R. Bresson: Havênê Sînemaya Felsefîk û Modêl’ê Sînemaya Dilpak!

"Gava ez fîlmê xwe çê dikim, ez zêde nafikirim bê ka ez ê çibikim; tenê beriya ez rave bikim, dixwazim hin tiştinan hîs bikim û ez dixwazim li dû vê hîsa xwe herim...Fikirîn dijminekî pir tirsnak e. Gava mirov bi hunerekê re mijûl bibe, pêwîste mirov beriya hişê xwe hîs û qelbê xwe bikar bîne!" -Robert Bresson-

0
23
REKLAM    

“Gava ez fîlmê xwe çê dIkIm, ez zêde nafIkIrIm bê ka ez ê çIbIkIm; tenê berIya ez rave bIkIm, dIxwazIm hIn tIştInan hîs bIkIm û ez dIxwazIm lI dû vê hîsa xwe herIm…FIkIrîn dIjmInekî pIr tIrsnak e. Gava mIrov bI hunerekê re mIjûl bIbe, pêwîste mIrov berIya hIşê xwe hîs û qelbê xwe bikar bîne!”

-Robert Bresson-

Bêguman R. Bresson di dîroka sînemayê de ciyekî taybet digire. Ev cîgirtina wî ya di sînemayê de taybetmendiyên sînemayê jî pêşda birine û hunera sînemayê bi nêzîkatiya Bresson ketiye qonaxek din; sînema hinek din bilind bûye û ber bi ezman de firiyaye! Lewma jî mirov dikare bê dudilî bibêje ku di sînema-felsefê de yek ji wan lûtkeyên herî bilind û bêhempa Bresson û fîlmên wî ne…Cihêrengiya hunera sînemayê bi helwesta wî bêtir derketiye pêş û sînema bi saya wî carek din berê xwe daye welatê felsefeyê…Ji lew re, Bresson tovê felsefeyê reşandiye zeviya fîlmên xwe û tixûbên kompazîsyonên xwe bi hîsên rewnak qewî kiriye. Gava wextê palehiyê hatiye dîmenên wî deh tovî û bîst tovî bûne…ew jî elb bi elb li sînemahêzan gerandiye û weke genim bûye derhênerekî pîroz…Ji lew re, felsefeya di fîlmên wî de weke genim pîroz e û ewqas jî hewcedarî pê heye. Genim tune be mirov jî tune ye, lê heger felsefe tune be mirovahî ji binî tune ye…Lê em bi siûdin ku genim, felsefe û Bresson hê jî di jiyana me de hene…Bresson ew simbilê sînemayê ye ku neketiye ber tirpana serdestan! Xwe ji wextên zincîrkirî filitandiye û li dû azadiyê çûye…Di keviya sînemayek dil tenik de li ba bûye…Ew, li hember bayê felekê tim û tim li berxwe da ye û weke helbesteke watedar tim û tim di dilê sînemahezan de maye. Fîlmên wî, li ser dilê me baş rûdinên û tahma dîmen-helbestên wî ji ser zimanê me tu car naçin…Kesên ku felsefeya wî ditamijin mecbûr dimînin ku qalikê xwe biçirînin, xwe nû bikin û bi çavekî din li dinyayê birênin û vê rastiyê ji dil û can hîs bikin û bipejirînin, “Mirovahî ber bi nebaşbûnê ve diçe!”

Mirov bi serfirazî dikare bibêje ku di sînemayê de felsefe, bi dîmenên wî yên zelal û herikbar hatiye meyandin. Heta ji Bresson dihat di sînemaya xwe de tiştên zêde bikar nedianî û ji xemlên derewîn direviya. Ew, bi parzûneke nûjen sînemayê, ji xeml û memlê paland û bingeha sînemaya xwe bi hîsên kûr xurttir kir. Bresson hîsê hîs kir! Kêliyên pejndar zeft kir û berneda. Kurahiya wî ji dewlemendiya felsefeya wî dihat…Felsefeya wî, wisa giran û zor nîn bû. Berovajî vê yekê, felsefeya di fîlmên wî de têr hêsan bû û baş dihat fêhmkirin. Ji bo mirov jê fêhm bike, diviyabû hîs û qelbê xwe bikar bîne! Hîskirinek xurt me dibir navnîşana rasteqîniyê…ji xwe Bresson jî vê yekê ji me dixwast; bi hiş û ramînê re zêde serê xwe neêşînin…tenê hîs bikin…hîs bikin…û bi vî awayî dîmenan bi wate bikin…

Gava mirov li sînemaya Bresson dinihêre baş dibîne ku ew di cîhana sînemayê de weke hafizekî nepen li dû çîrokên hêsan geriyaye û wan çîrokan bi me re parve kiriye. Dibe ku çîrokên wî hêsan bin lê têra xwe bi tîn in û bêhneke xwezayî ji çîrokên wî tê. Sînemaya Bresson bi van çîrokên sade û bi bandor bêtir difesile û zimanê sînemaya xwe weke rêsiyekî dirêse…ew rêsî qet li hev nakeve û napelişe…mirov dikare bibêje ku ev rêsiyên wî rêsiyên jiyaneke rast û heqîqî ye. Bresson van rêsiyên (imaj-dîmen) xwe bi bedewî û xwerûbûneke xas ba dide û bi vê helwesta xwe dibe havênê sînemayê.roberto

Bresson li Fransayê di dema “Pêla Nû” de dest bi sînemayê kiribû, lê fîlmên wî bi şêwaz û naveroka xwe ji wan diqetiya û cûdabûnek ku qet nayê kopyekirin di fîlmê xwe de dihundirand. Fîlmên wî ne li gora tu bizavî bûn. Bresson bi xwe, bizavek nipînû ji xwe re afirandibû û fîlmên wî yektabûna xwe ji vê bizava bêhempa distand. Ji lew re, fîlmên wî nedişibiyan fîlmên tu derhênerî; fîlmên wî fîlmên wî bûn! Ew bi tena serê xwe rêgehek nû bû di sînemayê de…Rêgeheke xwîn-xweşik! Bresson bi vê rêgeha xwe ji gelek derhêneran re bû bû mînekek xurt û her wiha kesên bi sînemayê re mijûl dibûn jî vedixwand nîqaşên giran û bi angaşt. Ji ber ku zimanê sînemaya Bresson ne zimanekî ji rêzê bû resenî pê re hebû, şêwaz û wateya dîmenên wî zafek kesan gêj kiribû û dabû fikirandin. Bresson ji krîz û kaosa ku sînema tê de avjeniyê dikir, bi serkeftî derketibû û alternatîv û vegotinên nû pêşkeşî sînemageran dikir. Bi dilsozî ev tişt digot ew, “Xwe ji şaşitî û nerastiyên li ser hev barkirî rizgar dikim. Digihîjim ku ez rêbazên xwe baş nas bikim…” Kesên ku rêbazên xwe biafiranda di heman demê de wê xwe jî baş nas bikira. Lewma jî Bresson hewcedarî bi rêgezên nû didît. A rast ji xwe ew bi tena serê xwe, ji bo sînemayê rêgezek, rêgehek û rihek cûda bû û bes bi bandor bû.

“Ew tiştên ku pêdivî pê tune bin tev guneh in”

Bawerke di fîlmekî Tarkovsky de ev gotin derbas dibû, “Tiştên zêde bin û pêdivî pê tune be guneh in” Ev gotin herî zêde li fîlmên Bresson tê, ji ber ku heta ji wî hatiye ew tiştên zêde bikar neaniye û ji tiştên beredayî dûr ma ye. Xwe neherimandiye û gunehkar nekiriye! Di fîlmên xwe de sadebûneka ku kes nikare bigihîje kedî kiriye û vê sadebûna xweşik di her kêliyên fîlmên xwe de bikaraniye. Efsûna sadebûnê reşandiye ser dîmenê xwe.. Jiyana diket ber kameraya wî jî, ji vê sadebûyînê bêpar nedima. Hûrgilî û kitekitên ku ji nava jiyanê zeft dikir bi mijarên xwe de baş girêdida û dixwast bi van kitekitên têr û tije agir berî nêrînên me yên ji rêzê bide! Ew bi her dîmenên xwe dixwast aveke germ bi serê me de birije û me ji xewariyê rizgar bike. Berê me dida a rast, a baş, a bedew û a heqîqî…mifte rezê heqîqetê dirêjî me dikir. Çikas me fêhm nekira jî, ew ya dilê xwe bi hestên paqij û biriqî digot ji me re. Şewqa dîmenên wî nexşerêya rastiyê dadixist ber piyê me û dixwast em bimeşin…Lê ne bi lez û bez…hêdî hêdî bi aramiyek dilsoz û pîroz dixwast em li dû qelbên rastiyên binaxkirî herin…

Ji bo Bresson a girîng manewiyat ango rih û giyan bû. Li gel van hêmayên dilpakî, xweza û xwezayîtî jî di ferhengoka sînemaya wî de quncikekî taybet tijî dikir. Her wiha hest jî avreşîna ser van têgehan bû…lê qesta wî ya ji hestan ne hestiyariyek bêwate û vala bû. Berovajî vê yekê ew di tu fîlmê xwe de neketiye xefika “hestiyariyê”. Her tim xwe ji xapîn û xwapandinê parastiye. Ji xwe vegotinek nepixwandî û zimenekî letikî ne li gor vîna wî bû. Di xwîna wî de tiştek bi vî rengî nedigeriya tu car! Ew, di asteke etîk de tevdigeriya û estetîka xwe jî li gor wê etîkê bi rêk û pêk dikir. Ehlaqê dîmenên wî hebûn û ew ehlaq mirovan dihejand. Hejandineke hemdemî…hejandineke wisa ku mirov carek din, ji nû ve li xwe vegere bi mirov dida jiyandin.il 570xN.406850604 czm5

Bresson wiha digot, “Jiyan çewabe fîlmên min jî wisa ne.” Tiştê ku bala wî dikişand ew hêsaniya nav jiyanê û jiyana ji rêzê bû. Bi deng, muzîk, lîstikvan û tevgerên kamerayê li dû jiyana hêsan diçû. Heta ji destê wî dihat tiştên ku di fîlmên xwe de bikardianî mînîmîze dikir. Li gor armancekê bikardianî, wekî din bikaranîna tiştek zêde wî aciz dikir û qet ne dixwast ew tiştên zêde di fîlm de cî bigirin. Ji lew re jî ew wisa digot, “Derhênerî, ne ew e ku tu yekî bi rê bibî, derhênerî ew e ku mirov xwe bi rê bibe….” Bresson jî berî her tiştî xwe bi rê dibir û herî zêde jî derhêneriya xwe dikir û wisa dirêj dikir, “Afirandinê seranser di erda wê de çêdikim.” Bresson baş dizanibû kû ew ê kîjan fêkiyê di kîjan erdê de biçîne…ew ji erdê afirandinê berhemên reşbelek derxiste holê û xwe jî, seranser kire afirîner û hilberînerekî yekta! Genimê dilpakiyê di pêşa wî de seridîn, simbilê azadiyê di asoyên wî de pijiqîn û nirxên rasteqîniyê di nêrînên wî de ji bo biharên pêşerojê zîl didan…Dibe ku di fîlmên wî de rewşeke reşbîn û hêvîqut hebe (mixabîn gelek rexnegir wisa dinirxînin) lê ev nayê wê wateyê ku Bresson ji binî hêviyên xwe qut kiriye ji jiyanê. Na! ew bi tiştên ku nîşan daye çepera nêrînên me berfirehtir kiriye û bi felsefeya xwe î xurt xwastiye ku ev rewşa reşbîn bê zanîn û îdraqkirin. Ma ev helwest bi xwe jî ne azadiyeke fêrbûna rastî û heqîqetê ye. Ji bo mirov nekeve nava wan çewtî û xerabiyan; dejenere nebe û nehele fîlmên Bresson, hêviyên mezin jî dihundirînin ji bo pêşerojâ mirovahiyê. Pêwîste mirov dikaribe bi vî çavê jî li meseleyê birêne. Nexwe em bikin ku Bresson û fîlmên wî, “av û av herin…” Tiştê ku av û av çûye nirxên civakî ne. Bresson bala me dikşîne ser vê rastiyê!

Bresson, di şûna lîstikvan de peyva “modêl” bikardianî

Li gor Bresson, hestiyariya zêde li ber rih û giyana fîlm dibû asteng. Ew dixwast fîlmên xwe ji vê astengî û aloziyê rizgar bike. Pêwîst bû rih pêl pişta hestiyariyê bikira û di bin hizirîna xwe de biçewisanda. Li gor wî a xweşik û rast, çûyîna li pey şopên hîs û hizirê bû…Lewra şopa ku mirov digihîjand dilpakiyê ev şiverê bi xwe bû…Bresson her çikas di serî de bi hin lîstikvanên profesyonel re xebitî be jî, paşê dev ji wan berdaye û mêdêlên (lîstikvan) amator bikaraniye. Ew di şûna peyva lîstikvan de peyva “modêl” bikardianî. Kêfa wî ji modêlan re dihat, ew modêlên ku di nav jiyana rojane de weke avê diherikîn…Bresson li ser bikaranîna modêlan wiha digot, “Ne lîstikvan ‘ne derhêneriyek ji lîstikvan re’ ne rol, ne provaya li ser rolan, ne hevrêzkirinek ji derhêneriya dîmenê re, bi tenê bikaranîna modêlan, ên ku ji jiyanê diherikin..” Li gor fikra Bresson lîstikvanên profesyonel rê li ber hestiyariyê vedikirin û ev yek ji dibû sedema sextebûyinekê! Ji lew re, gava hestiyarî di fîlmekî de zêde derdiket pêş, ew fîlm, ji rastî û xwezayîtiyê dûr diket. Hestiyariyek nepixwandî ji bo wî dihat wateya “rol” û “lîstik” ê. Tiştê ku Bresson dixwast ne ev bû mixabin, ew li gor sadebûna jiyan rojane tevdigeriya û modêlên xwe jî ji nav wê jiyanê derdixist û di fîlmên xwe de modêle dikir. Bresson vê rewşê wiha rave dikir, “Bêyî ku xweza ji wan kêm be, xwezabûn ji wan kêm e.” Ji bo Bresson, a girîng xwezabûn bû…ew xwezayîtiya ku dixwest bi lîktikvanan re tune bû…lê modêl ne wisa bûn, xwezayîtî bi wan re hebû û xwe ji hestiyariyê palandibûn, bi esl bûn û xwerûtî di tevgera wan de veşartî bû. Lewma jî ew modêl tercîh dikir, modêlên resen û heqîqî…Ev taybetmediyek Bresson bû û di sînemayê de kes bi qasî wî li ser vê mijarê hûr nebûye û neketiye nava lêgerînan! Ji bo em Bresson baş fêhm bikin ev peyvên wî mijarê ronîtir dike û bêtir bi me bide fêhmkirin, “Lîstikvan di sînematografiyê de weke ku li welatên biyanî be û bi zimanê wî welatî nizanibe ye..” Lê modêl ne wisabûn! Modêl, li welatên xwe bûn û bi zimanê dayikên xwe diaxivîn, ji rihê fîlmên wî re qet ne biyanî bûn…

Dinya ber bi xerabûnê ve diçe û modernîzm di afirê bûjeniyê de difetise!

Bresson li hember fikrên rojavayî derdikeve û kevneşopiyên wan yên li ser huner û zanyariyê rexne dike. Her wiha modernîzma wan (ku her roj pê pesnê xwe didin) jî li bin guhê erdê dixe û nalet li pêşvaçûyina wan ya çewt tîne! Li gor wî, hilberîneriya rojavayî her tim bi xwîn e û lewitiye. Li ser navê modernîzmê her tişt ji bo wan rewa û meşrû ye. Bresson di fîlmên xwe de vê çewtiyê rave dike û encamên wan yên kirêt radixe ber çavan. Ramana rasyonel ango rasyonalîteya bê rih, hêz û auraya hizirînê jê biriye! Bi gotinek din, giyanê di nav keftûlefta xwe ya beredayî de kuştiye ev rasyonelîte. Mixabin, hişmendiya rovavayî ya sereke wiha ye, “Li gor ceribandinan encam çibe rastî jî dibe ew!” Aha! Bresson li hember vê hişmendiya şaş e, ceribandin tenê nikarin encaman diyar bikin! Sedemên encaman piralî ne û mirov zû bi zû nikare bi awakî teqez encaman binirxîne…Hin tişt hene ku bi aqil û hiş nikarin werin rave kirin…ji bo wê jî pêdivî bi hîskirin û qelbekî safî heye…Rasteqînî wisa diyar nebe jî, qet nebe wê mirov karibe hinek nêz bibe…Bresson bi hîs û qelbê xwe nêz bû ye û dixwaze em jî nêz bibin…

A.Haydar Kaytan, di nivîseke xwe de wiha qala modernîzmê dike, ” Çanda civaka rapêşî-pêşande tune ye! Çanda modernîst bê naverok e, naveroka wê tune ye. Naveroka çanda modernîst bûjenî ye…ev bûjenî jî tiştek viqîvala ye! Tenê şêwaz li pêş e, çanda modernîst ji şêwazê wêdetir ne tiştek din e!” Bêguman ji ramîna zêde êdî hîs serobino bûne! Bi vê serobino bûnê mirovahî jî naveroka xwe pûç kiriye û riziyaye di nav diranên wextên nûjen de! Bresson jî wiha dibêje, “Îro xwedê bûye pere, her kes xwe dihebîne pereyan. Kes xwedê nizane û nafikire jî…Hemû cîhan ber bi xeterebûnê ve diçe û bere bere em dikevin nav xedariyek dijwar.!” Bresson ji çanda modernîst bi guman e. Baş di zane ku naveroka wê tune ye. Di gelek fîlmên xwe de jî bênaverokiya çanda modernîst rexne kiriye. Bresson ji ber vê rewşê êş û elem dikşîne. Şayeseyên di fîlmên wî de ev gerdûna berdîberdan û vîqîvala bi xwe ye…Her ku diçe însan xedarî û çavsoriya xwe zêde dike, bi materyalîzmeke hişk dilê xwe jî hişk dike û bêxîrettir dibe. Bresson di gelek fîlmên xwe de qala vê bêxîretbûnê dike ji me re. Ew baş dizane ku fikirîna zêde mirov dibe li pereyan û materyalîzmê diheliqîne…ji ber vê yekê jî ew ji me re wisa dibêje, “Fikirîn dijminekî pir tirsnak e. Gava mirov bi hunerekê re mijûl bibe, pêwîste mirov beriya hişê xwe hîs û qelbê xwe bikar bîne!” Ji lew re, mirovahî jîbir kiriye ku hîs û qelbê xwe bikar bîne…Bresson me vedixwîne dilnizmî û dilsoziyê…dixwaze em ezezokiya xwe bi terbiye bikin û rasteqîniyê hembêz bikin.

Li gel nasnameya wî ya sînemayê Bresson, di heman demê de helbestvan û wênsaz bû jî…Ji lew re têkiliya wî bi xwezeyê re pir baş bû. Dixwast fîlm û lîstikvanên xwe jî bi vê xwezaya sade û hilû bifesilîne. Di kadrajên wî de dest, pî, cil û berg ciyekî taybet digirtin. Di navbera bireser û tevgera kesan de têkiliyek xurt zeft dikir û van hurgiliyan bi pevxistineke dilsoj nîşanê me dida. Bresson, fikr û ramanên xwe yên li ser sînema û hunerê, di pirtûka xwe ya bi navê “Nîşeyên Sînematografiyê” de baş haniye ziman. Pirtûka wî jî weke fîlmên wî sade û bi zimanekî xweş hatiye nivisîn. Bi zimanekî helbestkî û felsefîk rêzikên gewre ango dîmenên bi derb hunandiye Bresson…zimanekî bi hest, ku rih û qelb pê re heye û mirov zêde bi ramînê naêşîne…Nîşeyên hîsê wî ne ev nîşeyên sînematografiyê; weke bayê darpişkoka, kulîlkên heftreng dipuşkivîne di dilê mirov de…ev nîşeyên wî aforîzmayên kurt in, lê têr bi tîn, tesîr û bandor in. Bi xwandina van nîşeyan mirov Bresson û ramanên wî yên li ser sînemayê çêtir nas dike. Ji bo sînemaya Bresson heqîqî bê fêhmkirin pirtûka wî ya “Nîşeyên Sînematografiyê”, bi rastî jî çavkaniyek tije û xurt e.

Bresson jî weke Tarkovsky û Bergman ji ber “dîmenên hêdî û bê tevger” hate tawanbarkirin. Zêde nehate fêhmkirin…an jî kes nexwast wî zêde fêhm bike! Li hember van nêrîn û rexneyan Bresson bi zimanekî dijber wiha digot, “Tevger û dînamîzmeke mezin di fîlmên min de heye.” Gelo gava tevger tê gotin mirov çi fêhm dikin? Gelo tevger hema ew e ku mirov here û were û di nav atraksiyonekê de be? Fîlmên Bresson di hundirê xwe de tevgerek xurt xwedî dikin. Modêlên wî her tim di nav pirsgirêkên mezin de ne…ji xwe tevgera herî mezin jî di van pirsgirêkan de veşartiye. Ev pirsgirêk tenê ne yên modêlan in, her wiha yên civakê û mirovahiyê ne jî…Dibe ku dimenên Bresson hêdî bimeşin lê mirov nikare bibêje bêtevger in û ne xwedî dînamîzmekê ne! Bresson tevger û dînamîzma xwe di hundirê modêlan de veşartiye…her modêl bi serê xwe abîdeya tevgerêye di fîlmên Bresson de…Tevgera mezin hişmendiye…sêwirandina hişmendiyê ye dînamîzma herî mezin. Li cem Bresson tevger tiştek felsefîk û bi awakî nepen e, ji lew re; di fîlmên Bresson de, ji bo mirov tiştek bixwaze û wî tiştî bi dest bixwe, divê mirov xwe biêşîne…Bresson wisa bi hêsanî tiştek pêşkeşî me nake! Pêwîste mirov di damarên dîmenê wî de hinek li tahma xwînê birêne, nexwe mirov tênagihîje ku Bresson xwastiye çi bibêje…

Mixabîn modernîzm çarenûseke bi xezeb bi mirovan re çêkiriye…Bresson vê rastiyê ji nav kavilên modernîzmê derdixe û nîşanê me dide. Hêza fîlmên wî ev rastî bi xwe ne…Bresson tu carî azadiyên sexte nîşanê me nade…Çavdêriyên wî çibin wana fîlmîze dike û bi van çavdêriyan çîrokan disêwirîne, çîrokên kovandar û dilsoj…Ma ji xwe çanda modernîzmê bi xwe, ne dilsojiyeke hov e! Bresson hêviyên vala bi modelên xwe re çênake (her wiha bi me re jî çênake) heqîqat çibe wî ji me re dibêje…Ew jî di şopa heqîqetê de dimeşe weke gelek sînemagerên serbilind û serfiraz. Ji bo wî heqîqet beriya her tişî tê…Lêgerîna heqîqetê rêgezek jiyanî ye ji bo wî. Bresson jî jiyan û hunera xwe wisa bi wate dike û vegotina xwe ya sînematografîk bi vî rengî dinirxîne.

Helbestvanê Fransî,Joe Bousquet li hember jiyana xedar mecbûr ma bû wiha bibêje, “Birînên min berî min jî hebûn, ez ji bo wan bîrînan di bedena xwe de hilgirim hatime dinê.” Gava min ev rêzik xwandin, nizanim çima lê Bresson hate bîra min. Ji lew re, der û dora Bresson tijî birîn û jan bûn…Dinya piştî şer û pêvçûnên mezin di nav birînan de digevizî. Derûniya mirovahiyê qet ne baş bû…Kesên nû dihatin dinê xwe di nava birînan de didîtin. Bresson jî, ji bo van birînan bike bîranîn û li bedena fîlmên xwe girêbide hatibû dinê. Vegotina van birînan çarenûsa wî bû…Ew bi fîlmên xwe î pîroz çarenûsa xwe têk bir û xwe azad kir.

Her çikas ji ber sînemaya wî ya “hêdî” û “felsefîk” hinek kes ji Bresson aciz bin jî, kesên ji Bresson hez dikin jî ne hindikin, pêwîste ev rastî jî were zanîn…Zarokên felsefe û sînemayê yên nûgiha li çîrokên kalikê xwe î Bresson î guhdar dikin û di rêçika wî de dimeşin niha…dixwazin li ber bîranînên (fîlm)wî fêrî heqîqetê bibin û her wiha li ber sînemaya wî rêz digirin. Heta em bibêjen Bresson dilpak bû…Dilpakiya wî ji zafek sînemageran re bû weke rêgezên zêrîn. Ev rêgezên zêrîn hê jî tên bikaranîn.

Bresson kaniyeke wisa ye ku tu havînên har nikarin wî biçîkînin, ew di havînên herî hişk û germ de jî, di keviya dilê me de diteqe, dizê û diherike…Kaniya fîlmên dilpak e ew û fîlmên wî piştî derbasbûyîna tîbûna havînê bi tahm in. Ew ji bo jiyana rasteqîn modêlê herî rasteqîn e…Lewma jî mirov çi bibêje ew ê têra Bresson neke! Tenê mirov qelbê xwe bixe kefa destê xwe bi ser fîlmê wî de bigerîne ew ê dilê wî rehet bibe. Bi kurtasî, Bresson jî weke Bergman,  ji ehlê xwîn-xweşikan bû û dildarekî rastiyê bû.

Tarkovsky gotIye ku, “Ez her tIm jI Bresson dIhesIdIm, jI lew re kes nIkare weke wî sade û xwerû bIbe.”

Ma mirov çewa ji te neheside ey gorbihûşt!

Rûyên azadiyên te yên biçûk maç dikim û ew hestên te î ku di bin ramînê de nefetisîne hembêz dikim.

Wekî din ez çi bibêjim Bresson?

Şîrê diya te hezar car li te helal be…

Çend fîlmên Bresson:

Rojnivîska Keşeyê Bajarok’ekî / Journal D’un Curé De Campagne (1951)

Di nav fîlmên Bresson de fîlmekî têra xwe bi wate û girîng e. Di fîlm de qala keşeyekî ciwan tê kirin. Ev keşe li bajarokekî dûr dest bi peywîra xwe dike. Keşe her roj tevî jiyana xwe ya rojane, hestên xwe di rojnivîska xwe de tîne ziman…di heman demê de di nav lepê nexweşîneke giran û dijwar de roj bi roj dihele diçe…keşe nexweşe û bi penceşêrê ketiye! Piştî demekê xwarin jî naxwe, tenê nan hur dike nav şerabê û wisa zikê xwe têr dike. Lê keşeyê me keşeyekî îmana wî kamil û bawermendekî dilpak e. Ji hêlekê ve bi nexweşiya xwe re û ji hêlek din jî bi nexweşînên civakê re têdikoşe! Li hember pêkûtû û nebaşiyên dijwar, keşe dîsa jî baweriya xwe ji xwedê nake û dixwaze alîkariyê bide hin kesên li wî bajarokî dijîn. Lê mixabîn her ku diçe keşe di nav pirsgirêkan de asê dibe û dibe biyaniyekî jiyanê. Kes wî fêhm nake û di nav tenêtiyek har de nexweşiya wî serî lê gêj dike, heta ku dimire diçe… Ev fîlm rewşa oldarekî dilpak radixe ber çavan. Oldarekî ku tu wateyê nade nêzîkatî û tevgera mirovên nûjen. Bêxemî û bêxîretiya jiyana nûjen keşe dixe nav fikaran! Keşe ji ber vê rewşê êş dikişîne û êşa wî aş nabe. Li gor derhênerê nemir Tarkovsky, ev fîlm, “Di nav fîlmên heta niha hatine kişandin de, fîlmê herî baş e.”pickpocket-poster

Dîlekî îdamê Reviya – Ba kurê bixwaze li wir diweze / Un Condamné à Mort s’est Echappé (1956)

Di vî fîlmî de qala dîlekî (mehkûm) tê kirin. Ev dîl bi îdamê re rû bi rû ma ye û wê di demek nêz de bi sêdarê ve bê daleqandin! Dîlê bi navê Fontaîne, ji wargeha Naziyan dixwaze bireve û naxwaze bê îdam kirin. Ji bo ji wargehê bireve dest bi plan û poşnûmeyan dike. Vîna Fontaîne weke hesin û pola ye, tu hêz nikare bitewîne! Naxwaze kêliyekê jî di girtîgehê de bimîne, ji ber wê jî li ber xwe dide ku ji girtîgehê bireve. Naxwaze di bin teslîmiyeta Naziyan de biçewise. Fontaîne evîndarê azadiyê ye. Her roj bi xeyala azadî û rizgariyê dijî. Ji bo vê xeyala xwe pêk bîne gav bi gav plana xwe dixe meriyetê û rojek berî rojekî dixwaze xwe ji dojeha Naziyan xelas bike an na wê were gulebaran kirin! Ev fîlm, bawerî û berxwedana Fonteîn vedibêje ji me re. Bresson di vî fîmê de dibêje ku, “rihê we azad be ramana we jî azad e” Fonteîn jî bi vî rihê azad ji girtîgehê direve û digihîje azadiya xwe. Hevalên Fonteîn reva ji girtîgehê weke xeyaleke pûç dibînin û bawer nakin ku wê karibin ji hepsê birevin. Lê Fonteîn bawer dike û li dû wê baweriya xwe diçe. Ew bawerî wî derdixe derve….Bresson, dixwaze bi vî fîlmê têkoşîna mirovan ya ji bo azadiyê vebêje. Bi rastî jî Bresson, di mekanek wisa teng û gepsoyî de fîlmek bêhempa derxistiye holê û nahêle ku mirov li ber fîlm kêliyek jî aciz bibe. Gava fîlm diqede mirov dibêje qey di şûna Fonteîn de em azad bûne. Piştî fîlm mirov baş têdigihîje ku “ba kurê bixwaze li wir diweze” Fonteîn dibe ba û dibêje ez ê li dervayî girtîgehê biwezim. Bi kurtasî ev fîlm wateya “Ba” bûnê ango mirov çewa dibe ba û diweze ji me re vedibêje.297 box 348x490 original copy

Cêvbir – Cêvkesan / Pickpocket (1959)

Di fîlm de bi rastî jî Modêlekî serkeftî heye. Modêlê bi navê Michel, mirovekî bi serê xwe ye û di heman demê de niviskariyê jî dike. Lê niviskariyek lewaz û sist. Ramanên wî hinek tevlîhev in. Ji ber pirsgirikên xwe yê şexsî zêde bi niviskariyê re mijûl nabe. Piştî demekê Michel, biryar dide ku dest bi cêvbiriyê bike û dikeve cêvê kesan ji wan pere didizê…Derûniya Michel qet ne başe û bi awakî mekanîk tevdigere. Ji rih û giyan xesandiye ew, tenê karê xwe dike ewqas! Ji bo Michel ev karê hanê (cêvbirî) ne sûc e. Ji lew re, kesên van peran kar dikin ne bi ked û xwîdana xwe kar dikin. Ew ji kesên xizan didizin, Michel jî ji wan didize. Pereyên ku Michel didize mafê kesên xizan e! Michel, diziya xwe bi vî awî meşrû dike û vê fikra xwe mafdar dibîne. Ji xwe di serê fîlm de jî wiha tê gotin, ” Ev fîlm ne fîlmekî sûcan e; derûniya kesekî ku cêvbiriyê dike vedibêje.” Xitimandina Michel di heman demê de xitimandina pergalê ye. Michel, ji rewşa ku têdeye ne razî ye. Lê ew jî nizane êdî çi bike û ji xeynî cêvbiriyê tiştek nayê hişê wî! Michel, nêzîkî du salan navber dide karê cêvbiriyê û direve diçe welatekî din. Piştî du salan dîsa vedigere tê Fransa. Dîsa dest bi diziyê dike lê ev car tê girtin û dîl dikeve. Bi girtinê re Michel, tê ser hişê xwe û dîsa Bresson di nava çar dîwaran de azadiya mirovekî nîşanî me dide. Pirsgirêkên Michel hinek ontolojîk in…Gava di hepsê de jinika bi navê Jeanne tê hevdîtina wî Michel diguhere û bi hezkirina jinikê ji pirsgirêkên xwe rizgar dibe. Ji lew re Michel hezkirinê ji bîr kiriye û weke biresereke vala jiyanekê domandiye. Peyva wî dawî (gava ku Jeanne’yê hembêz û maç dike) wiha ye, “Ji bo ez te bibînim hewcebû min ewqas wext derbas bikira!”

Mouchette 1967 film poster

Çewalêhato Balthazar / Au Hasard Balthazar (1966)

Ev fîlm li ser rewşa cîhanê xwedî alegoriyên mezin e. Bresson bi saya kerekê (ku navê wê Balthazar e) rewşa civakê radixe ber çavan. Berê kevana xwe dide kirêtiyên civakê û tîrên xwe di mêjiyên mirov de diçikîne! Balthazar gava hêj nû çêdibe, li gor keneşopiyên xirîstyanan tê tehfîl (weftîz) kirin. Piştî tehfîlê jiyana Balthazar ya bi îşkence dest pê dike. Balthazar dikeve destê kî têr tê êşandin. Kişandina barê wan têr nake, di serî de lêdana xwe jî dixwe û tê îşkence kirin. Her tim kar pê tê kirin û ji westandinê xwîdan di laşê wê de diavêje. Lê kes li vê kerê neyê rihmê ji xeynî keçikekê. (Ev keçik jî weke Mouchette di nav civakê de dieciqe) Keçika bi navê Marie jî weke Balthazar di nav civakê de tê tacîz kirin. Lêdanê dixwe û di bin îşkenca mêraniyê (!) de dimire. Gundê ku Balthazar lê ye gundekî tewş e û mirovên lê dijîn jî zêde ne çê ne. Ciwanên vî gundî hişê wan çewa ji serê wan çû be tevdigerin û wextekî vala derbas dikin. Ev ciwan carna Balthazar digirin û henekên xwe bi kera reben dikin û wê diêşînin. Balthazar ne tenê bar, her wiha gunehên van kesan jî di bedena xwe de hîs dike. Zimanê Balthazar tune ye ku zilma civakê vebêje; ew tenê êş dikşîne! Balthazar şahidê vê zilmê ye lê nikare tiştek bike. Xedarî û çavsoriya mirovên nûjen tê gotin di fîlmê Balthazar de. Îmana însanan nemaye û li gor hêza xwe her zindiyên di bin xwe re diêşînin. Tê gotin ku J.Luc.Godard ji bo Balthazar wiha axiviye, “Di saetek û nîvê de dîroka cîhanê hatiye vegotin. Balthazar jiyana rasteqîn bi xwe ye.” Herî dawî Balthazar bi guleyekê birîndar dibe û diçe di nav keriyê pez de mexel tê. Balthazar xwe dispêre keriya pez û wisa di nav aramiyê de dimire. Dawiya fîlm zêde bi bandor e û vê gotinê bi mirov dide gotin, “Însan kî ye, heywan kî ye?” Rewşa însanan ji heywanan xerabtir e. Ji ber ku keriyek pez, ji girseyek însan bi rihimtir e!

Mouchette (1967)

Ev fîlm yek ji şaheserên Bresson e! Di fîlm de li ser derûniya keçikek ciwan hatiye sekinandin. Li bajarokekî ji derve re girtî û dûr em dibin şahidê neçariya Mouchette. Bavê Mouchette her tim araqê divexwe û serxweş e! Diya wê nexweşe û di nav ciyan de ye. Birayekî Mochette jî hêj di dergûşê de ye. Mochette di nav xizaniyê de jiyaneka xedar derbas dike! Li vî bajarokê biçûk di çavê her kesî de xerabî tê xwandin. Her kes di hundirê xwe de nebaşiyek xwedî dike û li pişt hev bi dijminahî tevdigerin. Mouchette jî li vî bajarokê dirû û kirêt jiyaneka bi êş derbas dike û ji xwe re li riyeka xelasiyê digere. Ji bo wê tu hêvî nemane û li ber têkçûyinê ye. Bresson di vî fîlmê xwe de jî, modernîzma rojavayî rexne dike û dide zanîn ku tu pêşketin tune ye. Mirov li xwîna hev dimijin û sexte dijîn…Di şûna aramî û dilpakiyê de, tovê hêrs, xedarî, hesûdî, bextreşî û şermê diçînin di navbera hev de. Mouchette bi van pirsgirêkên civakê re rasterast girêdayî ye. Bresson dîsa berê kameraya xwe daye erkên civakê û dixwaze rewşa wan ya li holê rexne bike. Hişmendiya civakê ya çewt mirov tîne astek çewa? Mouchette di nav vê jiyana xedar de tenê çareseriyek dibîne ew jî, xwe kuştin e! Wekî din tu rê nemane. Piştî mirina diya xwe, piça hêviya hebû jî dimire û herî dawî Mouchette xwe di kaşekî de gêndirî dike û dikeve gola avê dixeniqe! Tê zanîn ku Bergman 3-4 caran li vî fîlmî temaşe kiriye û gotiye, “Ez dikarim 3-4 carên din jî li vî fîlmî temaşe bikim û kêliyek jî aciz nebim.” Bresson jî ji bo Mouchette wiha gotiye, ” Mouchette nîşaneya xizanî û xedariyê ye. Mirov dikare li her derî pêrgî Mouchette were; li şer, wargehên civanê, îşkence, suîqest û hwd.”

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse