“Zerê” 88 salî ye…

0
32

Fîlmê Zerê 85 salî ye… Gava derhênerê ermenî Hamo Beknazaryan yekemîn fîlmê kurdî Zerê kişand, sal 1926 bû. Sînema cîhanê jî hîna zarok bû. Zarokeke bê zar û ziman… Wê demê Tirkîye û Îranê jî sînema nû nas dikir.

Kurd jî wê demê bi sînemayê hesiyabûn û fîlmek kişandibûn. Wan salan sînema li cîhanê nû belav dibû. Li gelek welatan jî sînema nedihate nas kirin û ew endustrî negihabû wan deran… Gava her du birayên fransi yên bi navê Auguste û Louis Lumiere sînema keşf kirin, sal 1895 bû. Ev her du bira cara yekemîn li Parîsê li kafeya bi navê Grand fîlmek nîşan dan: “Fîlm ji wêneyên reş û spî yên li dû hevdu rêzkirî, pêk dihat. Di vî fîlmê çend deqîqeyî de rêwî ji gara Parîsê ji trênê peya dibûn û derdiketin derve. Ev nîşandan bû destpêka dîroka sînemaya cîhanê” (1)

Zerê jî, 31 sal piştî vê tarîxê, sala 1926ê hate kişandin. Lê sînema hêj bê zar û ziman, reş û spî bû. Wê demê her çiqas li Tirkîyeyê çend belgefîlm hatibûne çêkirin jî, hejmara wan kêm bû. “Li Tirkîyeyê fîlmê yekem sala 1919ê ji alîyê Ahmet Fehim Efendi ve hat kişandin. Navê vî fîlmî jî; Binnaz e.” (2) Rewşa sînemaya Tirkîyeyê jî bêguman ji têkilîya osmanî û fransîyan tê. Jixwe yekem car fransîyan sînema bir Stenbolê.

Li Îranê van deman rewş hinek cuda ye. Her çiqas dewletek xwedi dîrok be jî, bandora olê serdest e. Sedem ev e ku li gor Tirkîyeyê sînema dereng dikeve vî welatî. Kamera cara yekem bi fermana Şah salên 1900ê ketiye Iranê. Wê demê ji bo Şah û malbata wî hinek dîmen hatine tomar kirin û nîşan dayîn. Lê fîlmek çêkirî gelek dereng çêbûye. Fîlmê bi navê “Hêşîn û Rebî” sala 1929ê ji alîyê Avans Oganyats ve hatiye çêkirin.” (3) Ev bi me dide zanîn ku Zerê 3 sal berîya fîlmê çêkirî yê Îranê hatiye kişandin. Li Îranê jî wek Tirkîyeyê pêşengên sînemayê biyanî ne. Li wir jî rûsan serkêşî kiriye. Yekem fîlmê kurdî Zerê jî sala 1926ê bi derhênerîya Hamo Beknazaryan hat çêkirin. Ev film wek destpêka dîroka sînemaya kurdî tê qebûl kirin. Li gor vê tarîxê sînemaya kurdî 85 salî ye û xwedîya dîrokeke kevnar e. Lê mixabin ji ber egerên siyasî sînemaya kurdî jî wekî rewşa kurdan a giştî bi pêş neket. Di cihê xwe de ma. Herçiqas, dûre çend belgefîlm hatibin çêkirin jî, bazareke sînemaya kurdî tu deman çênebû. Salên 1960î û bi şûn de Yilmaz Guney derket holê, wî tiştên baş kirin. Lê ew jî şexsî ma.

Van çend salên dawîyê bi têkoşîn û bi rêxistinbûna kurdan çi li Başûr çi jî li Bakur be, sînemaya kurdî jî hêdî hêdî bı pêş dikeve. Di dema îroyîn de sînemaya kurdî di qada navneteweyî de ji xwe re cîhek girtiye û bi nasnameya xwe tê nas kirin.

Di nav bêdengîyê de qêrîneke reş û spî: Zerê

Fîlm, di nav dîroka sînemaya kurdî de klasîkeke girîng e. Fîlm, cara yekem di çarçoveya projeya pêşketina hunera gelên Sovyetê de hatiye çêkirin. Senaryoya fîlmê Zerê bûyereke rast e û ji çîroka “Qedera Zerê” hatiye wergirtin. Fîlm, herçiqas bêdeng be jî, li gor şert û derfetên dema xwe gelek profesyonel e û heta îro jî wek berhemeke klasîk a perdeya spî tê qebûl kirin. Ev fîlmê reş û spî, li ser jîyana gelê kurd e, fotografîk e û dramatîk e. Mijar; her çiqas çîroka keçikeke êzidî be jî, di warê sosyolojîk de derhêner balê dikişîne ser jîyana feodalîyê û rejîma berê ya Çar û wê rexne dike. Fîlm, li Zozanên Elegezê li gundê Sarîbolaxê (Sovuxbulox) hatiye kişandin û nêzîki 500 kesan jî tê de lîstiye. Piranîya wan jî kurd in. Kom û hunermend û xebatkarên fîlm, nêzîkî du mehan dibin mêvanên kurdan û di nav wan de dijîn. Di fîlm de rola keça kurd Zerê jî ya lîstikvana navdar a ermenî Mareto Tadevosian e. Çîroka fîlm, di navbera Zerê, Seydoyê şivan û Têmûr Beg de derbas dibe. Lê di şexsîyeta van kesan de jîyana feodal û sîstema berê ya Çar jî bi zimanekî tûj tê rexne kirin. Dîmenên zilma Têmûr Beg a li ser gel, têkilîyên wî yên bi sazîya polîsan re û jîyana feodal dide nîşan. Li alîyê din di fîlm de dîmenên hezkirina sîstema nû ya Sovyetê tên xuya kirin. Jixwe senaryoya fîlmî jî li gor wê hatiye nivîsandin…

Di fîlm de Zerê keçikeke xweşik û delal e. Delalîya gund e û dilketîya Seydoyê şivan e. Evîndarîya wan jî weke hemû keç û xortên gundan, li ser kanîyê dest pê dike. Kanîya gund ji bo her du evîndaran dibe cîhê hevdîtinê. Lê ev rewş zêde berdewam nake. Rojekê nav û dengê bedewbûn û delalîya Zerê diçe guhê Têmûr Begê xwedîyê pirjinan. Têmûr Beg bi darê zorê Zerê ji xwe re dixwaze û digire. Li gor çanda kurdan Zerê tê xemilandin û li hespê siwar dikin. Bi duhol û zirne ji malê derdixin. Li pêş çavên gundîyan tînin koşka Têmûr Beg. Ev dîmen li gor demê wiha tê şirove kirin; axayê desthilatdar, hêz û dewlemendîya xwe nîşan dide û li dijî herkesî doza mêrxasî û mêranîyê dike. Lê ev ji Têmûr Beg re namîne. Bûka bê dil Zerê, bi gotinên: ‘Ez te naxwazim!’ axayê kurd şok dike. Ev gotin dibe sedema hovîtîya Têmûr Beg, ji hêrsan dixwaze Zerê û Seydoyê şivan ceza bike, herwisa dike jî. Wek sûcdar jî Seydo desteser dike. Dixwaze Zerê jî, li gor çanda êzîdîtîyê bê ceza kirin. Têmur axa dibêje: ‘Zerê berê bi zilamekî din re (Seydo) razaye (bênamûs e). Gereke ew were ceza kirin.’

Ev kiryar di vê çandê de tê wateya xiyanetê. Ji ber wê gereke Zerê li gor çanda kurdên êzîdî were ceza kirin. Têmur beg û hevkarên wî jî wiha tînin serê Zerê. Tînin ser û çavên Zerê bi tenîyê reş dikin, li ser kerê siwar dikin û di nav gund de digerînin. Gundî kom dibin, li Zerê nifira dikin, didin ber keviran, wê rûreş û şermezar dikin. Birayê Seydo yê piçûk Xidir û hevalên Seydo vê zilm û sitemê qebûl nakin, li hemberi Têmûr Beg serî radikin. Zerê û Seydo ji destên wan xilas dikin. Xidir li vir Têmûr Beg dikuje. Fîlm bi van dîmenan diqede. Ev dîmen nîşan dide ku fîlm, berhemeke perwerdeyî (dîdaktîk) ye. Di bingeha temaya fîlm de zilm heye, jîyaneke xerab û feodalî heye. Li alîyê din jî serhildan û neqebûlkirin jî heye. Ev jî nêrîna derhenêr nîşan dide…
Di fîlm de bûyereke trajîk jî diqewime; gava dîmenên rezîlkirina Zerê tê girtin, “Jinên gund, êrişî ser lîstikvana ermenî Mareto Tadevosian dikin û wê şermezar dikin. Ji wan we ye ev bûyereke rast e. Lîstikvan û xebatkarên fîlmê Zerê bi zorê lîstikvana jin ji destê wan derdixin û ‘Dibêjin ev ne bûyareke rast e, fîlm e.’ Wê gavê jinên gund, disekinin… “ (4)

Fîlmê Zerê sala 1970yê ji alîyê “Sînemevanê ermenî Alexandir Spêndiarov ve hatiye bi deng kirin. Casimê Celîl, Cemîla Celîl û Keremê Seyad jî di dublaja fîlm de kar kirine.” (5) Fîlmê kurdî Zerê heyanî îro li Ermenistanê, li Rûsyayê û li gelek deverên din ên cîhanê hatiye nîşan dan. Orjînala vî fîlmî nuha di arşîva Wezareta Çand û Hunerê ya Ermenistanê de ye.

Kunyeya fîlmê:
Nav: Zerê
Cure: Drama
Derhêner: Hamo Beknazaryan (1892-1965)
Lîstîkvan: Mareto Tadevosian,
M. Garagash, Avet Avetisyan Slo,
Olga Gulazyan, Nina Manucharyan Nano, Hambartsum Khachanyan Kıdo, Aram Amirbekyan Kilek, Sh. Amasi Martirosyan Zurba, S. Gevorgyan,
N. Aghambekyan
Dem: 72 deqîqe
Sal:1926
Ziman: Kurdî

Çavkanî:
Ali Güler: Rojnamevan

Geoffrey Nowell Smith – World Cinema History (Dîroka Sînemaya Cîhanê)
Türk Sinema Tarihi Belgeseli (Belgefîlmê Dîroka Sînemeya Tirk)
Hamid Reza Sadr- Iranian Cinema a Political History (Dîroka Sînemaya Polîtîk ya Îranê)
Emerîkê Serdar: Çawa Kînoya Zerê Hatiye Kişandin (Riya Teze – 11. Cotmeh 1969)
Egîdê Xudo: Kîno Fîlmê Zerê hatiye Tezekirinê (Riya Teze – 19 Sibat 1972)


 Orkestra Sînfonî ya Silêmanî 

Bi Zarevaya Kırmancikî

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse