Amûdê, li başûrê-rojavayê Kurdistanê bajarekî biçûk e.
Li herêma ku bajarê Amûdê lê ye, kîjan dever bê kolan, şopa bûyerên dîrokî yên giranbûha, bê jimar in.
Amûdê ya rengîn bi serpêhatiyên xwe ve dewlemend e.
Jîrbûn û bi xebatên xwe xelkê Amûdê ew xak îroj kirine berhemdar û avî.
Berîya 50 salî bû, ( 13.11 de), 280-283 ciwanên kurd di temenê 8-12 salan de, bi agirê sînemê ketin nava rûpelên dîroka şehîdên Kurdistan.
Ev bûyer qet nehatîye jibîr kirin, û pirr bi bawerî ez dikarim bêjim wê neyê jibîr kirin.
Her sal ev agir şewateke mezin di nava gyanê me de ava dike, lê belê em bi vî agirî serbilind in.
Kurd bûyerên mîna van jibîr nakin û di jiyana xwe yî ya rojane de winda nakin.
Çawa piştî wî agirî ku bibû mêhvanê sînema Amûdê hilma laşên şewitî li asoyan belav kir, û heta çend roja jî ew hilm ezmên dorpêç kiribû îroj bîranîna wan ciwanan şopa xwe li ser temenê me tev belav dike.
Dîsa wek her carê, ji dest dijminê xwînxwar me ciwanên xwe wenda kir.
Baranek jî nebarîya…?
Ya balkêş jî ev e ku di wê demê de, di wê salê de ez tunebûm lê qêrîna wan zaroka, hewara dayikan û hêvîya bavan ku kezebên xwe sax derxînin buye dîmenek nemir û her car bi gotina Amûdê re dîsa li ber çavê min diçe û tê.
Mele Namî, di pirtûka xwe ya bi navê “agirê sînema amûdê” de dibêje:
Di şwîna şehîdan de, serekê şandiyara dewleta Surî gava xatir dixwaze, dibêje:
– Ey xwişk û birayên bi rêz, eger tiştek ji we re gerek e, ji me re bêjin, bê şerm û fihêtî, da ku (em) daxwazên we ji we re pêk bînin. Zû, ne dereng, Xwedayê mezin alîkar be.
Bersiva kurdekî Amûdê gelek balkêş e:
– Ey serekê serbilind û dilpak û dilovan, eger hûn dixwazin derd û xemên me bêne guhertin, bi xweşî û şadî, 35 xortên me girtî di zindana Mezê de ne. Hûnê wan ji me re berdin. Bêguman bi berdana wan, derd û êşên me wê bêne jibîrkirin û weke ku we du sed û heştê xortên mirî ji me re rakirin.
Daxwaza me ya mezin ji te û hevalên te ev e. Paşê saxiya te û hevalên te ji Yezdanê pak dixwazim.