wan a dinavbera baş-nebaş, xweşîk-kirêt, jiyan û rastiyê de li gel temaşevanên xwe hil dide dest, li ser esasê pêwîstiyên ku divê di jiyanê de were rûnişkandin û bêhneke kûr were girtin, di têkiliya şano û temaşevanan de nêrîneke pir bihêz bi civakê dide qezenc kirin. Gelek hest, raman û rastiyên pergalê yên di ziraviyan de veşartîne hil dide dest û dorhêleke vekirî ji nîqaşê re ava dike.

Wexta ku şano mijarên ku hilbijartiye pêşkêşê temaşevanên xwe dike, rastî-şaşitiyên ku qebûl kiriye digihîne şîroveyekî û vê rastiyê bi temaşevanên xwere parve dike. Temaşevanên wê jî bi şîroveya xwe dest digre û bi bûyera tek û bertek (etki-tepki) de dikevine nava herikîneke parvekirinê.

Wexta ku lîstikvan di şanoyê de, pirsgirêkan tîne ziman bi rolekê îfade dike lê, xwe jî weke berpirsyarên yekemîn ên pirsgirêkê dibînin û temaşevan jî tevlî vê berpirsyariyê dikin, her wiha bi vî awayî pirsgirêkan parve dikin. Tiştên ku temaşevanên wê jî pêşkêş dikin weke parçeyeke bûyerê tînin ziman. Şano ramanek-hestek, xayeleke cihê pêşkêşê jiyanê dike û bi vî awayî pijînekî dide afirandin. Bi nerazîbûnên ku ji hest û ramanan re pêşdikevin, temaşevan çêdibin.

Şano bi ew şêwazê ku afirandiye ve, temaşevanên xwe di afirîne û digre nava xwe. Ango şano û temaşevan bi hev hene. Şano bi temaşevanên xwere nirxdaraziyên civakî dixwazin bikin malê jiyanê. Îdeayên xwe yên ji dema borî heta niha û paşerojê nîqaş dikin, nû dibe û çêdibe.

Nirxen mirovane bi xwezayê re distire u digihîne yekparebûnekî. Ango nirx tevlî nirxên jiyanê dike.

Şano, ji ber vê sedemê her timî dijî û dide jiyîn.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse