Reha Erdemî ‘’Yaşam’’

0
28
REKLAM    

Jîn

Gava ku we wateyek da wê peyvê ango hûn bi Kurdî fikirin; ‘’yaşam’’ dibe ‘’jîn’’ , kadin jî dibe ‘’jin’’ wan peyvan hevceye ku mirov li gorî erdnigarîya heremê bifikire ji ber ku ew peyv li gorî teybetmendiya erdnigarî û xwezaya heremê teşe hilgirtiye û pêwiste ku  mirov bi wî awayî binirxîne.

 

Jin

Eger em tekoşîna jinê ya bi hêz ku di erdnigarîya Kurdistan’ê de hatî dayînbigirine dest. Em ê bibînin ku jin bi jîyanê ve bûye yekpar e û di nav hev da ye. Ew derhênerê ku hêj di vê mijarê de zelal nebûyî, mirov nikare qala serkeftin an jî ne serkeftina wî bike. Ji ber ku ew kesê çanda çanda wî gelîya ew qas peljen û zimanê wan ê ew qas dewlemend li ber çav negire, ne gergaze ku mirov flima ‘’Jîn’’ wekî berhem bihesibîne.

Sînemaya Reha Erdem wek nîgaşek surrealîste û di heman demé de sînemaya evîn û serhildané ye! Erdem di fîlmé xwe yé din jî de téma ya evîn û serhildané cur bi cur bi civakzanî tehlîl kiriye, gihandiye hev û vebêje kiriye. Bi vé péwendiyé fîlmén ku di dîroka sînemayé de cîh bigrin mirov dikare bêje şanenav bûne. Di hemû sekansé fîlmé ‘’ jîn ‘’ de tonén ronî yé de û di hemû kadrajén fîlm de tégihîjén Erdem én tîpîk é sînemayé té dîtin. Bi rastî jî sedema vî tiştî mijareke polîtîk a ku zindî ye û héjî dimeşe Erdem xwestiye bike çîrokek. Li gorî min pirsgiréka yekemîn di senaryoya fîlm de ye. Lewre di senaryoyé de tékiliya sedemek an jî encamek hésan jî tuneye. Reha Erdem weke di fîlmén xwe yé din jî de di fîlmé jîn  de jî bi wek teknîkî karekî serkeftî kiriye ji bilî vé balkişandiye ser ekolojiyé û di sehneya dawî de zimanekî serkeftî yé sînematografîk bi kar aniye.

Lé belé ev fîlm di kevneşopiya sînemaya Tirkan a klasîk de wek mînakek dawî dê were gotin. Ji berk u dilê kesî nemîne hewl dan û endîşeya bedewkarî fîlmé dibe cihekî ji rastiyé dûr. Reha erdem di hevpeyvîneké de  ’’ rastî girtin ji min re  endîşe nîne, sînemaya ku rastiyé bigre dawiya wé sînemayé pornografî ye.’’ Daxuyaniyek wûsa dide, ji vî ramané wî re hurmet bé kirin lé belé behsa qehramané şerekî ku hé xelas nebûye were kirin ji wî re endîşeyek mezintirîn be, her wiha qehramané vî şerî yé jin dema ji rastiya wan were qetandin, di heman demé de xelasiya ji bin serweriya zîhniyeta mér bijartina çiya  ji jineké re û devjéberdana tékoşîna wé jé re dibe radestbûna pékutiya serweriya zîhniyeta mér. Bi rastî jî di ré de her mér é ku rastî wé tén fersenda wana ewil jé kér dîtine. Balkişandina vé rewşé jî bi serkeftin veguhézîn dike.

jin berlin reha erdem

Jinên Kurd bi tevgera azadiyê bûne xwediyê hişmendiyeke micid. Lê derhêner li ser pirsa ; ‘’ çima jinên Kurd diçin çîya?’’ lêkolinek nekiriye û ew rewşe jî gelek li ber çav e.

Divê mirov binê wî tiştê xêz bike, Eger mijar jiyan bixe be bi destpêkirina filmê a bi dîmena komeke gerilayan ku diçin çiya bijarteyek gelek baş e. Di heman demê de bi sitranek Tirkî re stranek Kurdî  jî hebe… Eger gerilayek kumik sor hebe divê leşkerekî ku bilûra Wî bi melodiya mem û zinê lê dide jî hebe… Ev jî me dixe di nava feraseteke demokrasîya seqet de.

Çimkî eger li çiyayên Kurdistanê daxwaza vegerê a jineke kurd ya ku bêriya diya xwe û bavê xwe dike mevzû behs be divê leşkerekî ku hejmaryarîya wijdanî kirî jî hebe, û divê ew leşker jî leşkerîyê fîrar kiribe û di heman demê de divê wijdanî red kiribe, daxwaza wî tiştî ferasetek hewîxwaz jî bi xwe re tîne.  Ew feraseta wek hewîxwaz wan mirovan e yên ku hêj demakrasî analîz nekirine, ew şaşî jî şaşîya wan ya herî mezine. Reha Erdem qala çûyîna çiya dike lê heman demê de ev pirsa ‘’çi karê leşkerekî Çanakkaleyî li çiyayen Kurdistanê heye?’’ Jî li xwe bikira wê rewşeke wekhewîxwaztir biderketa holê. Pirsgirek ew nine ku dema behsê gerilayekê kir polîtik an jî hûnerî be. Eger derhênerek feraseta wehhevîxwazê biparÊze dê kîmasîyek gelek mezin be. Çimkî hinek temaşewan jî dikarin wî tiştî bibînin  lê Reha Erdem ew tişt paşçav kiriye.

Nivîskar: Ulaş Sabahattin Çelik

Filmê Jîn Temaşe Bike

 

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse