Rexneyek li ser hewldanên çêkirina dîrokeke kevnar a Sînemaya Kurdî

0
32
REKLAM    

Sînemaya Kurdî, di van bîst salên dawî de, hem li Kurdistanê hem jî li diasporayê di nav geşedaneke berbiçav de ye. Piraniya fîlmên ku derhêner û sînemakarên Kurd bi derfetên xwe çêdikin, beşdarî fîlme-festîvalên girîng ên navdewletî dibin û xelatên mezin werdigirin. Dîsa, çend salên dawî li bajarên Kurdistana Başûr jî, bi taybet li Duhokê, Kurd bi xwe gihiştine zanîn û şiyana organîzekirina festîvalên fîlman ên navdewletî. Ji aliyê din ve, li Kurdistanê peydabûna dezgehên çapemaniyê û torên medyayî yên nû rê vekir bo geşbûna nîqaş û goftûgoyên li ser sînemaya Kurdî. Lê mixabin di heman demê de van nîqaş û goftûgoyan, rîska şêlûkirina dîroka sînemaya Kurdî jî çêkiriye. Ev rîsk, bi giştî wekî hewldanên ‘çêkirina dîrokeke kevnar’ bo sînemaya Kurdî, li ser bingehên nerast xwe nîşan dide. Bo vê ez dixwazim di vê nivîsê de behsa hewldanên çend kesan bikim ku dîroka sînemaya Kurdî ji fîlma Zerê (1926) ya Hamo Beknazarov didin destpêkirin. Bes ji ber ku mijar li ser nivîsîna qadeke hunera Kurdî ye, herwisa hewce ye behsa asta bikaranîna zimanê Kurdî ya ji layê van nivîskaran jî bête kirin.

Nivîsîna li ser bûyerên dîrokî yan jî li ser dîrokê bi xwe bi qasî nasîna sedem û serdema peydabûna bûyerê û guherîna wê ya di nav demê de, zelalî û fêhmbariya zimanî jî divêt. Bi nisbet zimanên din, di zimanê Kurdî de ev pêwîstî girîngtir e. “Taybetmendiya” nivîsa Ferat Kevir ew e ku tê de ne tenê behsa dîrokê tê kirin, herwisa behsa dîroka peydabûna sînemayê di nav Kurdan de jî tê kirin. Bi gotineke din, Ferat Kevir di nivîsa xwe de behsa du mijar/têgehên girîng (dîrok û sînema) dike ku di zimanê Kurdî de heta îro di wateya rexnegiriyê de bi hûrgilî xebat li ser nehatine kirin. Ji ber van hemû sedeman em dikarin kêmasiyên nivîsên li ser dîroka peydabûna sînemayê di nav Kurdan de, bi taybet jî nivîsa Ferat Kevir wisa dest nîşan bikin. Berî her tiştî, ji bo analîzkirina berhemeke sînemayî pêwîstî bi nasîna teorî û rêbazên analîtîk yên sînemayê heye. Dîsa, heke mijar ne analîtîk be jî, bo nimûne bi dîroka sînemayê ve girêdayî be, wekî ku em di nivîsa Ferat Kevir de dibînin, vê gavê pêwîstî hem bi nasîna hunera sînemayê, hem bi zanîna dîrokê, hem jî bi fêhmkirina têkiliya sînema û dîrokê heye. Bes mixabin hem naverok, hem jî zimanê teksta Ferat Kevir ji van pêwîstî û krîterên bingehîn ên rêbaza analîtîk û rexneyî dûr e. Bo nimûne zimanê teksta wî ji layê rûxsarî ve dûrî fêhmbariyê ye. Ne tenê şêlûtiya zimanê wî, her wisa rêbaza wî jî rê li ber fêhmkirina teksta wî girtiye.

Pêşnekeftina rexnegiriya sînemayî ya bi zimanê Kurdî, berî her tiştî pêwendî li gel nebûna çand û perwerdeya sînemayî li Kurdistanê heye. Sedemeke din jî ew e ku xebat û lêkolînên akademîk ên li ser sînemaya Kurdî jî, di gel ku pir kêm in, bi giştî bi zimanên biyanî hatine nivîsîn. Di warê perwerdeya sînemayî ya bi zimanê Kurdî de, ji xeynî Akademiya Sînemayê ya Hewlêrê, mirov dikare bi tenê behsa beşa Kurdolojiya zankoya Artukluyê biket ku di van çend salên dawî de, di programa xwe de cih daye dersên sînemayê jî. Ev dersên bi navê ‘‘Destpêka Sînemaya Kurdî’’, ‘‘Avakirina Nasnameyê di Sînemaya Kurdî de’’ û ‘‘Temsîla Kurdan di Sînemaya Tirkî de’’ji aliyê Alk. Doç. Yılmaz Özdil ve tên dayîn û rasterast li ser fêrkirina qonaxa teknîkî ya produksiyona sînemayî, yan jî analîza estetîk a sînemayî nîn in. Armanca sereke ya wan dersan çêkirina çanda rexnegiriya sînemayî û destpêkirina lêkolînên sînemayî bi zimanê Kurdî ye. Di nav çarçoveya wan dersan de li ser mijarên wekî ‘hewldanên nivîsîna tarîxa sînemaya Kurdî, krîterên pênasekirina sînemaya Kurdî, sebebên nebûna bazareke navxweyî ya sînemaya Kurdî, di sînemaya Kurdî de nasyonalîzm, rêbaz û şêweyên temsîla Kurdan di sînemaya Kurdî û sînemayên biyanî de’’ nîqaş tên kirin. Bi gotineke din ev têgehên di çapemenî û medyaya Kurdî de bi zimanekî qels û rêbazeke sivik tên nîqaşkirin, hêdî hêdî dibin mijarên lêkolînên zanistî jî.

Ev kesên di medyaya Kurdî de nîqaş û goftûgoyan li ser sînemaya Kurdî û tarîxa sînemaya Kurdî dikin, ne ehl û pisporên vî warî bin jî, pêwîst e berî her tiştî li zimanê xwe hişyar bin da nebin sebebê çêkirina termînolojiyeke xelet û rêbazeke xirab di warê rexnegiriya sînemayê de. Dîsa, her çiqas ji ber rewşa sosyo-polîtîk a Kurdan, sînemaya Kurdî di nav çarçoveyeke giştî û mutleq de neyête pênasekirin jî, ev taybetî nayête wateya nebûna sînemayeke Kurdî, şêlûkirina hebûna sînemaya Kurdî bi rêya destnîşankirina hinek fîlmên ne Kurdî, pêngaveke xeter e. Eger ew kesên li ser sînemaya Kurdî, nemaze li ser tarîxa sînemaya Kurdî dinivîsin, hişyariya vê yekê nekin, dê ji faydeyê zêdetir zerarê bidin Kurdan û sînemaya wan.

Gelo Kurd çima dixwazin fîlma Zerê wekî ‘yekemîn fîlma Kurdî’ bi nav bikin? Belkî gelek bersivên vê pirsê hebin, bes dîsa jî em dikarin bibêjin ku, wekî hemî şêwazên dîroknûsiya nasyonalîst, daxwaza destnîşankirina fîlma Zerê, yan jî filmeke din a biyanî wekî destpêka dîroka sînemaya Kurdî, eger nezanî nebe, kiryareke siyasî ye. Zîra ‘‘Kurdkirina’’ fîlmekê, bi rêya çend nivîsên rojnameyan pêk nayê. Li her derê dinyayê di nav saziyên sînemayî yên fermî de (wekî CNC’ya fransî) ji bo destnîşankirina nasnameya fîlmekî hinek krîterên polîtîk (wekî nasnameya fermî ya derhêner, çêker û navê dewleteke serdest ku şîrketa çêker pê ve girêdayî), aborî (wekî para şîrketên produksiyonê di budçeya fîlman de, nasname û hejmara karmendên fîlmê), çandî (wekî rêjaya bikaranîna zimanekê di nav çîroka fîlmê de) û hunerî (wekî raçandina çîroka fîlmekî li gorî estetîk û şêwaza naratîf ya sînemaya welatekî yan jî milletekî) hene.

Wekî em di nivîsa Ferat Kevir de jî dibînin, gelek kesên ku li ser dîroka sînemaya Kurdî dinivîsin, berî ku behsa wan agahiyan bikin, dîroka sînemaya Kurdî ji fîlma Zerê didin destpêkirin. Bêyî ku Ferat Kevir bizane, ew bi xwe di nav hewldana nivîsandina dîroka sînemaya Kurdî de ye, îddia dike ku ‘‘heger rojekê dîroka sînemaya Kurdan were nivîsandin” divê destpêka sînemaya Kurdî ji fîlma Zerê dest pê bike. Herwiha Rohat Alakom (Kürt Sineması, Agora kitaplığı, 2009) diyar dike ku ‘‘Yekemîn fîlma Kurdî ya ku Kurd, bi taybet jinên Kurdan û jiyana wan aniye ser ekranan fîlma Zarê ye ku di sala 1926an de hatiye kêşan.’’(r. 35). Bülent Gündüz di nivîsa xwe ya bi navê İlk Kürt Filmi Grass Mı? de wisa dide zanîn ku fîlma Grass (1925) ya Merian C. Cooper & Ernest Schoedsack, yekemîn fîlma Kurdî ye.

Ev boçûnên li ser dîroka sînemaya Kurdî, bûne sebeb ku di nav raya giştî de ev herdu fîlm wekî yekemîn fîlmên Kurdî bên naskirin. Lê di rastiyê de, di van herdu fîlman de tekane xala muşterek ew e ku mijara wan li ser Kurdan e. Ji xeynî vê rastiyê, ne derhêner û çêkerên van fîlman, ne nasnameya wan a fermî Kurdî ye û ne jî wek fermî Kurdî ne. Dîsa her yek ji wan wekî fîlmeke girîng a dîroka sînemaya welatekî cûda tê nasîn. Bo nimûne Zerê duyem fîlma derhênerê ermenî yê navdar Hamo Beknazarov e ku wekî pêşengê sînemaya ermenî tê nasîn. Herdu derhênerên belge-fîlma Grass, Merian C. Cooper & Ernest Schoedsack jî Amerîkî ne û di sala 1933yan de fîlma xwe ya binavûdeng, King Kong, kêşane.

Ji aliyê din ve, behskirina ‘Kurdan’ di van herdu fîlman de, bi çi awayî têrê naket ku em van fîlman wekî ‘fîlmên Kurdî’ bi nav bikin. Mesela îro piraniya eşîreta Bextiyariyan, ku di belgefîlma Grass de behsa wan tê kirin, xwe wekî Kurd nahesibînin.Yanî Kurdkirina vê fîlma Amerîkî bi rêya xuyabûna eşîreteke Kurd ku êdî xwe di nav nasnameya Kurdî de nabînin, îddîayeke mezin e û ne karekî ciddî ye. Zîra di heman fîlmê de ji xeynî Bextiyariyan gelek kesên ji neteweyên cuda jî cih digirin, wekî tirkên Anatolyayê, erebên koçer hwd. Ev her du fîlmên biyanî tenê dikarin bibin belgeyên dîtbar ji bo antropolog, sosyolog û dîroknasên ku di warê Kurdolojiyê de dixebitin. Yan jî wekî du fîlmên biyanî bên binavkirin, ku mijara wan li ser Kurdan e. Lê êdî wextê wê yekê ye ku nivîskarên medyatîk ên li ser sînemaya Kurdî dinivîsin xwe ji vê dezenformasyonê bidin paş û baldariya xwe bidine ser sînemaya Kurdî. Lê belê ji bo ku bikarin vî karî bikin, divêt berî her tiştî sînemaya Kurdî nas bikin!

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse