Şano heyîna civaka destpêkê dide diyarkirin

0
16
REKLAM    

Xebatên çandî yên li Wargeha Şehîd Rustem a Mexmûrê bi pêşengiya TEV-ÇAND’ê berdewam dikin. Di çarçoveya xebatan de girîngiyek taybet ji bo pêşxistina şanoya kurd tê nîşandan û xebatên di vî warî de didomin

Wargeha Şehîd Rustem a Mexmûrê ji bo pêşxistina pergala demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendê, di hemû warên jiyanê de hewldanên mînak nîşan dide û bi berhemên derdixe holê jî diyar dike ku ew ne tenê di gotinê de her wiha di kirinên xwe de jî jiyaneke nû diafirîne.

Helbet dema mirov behsa jiyanê dike girîdayî wê huner jî aliyeke xweser dertîne holê.  Helbet huner jî dema ku li gorî feraseta vê pergalê were pêşxistin mirov dikare behsa hunera rasteqîn bike. Li wargehê jî di warê pêşxistina hunerê de gelek hewldan û xebat hene. Di nav van xebatan de xebatên li ser şanoyê jî aliyekî girîng digirin.

ŞANOYÊN DUH Û ÎRO

Endamê Rêveberiya TEV-ÇAND’a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Fedakar Wan diyar kir ku ev du sal in beriya konferansa giştî ya TEV-ÇAND’ê der barê şanoyê de dest bi xebatan kirine û wiha got: “Ji bo şano winda nebe û neyê tunekirin, hatibû pêşniyarkirin ku şano bi riya perwerdeya akademîk were pêşxistin. Ji ber ku şano bi êrîşên  modernîteya kapîtalîst re rû bi rû ye. Lewma em li ser disekinin. Şano heyîna civaka destpêkê dide diyarkirin. Şano di demên borî de bo perwerdekirina civakê dihat pêşxistin. Lewma em hewl didin di şanoyê de pêşketinên mezin bikin. Hewldanên me ev in ku em şano wekî şêwazeke perwerdeyê bigirin dest û li ser vî esasî pêş bixin.”

‘LÊGERÎNA RASTIYÊ’

Fedakar Wan anî ziman ji bo şano tune nebe ew ê bi awayekî akademîk perwerdeya şano pêş bixin. Fedakar Wan di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Xebatên me yên ji bo şano li wargehê her ku diçe bi awayekî erênî pêş dikevin. Em niha lîstikeke bi navê ‘Lêgerîna Rastiyê’ amade dikin. Di ‘Lêgerîna Rastiyê’ de hîn zêdetir mijar li ser jinê ye. 11 kes di vê lîstika şanoyê de cih digirin. Xebatên me didomin. Derfetên xebatên şanoyê li wargehê pir in”

XEBAT BERDEWAM DIKIN

Endamê Rêveberiya TEV-ÇAND a Wargehê Fedakar Wan di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ji bo demên pêş di destê wan de senaryo û lîstikên nû hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Der barê şanoyê de xebatên me di asta akademîk de berdewam dikin. Du komên me yên şanoyê ku ji xwendekar, mamoste û xebatkaran pêk tên hene. Xebatên me bi awayekî fermî bi rêk û pêk berdewam in. Hem teorîk û hem pratîk perwerde tên meşandin. Di xebatên şanoyê de pêş ketinên mezin tên jiyîn. Lîstika me ya bi navê ‘Lêgerîna Rastiyê’ li gelek saziyan hat pêşkêşkirin û pir hat ecibandin. Li dibistan û taxan jî em ê bidin nîşandan. Hewldanên me hene ku em vê lîstikê li derve jî bi hunerhezan bidin temaşekirin.”

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse