Rêzefilma Malîno dikeve weşanê

0
18

Rêzefîlma Malîno ya bi feraseta “Xweza û war mirov jî civakê jî diguherîne” hatiye kişandin, di demeke nêz de wê li ser ekranên Ozgur Gun TV’yê bê pêşberî temaşevanan. Di rêzefîlma Malîno de lîstikvan û şanogerên Komaleya Sînemaya Rojhilata Navîn, Konservatuara Aram Tîgran, Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Navenda Çanda Mîtanî ya Nisêbinê cih digirin. Armanca rêzefîlma Malîno, ew e ku bi reya bûyerên komîk ên du malbatan, destnîşankirina guherîna civakî û çandî û nakokiya kevneşopî û modernîteyê ye. Çîroka rêzefîlmê li ser veguherînê ye.

Li ser ekranên Ozgur Gun ê

Derhênerê rêzefîlmê Îbrahîm Yildirim derbarê rêzefîlmê de da zanîn ku rêzefilm li ser nîqaşên polîtîk û bûyerên rojane bi pêş dikeve. Derhêner Yildirim li ser weşana rêzefilme jî anî ziman ku ew dikarin bi reya çapemeniya azad bigihin temaşevanan û wiha dewam kir:

“Ev fîlm ji bo Ozgur Gun TV’yê hatiye amadekirin. Rast e, em zimanê mîzahê bi kar tînin, lê li vir têgihiştineke cûda heye. Mînak di beşeke rêzefilmê de em mijara bendavê digirîn dest. Wekî tiştekî fîzîkî li ser civakê encamên cuda derxistiye. Mînak, bi hezaran gundî bi zorê koçber bûne. Jixwe, çêkirina bendavan jî parçeyekî şer e. Kesên ji gundan bi darê zorê koçî bajaran dibin di krîzekê çawa re derbas dibin. Ev bi giştî dibin mijarên rêzefilmê.”

Karekterê Ezîz û modernîteya kapîtalîst

Di rêzefîlme de yek ji karakterên sereke jî “Ezîz” e ku şanogerê Navenda Çanda Mîtanî Abdullah Tarhan vê rolê dike. Tarhan da zanîn ku karaktera wî ya di rêzefilmê de pir zor e û wiha dest biaxaftina xwe kir:

“Karakterê ku min di mêjî û rihê xwe de cî nedayê. Karakterê Ezîz, wek burjûwayeke biçûk e û modernîteya kapîtalîst temsîl dike. Li bajar xweza, ekolojî û çanda ne li gorî kapîtalîzmê, Ezîz li hember van derdikeve. Ezîz her tim dixwaze hişmendiya modernîteya kapîtalîst bîne ziman. Ji ber vê yekê karakterekî zor e.”

Profîla rêzefîlmê

Tarhan li ser mijarên di rêzefîlmê de qala bendavên ewlehiyê yên di konsepta şerê taybet de çêkirî kir û got: “Van salên dawiyê li Kurdistanê tu av nema ku bendav û HES li ser nehatibin çêkirin. Ev tê wateya hilweşandina Kurdistanê. Dixwazin Kurdan teşwîqî bajaran bikin û feraseta wan bi polîtîkayên asîmîlasyonê bihelînin. Di rêzefilma Malîno de her lîstikvanek profîlekê temsîl dike.” Tarhan got, dive temaşevanên rêzefilmê li her karakterî baş temaşe bike da ku zanibe li Kurdistanê jiyan çawa ye.

Pişaftinê vedibêje

Şanogera Konservatuara Aram Tîgran ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Nesîbe Guneylî ya ku di rêzefilmê de ruh bi karaktera “Sitî” tîne, da zanîn ku rêzefilm qala asîmîlayonê dike û wiha domand: “Li gundan bi çanda xwe jiyan çawa ye, li bajêr jiyana bi çanda gelekî din çawa ye. Jiyaneke nû qebûl nekirin çawa ye. Rêzefilm dixwaze nakokiyên wan nîşan bide. Ji ber ku em jî niha di nava vê nakokiyê de ne. Çanda me tê qirkirin û roj bi roj em ji çand û zimanê xwe dûr dikevîn. Rêzefilm dixwaze bi taybeti qala vê yekê bike.”

Malwêraniya bendavan

Şanogerê Konservatuara Aram Tîgran Emîn Yalçinkaya yê ku ruh bi karaktera “Felemez” tîne, diyar kir ku di destpêka rêzefilmê de encamên çêkirina bendavên li Kurdistanê derdikevin pêş û got, mirov di rêzefîlmê de dibîne ka çawa xweza ji dest diçe û bi awayekî çawa bi xwezayê tê lîstin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse