‘Rewşen’ tê nîşandayîn

0
49

Bi amadekariya “Ve-Jîn Koma Edebiyatê” dê belgefîlmê Cemil Oguz ê bi navê “Rewşen” bê nîşandayîn û piştî nîşandayînê helbestvan û yek ji beşdarê belgefîlmî Îrfan Amîda li ser serdema Rewşenê û salên 90’î biaxive.

Komek xwendekarên kurd li Zanîngeha Artûklû bi navê “Ve-Jîn Koma Edebiyatê” avakirine û di vê çarçoveyê de li ser wêjeyê sohbetan li dar dixin. Komê vê carê nîşandayîna belgefîlmê “Rewşen”ê girtiye bernameya xwe. Rewşen bi ser kovara Rewşenê/an re qala serdema ziman û wêjeya kurdî ya salên 90’î dike ku çawa dest pê kir, çawa dom kir û heta salên 2000’î çi encam da. Di belgefîlm de beşek ji xebatkarên Rewşenê/an axivîne ku yek ji wan jî helbestvan Îrfan Amîda ye. Ve-Jîn Koma Edebiyatê niha hem Rewşenê û hem jî Îrfan Amîda dike mêvanênr xwe.

Di çarçoveya xebatê de roja 16’ê vê mehê (roja sêşemê)saet 15.30 de wê li Avahiya Rektoriyê, Salona Vali Koçaklar belgefîlmê Rewşen bê nîşandayîn. Piştî nîşandayînê ligel Îrfan Amîdê dê gotûbêjeke li dar bikeve.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse