Piştî ku akademîyek mezin ava bû, karekî sereke din dest pê dike, organîzekirina festîvalek navneteweyi û kalîte. Jixwe yan tu bi fîlman diçî festîvalan yan jî tu bi fetîvalan fîlman tînî cem xwe. Lewre ji 40 mîlyon kurd re festîvalek mezin ferz e. Wisa ne em bi hev re bêjin; serê salê binê salê, Xwedê tu akademî û festîvalek qenc bidî vê malê.
Tevî ku sînemayê aniha, rêwîtîya xwe sedsalî temamkiribe jî, hin netewên mezin ên cîhanê hê jî ji sînema û hêza sînemayê bêpar mane. Li gelek welatan sînema ji roja ewil pêve geş bû û ket ser rêya milî û ji karekterê wî netewwyî hin ekolên nû derxistin. Îro li cîhanê em dikarin gelek mînakên miletên serdestên sînemayê bidin ku ji xwe re sînemayeka neteweyî ava kirine.Ne avabûna sînemayek milî, em kurd hê jî bandor û girîngîya sînemayê nizanin.
Rewşa kurdan
Salên 90î rojekê Behman Qubadî diçe cem Mam Celal behsa sînemayê dikin, jê re dibêje zêdetir piştgirîya sînemageran bikin, çimkî her derhênerek bo Kurdistanê dîplomatek e, qada cîhanê bi sînemayê ve propaganda û dîplomasîya kurdan dimeşîne. Wekî van camêran jî qal kirîye sînema hêzeke mezin a cîhana modern e. Cihûyên cîhanê qêrîyan barîyan bona qetlîama li Almanyayê û Şerê Duyem ê Cîhanê bînin ziman û bidin qebûlkirin, lê belê ti kesî bawer nedikir. Piştî çend fîlmên wek Schindler’s List, La Vita e Bella kişandin her kesî bihîst ku li rûyê dinyayê cihû qetil bûne.
Mîna wî derhênerî, mîn jî derfet dît ku li civîna Enqerê ji cenabê serokê Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî re got, “Sînemagerên kurd bêxwedî ne û ji kerema xwe pişta sînemageran bernedin, tenê mehêlin, çimkî qadeke dijwar e û girîng e. Ger hûn îro li rûyê xaka rindik a Kurdistanêperestgehekê çêkin menzîla wê 1 hezar kîlometre ye, ger hûn dibistanekê çêkin menzîla wê 10 hezar kîlometre ye, lê ger hûn fîlmekê çêkin menzîla wê 100 hezar kîlometre ye, û dê dengê kurd û Kurdistanê belavî hemû cîhanê bike.”Sînema çeka herî modern a vî zemanî ye, lê lazim e mirov bikare wê çekê baş bixebitîne.
Aniha derbarê kurdan de tişta herî kêfxweş were binavkirin, herî ewil ew e ku şervanên kurdan ên li çar perçê welêt li enîya şer têdikoşin û serkeftinên wan leşkerî ne, ya duyem jî teqez sînemaya kurdan e. Tevî hemû tengasî û kêmasîyan sînemaya kurd gorî wan cureyên hunerê yên din, hewl dide ku xwe ava bike, xwe karekterîze bike. Dema mirov ber ya cîhanê bixe kêm be jî, gorî wan cureyên din, sînema cila xwe ji avê derdixe. Gelek derhênerên kurd ên serkeftî hene û fîlmên baş çê kirin, çê dikin. Ji deverên Kurdistanê bi dehan navên xwe îspatkirî hene û wek karker û xebatkarekî doza mezin a miletê kurd dişuxulin. Bi taybetîli Rojhilat û li Bakur sînemagerên hêja hene li festîvalên navdewletî de jî xelatên baş distînin. Lewre ez dikarim aniha bi serbilindî bêjim ku fîlmografîya me îdare dike, lê pêwîst e zêdetir pêşkeve.
Sînemayaneteweyî
Îja em werin ser mesela sînemaya neteweyî. Erê îro sînemaya kurdan heye, lêbelê hê jî sînemaya milî ya kurdan tune ye, tam nekemilîye. Li gorî pîvangên akademîk û sînematografîk û estetîk, bona ku sînemayek an jî fîlmek bibe neteweyî û kurdmalî,mîna trîpota kamerayê 3 xalên sereke yên fîlmê jêveneger in. Yek derhêner kurd be, du mijar kurd bin, sê ziman kurdî be. Eger yek ji van xalan kêm be, ew fîlm dibe milkê kurdan lê belê nabe fîlmekî milî. Îro li cîhanê fîlmê kurdan herî zêde deng vedaye ê Behman Qubadî, Kosî Jî Dikarin Bifirin e, çimkî derhêner jî, mijar jî ziman jî kurdî ye. Yilmaz Guney kurd e, lê belê ne milî ye, çimkî zimanê wî tirkî ye.
Gorî min ger ev 3 xal pev re nebin, berhemek, fîlm û belgefîlmek nabe milî. Ger dehêner û ziman kurdî be lê mijar ne kurd bin gorî min dîsa jî nabe milî. Kurdek bi kurdî jîyana berberîyên Efrîkayê bikêşe, yan jî latînên Amerîkayê tomarke, ev fîlm çiqas kalîte be jî nabe milî bi ya min. Yan jî kesekî ne kurd, bi kurdî mijareke kurdan bike fîlm ew fîlm dîsa nabe fîlmek milî.Ji gelek netewan re milîbûn ewqas ne girîng e, lêbelê ji me re milîbûn mîna nan û avê pêwîst e û em encax wisa dikarin welatê xwe û miletê xwe rizgar bikin. Heta ku em kameraya xwe liser van 3 pêyan daneynin, em nikarin berê kameraya xwe bizivirînin cîhanê. Îro em dibînin ku jiber mercên aborî, gelek derhêner û sînemagerên kurd fîlmên bi zimanê bîyanî çê dikin. Ev yek hinekî dihête femkirin lê dîsa jî divê fîlmên xwe herî baş bi zimanê xwe çêkin. Dibe ku kurdên me enternasyonel bêjin fetîşîzma milîbûnê zirarê dide me, lê em nivşekî bêşans in, em mejbûr in bi vî alî binêrin.
Çi pêwist e?
Ev yek bi gotin û temenîyan pêk nayê tabî. Lazim e kesên bi sînemayê re têkildar in, bona ku sînemayek netewî liser her sê pîyên netewî (derhêner-ziman-mijar) ava be, bingehê amade bikin. Bi dîtina min bingehek xurt girêdayî van her sê xalên sereke ne. Derhênerên baş, fîlmên baş, festîvalên baş. Eger derfetên min hebûna, min ê sazîyek akademîk wek enstîtuyekê ava bikira, bi ezmûn û mûlaqatan ve xwendekar bigirta akademîyê û wek ekola Lodz a Polonyayê, wek Akademîya Huner û Zanyarîyên Sînemayê ya Amerîkayê û hin mînakên li Ewropa kesên hêja tê de pêş ketana. Piştî ku akademîyek mezin ava bû, karekî sereke din dest pê dikir, organîzekirina festîvalek navneteweyî û kalîte. Jixwe yan tu bi fîlman diçî festîvalan yan jî tu bi festîvalan ve, fîlman tînî cem xwe. Lewre ji 40 mîlyon kurd re festîvalek mezin ferz e. Îro sînemaya Fransî bi saya Cannesê, ya Almanya bi saya Festîvala Berlînê zêdetir qedir dibîne. Wek van festîvalan bi dehan mînak hene ku ez dikarim bidim.
Eger îro derfet hebûya, bona avakirina akademîyê jî festîvalek karîzma jî bajarê Wanê pirr baş e, lê mixabin Bakur niha ji berê zêdetir bindest e, ev yek aniha ne mumkun e. Di vê meselê de barê herî giran dikeve ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Divê ji çar perçê welêt, sînemager û akademîsyenan bîne cem hev û li akademîyê îstîhdam bike, bi destê wan kesan jî vê festîvala mezin û xeyalî lidar bixe. Li akademîyê tu dikarî her tiştî fêr bikî, jixwe aniha her sînemager bi derfetên xwe ve îş dike û mixabin gelek ji wan zimanên bîyanî wek Îngilîzî û Fransî nizanin.
Ez çûm zankoya Selahedîn min Beşa Sînemayê zîyaret kir, ew der jî wek hemû fakulteyên zanîngehên Başûr ji hemûyên Rojhilata Navîn xerabtir e. Li cîhekî wek Hewlêrê, akademîyek ji 100 kesî pêk were zêde biha jî nabe. Hemû sînemagerên ji çar perçeyan dikarin li wir ders bidin û dikarin xwendekarên hêja peyda bikin. Ger ev akademî xweser be û em dikarin Dibistana Fîlman a Lodz jî mînak bigirin. Çimkî Roman Polanski, Andrzej Wajda, Krzysztof Kieslowski ji wir derketin. Bo me jî mumkun e.