Salona Emekê mohra xwe li merasima xelatdayînê da

0
15
REKLAM    

32’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. “Sen Aydinlatirsin Geceyi” Filmê Herî Serketî hati hilbijartin. Di merasimê de her kesî qala parastina Salona Emekê kir.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê êvara 14’ê mehê bi merasima xelatdayîn û dawîlêanîna festîvalê ku li Salona Cemal Reşit Rey li dar ket bi dawî bû.

Şeva ku pêşkêşvaniya wê Ceyda Duvenci û Mert Firat kir de, lîstikvanên navdar Hulya Koçyigit û Nejat İşler derketin ser dikê û daxwaza parastina Salona Sînemayê Emekê kiri. Koçyigit wisa got: “Xirakirina Sînemaya Emekê xirakirina bîra vî bajarê xweşik e.” Bi qalkirina Salona Emekê de li salonê dovîzên ku berê de amade kiribû û li ser “Bijî Emek”, “Emek li cihê xwe xweş e” bilind kirin. Ji kesên xelat girtine yên ji Tirkiyeyê heta endamên juriyê yên biyanî, kî derket ser dikê qala parastina Salona Emekê kir. Serokê Juriya Pêşbaziya Neteweyî Tayfur Pirselimoglu jî bal kişand ser vê û got: “Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû endamên juriyê, em xirakirina Emekê şermezar dikin.”
Di 2 hefteyên festîvalê de li dor 200 fîlmî derketin pêşberî temaşevanan. Di beşa Pêşbaziya Neteweyî û Navneteweyî de xelatên Laleya Zîrîn, xelata Fipresci, Xelata Juriya Gel a Radikalê û Xelata FACE’yê hatin dayîn. Fîlmê Onur Unlu “Sen Aydinlatirsin Geceyi” (Tu Şevê Ronî Dikî) hem xelat Fîlmê Herî Serketî û her di 3 warên din de xelat girt û mohra xwe li şevê de.

Derhênerê navdar Derviş Zaim bi fîlmê xwe “Devir” Xelata Taybet a Juriyê girt. Derhêner Deniz Akçay Kaçiksiz bi yekem fîlmê xwe “Koksuz” (Bêkok) du xelat girt (Xelata Fîlmê Yekem ê Seyfi Toraman û Xelata Juriya Gela  Radikalê) û gavek mezin avêt.

Piştî bidawîbûna merasimê fîlmê derhêner Lenny Abrahamson “Te çi ki Richard / Wnat Richard Did” ku Xelata Pêşbaziya Navneteweyî Laleya Zêrîn girt hat nîşandayîn.

Di festîvalê de ev xelat hatin belavkirin:

Xelata Pêşbaziya Navneteweyî ya Laleya Zêrîn:
– Fîlmê Herî Serketî: “Te çi ki Richard / Wnat Richard Did” (Der: Lenny Abrahamson
Xelata Turiyê ya Taybet: “Camille Claudel 1915” (Der: Bruno Dumont
Xelata Pêşbaziya Neteweyî ya Laleya Zêrîn
– Fîlmê Herî Serketî: “Sen Aydinlatirsin Geceyi” (Der: Onur Unlu)
– Derhênerê Fîlmê Herî Serketî: Asli Ozge (Hayatboyu)
– Taybet a Juryê: “Devir” (Der. Derviş Zaim)
– Lîstikvana Herî Serketî: Sema Poyraz (Bir ola di Ozur Dilerim de)
– Lîstikvanê Herî Serketî: Ercan Kesal (Bir ola di Yozgat Blues de)
– Senaryoya Herî Serketî: Onur Unlu (Sen Aydinlatirsin Geceyi)
– Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Emre Erkmen (Hayatboyu)
– Vesazkirina Herî Serketî: Emre Boyraz (Sen Aydinlatirsin Geceyi)
– Muzîka Herî Serketî: Murat Başaran (Bi muzîkê fîlmê Soguk)
Xelata Seyfi Toraman
– Xelata Seyfi Toraman a ji bo fîlmê yekemîn: Deniz Akçay Katiksik (Bi fîlmê Koksuz)
Xelata Face
– Xelata Face: “Syngue Sabour / Kevirê Sebrê” (Derhêner: Atiq Rahimi)
Xelata Fipresci
– Xelata Fipresci (Beşa Navneteweyî): “Camile Claudel 1915”
– Xelata Fipresci (Beşa Neteweyî): Sen Aydilatirsin Geceyi
Xelata Radîkalê
– Xelata Juriyê ya Gel a Radikalê (Di warê navneteweyî de): “Dom s Bashenkoy” (Derhêner Eva Neymann)
– Xelata Juriyê ya Gel a Radikalê: “Koksuz” (Deniz Akçay Katiksik

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse