Rê: rastî, bawerî û azadî…

0
14
REKLAM    

Rêwîtiyekê bifikirin ku ber bi azadiyê ve wek aveke herikbar biherike. Rêwîtiyeke dijwar û xwe bawer… Li hemberî hemû rê û rewîtiyên ku ber bi azadiyê ve dimeşin de, bi xwezayî û bi zanistî hebûna astengiyan her tim derdikevin holê. Ev astengiyan, ji aliyê rastiya civakê ve wek xwezayî û ji aliyê pergal, dewlet û hêzan ve wek zanistî derdikevin pêş û xwe didin jiyîn. Ku cihekê an jî di civakekê de ber bi azadî û rastiyê ve, rêwîtiyek bê destpêkirin, her çiqas astengî û alozî derkevin jî ew dê bidome û bigihêje encamekê. Lê şertê mezin ew e ku rê bê destpêkirin, bi bawerî, bi hêvî, bi berxwedanî û bi têkoşerî, hemû rêyên azadiyê û rastiyê dê biherikin.

Ev fîlma jî wek rê û rêwîtiyeke ber bi azadî û rastiyê ve, ji aliyê Yilmaz Guney ve hatiye destpêkirin. Ev karekî pîroz e, li vî karî xwedîderketin pîroztir e. Lê kî çawa li vî karî xwedî derkeve? Tu kes ji vî karî bêpar nîn e, ji sînemageran re aşkerekirina rastiyê, ji temaşevanan re rexnedayîn û rexnekirin, ji civakê re bi rastiyê ve rû bi rû mayîn, ji mirovahiyê re bîrdoziya rastiya xweza û jiyanê paren cur bi cur ketine. Ji hêzên polîtîkayî û desthilatdarî û metîngerî re pûçbûyîn û têkçûyîn dimîne. Hemû kes û erk dê para xwe diyar bikin û lê xwedî derkevin, ew çax rêwîtiyê dê ber bi rastiyê bidome.

Dema ku xwedîderketina rastiyê û pêkanînên kar û barên civakî û xwezayî dibin mijar, gelek kes dest bi bilêvkirina şert û mercên xerab û bêderfetiyan dikin. Lê ev şêwazeke revoke ye û xwe parastin e û ji rastiyê dûrtir e. Lewma ku tiştekê berbiçav û afirandî ne li holê ye, lewma ku berhemên ji rêzê li derdora me girtine, lewma ku civak bi amûrên xapînok ve rû bir û dimîne û her diçe dihele, lewma ku hişmendiya parastina xwezayê tê ji bîrkirin, lewma ku zayendparêzî dibe dijzayendî…

Kekê Yilmaz hevpeyvîneke di derbarê nivîsandina senaryoya fîlma “Rê” de wiha dibêje: “Dewletê dixwast ku girtîgehan wek firehî nîşanî cîhanê bike, lê min jî xwest ku, rastiya girtîgehên dewleta Tirkiyayê aşkere bikim û ji hemû cîhanê re bêjim ji xwe hemû Tirkiya ji bo gelan wek girtîgeh e.” Dibêje û wiha berdewam dike: “di dema nivîsandina senaryoyê de, ez bi welatê xwe ve ketim nav hesab pîrsînan, bi pirsa “Însan çi ye?” re rû bi rû mam.” Ev nêrîna Kekê Yilmaz sekneke xurt û dîrokî ye, xwedîderketin û parastina civak û mirovahiyê ye û li hember hêzên desthilatdar serhildan e. Di wan şert û mercên xerab de xebatên wiha minakên çanda têkoşeriyê ne. Piştî van xebatan tiştekê sereke heye ku ew jî, şert û merc çi dibin bila bibin, ku mirov bixwaze, bawer bike û berxwe bide tu tiştekê ku neyê kirin nîn e. Ji ber ku bawerî û daxwaz heye, şert û mercên xerab zivirîne derfetên afirandinê, hemû qad ji bo Kekê Yilmaz bûne qadên berxwedanê, bi tu awayî vala nesekiniye û ji bo aşkerekirina rastiyê kar û barê xwe berdewam kiriye, li benda derfetên an jî şert û mercên erênî nesekinî ye!

Fîlma “Rê(1982)” ji ber ku Yilmaz Guney di girtîgehê de bû, ji aliyê derhêner Şerîf Goren ve hat kêşandin. Senaryo, pevbestin û pevxistina fîlmê ji aliyê Yilmaz Guney ve hatiye çêkirin. Lê dema ku senaryo ji derhêner Goren re hatiye şandin, ji aliyê Guney ve hemû hûrgiliyên kêşanê hatine diyarkirin. Piştî derbeya sala heştêyan di rêveberiya awarte de ji ber şert û mercên dijwar, barê giran yê kêşandina fîlmê li ser milê derhêner Şerîf Goren bû, hem di dijwariya rêveberiya awarte û hem jî di şertên xwezayê de kedeke mezin daye birêz Goren. Wek tê zanîn ku niqaşek li ser fîlmê tê kirin ku derhêner kî ye? Ev ne pir giring e, ji ber ku xebateke hevpar e, ne keda Şerîf Goren tê înkarkirin ne jî ya Yilmaz Guney. Lê li gorî gotina Fatoş Guney, giyana fîlmê piştî xebata pevbestin û pevxistineke hûr û kûr ya Yilmaz Guney derketiye ber çavan. Piştî xelatgirtina Cannesê pêşandana fîlmê nêzî deh salan li Tirkiyayê hate qedexekirin.

Di girtîgeha Îmraliyê ya vekirî de, jiyana piştî destûrstendina pênc girtiyan dibe mijar. Fîlm ji girtîgehê dest pê dike. Di dîmenên serî de rewşa girtîgehê tê pêşandan, hal û wextên girtiyan yên rojane, xîyalên wan, hêstên wan, baweriyên wan derdikevin pêş. Dengê anonsên girtîgehê li ser girtiyan dibin dest û pîyên bi jahr yên dewletê, piştî vî dengê gefok, dengê çûka qefeskirî gur dibe û zêdetir tê bihîstin, di demek şûn de destûra girtiyan tê dayîn û qaqlîbaz dibe hêvî û bawerî li ser behrê dikeve, girtî bi rê dikevin û her yekê biçe cihekê. Yên ji bo şahiyê, yên ji bo şer, yên ji bo azadiyê û her wekî din bi rê dikevin…

Fîlm di destpêkê de li ser jiyana pênc kesan didome û dûre li ser çar kesan dimeşe. Ji pênc kesan Miheme Salihê biçe Edene û Amedê, Ûsivê heta Edeneyê biçe, Mewlûdê biçe Dîlokê, Omerê biçe Firat-Bîrecikê, Seyît Elî Firatê jî biçe Konya û Xoşkar(Sancak) Çewligê. Ji ber rêvebiriya awarte jiyana derveyî girtîgehê ji ya girtîgehê xerabtir e, li sere her rêyê leşker hene û derketina gel ya kuçe û kolanan tê qedexekirin, ev jî xuya dike ku Tirkiya bi giştî girtîgehek e. Her wiha rêya Seyît ji aliyê leşkeran ve tê birîn û şevekê tê girtin, dengê anonsa bi jahr dîsa dikeve guh û mêjiyên gel.

Miheme Salih piştî hevdîtineke bi hevalê xwe ji Edeneyê diçe Amedê, Ûsiv di rê de ji aliyê leşkeran ve ji ber ku kaxiza wî tüneye, tê binçavkirin, çûka xwe (wek gîyana xwe) teslîmî Mewlûd dike da ku bide hevsera wî û dûre li paceyê re çûkan dinêre û çîroka wî diqede.

Di dîmena jiyana Mewlûd de ya li Dîlokê rastiyeke jiyanê li ber çavan tê raxistin. Ev rastî rexnegiriya dijzayendiyê ye, bi serê xwe mijareke civakî ye. Li hember jinê, mêr di asteke bilind de ye, bêyî destûra mêran jin nikare tu tiştî bike û bijî. Têkiliyên di navbera kesayetên malbatan de teng in û ji hevkêşeyê dûrtir in. Jiyaneke di bin bandora olî êdî bûye rastiya jiyana civakî, mêr ji aliyê jinan ve wek serkeş-otorîteyeke bilind tê dîtin. Ji bilî nêrînê bûye bawerî, lêpirsîn û rexnekirin bi tu awayî nayê fikirandin. Ev rewş tunekirina jinê pêk dîne, binpêkirina qedrê jinê û hebûna jinê têk dibe.

Di dîmena Miheme Salih de ya li Amedê derbas dibe de dîsa rexnegiriyeke civakî derdikeve pêş. Ji ber taybetiyên Amedê, hin dîmen hene ku bi salan e bi awayekê aşkere didomin. Li serê her kuçe û kolanan hebûna leşkeran û dengê balafirên şer yên mîna dengê anonsa girtîgehê ya bi jahr derdikeve li hemberî me. Da ku tirs têkeve dilê gel, da ku gel dest ji hebûna xwe, ji doza xwe û ji rastiya xwe berdê. Dîmena ku Miheme Salih dikeve kuçeyeke Amedê rastiya jiyana Amediyan derdixe pêş, şert û mercên ku zarok tê de dijîn, dîsa dibe mijareke rexnedayîn, rexnekirin û civakî.

Miheme Salih tê mala xezûrê xwe û dixwaze ku bi hevsera xwe (Emîne) ve hevdîtinê bike, lê ji aliyê malbata hevsera xwe ve (ji ber ku xezûrgelanê wî, ewî wek sedema kuştina kurê xwe dibinin) tê astengkirin. Xezûrê wî destûra keça xwe dide lê, ku keça wî bi hevserê xwe ve hevdîtinê bike û bi pê re biçe ewê ji aliyê malbata xwe ve xayîn û îxanetkar were dîtin. Yanî bi tu awayî destûr nayê dayîn. Di vê dîmenê de nêrîn û giriyên zarokan mirova dax dike, ev mijar bi xwezayî û bi hostayî hatiye pêşandan.

Miheme Salih û Emîne zarokên xwe hildidin û direvin, dûre ji aliyê birayê herî biçûk ve her du jî tên kuştin. Dîmenên rêwitiya trênan di fîlmên Yilmaz Guney de cihekê mezin digirin, dibe ku di wê demê de rêwitiya trênan zêdetir dihate kirin, lê têkiliyên civakî, rastiyên jiyanê û her cure bûyer xwe di vir de didin der. Dîmena di trênê de ku Miheme Salih û Emîne bûyerekê dijîn, nêrîn û rastiya civakê derdixe pêş û dibe sedema nirxandin û nexnegiriya jiyana civakî. Ev rexnegirî û rastî sî sal berê jî wisabû û niha jî wisane.

Dîmena ku Omer diçe Firat-Birecîkê hişmendiyeke balkêş derdikeve li hemberî me. Xwezayeke bê hempa, deşteke bê dawî û şînahî, çargaviyên hespan, stranên dengbêjan, denge guleyan, xwezayî, maçkirina axê ya Omer û nivîsa Kurdistanê ya li ser dimenê… Mirov ku bibêje Kurdistan bi vê dîmenê hatiye pêşandan dê hevoka me yê di cî de be.

Di vê beşê de gundekê serxetê û nêzî sînor heye. Şev û roj dengê guleyan nabirin, giriyên zarokan, bawerî û tirsa di çav û dilên dayîkan de bi tena serê xwe zilm û zordariya dewletê derdixe pêş. Rastiya pirsgirêka kurd di vê beşê de zêdetir tê fêmkirin. Qetilkirin, înkarkirin û tunekirin… Tirsa hêza desthilatdar wisa kiriye ku tu kes nikare li miriyên xwe xwedî derkevin! Dîmena ku cinyazên gundiyan di ramorka traxtorê de tînin qada gund ku kes newêre li miriyên xwe xwedî derkeve(di salên nodî de heman dîmen bi dehan bajarên kurdan hate dûbarekirin), sî sal şûn de (du sal bere sî û çar Kurd hatin qetilkirin)li Roboskê dûbare bû. Zilm û zordariya gelê Kurd bi dehan sal e bê navber didome.

Di dîmena Seyît Elî Firat de, dîsa rexnegiriya jiyana civakî hatiye kirin û her wiha rastiya xwezaya çiyayên Çewligê a navçeya Xoşkarê di bin zehmetiyên mezin de û bi awayekî xweş hatine kêşandin. Di vir de zêdetir jiyana çiyayî derdikeve pêş, çareserkirina diranêşa Seyît Elî Firat, nelkirina hespan… Di dîmena Omer (xeyalên Omer) de hesp wek geşbûyîna azadiyê hatibû pêşandan, di vir de nîşandana xwîna hespê têkiliya şertên xwezayê û azadiyê bi hev ve girê dide. Di dîmena axûrê de di navbera Seyît û Zerê de mijareke balkêş û nexnegiriyeke kûr derdikeve hemberî me. Têkiliya Seyît û Zerê di bin siya kevneşopiyên dijwar, nêrîna mêranî, sûcdarî û evînê de tê pêşandan. Di dawiyê de evîn bi ser dikeve lê di kesayetiya Zerê de jin û jiyan ji dest diçe.Y,l

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse