‘Rewşen’ li WÎB’ê tê nîşandayîn

0
34

Belgefîlmê Cemil Oguz ê bi navê “Rewşen” roja 26’ê mehê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî tê nîşandayîn. Piştî belgefîlm dê gotûbêj li dar bikeve.

Komek ciwanên kurd ku di bin navê “Koma Lêkolînê ya Sînemaya Kurdî” de, di bin banê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de xebatê dikin, fîlmên kurdî nîşan didin û piştî fîlman gotûbêjan li dar dixin.

Mêvanê vê hefteyê Cemil Oguz û belgefîlmê wî yê yekemîn “Rewşen” e. Çalakî dê roja 26’ê mehê (roja înê) saet 19.00’an de li weqfê li dar bikeve û piştî nîşandayîna belgefîlm bi moderatoriya Aziz Tekin dê bi Oguz re gotûbêjek li dar bikeve.

Dîrok: 26.04.2013
Saet: 19.00
Cih: Weqfa Îsmaîl Beşîkçî
Navnîşan: Ayhan İşik Sok. No: 23 (Kata herî jor) Beyoglu – İSTANBUL

REWŞEN – Sinospis

Heta sala 1990’î li Tirkiyeyê peyva ‘Kurd’ bi xwe jî qedexe bû. Derxistina pirtûk, kaset, kovar, rojnameyên bi kurdî qedexe bû. Di van salan de asta daxwazên kurdan bilind bû, pêre jî di sala 1991’ê de zagoneke bi hejmara 2932’yan guherî. Bi vê guherînê re rê li ber “Weşanên ji bilî tirkî” vebû. Êdî weşandina kasetên bi kurdî, derxistina kovar û rojnameyên bi kurdî bi awayekî serbest dibe. Tam vê demê de rêveberên Navenda Çanda Mezopotamyayê bi navê “Rewşen” kovareke Tirkî-Kurdî derdixin. Di salên pêşî de hejmara kesên ku bi kurdî dizanin bi qasî pêçiyên mirov jî nîn e, lê di nav salan de kovara ku Tirkî-Kurdî bû ku zêdetir jî bi Tirkî bû, guherî, hemû bû kurdî. Di 10 salên ku kovarê weşana xwe dom kir de ji aliyekê ve zimanê kurdî pêş xist, ji aliyê din ve rola rewşenbîriya kurdî girt ser milên xwe.
Belgefîlmê bi navê “Rewşen”, ji salên 90’î heta salên 2000’î ji aliyekê ve pêvajoya kovara Rewşenê radixe ber çavan, dibe şahida pêşketina kurdî ya wê demê, ji aliyê din ve bûyerên girîng ên salên 90’î nîşanî temaşevanan dide.

Kunyeya belgefîlm:

NAV: REWŞEN
Senaryo&Derhêner: Cemil Oguz
Derhênerê Dîmenê: Cahit Çeçen
Kamera: Cahit Çeçen, Savaş Boyraz
Muzîk: Xak – Kamkar
Vesazkirin: Masum Elmas
Studyoya Dublajê: Asi Medya
Vebêj: Masum Elmas
Ziman: Kurdî (bi jêrnivîsa tirkî yan jî îngilîzî)
Mawe: 44 dq
Sala Kişandinê: 2011

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse