“Min wî dît”

0
19
REKLAM    

Şev nîvê şevekê… malbateke kurd ku xwedî sê zarok… bavekî welatparêz… vegera ji dawetekê… jîtem û kuştina bav û dê… çavên zarokên kurd yê heya dawiyê vekirîmayî û şokbûyî… fîlmê Miraz Bezar ê bi navê “Min dît” bi vê çîrokê dest pê dike û bi çîroka zarokên sêwîmayî – ku sê heb in û yek ji wan dê ji nexweşiyê û neçariyê bimire- û yê mayî jî dê bi nav bajarên Amedê bikevin. Çîroka Gulistan û Ferat wê di heman demê de rûqetên salên nodî yê derûniya şerr jî raxîne ber çavan. Fîlm dê weha bike ku mirov vê peyva pêşiyan bi lêv bike: Bila mirov bêxwudê be û ne bêxwedî be. Gulistan û Feratê bêxwedî wê xwe zû bigihînin bêxwediyên ku gundên wan hatine şewitandin û li kolana Amedê hînî gramera bajêr bûne. Ferat dê hînî selpakfiroşiye û paşê jî tev li çeteyên welatparêz ku karên diziyê dikin bibe û heya rojekê wek dizekî transferî bajarê Stenbolê bibe. Lê rojekê dema karê xwe yê selpakfiroşiyê dike çav li kujerê bavê xwe bikeve û li ser nigan bi xwe de mîz bike.

Hingê em li Holocusta derûniya zarokên kurd diwarqilin. Gulistan jî dê li parkekê keçikek xama nas bike ku ew jî bermayiya şer e û wê kaxizên ku keçika xama dixe destê wê têxe ber camên texsiyan. Di wan kaxizan de weha dinivîsîne: “Ez keçikek bi tenê me û ji xwe re li hevalên mêr digerim.” Mebesta li hevalên mêr gerînê ew e ku bi xwefiroşiyê pere qezenc bike. Gulistan êdî di rola xwişka piçûk ya wê fahîşeyê de ye. Gulistan li ber avahiyan, li ber Migrosan ji bo ku kes ji wan gumanê neke dê têkeve destê Dilarayê û wê li hêviya muşteriyên Dîlanê bimînin (Dilara rûçinka Dîlanê ya fahîşetiyê ye) û bi wî awayî nanê xwe derdixîne. Lê çer çîrok bi pêş dikeve Gulistan jî wek birayê xwe rastî kujerê bavê xwe tê ku ew jî muşteriyê Dîlan- Dilarayê ye. Ya rast Dîlan-Dilara karê xwe li otêlan dimeşîne, lê ji ber ku maliyên kujerê jîtemcî ne li malê ne û ji ber ku heqê otêlê nede wê Gulistanê jî bi xwe re bibe malê ku ji bo cîran ji wan nekevin şikê. Gulistan dê ji birayê xwe wêrektir derkeve û ji mala mêrik demançeya wî bidize. Hewl dide ku kujerê bavê xwe yê di nav nîvînan de razayî bikuje, lê nikare. Dema demançeyê teslîmî birayê xwe û rêhevalên wî yên diz dike, ev hevok dê ji devê wê derkeve:

Hingê em li Holocusta derûniya zarokên kurd diwarqilin. Gulîstan jî dê li parqekê keçikek xama nas bike ku ew jî bermayiya şer e û wê kaxizên ku keçika xama dixe destê wê têxe ber camê texsiyan. Di wan kaxizan de weha dinivîsîne: “Ez keçikek bi tenê me û ji xwe re li hevalên mêr digerim.” Lê wê bi hevalên mêr re bi qahpetiyê bike. Gulîstan êdî di rola xwişka piçûk ya fahîşeyê de ye. Gulîstan li ber avahiyan, li ber Migrosan ji bo ku kes ji wan gumanê neke dê têkeve destê Dîlarayê û wê li hêviya muşteriyên Dîlanê bimînin (Dîlara rûçinka Dîlanê ya fahîşetiyê ye) û wê bi wî awayî wê nanê xwe derxîne. Lê çer çîrok bi pêş dikeve Gulîstan jî weke birê xwe rastî qesasê bavê xwe tê ku ew jî muşteriyê Dîlan- Dîlarê ye. A rast Dîlan-Dîlara karê xwe li otêlan dimeşîne û lê ji ber ku maliyên qesasê jîtemcî ne li malê ne û ji ber ku heqê otêlê nede wê Gulîstanê jî bi xwe re bibin ku ji bo cîran ji wan nekevin şikê. Gulîstan dê ji birayê xwe mêrtir derkeve û ji mala mêrik demança wî bidize. Hewl dide ku qesasê bavê yê di nav nîvînan de razayî bikuje, lê nikare. Wexta demançê teslîmî birayê û rêhevalên wî yê diz dike, ew ê vê hevokê bibêje:

– Min wî dît…

Êdî ji bilî mezinan wê zarok jî li pêy heyfa dê û bavê Gulistan û Ferat bikevin ku kuştina bav ji 18 hezar kuştinan mînakek e. Dê heyfa zarokan jî li gor xeyalsaziya wan be. Jîtemciyê ku demançeya wî hatiye dizîn sibehekê dê li çav wêneyê xwe yê ku bi çekên leşkerî hatiye kişandin bikeve û kuştariya hatiye kirin jî wê li bin wî weneyî hatibe nivîsandin. Kujer dê li kuçeyê, li şaneşîna cîranê, di ber camên texsiyan de, li ser peyarêyê dê li pey berhevkirina sûretên xwe bikeve. Lê ev ne bes e, ji zarokan yek dê di hoparloya mizgeftê de bi şêwaza ku li ser erebeyê firengiyan bifiroşe kuştariya kujerî ji hemû bajarî re bibêje.

1) Sînemaya kurd kevneşopiya ku çîrokên xwe bi çavên zarokan bibêje didomîne. Bahman Gohbadî jî hema çi bigire di her fîlmê xwe de heman teknîkê bi kar tîne. Ji ber ku di vê şeva kurd de û di vê trajediya kurd de yên herî paqij mane ew in. Mirov di vê kêlîkê de dikare bibêje kadrajên çavên zarokan dike ku zêde lêpirsîn li fîlm neyên kirin.

2) Zimanê vî fîlmî bêtir bi kurdi ye lê zimanê di ber re tirkiya Diyarbekirê ye ku şoreşgerên kurd tirkiya Diyarbekirê wek romantîzma şoreşgeriya xwe bi kar tînîn û bi vî zimanî Diyarbekirbûyînê li hember nasnameya kurdbûyînê derdixînin an jî wek nasnameya duyemîn xwe lê digirin. Ev tişt bi xwe ji neteweyê dixwe û parametreyên neteweyê dikuje.

3) Hevoka Gulistanê ya “min wî dît” asta fîlm ya zimên nîşan dide. Ev bi xwe nimûneyeke şaşiyên ergatîvê ye. Ne ergatîvî tenê tê de, hemû kurdiya fîlmê ji tewanga xwe heya hevoksaziya xwe xerabe ye, ji bilî kaloyê ku ji xwe re li ser dezgeya xwe pincaran difroşê.

Tiştê ku şanoya kurd, sînemaya kurd û mûzîka kurdî ya li Bakur ku bi serê kurmanciyê de tînin, kes naynê serê hev. Lewre mirov di jiyana rojane de bi kîjan zimanî bipeyive û wî zimanî çawa bi kar bîne, serbest e; lê belê di nivîsandin, berhemên wêjeyî, berhemên sînemayî, şano û muzîkê de, divê mirov zimanekî weha bi kar bîne ku her kes jê fahm bike. Ev cudahiya zimanê kolanê û zimanê bilind di hemû zimanan de heye û zimanê bilind berî her tiştî gramatîkal e. Bi devokan berhem êdî nikarin bên dayin, lewre kurmanciyeke bilind jî heye ku jê re dibêjin kurmanciya standart.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse